Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,509
Wêne
  124,232
Pirtûk PDF
  22,106
Faylên peywendîdar
  126,136
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Hêlîn Umît: Di kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hêlîn Umît
Hêlîn Umît
=KTML_Bold=Hêlîn Umît: Di kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye=KTML_End=

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku di derketina ji kaosa #Rojhilata Navîn# de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye û got: Artêşa dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide şoreşa Rojava bifetisîne, hem dixwaze bi hêza xwe bike hem jî bi rêya rêxistiniya xwe ya navê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê lê kiriye, vê bike.
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haber TV bû û bûyerên li Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.
=KTML_Bold=SEDEMA BINGEHÎN A HILWEŞÎNA SÛRIYEYÊ NEBÛNA DEMOKRATÎK BÛ=KTML_End=
Hêlîn Umît bi bîr xist ku li Sûriyeyê bûyer gelekî bi lez qewimîn û got: Gelek derdor ne li bendê bûn ku ewqasî bi lez biqewimin. Bêguman hilweşîna dewleta Sûriyeyê ne tenê bi vê bûyerê bû. Rejîma Sûriyeyê nêzî 12 salan ji aliyê hin hêzan ve li ser piyan hate hiştin. Beriya her tiştî divê ev yek bê dîtin.
Eger ne ji piştgiriya derve bûya wê zûdeyî hilweşiya. Rejîma Sûriyeyê, desthilatdariya Esad, malbata Esad, xanedaniya Esad xwe dispart hevsengiyên li herêmê.
Bêguman her hêzek ku dixwaze li ser civakê xwedî bandor be divê pê re li hev be. Ev ne tiştek e ku cara yekê ye me gotiye. Ne rewşeke ku piştî hilweşîna rejîma Esad em tînin ziman. Tevgera me zûdeyî tespît, rexneyên bi vî rengî dikir û têkoşîna xwe jî li holê ye.
Hêlîn Umît anî ziman ku mîna analîzên tevgera wan li ser netewe dewletên hişk; Tirkiye, Iraq, Îranê kir, li ser Sûriyeyê jî timî gotin, divê Sûriye demokratîk bibe û got, Di hilweşîna Sûriyeyê de pirsgirêka bingehîn ew bû ku xwe demokratîk nekir. Bi etnîkên cuda, baweriyên cuda, bi komên cuda yên bi hev re dijiyan nekarî sîstemeke demokratîk ava bike.
=KTML_Bold='BI XWESPARTINA LI HÊZEKE DIN, MAYINA LI SER PIYAN NABE'=KTML_End=
Di dewama nirxandina xwe de Hêlîn Umît got, Li Sûriyeyê komên Xiristiyan hene, Durzî hene, Kurd hene, Elewî hene, Sûnî hene. Bi rastî jî Sûriye xwedî dewlemendiyeke mezin a civakî ye. Ji ber ku nekarî hevsengiya xwe ya navxweyî, nekarî aştiya xwe pêk bîne, encameke bi vî rengî rû da.
Di vê serdemê de bi xwespartina li hêzeke cuda ti hêz nikare demdirêj li ser piyan bimîne. Binihêrin niha li ser Sûriyeya nû nîqaş têne kirin. Yên ku van nîqaşan dikin divê vê rastiyê baş zanibin. Tê gotin, 'vaye desthilatdariya Elewî çû, desthilatdariya Sûnî kete şûna wê. Esad çû li Sûriyeyê hemû pirsgirêk çareser bûn. Sûriye êdî azad bû'. Pênaseya azadiyê pênaseyeke welê hêsan nîne. Ne pênaseyeke welê ye ku bi guherîna desthilatdariyekê bê gotin.
Ji vê wêdetir pêwîstî bi sîstemeke demokratîk heye ku gel bi hev re çanda jiyanê ava bikin, xwe bigihînin neteweya demokratîk û li ser bingeha demokratîk netewe bigihêje hev. Mînak, nîqaşên niha têne kirin di vê çarçoveyê de nînin.
=KTML_Bold=PÊNGAVA DÎZAYNKIRINA HERÊMÊ TÊ MEŞANDIN=KTML_End=
Hêlîn Umît işaret bi rewşa Îsraîlê kir û got, Li herêmê di karakterê hegemonîk de ye, hewl dide xwe ava bike. Me êrîşên ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve têne kirin li ser vê bingehê nirxand. Ya rast, dendika hegemonîk a sîstema kapîtalîst a li herêmê ye. Ji hingî ve li ser vê bingehê herêm ji nû ve tê dîzaynkirin.
Kes nikare vê înkar bike. Netanyahû rabû axivî, ne ku ji ber ew welê dibêje, ez dibêjim. Vaye bûyerên li Xezeyê diqewimin li pêş çavan e, piştre li Lubnanê, niha jî bûyerên li Sûrieyê diqewimin radixin pêş çavan ku li herêmê pêngava jinûve dîzaynkirinê heye. Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin jî nabe ku jê cuda bê nirxandin. Di vê demê de navê Golanî yan jî Jolanî jê re dibêjin, gelekî tê bilêvkirin. Di daxuyaniyeke xwe ya destpêkê de got, ew amade ye bi Îsraîlê re hevdîtinê bikin. Dijberê Îranê ye. Daxuyanî da ku wê li hemberî komên Şîa têbikoşe. Ev balkêş in.
Sîstema ku li Idlibê ava kiribûn sîstema şerîatê bû. Piraniya wan ji aliyê kokê ve digihêje El Qaîdeyê, piraniya wan bi DAÎŞ'ê re bûn. Lewma li şûna ku li dijî Îsraîlê bin, rewşeke bi vî rengî derdikeve pêşiya me.
Ji ber vê divê em bibînin pêwendiya xwe bi hev re heye. Dibe ku heta desthilatdariya xwe ava bikin, peyamên bi vî rengî didin cîhanê. Lê belê dîsa jî rewşeke welê ye ku divê bê fêhmkirin.
Ji aliyê perspektîfa îdeolojîk ve dema bê nirxandin, di nîqaşên li ser Sûriyeya nû de bi rastî jî rewşeke nediyar li holê xuya dike. Tişta ku destpêkê hate gotin ew bû ku hemû kom çekan dînin. Wê çima dînin? Tiştek derneketiye holê ku dînin. Perspektîfek ji bo paşerojê nîne. Belê bila yekparebûna Sûriyeyê bê parastin. Lê belê wê çawa bê parastin? Berê jî Esad ji bilî vê tiştek nexwest. Xeta ku Beşar Esad diparast ne li ser parçekirina Sûriyeyê bû. Ji bo Sûriye parçe nebe li gorî xwe helwestek nîşan da. Xwest xwe bispêre hin hêzan. Xwest xwe bispêre Rûsya, Îranê. Lê belê nekarî encamê bi dest bixe. Bi ser neket û hilweşiya.
=KTML_Bold=HETA KU SÎSTEM AVA NEBE KES HÊZÊN XWE YÊN PARASTINÊ BELAV NAKE=KTML_End=
Niha hêzên nû radibin dibêjin, em yekparebûna Sûriyeyê dixwazin. Tu xwe dispêre çi û vê dixwaze? Yekparebûna Sûriyeyê wê li ser kîjan pîvanan be? Niha li Efrînê hîn jî hêzên dagirker hene. Têkildarî vê yekê heta niha daxuyaniyeke bi tenê jî nîne. Gelo wê dagirkerî bi dawî bibe? Wê gelê wê derê ji aliyê kê ve bê parastin? Li Serêkaniyê wê dagirkerî bi dawî bibe? Bi dawî nebe? Kurdan li hemberî êrîşên komkujiyên yên DAÎŞ'ê 10 hezar şehîd dan. Li hemberî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk her roj şehîdan dide ev gel. Gelo têkildarî vê yekê wê çi bê kirin? Garantiya hikumeta nû çi ye? Garantiyeke bi vî rengî tê dayin? Çima dest ji çekan berdin? Ji bo YPG, QSD'ê dibêjin wê bêçek bibin. Ji destpêkê ve nîqaşkirina vê yekê bi rastî jî mirovan dixe nava gumanan e. Mînak wê rewşa jinan çi be? YPJ wê çi bibe? YPJ hêza parastina jinan e. Pozîsyona Jolanî û koma wî ya li hemberî jinan çi ye? Bi danîna du jinan li kêleka xwe mafên jinan nayê garantîkirin. Bi avakirina vîtrînê ev yek pêk nayê. Mînak gelên Xiristiyan... belê dibe ku îro li dêrê dua hatibe kirin. Em ê ji ku zanibin ku ev ji bo xapandinê ye yan na. Ev ê çawa bêne garantîkirin? Wê demê heta ku meclîseke demokratîk neyê avakirin, heta ku mafên komî, mafên civakî, mafên şexsî di destûra bingehîn de neyên diyarkirin, kes çeperên xwe yên berxwedanê naterikîne. Kes nikare hêzên xwe yên parastinê ji hev belav bike. Ji ber ku gefa komkujiyê heye.
Bi destê Îsraîlê dîzayneke global heye. Hin hêz destwerdanê dikin. Her kes li gorî berjewendiyên xwe dest li pêvajoyê werdide. Pêvajo bi îradeya yekalî, helwesta yekalî nameşe. Binihêrin dewleta Tirk dibêje, min kir. Li Tirkiyeyê atmosfereke cejnê heye, çûyîna Mizgefta Emewî û kirina nimêjê, hevdîtinên taybet. Bi israr hewl dide têkiliya organîk a navbera xwe û HTŞ'ê nîşan bide. Dixwaze rêveberiya nû ya li wir ava bibe bi xwe ve girê bide.
Tirkiye me dike hincet û êrîşî her derê dike. Li her derê êrîşên bi armanca dagirkeriyê dimeşîne. Ji HTŞ'ê re doh digotin terorîst, îro dikin muxatab.
Ji yên pêwendîdar, ji yên ku me dibihîzin, ji HTŞ'ê, ji Golanî yan jî ji yên ku Sûriyeyeke baş, yekpare, xurt û azad dixwazin re tişta em dixwazin bibêjin ew e ku xwedî li projeya neteweya demokratîk derkevin. Eger neteweya demokratîk pêk were hingî gel dikarin bi hev re bijîn, bawerî dikarin bi hev re bijîn, dikarin bi hev re bibin hêz.
=KTML_Bold=ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ YÊN LI HEMBERÎ HÊZÊN AZADIYÊ=KTML_End=
Hêlîn Umît anî ziman ku dewleta Tirk di êrîşên li ser Kurdan de, di Şerê Qirkirinê d zêde teşhîr bû û got, Rejîma AKP-MHP bi taybetî jî Erdogan mîsyona lîderiya herêmî didin xwe. Ji ber vê yekê nabêje ez yekser êrîşî Kurdan dikim, Kurdan qebûl nakim. Ji ber vê yekê PKK'ê, têkoşîna me dike hincet û êrîşî Kurdan û hêzên demokrasî û azadiyê dike. Ev şerekî rewa nîne, lewma li ser bingeheke qirêj tê meşandin, bi rengekî eşkere nayê meşandin.
Êrîşên li dijî şoreşa Rojava dike, eger firsendê bibîne dixwaze operasyonên dagirkeriyê bimeşîne û îlhaq bike. Wê cografyayê, tevahiya cografya Kurdan weke qadeke belavbûna neteweperestiya Tirk dibîne. Di axaftinên Bahçelî de jî hebû, dixwaze bibêje 'Ew birayên me ne, lê belê Tirkên bi pêş neketine'. Ew paradîgma têk çû, lê belê dîsa jî hewl didin ji wir ve bimeşin. Her tim dixwaze berdêlan bi Kurdan bidin dayin, dixwaze Kurd fedakariyê bikin. Radibe rûdinê dibêje em di pêvajoyeke krîtîk de ne, divê em bibin yek, em ê çawa bibin? Her kes wê bibe Tirk, hingî wê yekîtî pêk were. Ev nêzîkatî hem li ser Başûrê Kurdistanê hem jî li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dike. Bi înkarê dixwaze Kurdan bixe bin kontrola xwe.
=KTML_Bold=NÊTA TIRKIYEYÊ DAGIRKERÎ YE=KTML_End=
Têkildarî helwest û nêzîkatiya dewleta Tirk a ji niha û pê ve Hêlîn Umît got, Di pêvajoya bê de, hem di vê pêvajoyê de hem jî dema bê wê çi bike? Çeteyên ku xwedî kir, SMO, çeteyên li kampên li Tirkiyeyê, li qadên dagirkirî perwerde kir wê bi ser Şoreşa Rojava ve dehf bide. Wê hîn bêhtir piştgiriya leşkerî bide. Dema ku firsendê bibîne dixwaze vê bike. Dixwaze girê bide. Em vê di nava kevanê de bibêjin. Ji ber ku Yaşar Guler yekser daxuyanî da. Got, em dikarin piştgiriyê bidin, perwerde bikin. Tenê bang bikin. Bang bikin, me rewa bikin. Em bi wî rengî bên. Lê belê rêveberiya heyî ya niha li Sûriyeyê hîn rewa nîne. Hîn jî her kes bi baldarî tevdigere. Neteweyên Yekbûyî gelekî bi baldarî tevdigere. Hêzên li herêmê bi baldarî tevdigerin. Lê belê Tirkiye bi lez û bez hewl dide cihekî bi dest bixe.
Êrîşên li ser Şoreşa Rojava li ser vê bingehê ji aliyê Tirkiyeyê ve têne birêxistinkirin. Li Minbic, Tişrîn, li Tireftê. Bi serketinên sexte civaka Tirkiyeyê dixapînin. Wê karên îstîxbaratê zêde bikin. Îstîxbarat di heman demê de tê wateya şerê taybet.
=KTML_Bold='DI HILWEŞÎNA SÛRIYEYÊ DE ROLA TIRKIYEYÊ GELEKÎ MEZIN E'=KTML_End=
Hêlîn Umît destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk wê dewam bikin û got, Bi taybetî wê çeteyan gelekî bi kar bînin. Ji xwe ji ber vê yekê xwedî kirin. Tirkiyeyê ji ber vê ewqasî razemenî li ser kir. Perwerdekirina wan, karên SADAT'ê ji bo van rojan bû. Destpêkê li Lîbyayê kirin. Li deverên cuda ceribandin. Niha jî dixwazin SMO'yê weke hêzeke dagirker bi kar bînin. Dixwaze weke nokerên xwe bi kar bînin. Dixwazin planên xwe yên hegemonyayê li ser vê bingehê li herêmê bixin meriyetê.
Di vê hilweşîna giran a Sûriyeyê de rola dewleta Tirk gelekî zêde ye. Ji destpêkê ve Tirkiye tevlî nava karê tevlîhevkirina Sûriyeyê bû. Ya rast dikarîbû bi roleke cuda rabûya. Eger bi xwe demokratîk bûya, Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser kiribûya, ji aliyê îdeolojîk ve xwe nespartibûya xeta muxafazakar, faşîst, ji bo cihêrengiya navxweyî û azadiya jinê hîn bêhtir vekirî bûya, Tirkiyeyê wê demê karîbû bandorê li Sûriyeyê bike û biguherîne. Dikarîbû roleke bi wî rengî bilîsta. Lê belê ji ber ku welê nebû, roleke paşketî lîst. Di hilweşînê de bû xwedî roleke cidî.
Niha jî radibe dibêje ew der hilweşiya, ez ava bikim. Bi mêtingeriya aborî û leşkerî dixwaze heta jê bê qadê bi dest bixe. Eger hûn sibe vê bibihîzin şaş nebin, Tirkiye wê bibêje Îsraîlê Girê Golanê ji xwe re kir cihê wargehê, eger Îsraîlê ev kiribe ez ê jî li Efrînê bikim, vê derê bi xwe ve girê bidim.
=KTML_Bold='EM BI RENGEKÎ AMADE KETIN NAVA PÊVAJOYÊ'=KTML_End=
Hêlîn Umît got, Bi saya Rêber Apo me pêvajo berê nirxand û bi vî rengî destpê kir. Ji şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3'yemîn re em bê amadekarî nebûn. Rêberê me bi karên li Îmraliyê re bi taybetî bi 5 parêznameyên xwe yên mezin re çareserî ji van pirsgirêkên dîrokî re hilberand.
Her wiha weke rojane jî li pêşberî krîza li Rojhilata Navîn, kaosa li Rojhilata Navîn, rêyên rizgariya ji vê yekê, em bi rastî jî bi rengekî girîng ketin nava pêvajoyê. Em amade bûn û bi vî rengî ketin nava pêvajoyê.
Hêlîn Umît destnîşan kir ku tişta esasî ya ku vê pêvajoyê raxist pêş çavan ew e ku çareserriya neteweya demokratîk çiqasî hêja ye û divê bi lez bi cih bê anîn.
=KTML_Bold='DI VÊ DEMÊ DE WEZÎFEYA PÊŞENGIYÊ DIKEVE SER MILÊ GELÊ KURD'=KTML_End=
Hêlîn Umît ragihand ku gelekî girîng e civak têkoşîna demokrasiyê bilind bike û got, Tenê ev yek dikare me ji qirkirin, şer û komkujiyan biparêze.
Hêlîn Umît destnîşan kir ku di derketina ji kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye û got, Artêşa Tirk, dewleta Tirk ku hewl dide şoreşa Rojava bifetisîne, hem dixwaze bi hêza xwe bike hem jî bi rêya rêxistiniya xwe ya navê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê lê kiriye, vê bike.
Gelekî girîng e ku Kurd bi yekîtî, bi yekîtiya neteweyî tevbigerin. Her wiha divê em karibin bi gelên ku bi hev re dijîn jî tevbigerin. Dost, hêzên demokrasiyê, sosyalîst, hêzên sosyalîst di vê demê de divê hîn bêhtir bikevin bin bar. Divê hîn çalak bin, înîsiyatîfan ava bikin, bikevin nava liv û tevgerê.
=KTML_Bold='EM DI DEMEKE WELÊ DE NE KU ÇARENÛSÊ DIYAR DIKE'=KTML_End=
Hêlîn Umît ji bo Rojava bal kişand ser girîngiya amadekariyên ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî û got, Şerê Gel ê Şoreşgerî stratejiyeke şer e ku gel bi xwe şer dike. Pêşeng wê hebin. Wê pêşengiyê ji wî şerî re bikin, rê nîşan bidin, rêbazan biafirîne. Li cîhanê mînakên xwe hene. Mînak herî dawî li Xezeyê... Xelkê Xezeyê li gel ewqas êrîşên giran cih û warê xwe neterikand. Sekneke girîng nîşan da.
Li Rojava jî li ser bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ji 7 heta 70 salî divê her kes li ber xwe bide, têbikoşe, helwesteke bi vî rengî nîşan bide. Ji xwe peyamên têne dayin jî bi vî rengî ne. Di hevpeyvînên gel de yên li Rojava em vê îrade û biryardariya gelê xwe dibînin. Divê ev yek dewam bike. Bêguman divê em çeperên xwe hîn baş biparêzin. Hîn bi xurtî têbikoşin. Em di demeke welê de ne ku çarenûsê diyar dike.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 776 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 23-12-2024
Gotarên Girêdayî: 44
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-12-2024 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 23-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 776 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.154 KB 23-12-2024 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.422 çirke!