Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,336
Wêne
  124,191
Pirtûk PDF
  22,101
Faylên peywendîdar
  126,111
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,178
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Hemû bi hev re 
274,435
Lêgerîna naverokê
Partî û Martî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Partî û Martî
#Helîm Yûsiv#

Nerîneke rexneyî li partiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê
“ Îca ev partiyên ku îro li Rojavayê Kurdistanê weku partî têne naskirin, ew bi rastî partî ne, yan jî tiştin mîna partiyan e, bi gotineke din, gelo ev partî ne yan martî ne?”
Di welatekî de ku “qanûna partiyan” lê tune be, pir dijwar e ku mirov karibe pîvanên avakirina partiyekê bizanibe. Li Sûriyê qanûneke bi vî navî tunebû, lê herdem partî hebûn. Em ê di vê nivîsê de taybetiya birêveberiya partiya Baas ku ji zêdeyî çil salî ve li seranserê Sûriyê desthilatdar e, deynin aliyekî û tenê behsa partiyên Kurdan bikin. Serxwebûna Sûriyê ji hêzên Firensî yên dagîrker di 1946 ê de hate eşkerekirin. Leşkerên Firensiyan ji nav xaka Sûriyê derketin û di hundir deh salan de bi sedan bûyerên giring li vî welatî çêbûn, lê dîsa jî yek rêxistin an partiyeke Kurdan li wî welatî çênebû. Piştî yazde salan û di dema yekîtiya Sûriyê û Misrê de, di sala 1957 ê de yekemîn partiya Kurdan bi awayekî “illegal” hate ragihandin û ji wê salê ve û heta niha her ji çend mehan partiyeke nû çêdibe û carinan jî hin partiyên kevin winda dibin. Hin partî ji hev perçe dibin û her perçeyek xwe weku partiya resen dibîne, wisa jî hin perçe bi demê re tev li hin perçeyên din dibin û hin jî dihilin û namînin. Xala hevbeş di nav hemû partiyan de ew e, ku ne bi awayekî “qanûnî” hatine damezrandin. Lê her partî ji wan jî xwe mafdar û qanûnî dibîne, ji ber ku ew ji bo bidestxistina mafên miletekî bindest hatine avakirin. Li vê derê divê em du mijaran ji hevdu cihê bikin, yek jê mafdariya avakirina partiyan e. Bê guman ev mafê xwezayî ji bo her kesekî yan keseke di civakeke demukrat û vekirî de dijî. Mijara din li ser bingeha pirseke weha tê holê; gelo ev rêxistin yan ev kombûna ku ava dibe partî ye, yan jî tiştekî ku dişibe partiyê lê ne partî bi xwe ye. Di kurmanciyê de peyva martî wê wateyê dide. Anku Kurd ji tiştên mîna kêrê re dibêjin kêr mêr û ji tiştên mîna dîwar re dibêjin mîwar û herwisa. Îca ev partiyên ku îro li Rojavayê Kurdistanê weku partî têne naskirin, ew bi rastî partî ne, yan jî tiştin mîna partiyan e, bi gotineke din, gelo ev partî ne yan martî ne?
Eger partî bin, li welatekî mîna Elmanyayê ku hejmara xelkên wê heyştê û du milyonan derbas dike tenê pênc an jî şeş partî li seranserê welêt hene û li Rojava ku hejmara xelkên Kurd çar milyonan derbas nake çawa zêdeyî sîh û sê partiyan dikarin hebin. Her çendî em sedeman zanibin, dîsa jî ne ji bo beramberkirinê, lê ji bo bibîrxistinê em vê mînakê didin. Wekî din giringtirîn pirs di vê çarçovê de pirsa danasîna partiyê ye. Gelo partî çi ye?.
Di bersiva vê pirsê de, wê zelalî jî bê holê. Lê ji ber ku bersiveke amade û danasîneke weha destnîşankirî li ber destên me nîne û ji bo em nekevin nav gerîneka danasînên teyorîk, em ê rasterast behsa cudayiyan bikin. Li Elmanyayê li cem van pênc partiyan mirov li pênc rêbaz û nerînên cihêreng û di her warî de, rast tê. Weku mînak her partiyek xwedî pirojeyên taybete yên di derbarê siyaseta civakî, ya aborî, ya leşkerî, ya çandî, ya perwerdê, ya birêveberiyê, ya bacê û ya li hember xerîban…. û ya… û ya siyasî û herwisa. Dema em berê xwe bidin partiyên Kurd û li pirojeyên wan binerin, mirov digihêje encameke din. Partiya Kurdî li Rojava ne di warê civakî, ne jî aborî, ne jî di warê perwerdê de, ne jî di qada çand û hunerê de, ne jî di ti warên din de, xwedî piroje ye. Tenê – qenc xerab – xwedî pirojeyeke siyasî ye û vê dawiyê jî pêdivî bi aliyê leşkerî çêbû. Di dema destpêkê de perçebûnê xwe dispart têgehên çep û rast û bêalî û dûre jî xwe sipart nêzîkbûn û dûrbûna ji marksîzim û Lênînîzmê û vê dawiyê jî xwe dispêre palpişta partiyên mezin yên Bakur û Başûr. Balkêş e ku zêdeyî pêncî salî di ser karê siyasî yên van partiyan re derbas bûye, lê heta niha jî yek partî bi awayekî wisa zelal û vekirî nebûye xwedî pirojeyekî çandî yan jî zimanî û li vê pêdiviya Kurdan ya lezgîn xwedî derkeve, tev li siloganên neteweyî yên her partiyê ku dixwaze xwe ji ya din şayîktir bike. Bi vî awayî hetanî ku rêxistinek nebe xwedî pirojeyên berfireh ku hemû qadên jiyana miletekî bidin ber xwe, ew nikare bibêje ku ew partî ye. Tunebûna ramanên cihê li cem partiyekê pirsa hebûna wê partiyê tîne holê.
Çi pêdivî bi partiyeke bê piroje yan jî bê imkanên pêkanîna pirojeyan, heye?
Çi pêdivî bi partiyekê heye ku ew bixwe mîna partiyeke dine û nakokî tenê di helwesta li hember kesekî yan jî aliyekî de ye?
Ev nivîs ne ji bo biçûkxistina ti partiyeke Kurd hatiye nivîsandin. Lê di heman demê de ew balkişandineke ber bi nenormalbûna rewşa partiyên ku li şûna bi pirojeyên xwe Rojavayê Kurdistanê bi pêş ve bibin, ew dibin bar û mîna keleman di pêşiya her pirojeyekî pêşxistinê de xwe didin pêş. Herweha balkişandineke ber bi xalên hevbeş ve ye, yên ku kêm zêde li cem hemû partiyan hene.Îca kîjan partî ji yên Rojavayê Kurdistanê bi rastî partî ye û dikare di vê qonaxa dîrokî de bibe xwedî rol û kîjan jî tenê navê partiyê li sere û destekî pûçe di pêvajoya cihbicihkirina pirojeyên cihê de?. Bersiva vê pirsê di du qadên cuda de xwe eşkere dike, yek jê hebûna pirojeyan e û ya din pêkanîna wan a li ser erdê ye.Beşekî mezin ji van partiyan ji van herdu qadan bêpar in, lê dîsa jî wekî partî têne binavkirin. Çare çi ye?. Divê bersiva vê pirsê ji dezgeh û aliyên li Rojavayê Kurdistanê xwedî rol in bê dan.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 475 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 08-12-2024
Gotarên Girêdayî: 21
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 04-03-2015 (11 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 08-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 475 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.188 çirke!