Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,321
Wêne
  123,357
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Awazjen û Hunermend Se’ed Ferso Di Hevpeyvîneke Taybet De
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Awazjen û Hunermend Se’ed Ferso Di Hevpeyvîneke Taybet De
Awazjen û Hunermend Se’ed Ferso Di Hevpeyvîneke Taybet De
Awazjen û Hunermend Se’ed Ferso Di Hevpeyvîneke Taybet De
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan

– Di vî heyamî de huner bûye bazirganî, û ji %70 bûye dizî,
– Ez çûme Başûrê Kurdistanê jî tu qedir û qîmet ji min re nehat kirin.
– Ez nizanim strana ax, û ox, û em tên kuştin bêjim, ez li ser hin Karin mezin dixebitim.
– Bêguman di wî heyamî de hunermendê nimre yek Se’îd Yûsiv bû.
– Ji xwendevanê rojnameya Bûyerpress re xwe bide nasîn.
Navê min Se’ed Ferso ye, di sala 1958an de hatime jiyanê, ez ji gundê Til Erbîd im, mîna hemû civaka Kurdî min zarotiya xwe li gund bûrand, jiber ku gundê me bi tevahiya xwe Komonîst bûn, cudahiyek mezin di navbera me û gundên heremê de hebûn, em zarok bûn, me siyaset nas kir, me partî nas kirin, her wisa jî me xwe nas kir. Min dibistana xwe ya seretayî li gund bûrand. Min çavê xwe vekir, min tembûr di mala xwe de dît, birayê min ê mezin Asî li amûra tembûrê dixist û pir pspor bû, her wisa hin xortên dî jî hebûn di gundê me de li amûra tembûrê dixistin, di piraniya malên gundiyan de radyo hebûn, helbet stran jî dihatin weşandin, mûzîka Erebî bala min kişand, min ew stran ezber dikirn, mamostê dibistanê her roj ez radikirim û stran ji min dixwestin, sebaretî mûzîk û hunera Kurdî min baş stran ji birayê xwe Asî girtin, her wisa di gundê me de pir jin hebûn çaxa ku kesayetyek diçû ber dilovaniya xwedê ewan jinan zehf stranên şîniyê digotin, ewan stranan bala min kişandin, min dizanî ku hunera Kurdî zengîn e, her wisa jî çax ku dawet û xwestin û guhestin çêdibûn, zehf stranên ast bilind dihatin gotin, min pir ji wan stran û mûzîka wan hes dikir.
Piştî ku min dibistana xwe ya seretayî bi dawî kir, ezhatim bajarê Qamişlo û min xwendina xwe kir hetanî ez bûm mamoste di dibistanên bajêr de.
– Di kîjan salê de hunermend Se’ed Ferso, biryar da ku ew strana bêje, û li amûreke mûzîkê bixe?
Wek ku min diyar kir, di zarotiya xwe de ez fêrî amûra tembûrê bûm, û min stran jî digotin, lê cara yekem ku ez derketin li ser dika şanoyê ji bo ez strana bibêjim ew di sala 1979an de bû, ez di Koma Aştî(السلام) a Komonîstan de bûm. Ew sal ji bîra min naçe, em çûn Girê Mozan, û min ew aheng serkeftî derbas kir. Ji wir riya min ya hunerê despê kir.
– We çiqasî xwe di amûra tembûrê de serkeftî didît, nexasim wek we got, hûn bi mûzîka Erebî û amûra ûdê ve hatibûn girêdan?
Min amûra ûdê nedîtibû, tenê min wêneyên ûdê dîtibû, lê heraynê dengê wê bûm, hest dibûm ku dengê ûdê nêzî dengê min e. di sala 1981ê de ez çûm leşkeriyê min rahişt ûdê gelek pêr rehet bûm, loma min tembûr danî, û ûd bû hevala min. Min bi ûdê gelek awazên Kurdî û Erebî çêkirin, di sala 1980ê de kasêtek derket awazên min tê de hebûn, wek strana “Xwendin Nebe Kes Naçe Pêş” bi dengê Beha Şîxo bû, û hunermend Selah Resûl jî pê re bû. Min gelek helbestên Kurdî awaz kirine. Jiber min ne wek dengbêj xwe da nasîn, ez wek awazjen dixebitîm.
– Çaxa hûn hatin bajarê Qamişlo, we têkilî di warê hunerê de bi kê re kirin?
Hunermendên navdar di wî heyamî de hebûn, bi rastî min nikarîbû bighim wan, jiber ez hîn piçûk bûm, anku sîpe bûm, min digot belkî pêşwaziya min nekim! Ê bêtir ez diçûm rex wî rehmetiyê Kamîranê Hesarî bû, hunrmendekî pir jêhatî û serkeftî bû, min û wî pir kar bi hev re kirine, xwedê wî bi dilovaniya xwe şa bike. Hinek din jî hebûn ji nifşê min bûn, pir jêhatî bûn, lê mixabin windabûn, hina ji wan tembûr û mûzîk avêtin pişt xwe, û hin jî koçber bûn. Ew jî sedema ku hunermendên mezin û navdar hebûn, û ew negihan mafê xwe û derfetên mezin ji wan re çênebûn ku bên naskirin û navdar bibin.! Piştî vegera Mihemed Şêxo min serdana wî kir ew hevalê birayê min bû, min tenê lê guhdar dikir, min yek pirs jî ji Mihemed Şêxo nedikir, pir razîbûna xwe ji ûd û bizqa min re dida.
– Her kes dengê Se’ed Ferso nas dike, ku ew pir nêzî dengê Mihemed Şêxo ye, lê Se’ed Ferso bixwe ji heskiriyê Se’îd Yûsiv e?
Strana xweş kêfa min ji wê re tê, stranên ku ez dibêjim, ew stran nêzîkê min in, ji wan hes dikim heyanî ku dibêjim, ferehiya di dengê min de alîkariya min dikir ku ez stranê Mihemed Şêxo bêjim, lê stranên Se’îd Yûsiv ew giyanekî din e, dixwazim hemû rengan bibêjim, netenê stranên xemgînî, lê belê stranên şahiyê û stranên Erebî jî dixweazim wan tevan de gewdek xweş de ku ez pê re rehet dibim bibêjim. Eger hunermendek nû hatibe naskirin û strana wî xweş be, û li dilê min bixe, yekser ez ê wê stranê bibêjim, tucarî jî nabêjim ku ew nûhatî ye yan jî ez bi temenê xwe yê hunerî jêmezinti rm.
– Di despêka ku we berê xwe da huner û mûzîka Kurdî, di wî heyamî de kî bû hunermendê nimre yek, di Rojavayê Kurdistan de?
بدون عنوانBêguman Se’îd Yûsiv bû, eger niha jî em werin û bidin ber pîverê dîsan Se’îd Yûsiv e. Çima Se’îd Yûsiv? jiber ku ew tembûrvanekî nimre yek bû, û wek awazjen jî bêguman nimre yek e, jixwe wek helbestvan jî ku wî gotinê stranê xwe dinivîsandin dîsan nimre yek bû. Carekî ji hunermendê navdar Ebdulhelîm Haviz pirsîn ka kî bêtir navdar e, ew yan Ferîd El-etreş, û di wî heyamî de nakokî jî di navbera wan de hebûn, lê Ebdulhelîm Haviz got:” Ferîd El-etreş netenêhunermend e, ew awazjenkî serkeftî ye, û dengê wî jî pir xweş e, nikarim xwe bighînim bejna wî!”. Min jî jiber wan her sê tiştan Se’îd Yûsiv li gor nerîna xwe ez dibînim ku ew hunermendê nimre yek e.
– We karê lidarxistina şahiyan kir, di wî heyamî de hunermend di riya şahiyan re dihatin naskirin?
Dixwazim vî tiştî bînim ziman, min xwe neda nasîn wek hunermend, ez wek awazjen dixebitîm, hinek şahiyê heval û dostên min çêdibûn ez dixwestim, min hin stran di şahiyên wan de digotin, lê wek hunermend û ez herim şahiyan lidar bixim min nekiriye. Ji ber ku dengê min ‘eyînî dengê hunermend Mihemed Şêxo bû, di dawet û şahiyê ku ji bo wê hatibûm xwestin, ji min dixwestin ku ez çend stranan bibêjim. Carekî ji caran şahiya mala xalê min bû, berê dawet û şahî hemû li taran çêdibûn, min çend stran gotin, xalê min gote kurê xwe here bila hunermendê dawetê hin stranên dîlanê lêbixe rê û rêwanî di taxa me de nema xelk ji dûr hatin ji wan we ye ku Mihemed Şêxo stranan dibêje û xalê min jî ji hatina ewqas xelkê tirsiya.
– We ji kê re xwendiye û awaz û stran çêkirine?
Wek min got helbesta Taha Xelîl ya li ser bajarê Helepçayê bi zimanê Erebî bû, min awaz kir, û min li ser dika şanoya komonîstan strand, min ji helbestên: Helîm abû Zêd, Nesrîn Têlo, Seydayê Ûsivê Berazî(Bêbuhar), Seydayê Tîrêj, Seydayê Keleş, Sebrî Botanî, Seydayê Cegerxwîn, Ferhadê Icmo, stran çêkirine.
– Hûn wek awazjen xwe didin nasîn, gelo bi we re bûriye ku hunermendekî Kurd helbestek daye we ji bo hûn awzan jê re çêbikin, anku ev pisporî heye?
Na mixabin çênebûye! Ji ber piraniya hunermendên me qure ne, ew helbestan dinvîsin, awazan çêdikin, çaxa ku li karê wan guhdar dikim, pir xemgîn dibim, di asta herî nizim de ne, û cihê mixabiniyê ye. Hunermendê Kurd wek kêmaniyekê dibîne çaxa here rex awazjenkî û jê bixwaze ku helbestekê awaz bike. Tevî rêzdariya min ji hemû alavên ragihandina Kurdî re, lê hema çi stran be tê weşandin, mixabin.!
– Di pirtûkxaneya hunera Kurdî di rojavayê Kurdistan de, wê ji 100% çiqas stran bimînin nemir?
Wê rêjeya herî kêm, û pir kêm bimîne, ji ber di vî heyamî de huner bûye bazirganî, û ji %70 bûye dizî, û di vê babetê de xwe pir xemgîn dibînim, ji ber ku wê pirtûkxaniya mûzîka Kurdî sêwî bimîne.
– Strana yekem ku hunermend Se’ed Ferso bi dengê xwe tomar kir?
Di sala 1990î de min albomek tomar kir, mixabin ew albom nehat naskirin, ji ber xwediyê tomargehan bazirgan bûn, stranên şahî, û dîlanan di tomargehên xwe de vêdixistin, û alboma min û stranên min li wan tomargehan nehatin vêxistin û firotin.
– 35 sal liv û bizava hunermend Se’ed Ferso di gastîna huner û mûzîka Kurdî de heye, çima Se’ed Ferso navdar nebû?
Sedemin hene ez naxwazim wan bibêjim, û sedemin hene ji min in! Sedema ku ji min, ji ber ez xwe nabînim hunermend, a din abûriya min alîkariya min nekir ku ez gelek alboman çêbikim ji bo xelk min nas bikin. Min xwedîkirina zarokên xwe pêwîstir didît ku ez wan pereyan li albomek xwe bixim. Rast e, karekî mezin e, lê ku zarokên min jî birçî bin zor zehmet e. Sedema herî mezin ji nenavdariya min re ew e ku ragihandina Kurdî pişta xwe daye hunera Se’ed Ferso!!
– Di nav hunermendan de jî mixabin pir nakokî hene, ew nakokî çima çêdibin? Nexasim ew yekîtiya ku we ragihandî û di demek nêz de jî têkçû!?
بدون عنوانDixwazim vî tiştî bibêjim ku hîna Hunermend Mihemed Şêxo sax bû, em gihan hev û me xwest ku em Yekîtiyekê ji hunermendan re çêbikin, mixabin me bi hev nekir û heta vî çaxî jî em nagihan hev mixabin, çaxa ku saziyên me tune bin ku alîkariya hunermendan bikin, wê halê me ev nakokî û nehevaltî be, rola partiyan jî di vê babetê de hebû, ewan jî dixwestin hunermendan bi xwe ve girêbidin. Di sala 2006an de em 33’ê hunermend lihev civiyan û me kongirek lidar xist, di wî kongirî de ez hatim hilbijartin wek Serokê Yekîtiya Hunermendên Rojavayê Kurdistan. Me hin kar jî bi navê yekîtiyê kirin, lê mixabin hin dest ketin nav me de û ew kar jî têk çû.
– Di van salên dawî de, diyar e liv û bizave Se’ed Ferso û çalakiyên te, di navendan de, aheng û semînarên partiyan de ne. Hûn ji bo stranekê tenê bêjin vê vexwendinê erê dikin?
Ez dixwazim bi zelalî û bê tirs li ser vê babetê baxivim, partiyên me her ku alîkariya me nakin, lê pêwîst e ku şerê me jî nekin!, ez diçûm ahengên hemû partiyan, eger tu neçî wê şerê te bikin, û eger tu herî, te bê qedir û qîmet pêşwaz dikin. Ez çûme Başûrê Kurdistanê jî ti qedir û qîmet ji min re nehat kirin, tenê dixwestin ez ji navenda çand û hunera wan re stranan tomar bikim. Her wisa ez di vê rewşê de dibûrim, heger ez kilîpekî ji xwe re çêbikim li ser hesabê nanê zarokê xwe ev mûzîk û strana Kurdî hemû ji min re nelazim e, ez diçim ahengên partiyan ji bo tenê şerê min nekin, û hew!!
– Di van pênc salên bûrî de, şoreşek li dar e, liv e, bizav e, ragihandineke xort heye, Se’ed Ferso çi ji bo vê liv û bizava mezin kiriye?
Ez nizanim strana ax, û ox, û em tên kuştin bêjim, ez li ser hin Karin mezin dixebitim, wek min di destpêkê de got ji bo ew kar bimînin nemir, û di pirtûkxaniya mûzîka Kurdî de, werin hilandin.
– Helalê hazir, helbestvanê stranî, heqê helbestê didinê ji bo ew helbest bibe straneke serkeftî?
Na! di vê demê de min hîn ew helbestvan nediye, ji ber ku nivîsandina helbestê hindekî nizim bûye, berî çend mehan ez li mehrecana helbesta Kurdî hazir bûm, ji 80ê helbEst û helbestvanî min 5 helbest nedîtin, mixabin ev rastiyeke.
– Bi sedan hunermendên Kurd ji Rojavayê Kurdistan koçber bûne, hûn çawe vê pirsgirêkê dixwînin?
DSC_3100Koçberî bixwe xisareteke mezin e, ji gel û zemînê re, nexasim ku yê koçber afrêner û hunermend be. Ji dîroka gelê Kurd ve, û ew bêkes e, bêxwedî ye, û her û her, bi xemgînî me li ser gelê xwe stran digotin, di heyamê berî şoreşê de jî tirsa rêjîmê hebû, destêwerdana partiyan di nav hunermendan de hebû, lê kar dihat kirin. Di vê şoreşê de û evqas azmanê azadiyê, yê hunermend jî dît ku gel ne gelê wî ye, partî ne partiyên wî ne, loma berê xwe da koçberiyê, tevlî ku ez şaştiyeke mezin dibînim ku hunermend û afrêner koçber bibin. Ez xwe wek mînak bavêjim vê rojevê, ez nejiber ku bi bajarê xwe ve girêdayî me koçber nebûme, lê ez ji xerîbiyê hez nakim. Û hew!
– Di salên berî şorşa Sûriyê de, gelek hunermendên Rojavayê Kurdistan ji bo Ewrupayê, li ser aheng û newrozan dihatin xwestin, gelo hûn çima carekê nehatin xwestin?
Li ser vê babetê tişta ku ez dizanim, ew tenê têkilî ne, yê min ew tîkilî tune bûn loma ez nedihatim xwestin. Ew ne şêwaza kî deng xweş û mûzîk xweş e, dibe ku ew li ser şêwaza ku kî bêtir kare ji wan re xelekên dîlanan veke, li ser asta hemû Kurdistanê ez bi tenê şêwaza Mihemed Şêxo tînim, û stranê wî dibêjim. Diyar e ku Kurd nema ji vê hunera ast- bilind hez dikin. “DunyaTV” li Bakurê Kurdistanê ji bo bîranîna Mihemed Şêxo li min geran, û ez du caran hatim xwestin li ser TV ya wan, ne ez wan nas dikim, û ne ew min nas dikin, lê dengê min bihîstibûn, û gotin divê ku ev bibe mihvanê me. Ma gelo gelê me yê Kurdê Rojavayê Kurdistan ku li xerîbiyê rûniştîne Se’ed Ferso nas nakin.!?
– Çima Hunermend Se’ed Ferso her çax û wextî reşbîn e, û ne geşbîn e?
Li gor ez rojevê dişopînim, û bi taybet di rewşa hunermendan de, di Rojhilata Navîn de, ew dezgehên wan ragihandina wan hunermendên xwe datînin ser serê xwe, di rewşa me ya Kurdî de, tevlî ku dezgehên me û ragihandina me wek a wan lêhatiye eger ne bêtir be jî, em li hunermendê xwe guhdar nakin, wek ku ew tune be. Çaxa ku tu bê hêvî be, helbet tê li mala xwe rûnê, û bicarekê jî negeşbîn be.
– Di jiyana te ya hunerî de, ku nêzî 35 sala ne, Se’ed Ferso dixwest çi peyamê pêşkêşî gelê xwe bike?
Her û her xwestek û peyama min ku ez karibim hunereke serkeftî ast bilind pêşkêşî gelê xwe bikim. Û heta ez sax bim jî ez ê li ser vê xetê kar bikim.
– Ji nifşê nûhatî, hûn hêviya parastina huner û xeta ast bilind, di kê de dibînin?
Niha û di nav hunermendên Rojavayê Kurdistan de, ez hunermend Şeyda dibînim ku ji hunera xwe hez dike, û ne bi erzanî rahiştiye vê hunerê. Lê dîsan dibêjim ku gulek buharekê çênake, dibe ku yên wek Şeyda gelek hebin, ji hunera xwe hez bikin.
– Di dîroka xwe de, Se’ed Ferso çi xelat wergirtine?
Min gelek xelat wergirtine, lê dixwazim bibêjim û bila li min negrin ku ew ne dezgehên mezin in. Yekîtiya Nivîskarên Kurd Xelata Rezoyê Osê diyarî min kirin. Ji hêla partiya Pêşverû ve jî hatime xelatkirin. Ji hêla 7 rêxistinên jinan ve hatime xelakirin. Komîta Maf a Mafê Mirovan ez xelat kirim. Ji aliyê Koma Qamişlo ya serbixwe ve jî hatime xelatkirin. Partiya Wehidê”Yekîtî” jî ez xelat kirim.
Gotina dawî?
Şîreta min ji hunermendan re, ne pêwîst e hûn stranan çêbikin, a pêwîst ew e ku hûn hunerek ast bilind serkeftî pêşkêşî gelê xwe bikin, eger we di heyamê salekê de nav da, hûnê hemû salan wisa nemînin navdar eger hunerek ast bilind di destê we de tune be hûnê wek gelekan winda bibin..[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 389 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 12-12-2024
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-07-2016 (9 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Muzîk
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 389 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.094 çirke!