Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,123
Wêne
  123,321
Pirtûk PDF
  22,029
Faylên peywendîdar
  124,466
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Dengê Dawî Di Tûrikê Helbesta Kilasîk De Mihemed Elî Hiso Diaxive
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dengê Dawî Di Tûrikê Helbesta #Klasîk# De Mihemed Elî Hiso Diaxive.
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan- Qadir Egîd

– Konê Reş rojekê li ser şehîdan nenivîsand, bo bazirganiyê di hemû warî de dinivîse.
– Serê me bilind devê me li ken…Hate bîra min meşa Nûridîn.
– Evîn derdekî mezin e Dil girtiye ser û bin e, ev stran helbesta min e..
– Apo Osman Sebrî bi rojan zarokê wî birçî diman, şoreşger bû.
– Ji Helbesta Nûjen Helbesta Ehmed Huseynî xurt e, ez jê hez dikim.
– Dr.Nûredîn Zaza mêr bû. Zanyar bû, kêmasîk wî hebû nêzî began bû.
– dixwazim rewşenbîr ji min qut nebin, ez dixwînim.
– Şoreş xaniyeke, divê derî û pencerê wê jî hebin.
– Piştî birêz Ocelan dîwana ” Nalîn” xwend, biryara çapa hemû berhemên da, lê mixabin….!
Seyda kurte jiyana xwe ji xwendevanê “Bûyerpress” re bide nasîn?
Di sala 1930î de li gundê Mozan ez hatime dinê, ez û xwehek xwe bûn , û ji ber gelekî spehî bû nehiştin ta heft salî ji mal derkeve, navê wê Mecîda bû, xweha min û zarok çûn ser gola avê û di gola avê de fetisî, min ev bûyer anî ziman ta ku xemginiya jiyana xwe diyar bikim. Xwendina min di destpê kê de li cem Melle Fethullah bû, ez her dem diçûm cem Melle û şêxan ta ez bixwînim, di salên şêstî de min dest bi helbestê kir. Piştî xweha min mir ez wehîd mam.
Ez li gundê Topiz 13 salî zewcîm ji ber ez bi tenê bûm, keça pismamê min ji min re anîn, min got ez naxwazim , ez bi çola ketim, gotin divê tu bizewicî, ez xweşik bûm, zarokê min ji xanima min ya pêşî ya ku navê wê “Safo” bû, du kur û du keçik hebûn, (Siltê , Nofa, Ehmed û Ismaîl) ez wehîd bûm û di sala 1956an de min leşkerî kir ji ber min nezanî bû ku yên wehîd naçin.
We çawa dest bi nivîsandina helbestê kir?
Ez û hevalê xwe Salih bûn, bavê Salih gotibû em ê zarokên xwe û jina xwe bikujin ta ku nekevin destê dijminan de û ez miradê xwe li wan bikin, min ji bavê wî re got nabe hûn Kurd hev bikujin, gote min ez Mihemed Elî nadim bi we gişa, bandora vê yekê pir li min hebû.
ez diçûm Şam û Salih li vir dima, wek mirovê dil têkevin hev de, min jê re name bi helbestî dinivîsand, û wî jî bi eynî awayî li min vedigerand, û vê yekê jî bandora xwe li min kir. Min helbest dinivîsandin û diqetandin ta ku min li ser “Bor Seîd” di sala 1956an de nivîsand, wê demê çend helbestvan li Şamê hebûn mîna Hejar Mukriyanî, pirtûkek xwe da min û diyarî ji min re li ser nivîsandibû, mixabin min nizanîbû xweşik bixwendaya, yekemîn helbest min nivîsand li ser Bor Seîd bû, min ji Nûredîn Zaza, Mukriyanî, Qedrî Can, Cemal Nebez pirsî ku nerîna xwe di helbesta min de bidin.
Di leşkeriyê ez fêrî zimanê Kurdî bûm û bîst leşkerê min kurd hebûn û yek Aşûrî bû, min dersê Kurdî didan wan , min Şukrî Quwetlî li Qamişlo dît û pê re axivîm min got: Bijî serokê komara Sûrî ê ku Sûrî ji dagîrkirên Firensî rizgar kir. Dema ku Cemîlê Seyda sirgon kirin Siwêda, Sultan Paşa hefteyekê sax firavîna wan çêkirin û digotin em Kurd in, dûv re em reviyan Beyrûtê ta em neyên Girtin, ji ber dimuqratiya wê pir bû.
Ez hindekî Ji mijarê derdikevim, ez ê vegerim mijara nivîsa helbestê, Ez gelek salan li çolê li ber pez mame, bavê min pezê me nedixist nav destê tu kesî de, ew jî hişt ku hestên min nazik bibin ji ber ez nêzî siruştê bûm.
Dr Nûridîn Zaza her dem digot: Eger Mihemed Elî Heso binivîse tu kes wek wî di her çar perçeyê Kurdistanê de tune ye. Wê çaxê li Şamê bû, min henek pê kirin û min xwe avêt ser zikê wî, min got min helbetsek pir xweş nivîsiye, li min guhdar be, û min jê re helbesta li ser Berzanî xwend:
“Hatina Berzanî “
Dimuqratî ye lêdan û dijîn
Iştirakî ye lê em tev bi serxwîn
Alîkarî ye, dar û qamçî ye
Li ser û piya me ew jî zanîn
Ji bo hiqûqê Insan ew digrîn
Kanî dibistan kanî pêlweşîn
Diwazdehê Tebaxê sala şêstî
Derew xuya bûn perde tev çirîn
Heyştê mirov Kurd bûn gunehê me çibûn
Mekteba didwa em girtin anîn
Ji Şam û Heleb, Kaniya Kurda
Li Qamişlokê Dêrik û Efrîn
Berê me dan Şam dest bi kelemçe
Em zincîrkirî ji me ditirsîn
Li derê Mezê şirta dicivîn
Bibûne du rêz li hev dinerîn
Berê xwe didan hev li hev dinerîn
Ferman didan me xeber û dijîn
Me ew qelaştin tena tena çûn
Yeka yek meşîn,
serê me bilind devê me li ken
Hate bîra min meşa Nûridîn
” Li vir ez xwe dibînim yekemîn helbestvanê kurd ku min navê Kobanê bi “kaniya Kurda “nivîsî bû”
Em 32 zincîrkirî bûn, ez û Osman Sebrî, Reşîd Hemo, şewket Henan, Hesen Osman, Ehmed Menan, Mihemedê Misto û birayê wî, û Ezîz Zaza.
Ê ku lêxistin gelekî xwar ez bûm, navêpêşî ê min bû.
Te ji kê re xwend û çi bandor li te bû ku te helbest nivîsî?
Min ji Cegerxwîn re dixwend em dost û meriv bûn, Cizîrî, Xanî, Tîrêj, Bêbuhar, me tev da dinivîsand, dema ez û Tîrj çûn ligel Melle Fethullah me helbestên xwe jê re xwendin, gote min: Ya te ji ya Tîrêj xurtir e.
Melle Nûrî Hesarî 44 pirtûkên wî hene, tenê 4 ji wan çapkirî ne, Palo jî helbestên wî hebûn. Em hemû bi hev re bûn û me têkilî dikirin.
Çar dîwanên te hene, ji me re li ser naveroka wan dîwan û hebestan biaxive?
Dîwanê min ya yekem (Nalîn) bû di sala 1999an de çap bû, min 50 salî helbest nivîsî û dîwana xwe ya yekem di sala 1999an de çap kir, ew jî ji ber rewşa aborî bû. Derdê Ezîtiyê di sala 2001ê de bû, ya sisyan Zîlan bû, ya çara Berxwedan bû, û ya dawî li ber çapê ye bê nav e, ez û keça pakrewan Isa Hesso li ser kar dikin.
Dema ku ya yekem ji çapa Nalîn derket, birêz Ocelan piştî dîwana min xwend got çi berhemên Mihemed Eli hebin jê re çap bikin, lê min fikir dikir min ji xwe re digot ma Apo ji min û pirtûkê min re vala ye, lewre min çû ji bêrîka xwe li Dirbêsiyê çap kir.
Binyad wê demê berpirsê Şamê bû got ez erê didim, lê Serhed berpirsê Libnan û Sûrî ye, ez çûm Libnanê Serhed got ez erê dikimi, lê mixabin ê ku li Helebê bû derengî xistê û çap nekir.
Naveroka dîwanên te li ser çi ne bêtir?
Hemû li ser şehîdan û bizav û tevgera kurdî bûn.
Nalîn! Navê dîwana te ya yekemî ne, ew jî navê keça te ye, pakrewan e. Hinekî li ser Nalîn û helbesta wê biaxive?
Nalîn keçek pir zîrek bû di temenê 4 sal û nîvan de gihişt pola didwan li dibistanê, mamosteyan pir jê hez dikir, piştî bû pola 12 û xelas kir, ez û wê çûn Helebê, min jê re tuxmeke nû kirî û kiriya oda wê jî ya şeş mehan da ta zanîngehê bixwîne , lê wê ji min re got: Ez xwendinê berdewam nakim, divê ez herim serê çiyê, vegeriya Qamişlo , û cihekî taybet girt.
Min navê dîwana xwe kir Nalîn, Ferhad Çelebî got min mercek partiya Pêşverû heye ta çap bike, divê navê Berzanî û Apo tê de tune be, û ji min re çap kirin. Bavê binyad ê bêjer, helbesta Nalîn Xwend û got divê ev helbest bi zêr were nivîsandin.
Nalîn
Stêr im diqurujim can xelat im
Perwan e me li dor arê felat im
Karkir im tim li kar im ez roj û şev
Bêhedan im wek Dijle û Ferat im
Ez perî me li her warî diyar im
Dêwe sor im li pozê Arart im
Ez pilinga daristan û çiya me
Ne tenê me ez bi kom û civat im
Ne wek Candark û Cemîla li Cezair
Ez hîn bêtir ji wan zêde du qat im
Qomîtana Gerîla me li Cûdî
Ne mirî me ez şehîda welat im
Li we teng bû hevalno bankin
Hûn xwe bigrin, di hana we de hatim
Dema Berzanî di 56an de ji Rûsya vegerya min ev helbest bo vegera wî ya pîroz nivîsî:
“Kaniyên Kurdistan”
Ava sar û zelal derxînin
Nift û benzînê bêtir birjînin
Co û cobara bixuşin, biherikin, bilîlînin
Kew bikin qebeqeb serê xwe hilînin
Çiyayên Kurdistan temenê bigrin
Ji Berzanî re serê xwe bitewînin
Keç û xortên Kurd govenda, dawetan lidar xînin
Keç gulê sor di ber serê xwe de daçikînin
Zarokên Piçûk lek bi lek werin
Piyên xwey xwas, laşê bê kiras veşêrin binixumînin
Bera çav û lêvên we bikenin bixwînin
Bibin şerîbe li ser baskê rê wexta Seyda bê
Pîr û kal dest bi gopal zû bilezînin
Arart û Aras bibin yek hevdu ramîsin wek çakûç û das
Dema hate gotin Berzanî hat
Tirseke mezin kete nav dilê diza dilê xwîn mijan
Beyar û menderîst sêwelek û pîs
Veciniqn man şaş û mat, digotin çawa Berzanî hat
Navê Berzanî wan dirisîne, pişta wan dişkîne
Nava wan diqetîne, qîrê Berzanî wek deqa mizgînê
Wek dîkê sibê kurd şiyar kirin şeva tarî çû
Gelawêj bilind bû, şivek xelat tîrêjên jinê xwe berda welat
Berzanî rabe bê tirs bê pirs em tev bûne kar
Wek destê cotkar wek dilê şiyar
xortên dimuqrat pir kêfa wan hat
dema Berzanî vegeriya welat
Hûn çawa helbesta nûjen dinerxînin.
Ji xwe ya min li ser Berzanî nivîsîbû nûjen e. Helbesta Ehmed Huseynî xurt e, ez jê hez dikim, eger helbestvan nûjen yan kilasîk deyne, baş e lê hindek hene nizanin helbesta nûjen çawa dinivîse, ez ji ya nûjen hez dikim, û min gelek helbest di rojnameya Bûyer de jî xwendine. Ez ji her du cureyan hez dikim, û ez dixwazim her dem nêzîkî warê wêjeyî bim.
Hûn jiyana xwe ya rojane çawe derbas dikin.?
Ez ê di nivîsê de berdewam bim, dixwazim rewşenbîr ji min qut nebin, ez dixwînim, û ta ez karibim ez ê binivîsim.
Van peyvan bi yek peyîvê binerxî ne?
Jiyan: Divê berxwedan be ta dawî, û xurtir bibe
Jin: Bê jin jiyan nabe, û serketin jî tune
Şoreş: Xaniyeke, divê derî û pencerê wê jî hebin.
Berxwedan: Qelene.
Maf: Kes bi xêra xwe nade
Helbest: Ciyawaziyê dide xuyakirin, şaristaniyê jî diyar dike.
Muzîk: Du cure hene, jê û pê ve tune ye, kurdî û Ewropî ..
Hûn li ser van kesayetiyan dikarin çi bibêjin?
Seydayê Cegerxwîn: Helbestvan e, lê Osman digot mukriyanî jê xurtir bû, Cegerxwîn helbest a kurdî nû kir û pêşwaz kir
Konê Reş:Rojekê li ser şehîdan nenivîsand, bo bazirganiyê di hemû warî de dinivîse.
Seydayê Tîrêj:Kurdistan di Berzanî de didît.
Apo Osman Sebrî: Bi rojan zarokê wî birçî diman, şoreşger bû.
Dr.Nûredîn Zaza: Mêr bû. Zanyar bû, kêmasîk wî hebû nêzî began bû
Mihemed Şêxo: Hunermend bû, evîn derdekî mezin e min dabûyê.
Bêbihar: Min gelekî jê hez dikir.
– We helbest li ser vê şoreşa Sûrî û ya Rojava bi taybet nivîsî ne?
min li ser Kobanî nivîsiye. Berî demekê du mêvanên me hatin, ji Rojhilat bûn, yekî xwe avêt destê min û maç kir û ji min re got helbestên te li çiyayên me navdar û belavkirî ne.
– Hêvî û xwenên te bo avakirina Kurdistanê hene?
Bavkê Muhemed(S) yê pêncan ji Kesra re dibêje: “Kurdo rehmê li me bike, we cîhan girtiye”. Ez dibînim roja Kurdan hatiye, divê em ji dest bernedin.
Qewîtiyên mamoste Mihemed Elî Hiso çi ne?
Hêviya min ji ku tu car çavê we neşkê, û tu car ji dijminan bawer nekin. Ji ber bi dehên caran soz dane Apo û derew kirine.
Gotina dawî ji bo rojnameya “Bûyerpress” û xwendevanê wê?
Ez dibêjim Bûyer gavek mezin avêtiye, hêvî dikim hûn bibin rojnameyeke rojane.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 690 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 12-12-2024
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 06-03-2016 (9 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Helbest
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 690 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.562 çirke!