Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  587,227
Wêne
  124,625
Pirtûk PDF
  22,130
Faylên peywendîdar
  126,973
Video
  2,194
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,688
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,893
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,781
عربي - Arabic 
44,355
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,813
فارسی - Farsi 
15,977
English - English 
8,539
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
80
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,582
Cih 
1,186
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,824
Kurtelêkolîn 
6,847
Şehîdan 
4,577
Enfalkirî 
5,128
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,508
PDF 
34,784
MP4 
4,044
IMG 
235,392
∑   Hemû bi hev re 
275,728
Lêgerîna naverokê
Hunermenda Kurd Aslîka Qadir”Miletê ku hurmet û siyanetê nede hunermendên xwe, ew tu carî nabe milet”
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hunermenda Kurd Aslîka Qadir”Miletê ku hurmet û siyanetê nede hunermendên xwe, ew tu carî nabe milet”
Hevpeyvîn:Ferîd Mîtan

-Ez yekemîn jina Kurd im ku sitrana siyasî gotiye.
-Di pê kuştina Se’îdê Îbo re, em wekî rewşenbîr ji welêt derketin ji ber me dizanî êdî dora me jî ye.
-Mihemed Şêxo li nik min hunermendekî pîroz e, kêfa min zêde ji dengê wî re tê.
-Di dema îro de ez pir li Xoşnav Têlo guhdarî dikim. Dengê wî dengekî taybet e, nazik e.
-Li nava me Kurdan Dilşad Se’îd heye, mexabin wî jî xwe gelekî neêşandiye.
-Sitrana “Welatê min Kurdistan e” şoreşek bû.

-Aslîka Xan, her çi qas nav û dengê cenabê we li seranserî Kurdistanê belav e jî, lê me diviya hûn ji me re bibêjin, wekî hunermend, Aslîka Qadir kî ye?
Ez li gundê Elegezê yê navdar ku li Ermenîstanê ye, di sala 1945’ê de ji dayîka xwe bûme.
Xwendina xwe ya seretayî û navendî min li dibistanên gund qedandiye, paşê em bi malbatî çûne paytexta Ermenîstanê “Êrîvan”ê.
Li Êrîvanê ez tevlî zankoyê bûm “Para Rojhilatzaniyê”.
Dema ku min dixwend, min dest bi sitranbêjiya Kurdî li Radyoya Êrîvanê kiriye.
Di navbera zankoya ku min lê dixwend û Radyoya Êrîvanê de bi tenê 100 mître bû, îcar şoreşa Mele Mustefayê Berzanî li dar bû û min digot bi tenê ez dikarim agahiyên rast ji radyoyê wer bigirim.
Dema ku çûm radyoyê jî, min gelek rewşenbîr û zanayên Kurd li wir didîtin, wekî Fêrîkê Ûsiv û Mîkayîlê Reşîd.Ez ê tu caran van her du mamosteyan ji bîr nekim.
Di zaroktiya xwe de, dema ku li dibistanê bûm, ez endama komeke Ermenî bûm û min sitranên Ermenî xweş digotin.
Lê wekî min got di sala 1964’ê de bi awayekî fermî li Radyoya Êrîvanê, min yekem car sitrana ” Welatê Me Kurdistan e” tomar kiriye.
Sitrana ” Welatê Me Kurdistan e” Egîdê Cemo amade daye min, lê sitran bi xwe ya Memê Elyas e. Memê Elyas karê wergerê di radyoyê de dikir.
-Di destpêka geşta xwe ya hunerî de, ji hêla civak û malbatê ve tu kelem û asteng li pêş we derketin, an jî hûn bi serbestî tevdigeriyan?
Min tu astengî ji aliyê malbata xwe ve nedît.Bavê min zêde pêşverû bû. Her çi qas dêya min nexwenda bû jî; lê xatûneke hêja bû û zêde qedir dida xwendinê.
Wê hingê Egîdê Cimo girûpeke hunerî çêkiribû, ez jî tê de endamek bûm.
Carekê diviyabû ku em biçin avahiya operayê û herî kêm bi qasî 6 demjimêran ji min dihat xwestin ku ez li ser dikê sitranan bibêjim.
Min got Egîdê Cimo ez ê çawa vê şevê ew qas dem bimînim û dengê xwe bidim, dibe ku bavê min aciz bibe. Egîdê Cimo ji min re got tu qet meraqan neke û di cî de çû bal bavê min.
Dema ku Egîd ev yek ji bavê min re got, bavê min gote min”Qîza min! Tu dikarî biçî û li nik Egîdê Cimo karê hunerî bikî, ev xebateke welatparêzî û pîroz e.”
-Ji bîranînên karê te yên di radyoya Êrîvanê de, çi di bîrdanka we de maye ku nayê jibîrkirin?
Ez bextewar im ku min ew sitrana xwe di radyoyê de got, ku bi saya wê miletî ez nas kirim.
Ez gelek bextewar im ku navê gelek rewşenbîr û nivîskarên wê demê bi bîr bînim, wekî: Xelîlê Çaçan, Egîdê Cimo, Casimê Celîl û gelekên din…3
Taximê radyoyê gelekî bi min şanaz dibûn.
Carekê min li radyoyê tiştek got ku ne bi dilê Casimê Celîl bû, ji vê yekê got” Qîza min tu wek qarçîçekê yî, te teze serê xwe ji bin berfê derxistiye û îcar tu hatî min hîn dikî!”
Min şerm kir û êdî min hew deyn kir.
-Bibûre, te zêdetir ji carekê tekezî li ser wê yekê kiriye ku nasnameya te ya hunerî sitrana “Welatê Me Kuristan e”, eger ne ji vê sitranê bûya, Aslîka Qadir li kû bû?
Nizanim!
Ji beriya sitrana ” Welatê Me Kurdistan e” jî, min du sitranên Ermenî gotin û dengê min zêde ji bo sitranên Ermenî xweş e.
Dema ku min ew her du sitran gotin, gelekî deng vedan û hetanî îro jî mayînde mane.
Eger min xwe bidaya sitrana Ermenî, ez bawer dikim ez ê bibûma hunermendeke Ermenî ya pir navdar; lê ez rojhilatzan bûm, paşê min mamostetî kir û ez zewicîm û du zarok ketin destên min.
Ez paye nakim, lê Egîdê Cimo bi xwe digot ku Ermeniyan gotiye “Dê hunermendên Ermenî tu caran wan her du sitranan wekî Aslîka Qadir xweş nebêjin”
-Di salên 90’î de tu ji welat derketiyî, sedemên derketina te çi bûn?
Sedemên derketina min ji welêt bêhtirî xwe siyasî bûn.
Wê çaxê ez di Wezareta Rewşenbîrî ya Ermenîstanê de dixebitîm, çawa Sovyet hilweşiya êdî nijadperestên Ermeniyan serî hilda.
Wê demê Azerî û Ermenî li hev ketin, heçî Ermenî bû kesê Azerî ji deverên xwe der dikir, wekî wan Azerî jî.
Îcar piştî ku ji hev û din xelas bûn, Ermeniyan gef li Kurdên Misilman ên gundî xwar, ji Kurdan re gotin “Eger hûn dernekevin, tişta me bi Azeriyan kir em ê bi we jî bikin”.
Wê demê 20 hezar Kurd ji neçarî malên xwe hêlan û li temamî derdorê derbider bûn…
Îcar kesên li Êrîvan man jî, gelek zor û astengî li wan hat kirin.
Êrîşî mala Çerkezê Reş kirin, li Karlînê Çaçan xistin û Se’îdê Îbo hebû ku doktorê zarokan bû, Ermeniyan ew kuşt.
Di pê kuştina Se’îdê Îbo re, em wekî rewşenbîr ji welêt derketin ji ber me dizanî êdî dora me jî ye.
Ermenîstan yekemîn dewlet e ku dubendî êxist di navbera Êzidiyan de.
Paşê me girûpek çêkir û seredana Serokê Ermenîstanê kir. Me jê re got hûn çawa dibêjin Êzidî ne Kurd in?
Ji me re got ma gunehê min çi ye eger hestê neteweyî li bal wan nizm e.
-Zêdetir ji 50 salan e ku tu bi dengê xwe xizmeta çand û hunera Kurdî dikî…Gelo miletê Kurd bi hemî dezgehên xwe ve, ji hêla guhpêdan û xwedîderketinê ve, mafên te dane te?
Hîç dezgehekê ne jî tu kesekî tu tişt nedaye min.
Bi tenê heqê min ew e ku milet ji min hez bike.
Ez serbilind im ku min xizmet ji miletê xwe re kiriye û bi saya xebata min milet ji min hez dike.
Ez yekemîn jina Kurd im ku sitrana siyasî gotiye.
-Zarogotin û wêjeya Kurdî ya devkî gelekî dewlemend e, li beramber wê; hunera Kurdî di serdema nû de, kariye wekî ya folklorî cihê xwe li nêva civaka Kurd bigire û gavine baş biavêje?
Zargotina me behreke bêbin e.
Zargotina me bi dewlemendiya xwe bû sedem ku Kurd gihîştin roja îro.Eger ne ji zargotina me bûya, em ê ji zû ve winda bûna.
Lê lê û lo loyên me em gihandin vê rojê.Lorîkên dayîkên me ku di ber pêçeka me re disitrandin, em gihandin roja îro.
Lê ya gerek ew e ka em ê niha çi lê zêde bikin…?
Hunera Kurdî di roja îroyîn de, jixwe tiştek li zargotinê zêde nekiriye; berevajî wê zerer jî gihandiyê.
Hunermendên me yên îro, bi şêweyê Kurdî yê resen nasitrên û awayên hin çandên din dixin sitranên xwe, ev bi xwe ji bo hunera Kurdî jehr e.
-Eger em rewşa hunerî li nik guhdarê Kurd binirxînin, guhdarîkirina li sitranekê girêdayî naveroka wê ji hêla dengê hunermend, gotin û awazên sitranê ve ye; gelo bi derketina evan amûrên muzîkê yên nûjen re, guhdarê Kurd çêj û zewqa xwe di bijartina sitranê ji dest daye, yan na?
Belê ji dest daye!
Sitranên zargotina me, her yek ji wan xudana serpêhatî û çîrokekê ye.
Pêwîstiya Kurdan bêhtirî xwe bi rengê folklor heye.
Xwîna folklorî di reh û damarên Kurdan de digere.
Her çi qas xelk folklorê me didize jî, lê hingî dewlemend e tu caran xelas nabe.
-Tu hevdema gelek hunermendên Kurd ên navdar î, di serdema radyoya Êrîvanê de hunermendê/a herî zêde te lê guhdarî dikir û kêfa te jê re dihat kî bû, û aniha kî ye?
Di destpêka xebata xwe ya hunerî de zêde zêde min giranî nedida hunerê.
Wê demê min tiyatroya devkî jî pêşkêş dikir, ez bi rola “Kumsorê” dilîstim.
Min baş li Eyşeşan, Mihemed Arifê Cizrawî û Şakiro guhdarî dikir û bandora wan baş li ser min hebû.
Ez naxwazim li hunermendê îro yên gênc guhdarî bikim.
Mihemed Şêxo li nik min hunermendekî pîroz e, kêfa min zêde ji dengê wî re tê.
Di dema îro de ez pir li Xoşnav Têlo guhdarî dikim. Dengê wî dengekî taybet e, nazik e.
-Hunera Kurdî li nava tevahiya Kurdan û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê, hûn çawa dinirxînin?
Hunera me bandora wê li ser tevahiya derdorê heye. Sitrana Kurdî ya modêrn ne ku tu bikî Erebî, Turkî û Farisî; modêrn ew e ku Kurdî û modêrn be.
Sitrana Kurdî ku bêhna Erebî, Turkî yan jî Farisî jê bê, em ê pê bifetisin.
Mixabin, ew kesê ku karibe li nava Kurdan sitraneke modêrn a gelekî xweş çêke, tune ye.
Li nava me Kurdan Dilşad Se’îd heye, mexabin wî jî xwe gelekî neêşandiye.
Dilşad Se’îd der heqê Pêşmergeyan de sîmfoniyek çêkiribû, lê hilbijartina wî ji hunermendan re ne rast bû..
Ji Şivan Perwer bigire û pê de, dengê yekî ji wan jî ji bo wê sîmfoniyê ne guncaw bû.
Heyfa wê muzîk û wê xebatê.
-Ji bo demên bê, tu projeyên te yên hunerî hene?
Hunermend xwe diavêje ser sêla sor. Saziyên me tune ne, eger sazî hebûna dê rewş ji wilê bi gelekî xweştir bûya.
Hetanî ku em kilîbekê çêdikin an jî sitranekî tomar dikin, em xwe diavêjin pir cihan.
Lê dixwazim tiştekî tenê bibêjim “Miletê ku hurmet û siyanetê nede hunermendên xwe, ew tu carî nabe milet”
Li nik me li hunermendan dinihêrin wekî mirtiban, an jî li hunermedan dinihêrin wekî ku robot in.
Lê na, ne wisan e, sitrana “Welatê min Kurdistan e” şoreşek bû.
-Rojavayê Kurdistanê ber bi federaliyê ve diçe, Başûrê Kurdistanê jî ji bo serbixwebûnê amadekariyên xwe dike, tu çawa li van guhertinan dinihêrî?
Helbet ev guhertin pîroz in.
Şens û bextekî mezin e ku em gihan rojeke wisa.
-Ji bo te, gundê Elegezê çi ye?
Gundê Elegezê bo min bîranîna min e, zaroktiya min e, jiyana min e.
-Êrîvan?
Şehrekî ezîz e bo min. Êrîvan bo min gencîtiya min e.
-Li nik te, sitrana Kurdî çi ye?
Pîrozî ye.
-Di jiyana xwe de li tiştekî poşman bûyî?
Ez poşman bûme ku min gelek sitran di radyoyê de negotin.
Ez zewicîm û zarok ketin destên min…
Min karîbû gelek tişt di radyoyê de bikira.
-Di zaroktiyê de te bawer dikir ku tu yê bibî hunermend?
Na min bawer nedikir.
-Gotina Dawî…
Gotina min a dawiyê belku gotina her rewşenbîr û hunermendekî Kurd e.
Hêviya min ew e ku Kurd bibin yek û piştgîriya Serok Mes’ûd Berzanî bikin, ji ber ku barekî pir giran li ser pişta wî ye.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 675 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 10-12-2024
Gotarên Girêdayî: 8
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-11-2017 (9 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 96%
96%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 675 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.297 çirke!