Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,485
Wêne
  124,229
Pirtûk PDF
  22,106
Faylên peywendîdar
  126,130
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Xwendinek Cihê Ji Bûyerên Mehabadê Re
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Xwendinek Cihê Ji Bûyerên #Mehabad# ê Re
#Helîm Yûsiv#

Dîmenê keça Kurd Ferînaz Xosrewanî ku xwe bi dîwarekî otêlê ve daleqndibû û ketina wê ya ji jor ve, ya hemêza mirineke sar, wê heta demeke dirêj di xeyala milyonên mirovan de bimîne. Bûyerê bi awayekî trajedîk, lê pirwate xwe pêşkêşî xeyala miletekî bindest, perçebûyî û birîndar kir. Ka em bi hev re li aliyên vê pirwateyiyê binerin:
– Qurbanî jin e
– Jineke Kurd e
– Ji ber tecawuzkaran direve
– Tecawuzkar bi xwe endamên rêjîmê ne
– Xwekuştineke li ber tava rojê û li ber çavên xelkê ye
Gava em van aliyên mijarê hemuyan bînin cem hev, ku li dewleteke mîna Îranê diqewime, pê re jî rewşa Rojhilatê Kurdistanê bînin bîra xwe, mijar berfirehtir û kûrtir dibe. Bi hesanî mirov dikare texmîn bike ku bûyerên li pey xwekuştina Ferînaz bên, wê ne tenê şewitandina wê otêla cihê tawanbariyê be. Ji ber vê jî bûyer ne bi otêlê û ne jî bi Mehabadê tenê bi sînor nebû û her û her mesele berfirehtir dibe. Vê bûyerê xweşewitandina Abûezîzî yê tûnisî anî bîra hinekan û serhildana Qamişlo anî bîra hinekên din. Di vê nivîsê de, ez ê hin pêşbîniyên xwe li ser vê bûyerê û encamên ku wê bi xwe re bîne, li gor xwendina xwe jê re, li ber çavan raxînim.
Ferînaz Ne Abûezîzî Ye û Îran Jî Ne Tûnis e
Her çendî hinek aliyên her du bûyeran nêzîkî hev in, her du qurbaniyên zordariya rêjîma desthilatdar in. Yek ji bo astengiyên aborî û yek ji bo astengiyên exlaqî ku ji hêla zilamên rejîmê ve têne cihbicihkirin, xwe dikujin. Her du kuştin li kolanê diqewimin û mîna derbirînekê di ber wijdanê giştî yê civakeke çewisandî de xwe nîşan didin. Hem bêhna redkirinê û hem jî bêhna şermezarkirin û serhildanê ji wan tê. Herweha beza ber bi kolanê ve mîna hewarekê xwe nîşan dide. Abûezîzî bi şewitandina xwe ya li kolanê xwe wekî lehengekî destanên trajedîk, ku di ber her kesê belengaz û perîşan û baskşikestî de xwe li ber çavên wan dişewitîne. Ferînaz jî, gava ku ji pencereya qata jor ya otêlê ber bi kolanê ve direve, hewara xwe dibe ber destên xelkê. Bi gotineke din hewara xwe dibe ber destê civakê, lê di encamê de kesek bi kêrî wê nayê û xwe li ber çavên wan davêje erdê û can dide. Dema em hinekî din li rewşa her du kesan hûr bibin, em dibînin ku Abûezîzî endamê civakeke Ereb e, Tûnisî ye. Li welatê wî diktatorekî hejhijî desthilatdar e, ku pişta xwe nade ti îdolojiyên girtî û radîkal. Wisa jî hewaya “Bihara Ereban” êdî serê xwe ji bin ariya dehên salan derxistibû û zemîna serhildanên berfireh amade bibû. Li aliyê din Ferîzan, endama civakeke bindest e, kurd e. Hejmara Kurdan jî li wî welatî ji sedî dehan derbas nake. Wisa jî ti nîşanên ku wê miletên îranê yên din jî ji bo bûyereke bi vî rengî bilivin, tevbigerin yan jî serî hildin, ji binî ve, tune ne. Ji bilî ku rêjîma Melleyan xwe dispêre îdolojiyeke oldarî yî hişk. Baweriya min ew e, ku çiqasî serhildan û meşên pirotestoyî berfireh bibin, wê sînorên bajarên kurdan derbas nekin. Bi vî awayî jî wê ti encameke wisa berbiçav neyê bidestxistin.
Serhildana Qamişlo û Serhildana Mehabad
Xala hevbeş ya di navbera herdu serhildanan de ew e, ku her du jî jixwebere û bê pilan û bêyî ku destê rêxistinên siyasî tê de hebe hatin holê. Wisa jî li du cihên – otêl û stadyoma futbolê- ku têkiliya wan a rasterast bi siyasetê re tune ye. Tevî ku serîhildanên kurdên Rojhilat hetanî vê kêlîkê ewqasî berfireh nebûne û negihiştine wê radeya ku mirov bide beramberî serhildana Qamişlo, ku di demeke kin de li hemû herêmên kurdan yên Rojava û li Sûriyê belav bibû, lê dîsa jî em ê nirxandina xwe bi peyva eger destpê bikin. Eger hat û ev serhildan wisa berfireh bû û li hemû herêmên kurdan li Rojhilatê Kurdistanê belav bû, gelo wê çi encamê bi xwe re bîne?. Di bersivdana vê pirsê de divê em encamên serhildana Qamişlo bînin bîra xwe. hejmara şehîdên serhildanê heta niha ne diyar e, lê li derûdora sîh şehîdî ye. Hejmara girtiyan ber bi du hezarî ve bilind bibû. Hêzên ewlekariyê û desthilatdariyê li herêmên kurdan dest bi tolhildanê kirin û rewşa kurdan ji berê xerabtir kirin. Li ser erdê, ji hêla siyasî ve, tiştek nehat guhertin. Dibe ku qezenca wê ya herî berbiçav ew bû, ku dîwarê tirsê hate hilweşandin û hinekî be jî doza kurdan li hundir Sûriyê ji cîhanê re hate ragihandin. Divê ev jî bê gotin, ku li yek bajarê ne kurd li Sûriyê pênc kes jî bin ji bo piştgiriya kurdan derneketin kolanan û duwazdeyê Adarê tenê mabû bîranînek.
ji ber vê û ji ber Ferînaz Kurd e, wê bandora vê bûyerê sînorên “Kurdistana îranê” derbas neke. Wisa jî bawer nakim ku deh kesên ne kurd li seranserê Îranê tiliyeke xwe jî ji bo piştgiriya kurdan bi xwîn bikin. Ji lew re, wê ev serhildan heta demekê berdewm bikin, berfireh bibin û wê bi awayekî xwînî û hovane bêne pêşwazîkirin. Lê di encamê de wê tiştekî berbiçav neyê bidestxistin. Her çendî mesele germ bibe, dibe ku qurbaniyên kurdan jî zêde bibin. Wisa jî bêhtir zirarê bidin mal û milk û canên wan.
Li şûna Encamê
Di halê hazir de, ji ber ku bûyer hîn lidar e mirov nikare behsa encaman bike. Her çendî ez bi xwe aliyên neyênî û bizirar û êşkişandin bêhtir dibînim, lê bê guman ewê bi xwe re encamin erênî jî bîne. Di serî de şikenandina bêdengiya mirinê û amadekirina zemîna xwerêxistin û birêvebirinê. Metirsiya herî mezin ew e, ku li hember rêjîmeke weha hov û xwînrij kurd xwe tenê bibînin. çawa ku li Rojavayê Kurdistanê tev li serhildana xwe, kurdan nikarîbû tiştekî bidestbixînin, hetanî ku agirê serhildan û şoreşê li sernaserê Sûriyê belav nebû, wê li rojhilatê kurdistanê jî, bêyî ku miletên îranî li seranserê wî welatî serî hildin, wê kurdên Rojhilat nikaribin tiştekî bidest bixînin.
Her çendî ev xwendina min ne li gor dilê hin xeyalperestên kurd be, lê dîsa jî ez ti berjewendiyên kurdan di vekirina eniyeke şer de li hember rêjîma Îranê , di vê demê de, nabînim. Bi gotineke din, ji kurdan tê xwestin ku tenê, bêyî beşdariya miletên din yên îranê, neyên hember rêjîmê û qirika xwe wisa nedin ber kêra wan. Navenda dewletê bi destê kurdan bi tenê nayê hejandin, ji ber vê dema kurd bitenê bin, wê bi destê hesinî yê navenda dewletê bêne perçiqandin û wê dilê kesekî din jî bi wan neşewite. Hemû serboreyên dîroka me ya nêzîk vê dibêjin, destpêkê û berî her tiştî xwebihêzkirin, xwebihêzkirin û dîsa xwebihêzkirin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 474 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 07-12-2024
Gotarên Girêdayî: 26
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-05-2015 (11 Sal)
Bajêr: Mehabad
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 474 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.547 çirke!