Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,274
Wêne
  123,303
Pirtûk PDF
  22,033
Faylên peywendîdar
  124,523
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Hevseroka Desteya Çand û Hunerê li Kantona Cizîrê: “Ew berhemên ku bi zora rêjîmê li ser refan tozgirtî man, dê bi baweriya me w
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hevseroka Desteya #Çand# û Hunerê li Kantona Cizîrê: “Ew berhemên ku bi zora rêjîmê li ser refan tozgirtî man, dê bi baweriya me werin çapkirin”

Ji nîvê sedsala 20’ê û bi şûn de, êdî kar û xebata wêjeyî li Rojavayê Kurdistanê bi hemî şêweyan hatibû qedexekirin û hewildanên ku hebûn jî bi awayekî raz û veşartî bûn.
Ji sala 2011’ê ve rêjîma Sûriyeyê pencê xwe ji gewriya kurdan kêşa. Hin bi hin seqa û atmosfereke guncaw ji bo berhemdana hemî şêwe û celebên wêje û hunerê peyda bû.
Di 2014’ê de Rêveberiya Xweser ava bû û pê re jî Desteya Çand û Hunerê li her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê hat avakirin.
Ji wê demê ve Desteya Çand û Hunerê li Kantona Cizîrê hejmarek ji çalakî û festîvalên cihêreng li dar xistine.
Di vê hevpeyvîna jêrîn de, rewş û dîmenê wêjeyî û çandî li Rojavayê Kurdistanê tê nirxandin, her wiha hin plan û projeyên Desteya Çandê diyar dibin. Piştî avabûna Desteya Çand û Hunerê li Kantona Cizîrê bi 6 mehan, B.Bêrîvan Xalid bû hevseroka desteyê û hêj di xebat û cihê xwe de berdewam e.
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
– Eger bi kurtebirî jî be, lê dixwazim di destpêkê de tu li ser qonaxa avabûna Desteya Çand û Hunerê û pêvajoya wê ji dema avabûnê ve û hetanî îroj biaxivî?
Gava ku di sala 2014’ê de li Cizîra Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk hat ragihandin, wê demê Desteya Çandê jî yek ji desteyên Rêveberiya Xweser bû. Desteya Çandê li ser bingeha Neteweya Demoqratîk hat avakirin, ji lew re ev dest bû dengekî sereke ji Rêveberiya Xweser re. Di sala pêşîn de -wekî hemî dezgeh û desteyên nûavabûyî- Desteya Çandê di milên rêvebirî û sîstematîk de xwe li pêş xist. Her çi qas liv û tevgera desteyê di sala pêşîn de wekî hewildaneke fihêtok jî bû, lê belê piraniya beş û şaxên desteyê hatin damezrandin, her wiha kar û peywir ji hev hatin veqetandin. Belku hetanî aniha jî em ji hêvî û xwestekên civata rewşenbîr û nivîskaran re nebûne bersiv, lê belê di sala duyan de me pêdiviyên xwe nas kirin û êdî me plana kar li pêş xwe danî. Paşê projeya me ya herî stratecîk vekirina Peymangeha Orkêstra bû, da ku zarok bi awayekî akademîk hînî amûrên muzîkê bibe. Her wiha me 8 navendên xwe li bajar û bajarokên Herêma Cizîrê vekirin. Me Komîna Sînema jî ava kir. Me gelek festîval li dar xistin. Ji vê yekê zêdetir jî me yekîtî û hevgirtinên hunermend û jinan jî ava kirin… Dikarim bibêjim ku êdî tecrube û hêçana me çêbûye û em aniha li ser berfirehkirina şax û navendên xwe dixebitin. Ji aliyekî din ve jî em amadekariyên lidarxistina çalakiyên cîhanî dikin.
Êdî em jî li ser bipêşvebirina asta pirtûk û xwendinê –bi taybet a kurdî- dixebitin
– Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, rewşa pirtûkxaneya kurdî çi ye?
Em dikarin bibêjin ku îro rewşa pirtûkê bi giştî tevlihev e û di krîzekê de derbas dibe. Dema ku sala çûyî me pêşangeheke pirtûkan vekir, ew wekî hawarekê bû ji aliyê me ve ku em rewşa xwendinê û rewşa nivîskaran hinekî baştir bikin. Ev krîz û lawaziya ku îro di pirtûkxaneyê de tê dîtin, ji encama wê zor û sitema ku li ser Rojavayê Kurdistanê dihat meşandin e. Êdî em jî li ser bipêşvebirina asta pirtûk û xwendinê –bi taybet a kurdî- dixebitin. Tevlî her tiştî jî lê belê îro baş nivîskarên me hene, her wiha li ser dika şanoyê jî tiştên hêja tên pêşandan… Îro em dizanin ku salane herî kêm du festîvalên wêjeyî tên lidarxistin û gelek nivîskar berhemên xwe di wan festîvalan de pêşkêş dikin, dixwînin; ji vê yekê jî em dikarin bibêjin ku êdî nivîskar encamên ked û berhemên xwe dibîne.
Erkê nivîskaran e ku van kêliyên şoreşê belge bikin û di dîrokê de misoger bikin
– Ev pirtûkxane, herî zêde pêwîstiya wê bi kîjan celebê berheman heye; anku di kîjan milî de qels e?
Hemî beş û celeb hevdu temam dikin, lê pêdivî bi nivîsîna lêkolîn, dîrok û romanê heye… Îro li Rojavayê Kurdistanê dastanên berxwedanê tên jiyankirin, eger ev dastan bibin roman û bêne nivîsîn, dê çiqasî baş be? Gelek serhildan û şoreşên kurdan çêbûne, lê hetanî aniha jî tu belge û berhem li ser wan tune ne. Erkê nivîskaran e ku van kêliyên şoreşê belge bikin û di dîrokê de misoger bikin. Divê ku ev dîrok bê nivîsîn, her timî mayînde bimîne, her û her li xwe zêde bike…
Hêj wijdanê hinan neliviyaye; jixwe nivîskarî wijdan e
– Anku tu dibêjî li beramber giraniya evê şoreş û berxwedanê, hêj tiştekî hêja û bilind nehatiye nivîsîn?
Me gelek caran ev yek nîqaş kiriye, her wiha me rexene kiriye û me ji nivîskarê kurd daxwaz jî kiriye. Carinan nivîskar dibêjin divê ev tişt piştî şoreşê bêne nivîsîn! Di baweriya min de na, divê aniha ev tişt bêne nivîsîn. Divê ev dem û kêlî bi pênûsên zêrîn bêne nivîsîn. Em nikarin bibêjin ku nivîskaran tiştek nekiriye, lê belê hêj wijdanê hinan neliviyaye; jixwe nivîskarî wijdan e. Hewildan hene, lê hêj jî lawazî heye.
– Nivîskarên ku aniha ne li dinê ne, lê belê bi dehên salan li ser daneheva zargotinê û nivîsîna wêjeyê xebitîne, çarenûsa destnivîsên wan çi ye?
Projeyên me ji bo her tiştî hene, bi taybet ji bo çapkirinê. Nemirên di rêya wêjeya kurdî de têkoşîn kirine, ew cihê hurmetê ne û gerek e Desteya Çandê li wan xwedî derkeve. Dîsa jî em dibêjin her tişt li gor derfet û imkanan in. Tiştekî din jî li vir heye: Dema ku me ji bo kesên nemir çap dikir, hin nivîskaran digot ku piştî nivîskarek dimire, em nû xwedî li wan derdikevin û divê em li nivîskarên heyî miqate bin. Îcar dema ku em ji bo yên jîndar jî çap dikin, dibêjin we yên mirî paşguh kirine… Ji bo vê yekê jî divê ku mirov hevsengiyekê çêbike. Lê divê derfetên rojavayî jî hebin; yanî ka çapxane, ka weşanxane? Li ser asta Rojava, tenê du çapxane hene. Ew karîn û jêhat hêj lawaz in. Dema ku derfetên pêwîst peyda bûn, êdî ew berhemên ku bi zora rêjîmê li ser refan tozgirtî man, dê bi baweriya me werin çapkirin.
Pêşangeha Pirtûkan dê wekî hemî çalakiyan, salane hebe
– Di 2017’ê de cara yekê bû ku Desteya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo pêşangeheke pirtûkan li dar xist. Di wê demê de hat ragihandin ku her 3 mehan dê li bajarekî Rojavayê pêşnageha pirtûkan were lidarxistin. Çi projeyên we ji bo evê çalakiyê hene?
Pêşangeha Pirtûkan dê wekî hemî çalakiyan, salane hebe. Salane di 20’ê meha 7’ê de -salvegera şehîdbûna Herekol- dê pêşangeha pirtûkan were lidarxistin. Di salên bê de, piştî ku pêşangeha navendî were lidarxistin, dê her sê mehan li bajarekî din jî şaxên evê pêşangehê werin vekirin.
-Pêşangeha navendî, her sal dê li Qamişloyê be?
Na. Dibe ku sala bê li Hesekê yan jî li Dêrikê be, anku cihekî destnîşankirî ji bo wê tune ye. Lê belê dê her sal a navendî hebe û şaxên wî jî dê hebin.
– Ji bo çapkirina pirtûkekê, merc û pîvanên we çi ne?
Me dest bi çapkirina pirtûkan kiribû û pîvanên me jî hebûn. Ne tenê ku deste çap bike, lê çi pirtûka ku bête çapkirin, divê ku Desteya Çandê lê binere. Sê pîvanên me hene:
1-Pirtûka ku bê çapkirin, divê ku Girêbesta Civakî binpê neke.
2-Divê ku bêrûmetiyê li tu ol û çandan neke.
3-Divê ku ne li dij exlaq û rewiştên civakê be.
Komîteya me ya nirxandina pirtûkan jî heye, ji 5 kesan pêk tê. Dema ku pirtûkek ji bo çapê tê, ew komîte wê pirtûkê dinirxîne. Pirtûkeke ku em çap jî bikin, divê ku binirx û hêja be, yan jî nayê çapkirin.
-Pirtûkeke ku bêyî destûra we bê çapkirin û ne li gor pîvanên we bin, hûn dikarin desteser bikin?
Belê em dikarin. Me hişyariyek li ser hemî çapxaneyan belav kiriye û tê de daye xuyakirin ku pirtûka ku bê çapkirin, divê muhra desteyê li serê hebe.
Heger me par 3 festîval li dar xistin, îsal 9 festîval dê bên lidarxistin
– Ji bo demên bê, tu planên we hene ku hûn ji aliyê çapkirinê ve hin gavan biavêjin û destekê bidin nivîskaran?
Ez dibêjim ê herî zêde ku derfet ji bo wî alîkar in, nivîskar e. Lê çi jî bê xwestin em careke din amade ne.
Gelek çalakî di plan û projeyên me de hene; yek jê Pirtûkxaneyeke Navendî ye, yek jî li şûna Sînema Amûdê ya şewitî avakirina Holeke Sînemayê ye, yek jî vekirina Parkeke Çandî ye, her wiha avakirina Weşanxaneyekê ye û hwd…
Heger me par 3 festîval li dar xistin, îsal 9 festîval dê bên lidarxistin.
Aniha projeya vekirina kargeheke dirûtina cil û bergên 3 pêkhateyan di rojevê de ye. Her wiha em ê hunergeheke şêwekariyê jî vekin.
– Desteya Çand û Hunerê weku desteyekê ji yên Rêveberiya Xweser, diravdana ku ji Desteya Diravî jê re tê, têra wê dike yan na?
Em salane dirava ku ji me re pêwîst e, destnîşan dikin. Lê tu caran têra me nekiriye û belku bi 3 qatan zêdetir em dikişînin. Desteya Çandê tu dezgeh û navendên wê tune ne ku diravan jê re bînin, yanî tenê em xerc dikin û careke din ji Desteya Diravî dixwazin.
– Di biwara çêkirina branş û materyalên dibistanan de, hevrêziyek di navbera we û Desteya Perwerdeyê de heye?
Hetanî aniha tu hevrêzî tune ye. Lê belê ji îsal û pê ve, em ê komîteyekê ava bikin da ku branşên hunerî yên wekî: muzîk û şêwekariyê bidin dariştin. Ev yek jî wekî pêşniyarekê ye û dibe ku bi cî bibe. Ji ber ku em dixwazin ku waneyên hunerî bi awayekî akademîk bêne dayîn.
– Sipas dikin ji bo dana evê derfetê…
Gelek sipas ji bo we jî. Jixwe çand û ragihandin hevûdin temam dikin. Ragihandin bi xwe jî dikare bibe dengê me ji bo hemî cîhanê. Careke din em soz didin ku dê her û her hewildanên me hebin ku em daxwazên civata rewşenbîr û nivîskaran cî bi cî bikin. Hêvîdar in ku em bibin bersiva xwestekên vê demê.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 383 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 10-12-2024
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 14-04-2014 (11 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 383 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 6.391 çirke!