Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,777
Wêne
  124,281
Pirtûk PDF
  22,112
Faylên peywendîdar
  126,236
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Home Hevpeyvîn Hunermend Faris Bavê Fîras: “Asta hunermendên kurd ne digihe asta yên ereban ne jî digihe asta yên tirkan.”
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Home Hevpeyvîn Hunermend Faris Bavê Fîras: “Asta hunermendên kurd ne digihe asta yên ereban ne jî digihe asta yên tirkan.”
Hunermend Faris Bavê Fîras:

Hunermend Faris Bavê Fîras: “Asta hunermendên kurd ne digihe asta yên ereban ne jî digihe asta yên tirkan.”
Posted By: qadiron: July 15, 2018In: Hevpeyvîn, ManshetNo Comments Print Email
Hunermendê civakê ye. Karîbû bi awazine nerm û dilkêş dilê her ciwanekî bigire û bala her mirovekî ber bi hunera xwe ve bikişîne.
Hunermend Faris Bavê Fîras di sala 1954’an de li gundê Tenûriyê yê rojhilata bajarê Qamişloyê ji dayîk bûye.
Çawa ku temenê wî dibe 10 sal, dest bi sitranbêjî û sazbendiyê dike. Di 12 saliya xwe de hewildanên wî yên nivîsîna helbestê hebûn.
H.Faris Bavê Fîras, cara pêşîn gotin û awazên xwe sitrane; sitranên wî yên pêşîn: “Dostê Xelkê bi Sedan Bûn” û “Koça Bar Kir” bûn .Lê belê paşê gotinên helbestvanên mezin ên mîna: Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Melê Darî û Mihemed Eliyê Hiso bi awaz kirine û sitrane. Hetanî aniha 36 albom berhem dane û 15 albomên wî yên taybet jî ku di şahîyan de dagirtine, hene.
Ji hunermendên ereban kêfa wî ji H. Fu’ad Salim û Selah Ebdulxefûr re tê û ji kurdan jî kêfa wî ji H. Se’îd Yûsiv, Rif’et Darî û Mihemed Şêxo re tê.
Piştî ku bi dirêjahiya 40 salan jiyana xwe kêlî bi kêlî li gundê Girbawî derbas kir, koçberî bajarê Zaxoyê bû. Ew aniha hewil dide ku careke din vegere û li gundê xwe bi cih bibe. Di vê hevpeyvînê de, H. Faris Bavê Fîras li ser qonaxên jiyan û hunera xwe diaxive û der barê çend babetên cihê de nihêrînên xwe vedibêje.
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
– Berî ku tu bi awayekî fermî rêya hunerê bişopînî, te çawa behreya hunerî li bal xwe vedît û çawa te karîbû ewê behreyê geş bikî?
Hêj ez zarok bûm kêfa min ji wêjeyê re dihat. Dema ez di refa şeşê de bûm, min dîwanên Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Mele Ehmedê Palo û yên gelek helbestvanên din dixwendin, bi vê xwendinê re behreya min geştir dibû û her ku dem dibihurî ez ber bi hunerê ve diçûm. Min ew helbest dixwendin û bi rastî min dixwest bibim helbestvan, ji lew re min helbest bi erebî û kurdî dinivîsîn. Di wê demê de min ji xwe re digot gerek e hunermendên me sitranên ji wisa xweştir bibêjin, min digot ne tiştên di dilê min de ne jî yên di dilê hevalên min de di van sitranan de peyda nabin! Bi vî çavî û bi vê daxwazê ez nêzîkî hunerê bûm û min dest bi sitranbêjiyê kir. Îcar gelek çîrok û serpêhatiyên dost û hevalên min hebûn, min ew çîrok û êşên wan dikirin sitran û digotin. Ev jî bû sedema wê yekê ku kêfa xelkê ji hunera min re were.
Min ew sitran ji evîndara xwe re got.
– Cara herî pêşîn te ji kê re sitra?
Di sala 1981’ê de min sitrana xwe ya pêşîn a bi navê “Koça Bar Kir” tomar kir. Min ew sitran ji evîndara xwe re got.
– Di sitranên te de banglêkirin, kesayet, pesin û ristine ku kêlîne bibandor vedibêjin hene. Gelo her sitranek çîrok û serpêhatiyeke girêdayî rastiyê tê de heye, yan jî tenê ji nîgaş û afrîneriya te ye?
Ji her du cureyan hene, lê para herî mezin li ser xelkê ne û çîrokên wan rast in. Sitrana “Nezha” yek ji wan sitranan e ku çîroka wê rast e.
Min hin gotin di sitranên xwe de bi kar anîn, paşê ez poşman bûm ku min ew gotine.
– Bikaranîna zimanê erotîzmê di hunera te de baş tê dîtin. Guhdarê kurd çawa ji vê babetê (erotîzm) nêzîk dibe û dema te ev şêwaz di sitranên xwe de bi cih dikir, gelo carinan tu dudilî dibûyî yan na?
Rast e, ev reng di sitranên min de heye. Min hin gotin di sitranên xwe de bi kar anîn, paşê ez poşman bûm ku min ew gotine. Her çi qas gelek helbestvanan ev gotinên erotîzm nivîsîne jî, lê nizanim, ez li hinan poşman bûme ku min tevlî sitranên xwe kirine. Kesên ku li min jî guhdar dikirin, kêfa hinan dihat, hinan jî digot xwezî te ev gotin tevlî nekirana.
– Her hunermendek sitraneke wî heye ku jê re bûye nasname û sedema navdarbûnê. Îcar ji bo te, sitrana ku herî zêde nav û dengê te belav kir, kîjan bû?
Ê min du sitran bûn sedemên navdarbûna min: Koça Bar Kir û Dostê Xelkê bi Seda Bûn.
– Ji tevahiya sitranên te, herî zêde guhdarkirina li kîjan sitranê li xweşiya te diçe û bandorê li te dike?
“Heta kengê li hêviya te bim, por sipî bû hê ez can im.”
– Te bi xwe gelek sitran berhem dane û gelek kaset dagirtine. Berhemdana hejmareke mezin ji sitranan, ji milê hunerî ve zerer li te nekir?
Belê, gelekî! Min salê sê kaset dadigirtin. Eger tu ya rast jî bixwazî, wê demê bêhtirî xwe bazirganî bû, me kaset dadigirtin û difirotin. Me gelekî guh nedida helbest û awazên xweş, hema me digot bila were firotin.
– Bibûre mamoste, carê çîrokeke xweş li ser te dihat gotin: Mirovek çû tomargeheke kasetan, îcar kaseteke Faris Bavê Fîras ji xwediyê tomargehê xwest. Xwediyê tomargehê jê pirsî: “Te kaseta sibehê divê, ya esrê yan jî ya êvarê?” Ji bo vê çîrokê çi dibêjî?
Belê ev rast e. Selah Resûl ev gotin belav kir. Tomargeheke wî hebû, xelkê kasetên min jê dixwestin û wî jî ev pirs ji wan dikir.
– Di sitranekê de herî zêde kîjan girîng e: gotin, deng an jî awaz?
Herî pêşîn deng e. Deng mirovan dike hunermend, gava tu dibêjî ev kes hunermend e, ango mirovekî dengxweş e. Ya duyan divê gotin xweş bin û ya sêyan jî awaz in. Gava her sê xweş bin û li hev biguncin, ew sitran namire.
– Ji hunermendên kurd kê bandor li te kiriye, yan jî di destpêka xwe de herî zêde te li kê guhdar dikir?
Ne babeta bandorê, lê di destpêkê de min baş li hunermend Se’îd Yûsiv guhdar dikir. Gotin û awazên wî xweş in.
– Ji hunermendên roja îroyîn, tu li kê guhdar dikî?
Ez li hunermendên kurd guhdar nakim. Asta hunermendên kurd nedigihe asta yên ereban ne jî digihe asta yên tirkan. Dengên xweş li nav kurdan hene, lê şêwaz û awaz ne xweş in. Ji hunermendên berê: Se’îd Yûsiv, Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz û Se’îd Gabarî jîr bûn. Dema ez dibêjim hunera kurdî negihaye asta ya erebî û tirkî, herî pêşîn ez li ser xwe dibêjim.
Di nava kurdan de Ûsivê Çelebê yê yekê ye, “reqem yek e”.
– Di dema we de guhertinên berbiçav di warê hunerê de çêbûn, deng û rengên nû peyda bûn. Tu çawa dikarî li ser wê pêvajoyê biaxivî?
Destpêkê tembûra çardehperde bû, Ûsivê Çelebî hostayê wê bû. Gerek e Ûsivê Çelebî di dîroka kurdan de her û her zindî bimîne, mirovekî pir şareza bû. Rast e nexwenda bû -nedixwend û nedinivîsî- lê hejmareke mezin ji sitranan got û tenê yeke nexweş jî nesitra. Di nava kurdan de Ûsivê Çelebê yê yekê ye, “reqem yek e”. Paşê Se’îd Yûsiv amûra biziqê bi kar anî, wî jî hunereke bilind pêşkêş kir.
– Te helbestên kê û kê bi awaz kirine û sitrane?
Awaz hemî yên min in, lê helbest ên Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Melê Darî, Mihemed Eliyê Hiso, parêzer Xelîl û çendên din in.
Ez dibêjim 500 sitranên min hene.
– Bi hejmar, te çend sitran tomar kirine?
Bi hejmar ez nizanim, lê 50 kasetên min hene, di hin kasetan de 8 sitran û di hinan de 12 sitran hene. Ez dibêjim 500 sitranên min hene.
– Di roja îroyîn de tu çawa rewşa hunerî li Rojavayê Kurdistanê dinirxînî?
Aniha baş e, hunera Rojava li pêş ketiye. Kêfa min bi xwe ji Şeyda û Sefqan re tê, dengê wan xweş e û awazên wan jî.
– Ji bo demên bê, çi projeyên te hene?
Ev sê sal in ez hinekî bi dûr ketime; gelek merivên me hem li Rojava hem li Herêma Kurdistanê şehîd bûn, ji vê yekê dilê min pê ne xweş bû ku sitranan bibêjim.
– Gelek qewam û bûyer li Rojavayê Kurdistanê rû dan. Te tiştek ji Rojava re nesitra?
Min sitranek li ser Qamişloyê got. Min digot ez ê li ser Efrînê û hin deverên din jî sitranan çêkim, lê ez nexweş ketim, ev heye sê sal ez nexweş im.
– Li Rojavayê Kurdistanê gelek guhertinên berbiçav çêdibin û gelek pirsên bêbersiv jî hene. Bi dîtina te, em ber bi kû ve diçin û ji bo demên bê çi pêşbîniyên te hene?
Dema ez biaxivim, divê ez têkevim çarçoveyeke siyasî û li vê derê jî siyaset “ne merxûb e”. Gelek tişt di dilê min de hene, lê nikarim bibêjim. Eger ez bibêjim, dengê min dê dûr biçe. Ez ne geşbîn im, reşbîn im. Hetanî ku zilhêzên cîhanê tiştekî berbiçav û xuya pêşkêşî me nekin, geşbînî bi min re çênabe. Pirsgirêka herî mezin ew e ku em ne yek in, ji ber vê yekê jî tu kes piştgîriya me nake. Em koleyên xelkê ne û dijminên hev in. Hêviya me bi rewşenbîrên welatparêz gelekî mezin e, lê rewşenbîrê newelatparêz metirsî û xetera wî gelekî mezin e.
Bi yek gotinê:
– Gotina herî xweş ji bo te çi ye?
Azadî di ser her tiştî re ye. Eger welat jî hebe lê azadî tune be, dîsa vala ye.
– A herî ne xweş?
Bindestî.
– Kêliya ku tu carî ji bîr nakî?
Tişta ku hetanî sax im ji bîra min naçe: Mirovê ku min ew wekî birayekî ji xwe re didît, tam berovajî nerîna min derket.
– Eger di dinyayê de her tişt bi destên te ve werin, tu yê çi bikî?
Xwedê wekal e hin mirov hene, kuştina wan helal e.
– Dixwazî bi rêya hunera xwe çi peyamê bigihînî?
Dixwazim bi hunera xwe wê peyamê bigihînim ku heçî hunermend e divê ku rewşenbîr be û rêyeke zanistî bişopîne.
– Di jiyana xwe de tu li çi poşman bûyî?
Keçek hebû kêfa min jê re dihat, ji dest min dihat lê min ew nexwest, paşê ji dest min çû…
– Tu yê rojekê ji rojan geşta xwe ya hunerî bidî rawestandin an na?
Erê. Hetanî aniha hêj jî dikarim, lê dema min dît ku nema dikarim, ez ê rawestim. Ez ê binivîsim û awazan jî deynim, lê weku deng belku rojekê ji rojan rawestim.
– Tu yê careke din venegerî gundê xwe?
Belê, ez ê vegerim.
– Gotina dawî.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 736 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 10-12-2024
Gotarên Girêdayî: 12
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 15-07-2018 (8 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 96%
96%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 736 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.454 çirke!