Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,485
Wêne
  124,229
Pirtûk PDF
  22,106
Faylên peywendîdar
  126,130
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Yûsif Berazî (Bêbuhar) Helbestavnê Hunermend
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Yûsif Berazî
Yûsif Berazî
#Yûsif Berazî# (#Bêbuhar# ) Helbestavnê Hunermend

Weşana Belgeyan Ji Bûyerpress Berdewam e.
– Min Helbesta “Hebis û zindan Kûr û tarî xewa min nayê” di zindanê de û bi darikê çixatê nivîsiye .
– Desthildaran şêx û melê Kurdan yên qenc û welatperwer kuştin û muxabaratê xwe kirin şêx û mele..!
– Min ji xwe re tembûrek peyda kir, lê bavê min şikand û got min: Ev heram e.
– Reşîdê Kurd em li Serêkaniyê fêrî zimanê Kurdî kirin.
– Dema min dîwana Seydayê Cegerxwîn xwend wek ku ji nû ez çêbûm, min nû nas kir ku em mirî ne, şêx û axa û begean em bisaxîtî veşartibûn.!
– Dengê min pir xweş bû lê jiber min karê siyasetê dikir min nedikarîbû bibim hunermend.
– Di xewna min de Feqê Teyran ji min pirsî: Navê te çî ye? Min got: Yûsifê Berazî ye. Gote min: Navê xwe bike Bêbuhar..
– Xortek ji Başûrê Kurdistanê hatibû ku Seydayê Cegerxwîn bikuje, Şêx û mele axa û began serê wî dagirtibûn ku Cegerxwîn kafir e..
Careke dî rojnameya Bûyerpress ji xwendevanên xwe re hevpeyvînek neweşandî ku ew jî ya Seydayê hebesta resen û evîniyê ye, helbestevan Yûsif Berazî (Bêhuhar) diweşîne. Hêviya me ew e ku xewendevanê me baş van lehengan nas bikin, nexasim nifşê nû yên ku di van çar salên şoreşê de hînî çand û wêje û zimanê xwe bûne.
Bêbuhar Kî Ye?
Wek ku Bêbuhar xwe dide nasîn û dibêje:
bebuhar
Yûsif Berazî (Bêbuhar) Helbestavnê Hunermend
“Ez Yûsif kurê Elî, Elîyê Şêxo me, pêşî cîwarê bav û kalên me bajarê Kobanê bû. Lê piştî fermana Osmaniyan bav û kalên me çûn Bakurî bajarê Helebê, li gundê “Tilcircê” bi cîwar bûn. Sala 1931ê de li wî gundî ji dayik bûm. Di sala 1947an de me jê bar kir û em li Minbicê bicî û war bûn. Piştî heft salan, ango di sala 1954an de em hatin bajarê Serê Kaniyê û ta nuha jî em lê dijîn. Li herêma me wek her cihî kesekî nedzanî ku çanda Kurdî heye, şêx, mele, axa, û began nedihiştin çavê me vebe. Min di riya mûzîkê re çand nas kir, gundekî Tirkumanan nêzî gundê me hebû, li wir dawet û şahî her car çêdibûn ez piçûk bûn diçûm wan şahiyan, mûzîkjenê wan hebûn bi tembûrê awazên xweş lêdidan, stranên xwe jî digotin, min gelek ji wan hez kir, navê wan hîn li bîra min e, Hekîm Ne’san û Ehmedê Hacî bû ewan helbestê xwe jî bi zimanê xwe yê Tirkî çêdikirin, bi dengê tembûrê ve hatim girêdan.
Çîroka Tembûra Min:
min jixwe re tembûrek peyda kir, lê bavê min şikand û got min ev heram e. Mele gote min heram e û nabe ez tiştê heram di mala xwe de bihêlim.! Ez ji qehrê tembûra xwe nexweş ketim, birayê min Bilal du çewal genim firotin û ji min re tembûrek kirî, û gote min nabî bavê min vê tembûrê bibîne, min jî bi ya wî kir, her ku bavê min diçû cot min tembûra xwe derdixist û her wisa min xwe fêrî lêxistina tembûrê kir, û ez êdî diçûm şahiyan û min stranê Kurdî digotin, carekê ez çûm min li şahiyekî stran gotin, xortekî wisa cilûbergê wî yê efendiya bûn, nêzî min bû, gote min tu pir xweş dike, ka we re em herin gundê me, ez pê re çûm gundê wî ez fêrî gelek tiştan kirim, rewşenbîr bû, min nas kir ku ew hevalê Nazim Hikmet bû, çaxa ku li dijî Kemal Ataturek rabûn û nivîsîn, Nazim Hikmet hat girtin, û wî bazda û li Sûrî bicih bû ew bixwe Tirkê elewî bû, min gelek sûd ji wî rewşenbîrî girt.
Hevdîtina Bi Seydayê Cegerxwîn û Reşîdê Kurd Re:
Piştî ku em hatin li Serêkaniyê bicih bûn carekê min dî xortekî bang min kir navê wî Xalidê Hiso bû, ji min re got we re em îşev herin civînek heye, min got civîn seb çî ye gote min we re tê bizane seb çî ye, em çûn civînê, min dî wa du zilamê wisa mero ji wan fedî dike rûniştîne û ji bo partiya Komonêst hatine û wê semînarê bidin, yek Reşîdê Kurd bû û yê dî Cegrxwîn bû, min navê Seydayê Cegerxwîn bihîstibû, lê min ew nedîbû çiqas kêfa min hat wek ku min tiştek windakirî û min dît. Reşîdê Kurd Rêzimana xwe da min û seydayê Cegerxwîn Dîwana xwe da min, min jiwan re got ez nizanim bixwînim.! Rabû Reşîdê Kurd em li Serêkaniyê fêrî zimanê Kurdî kirin, gelek bi me re westiya, lê dawî ez fêrî zimanê xwe bûm, û min dîwana seydayê Cegerxwîn xwend wek ku ji nû ez çêbûm, min nû nas kir ku em mirî ne, şêx û axa û began em bisaxêtî veşartibûn, wê çaxê Cegerxwîn di partiya komonêstan de bû, û wî dixwest di riya vê partiyê re gelê xwe şiyar bike. Cegerxwȋn, Reșȋd Kurd, Mela Sȋrac, Usifȇ Hersan, Ehmedȇ Namȋ ȗ Hesen Hișyar jî di partiya komonêstê de kar dikirin. Bi rastî vê partiyê baş çavê Kurda vekir, û Kurda li vir di rêya vê partiyê re xwe nas kirin, û êdî partiyên Kurdan jî çêbûn û çavê milet li mafê wî digeriya..
Çima Bêbuhar..!?
Dema ku ez fêrî zimanê xwe bûm, û jixwe êdî min li hemû amûrên mûzîkê dixist, min hewldan kir ku ez helbestê binvîsim, dengê min pir xweş bû lê min nedikarî bibim hunermend ji ber min karê siyasetê dikir, û nabê ku bûbana hunermend û biçûma dawet û şahiyan, min baş helbest nivîsîn her carekê ku min Seydayê Cegerxwîn didît min helbestên xwe şanî wî didan, pir kêfa wî dihat ku wisa xortek nûhatî vê helbestê binvîse, û min helbestên xwe jî bi mûzîk dikirin. Carekê min di xwena xwe de dî ku ez diçûm cihekî hema av jê dihat, dibêjim deriya bû çem bû nizanim, li wir min Feqê Teyran dî, min silav dayê, silava min vegerand û gote min:” Tu kî ye”? Min got ez Ysifê Berazî me, gote min:” Na navê xwe bike Bêbuhar..!” Min got çima ezbenî va dinya Payîze û wê buhar piştî zivistanê bê, gote min:”navê xwe bike Bêbuhar, jiber hîn buhara me Kurdan nehatiye”. Min yekser navê xwe kir Bêbuhar.
Ji Ber Çi Kuştina Cegerxwîn..!?
Wî heyamî ger te bigota ez nivîskar im, tiştek acib bû, jiber ku miletê me bê xwendin bû nezan bû, lê Seydayê Cegrxwîn di riya Helbestên xwe re û di riya partiya xwe re dikarî Kurdan şiyar bike, û bihêlê ku Kurd bixwînin û doza mafê xwe bikin. Ez ê vê bûyra han ji we re bêjim, carekê xortek ji Bakurê Kurdistanê hat bû mêvanê min xanima wî jî pê re bû, me hev çend rojan nas kir, gote min ez hatime herim bibim pêşmerge, bila xanima min li rex pîra diya te be heta ez bêm, dilê min ji kêfa helwesta vî xortî re şad bû, xort çû bû pêşmerge, û paşê hat xanima xwe jî bir û li Başûrê Kurdistanê man, di wî wextî de, xortek ji Başûrê Kurdistanê hatibû ku Seydayê Cegerxwîn bikuje, Şêx û mele axa û began serê wî dagirtibûn, ku Cegerxwîn kafir e, pere dabûn wî û belgeyek jî dabûn wî eger reviya Tirkî wê qereqola tirkan wî berdin û berê wî dan bazara Qamişlo ku seydayê min bikuje. Li gor ku ew bûyer çêbû ez dibijim.. Lawik dibêje:” Ez hatim Qamişlo wê çaxê Qamişlo piçûk bû min li Çayxana Isma’îlo pirsî, şanî min dan, gotin min ku seydayê Cegerxwîn tê wê çayxanê, çaxa ku Cegerxwîn derbas bû min ew nas kir, jixwe yê çayxanê jê re got ku ev xortê han pirsa te dike, hat silav da min, porê wî reş simbêlê wî reş her kes silavê lê dide Seyda û ha Seyda. Gote min tu ji ku yî? Min got ez ji Başûr im, gote min rabe em herin mala min ji bo em nan bixwin û biaxifin, em çûn mala wî min kir û nekir min nedikarî wî bi rê de bikujim, me xwarin xwar, û Cegerxwîn dîwanên xwe derxistin û ji min re ewqas helbest xwendin, û gote min kurê min şêx, mele, axa, û began em winda kirina, ew xwîna me dimijin..! Li vir ez girîm û min got ezbenî welah va ez hatime te bikujim, lê bi’ehd û sozê Xwedê ji niha û pê de ez dibim mirîdê te, min cîrok hemû jê re got, Seyda li ber dilê min da û got û ez jî bûm hevalê te, û ewqas pirtûk dane min û gote min madem ew belge bi te re ye, Qereqol te nagire, û min ew pirtûk birin Amedê cihê ku Seyda dixwest”. Wisa ewan axa, şêx, beg nedihiştin çavê Kurdam vebê.. Desthildarên li ser Kurdan şêx û melê Kurdan yên qenc û welatperwr kuştin û muxabaratê xwe kirin şêx û mele..!
Min ” Hebs û Zindan ” Bi Darkê çixatê Nivîs
Wisa jî me karê xwe berdewam dikir, em dihatin girtin, lêdan êşkence, ez cara yekemîn hatim girtin di sala 1954 an de bû, em 56 rojan man girtî 23 roj ji wan hemû lêdan û eşkence bû, min di wê girtinê de helbesta xwe ya yekemîn nivîsî, min yek di zindanê de nas dikir navê wî Hesen bû, min ban Hesen kir û min jê xwest ku ew darikekî çixatê bide min..! Gote min tu dixwazî xwe bişewtînî? Min got na tenê bide min rabû Hesen ew darik şewtand û da min, min jî pê li ser dîwarê zindana xwe nivîsî: (Rabe ji xwȇ cavȇn raketȋ) û min nivîsî:
Hebis ȗ zindan kȗr ȗ tarȋ xewa min nayȇ … ji eșiq ȗ evȋna gulȇ ketim belayȇ
Ev helbest min paşê awazê wê jî çêkirin û min da Mihmûd Ezîz Şakir, û vê dawiyê min da hunermend Mihemed Şêxo jî.
Me helbest rojane dinivîsandin, em negelek bûn yên ku me helbest dinivîsand, her demek nedirêj ku derbas dibû me hevdû didît, wek Seydayê Ehmedê Namî, Tîrêj, Mele Ehmedê Palo, Keleş. Me gelekî gengeşe li ser nivîsandina helbestê dikir, nexasim şêweya nivîsandina helbestê, wek nivîsandina helbestê li ser pêlawazan, me dixwest ku em jî wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizerî, Feqê Teyran û Siyaşop, helbestê binvîsin, min bixwe dikarî li ser pêlewazan binvîsim.
û Xanî Bo Çapa Dîwana Xwe Firot..!
Divê helbestvan her tiştî ji gelê xwe re binvîse, erka wî ew e ku karibe miletê xwe di riya nivîsa xwe de şiyar bike. Helbet helbestvan jî di gelek rewşên xerab de derbas dibe, hetanî ku xwe fêrî nivîsandina helbestê dike, û yek ji wan ez im, ez berber bûm, çaxa ku dimam vala min kevir didan hev û ji xwe re xanîk piçûk ava kir, paşê min ew xanî firot û pê Dîwana xwe çapkir, birastî dilê min li ser wî xanî hebû, jiber ku min gelek westan pêr dîbû lê çawe bikim pêwîst bû ku ez dîwana xwe çap bikim. Birastî jî em çiqasî bêjim em fedakar in ji bo çand û wêjeya xwe qet jî em nagihin bejna Mîrê Zimanê Kurdî Mîr Celadet Bedirxan jiber ew î hemû samanê xwe li ser ziman û çand û rojnamegeriya Kurdî xerc kir. Û bi saya serê Mîr û gelek hevalê wî di wî heyamî de niha ewqas nivîskarê me çêbûne, ewqas berhem hatine çapkirin, û wê hîn û hîn rewşa çand û wêjeya Kurdî bipêş ve herê.
Helbestvanên Min Helbest Dan wan
Helbestvan kesekî dil nazik û hestiyar e, çimkû ew êşa di hinavê xwe de derdixe, qet jî jixwe re nabêjê wê navê vê helbestê derkeve yan na..!? Wek dema min Helbesta “Hebis û Zindan” nivîsî, wek min gotî ez di zindnê de bûm 23 rojan hatibûm êşkencekirn, qet jî min bawer nedikir ku wê ev helbest navê wê derkeve, û wê li ser lêva her kesî be, lê birastî jî dema ku hunermend dihatin rex min û digotin ka helbesta bide me, kêfa min dihat û min didan her kesî. Li ser babeta hunermendan ez di sla 1967 an li gunedkî mêvan bûm şebuhêreka we xweş bû, min dî xortek hat û li ûdê xist û stran gotin dilê min arand bi dengê xwe û bi ûda xwe, min jê pirsî xorto tu kî ye? Got navê min Mehmûd Ezîz e, ez ji Dirbêsiyê me, min jê re got were Serêkaniyê ez ê helbestan bidim te, demek neçû hat em li hev civiyan û min 6 helbest dan Mehmûd Ezîz Şakir ew jî ev bûn: Hebis û zindan, Were were, Gulîzerê, Eman Dilo, Şêrîn tu Çînara min î.
Êdî ew çû Libnanê û bi Se’îd Yûsif û Mihemd Şêxo re Komek çêkirin, û pir karê xweşik kirin. Wê çaxê min Mihemed Şêxo nas nedikir, heta sala 1973 an xortek tev Bizqa xwe hat bû mêvanê min, gote min ez Mihemed Şêxo me, nû hate bîra min ku ew hevalê Mehmûd Ezîz û Se’îd Yûsif e, min çend helbest danê, gote min ez diçim Kurdistanê tevlî şoreşê dibim, divê ez van helbestê te bikim stran, kêfa min hat ji hêza wî re, Mihemed Şêxo çû Kurdistanê û navê wî derket û ewqas stranê xweş digotin di sala 1983 an de hat vegeriya û bû mêvanê min, got min tu jibîr nekirye, û hatime helbestan, min jê re got mane tu ji Kurdistanê hatiye û tu ji min re dibêjî ka helbestan? Gote min: Rast e, lê ji helbestên te hez dikim. Min ev helbest dane Mihemed Şêxo: Hebs û zindan, ez bûm ferar, şêrîn tu cînara min î, rabe ji xewê, yarê şekir. Pismamo, şeva tarî, Dayê (ez jî bi cî bim). Dayka dilovan, eman eman , Çibkim bi can, derdan çi ez dil jar kirim, Koçê mi bar kir, welat welat, gulîzar, eman dilo. Perwîn (gotin: Rêncber-awaz:Bêbuhar). Kûba û Vêtnam.
Êdî Hunermend Se’îd Gabarî jî derket û min helbest dan wî jî ew jî ev bûn: Koçê me bar kir, hat xweş buhar. Bê bext felek. Di tarî da. Û min helbest dane hunermend Zubêr Salih û Hesên Salih.
Dema helbest dibe stran tama wê xweş dibe, bi merov re diaxive, çimkî min gelek helbest bi awaz kirine, û wek min got min karê siyasetê dikir lewma min nedikarî bibim hunermend, lê ku tenê dimam min kela dilê xwe bi tembûrê dişkand û min qîr dikir stranan.
Di jiyana xwe de min gelek nivîsandin kiriye, û pirtûkên min ên hatine çap kirin ev in:
– Zindan helbest /1988
– Bang hebest /1997
– Raperîn helbest /2002
– Serxwebûn helbest/2006
– Pêşketin ji weşanên semaKurd 2008
Helbestvan Bêbuhar di 15.1.2009 li bajarê SerêKaniyê çû ser dilovaniya Xwedê..
Hebs û Zindan
Hebis û zêndan kûr û tarî xewa min nayê
Ji eşq û evîna gulê ketim belayê
Gula mi vebî bîn da li serê çiyayê
Min got gula min wer vir gul bê dem nayê
000
Gula min rengîn e gula min geş e
Gula min bi xelkê teil e bi min pir xweş e
Dunya li ser min rone dem li min reşe
Dest ji gulê bernadim ku xwîn bimeşe
000
Gula min keske û sor gula min zer e
Hebis û zindan da rizyam gul bê xeber e
Gula min blindest e kul û keser e
Dest ji gulê bernadim can bidim ser e
000
Hebis û zindan kûr û tarî tê da dinalim
Ji eşq û evîna gulê gelek bêhal im
Gula min blindest e pir dem û sal in
Kî gulê bistînê bi xwîn vêra heval im
000
Gula min tu xeyidî min guneh çi kir
Te ji min ra çi got min bi can û dil kir
Min mal û can da ser gelek hindik kir
Riya min gelek dûr bû va eşqê kin kir
Carek din jî Rojnameya Bûyerpress spasiya mamoste Ridwan M.Emîn dike, ji bo van belgeyên neweşnadî. Valekirina deng û nivîsandin Rojnameya Bûyerpress
Mafê Çapê parastiye..
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 539 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 12-12-2024
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-01-2016 (10 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Helbest
Kategorîya Naverokê: Jînenîgarî, (biyografî)
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 18-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 17-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 539 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.109 çirke!