Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya
Hevkarên me
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Statîstîk
Babet
  600,825
Wêne
  126,618
Pirtûk PDF
  22,390
Faylên peywendîdar
  132,982
Video
  2,209
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,482
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,766
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,157
عربي - Arabic 
46,850
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,894
فارسی - Farsi 
17,491
English - English 
8,630
Türkçe - Turkish 
3,891
Deutsch - German 
2,068
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
368
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
4,026
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,849
Kurtelêkolîn 
7,070
Şehîdan 
4,649
Enfalkirî 
6,231
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
20
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
12
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,753
PDF 
35,242
MP4 
4,322
IMG 
241,559
∑   Hemû bi hev re 
283,876
Lêgerîna naverokê
Niha kî êrîşî kurdan dike?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Niha kî êrîşî #kurdan# dike?
Sultan Tamo

Li Rojavayê Kurdistan, ev Sê sale şoreşek rasteqîn heye. Berdewamî û rastkirina şoreşa gelê Sûrî ku ji zarokên Deraa destpêkiribûn, lê bi destwerdana hêzên herêmî mîna Qatar û Saûdiyê û dewleta Tirk hate fetisandin, û zîvirî qadeke şerê hêzên tarî û tundrew, ku tenê gelê Sûrî li Deraa, Heleb, û Hums qelenê wê bi xwîna xwe dan. Lê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistan, êşa gelê Sûrî bi giştî pê re par vekir, lê dixwest bêje ku nasnameya min jî heye, rengekî din, çandeke din, dîrokekî min ya kûr heye, û ez ê vê şoreşê bi rengê xwe û raman û rêbazên xwe yên welatparêzî bidim meşandin, bê ku ez bibim xulamê tu welatên herêmî. Bi vê rêbazê Rojavayê Kurdistan, dikarîbû civaka xwe bi rêxistin bike û saziyên xwe ava bike, û hêzên parastinê mîna YPG û Asayişê bide avakirin, û li hember çemberê û lîstikên dijminan, û êrîşên rêxistinên terorîst mîna Daiş û Cebhet Al-Nusra û Ahrar-Alşam, tenê bi çanda berxwedanê û hêviya serkeftinê û fedekariyek mezin bi ser bixe û Rojavayê Kurdistan biparêze.
Di demê borî de, her dijminekî Kurdan mîna rêjîma Baas û dewleta Tirk, dema dixwest êrîşî kurdan bike, rêxistinên tunderew mîna Cebhet Al-Nusra û Daiş û gelek rêxistinên din, bi çek bike û rê ji wan re veke ku, êrîşî Kurdan bike û rê nedin ku Kurd hêza xwe çêbikin û xwe berfereh bikin, ev yek li deverên cuda cuda derket holê. Ji Serê Kaniyê bigir ta Cezaa, ta herî dawî li Kobanê û Hesekê, pir diyar û eşkerebû ku kî bi navê Daiş êrîşî Kurdan dike. Destana Kobanê ku, Xort û Keçên Kurd bi wxîna xwe nivisandin, yek ji bêbextiyên ku rêjîma Sûrî û dewleta Tirk li hev kiribûn û yekser destê wan li pişta Daiş bû. Rêjîma Sûrî ku Sê baragehên xwe yên leşkerî radestî Daiş kirin ku êrîşî Kobanê bikin, di heman demê de hevkariya dewleta Tirk û Daiş pir bi wêne û vîdeo hatin piştrastkirin, û Erdogan pir eşkere digot: “Du saat mane, ew ê Kobanê bikeve”. Ya ku bala me dikşîne ewe ku, di dema li darxistina zinara Erebî de, û anîna Erebên Firat ber bi herêmên Kurdan de, dîsa dewleta Tirk sînorê xwe asê kiribû, weke ku çawa vê dawiyê tankên wan di ser Kobanê re bûn. Ev dihêle ku mirovê Kurd bighêje vê rastiyê “çiqasî dijminên Kurdan, dijatiya hev bikin, lê ew li hember Kurdan herdem yek in”.
Piştî berxwedaneke mezin ku Cîhan pê hejiya, YPG û YPJ û Pêşmerge û bi alîkariya hevpeymana navnetewî, dikarîbûn Kobanê paqij bikin û çeteyên Daiş ji herêmên xwe dûr bixin, û korîdorek bi xwînê di navbera Kobanê û Cizîrê de bidin vekirin, bi rizgarkirina Girê Sipî û gavek li ser rêka yekbûna herdû kantonan bidin avêtin. Rizgarkirina Girê Sipî û dûrxistina çeteyên Daiş ji herêmên Kurdî, û pêve girêdayî sekeftina partiya HDP di hilbijartinên Tirkî de, dîsa dijminên gelê Kurd har kirin. Rêjîma Sûrî ku herî dawî bajarê Tedmur û cebilxaneyên mezin yên çekan radestî çeteyên Daiş kirin, û amadekariya êrîşên berfereh li bajarê Hesekê kirin, ku niha di vê rojê de pêk tê, pêve girêdayî ew çeteyên Daiş ku ji Girê Sipî reviyan ber bi Tirkî de, ji hêla dewleta Tirk hatin bi çek kirin û derbasî Kobanê bûn, û komkujiyek ku 152 xelkên sivîl yên Kobanê bûn qurban. Daiş tenê alavek ku dijminên gelê Kurd li hember Kurdan wê bi kar tîne, pir eşkereye ku rêjîma Sûrî û dewleta Tirk vê nameyê dixwazin bidin Kurdan “em ji serkeftinên we û destkeftiyên xemgîn û kîndar in, û tucarî vê yekê qebûl nekin, û em ê ewlekariya herêmên we xirbikin”, serokê Tirkî Erdogan ev yek pir eşkere di gotina xwe ya dawî de got, û rêjîma Sûrî pir vekirî, serokê Êlên Ereba yên girêdayî xwe şandin Îran, ji bo destek girtina leşkerî û maddî û bi çekkirina wan ku, şerekî di navbera Kurd û Ereban de vê carê bidin derxistin. Îro li Hesekê ev lîstik tê meşandin, dibe sibe li Tirbespiyê û Girkê legê be, çima ewê rojekê ne li Qamişlo be? Herî dawî eşkere bû ku hemû pîlanên dijmin bi rêka van rêxistinên İslamî û tunderew, bi armanca binxistina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye, û Daiş dijminekî demkurt yê gelê Kurde. Lê dijminên dîrokî û demdirêj û bêbext rêjîma Sûrî û dewleta Tirke, û van herdû dijminan, Daiş ji xwe re bikar tanîn li hember Kurdan.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 887 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 07-12-2024
Gotarên Girêdayî: 51
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-07-2015 (11 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras HisoA.H.) li: 07-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 08-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 08-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 887 car hatiye dîtin
QR Code
Zêdetir
  

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.5
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.782 çirke!
Hêvîye pîçekê xu lê bigire