Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,331
Wêne
  124,196
Pirtûk PDF
  22,102
Faylên peywendîdar
  126,117
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Tirkiye naxwaze Kurd li ti cihekî bibin xwedî maf
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mîthat Sancar
Mîthat Sancar
=KTML_Bold=Tirkiye naxwaze Kurd li ti cihekî bibin xwedî maf=KTML_End=
Mîthat Sancar

Hewlêr (K24) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li ser pîvan û krîterên HDPê yên ji bo piştgiriya namzetê Serokomariya Tirkiyê ragihand, di deklarasyona partiya wan de 11 xal hatine eşkerekirin, eger namzetekî Serokomariya Tirkiyê wan xalan qebûl bike, ew dikarin piştgiriya wî namzetî bikin.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar beşdarî bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê bû û li ser hilbijartinên Tirkiyê û çendîn mijarên girîng ên girêdayî Bakurê Kurdistanê û pirsa Kurd, bersiv da pirsên Cemal Batun.
=KTML_Bold=NAMZETÊ SEROKOMARIYA TIRKIYÊ=KTML_End=
Li ser pirsa Eger maseya şeşalî ya opozîsyona Tirkiyê, namzetek ne li gor pîvanên HDPê diyar bike, gelo helwesta HDPê li hember wî namzetî çawa be? Mîthat Sancar ragihand: “Berî 14 mehan, me deklarasyonek ragihand, di deklarasyonê de, me polîtîkaya xwe ya derbarê Tifaqa Demokrasiyê de eşkere kir û stratejiya me ji bo hilbijartinan di vê deklarasyonê de heye. Ji bo hilbijartinên parlamentoyê, em dixwazin tifaqeke mezin ava bikin, navê vê tifaqê, me danîbû 'Tifaqa Demokrasiyê', niha me tifaqek ava kir, navê wê jî 'Tifaqa Ked û Azadiyê' ye, em dixwazin bi tifaqa xwe, wek partî di hilbijartinên parlamentoyê de beşdar bin, niha şertên me hene û gelek mesele jî hene ku ji bo em muzakere bikin.”
Sancar diyar kir: “Em û ev maseya şeşalî, em ne wekhev in, polîtîkaya me, polîtîkaya sêyemîn e, ev xeta me ya bingehîn e, ji bo vê em ne wek van tifaqan in, ne wek Tifaqa Miletê ya şeş partiyan in, rêya me rêya sêyemîn e. Ji bo hilbijartinên Serokomariyê, stratejiyeke din heye, em dikarin li ser vê jî biaxivin.”
Li ser mijara pîvan û krîterên HDPê ji bo namzetê Serokomariyê jî eşkere kir: “Me deklarasyona xwe li ser 11 xalan ava kir, ez dixwazim hinek ji van xalan dubare bikim. Em pêşî dibêjin; demokrasiyeke bihêz, dadperweriyeke bêalî û serbixwe, Qanûna Bingehîn a demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk, di aboriyê de edalet, di raya giştî de lêheqî, wisa di deklarasyona me de 11 xal hene, eger namzetek derkeve, van xalan qebûl bike, em dikarin di hilbijartinên Serokomariyê de alîkariya wî namzetî bikin.”
Mîthat Sancar diyar kir: “Ji bo vê yekê jî em dixwazin bi maseya şeş partiyan diyalog û muzakere bimeşînin, divê ev muzakere û diyalog jî vekirî bin, eşkere bin, ne li pişt deriyan bê meşandin, eger em li hev bikin, em amade ne ku alîkariya namzetê wan bikin, ev namzet bikare bibe namzetê me hemûyan. Pêşî divê em muzakere û diyalog bimeşînin. Ev muzakere û diyalog vekirî be. Bila li ber çavê gel be, her kes zanibe em li ser çi diaxivin, li ser çi em muzakere dikin, armanca me çi ye. Eger em wisa bimeşin û eger maseya şeş partiyan jî qebûl bike, em dikarin li hev bikin.”
Li ser pirsa Eger namzetê ku maseya şeş alî deyne, ne li gor pîvanên HDPê be, gelo HDP dê namzetê xwe derbixe?” Mîthat Sancar eşkere kir: “Em niha li ser vê mijarê jî nîqaşê dikin û xebatên me jî hene, eger namzetekî li gor vê çarçoveyê dernekeve, em ê namzetê xwe derxînin. Demeke dirêj e, em li ser namzetê xwe nîqaş dikin. Em naxwazin tenê komîsyon biryarê bidin, divê namzetê gel, li gor meyl û xwestekên gel were hilbijartin, ji bo vê jî em hevdîtinên bi gel dikin, bi saziyên sivîl dikin, em dixwazin namzetê me, ne tenê di komîsyona me de were hilbijartin, em dixwazin ev namzet namzetê hezê hemû demokratîk be.”
=KTML_Bold=DOZA GIRTINA HDPÊ=KTML_End=
Li ser doza derbarê girtina HDPê û gefên blokkirina hesabên wê yên xezîneyê de, Sancar diyar kir: “Alternatîvên me hene. HDP partiyeke xwedî kevneşopiyeke xurt û dîrokî ye, gelek caran bi girtina partiyan, xwestin vê kevneşopiyê têk bidin, lê ew bi xwe têk çûn. Divê baş bê zanîn ku ev hewldan jî dê bê encam bin. Em bi xwe û gelê xwe û nirxên xwe bawer in. Ev doz ne dozeke hiqûqî ye, ev doz li hember me, dozeke siyasî ye, her kes dizane ku ev wisa ye. Jixwe biryara ku ji vê dozê derkeve, dê ne li gor pîvanên hiqûqê, li gor şerta siyasî ya rojane derkeve, ev eşkere ye û her kes dizane. Em ê hemû alternatîvan biceribînin. Li ser vê meseleyê jî em dixebitin, hevalên me xebatên xwe didomînin, me hemû rê û rêbazên ku em bikarin rola xwe ya dîrokî ya di hilbijartinên parlamentoyê de bilîzin, ava kirine. Her çare li ber me ye, em gelê xwe bêalternatîv nahêlin. Haziriya me heye û alternatîva me heye.”
=KTML_Bold=HELWESTA HDPÊ LI HEMBER OPERASYONÊN TIRKIYÊ YÊN LI BAŞÛR Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ=KTML_End=
Derbarê operasyonên leşkerî yên Tirkiyê de ku li Başûr û Rovajayê Kurdistanê pêk tîne, Sancar diyar kir: “Bi salan e, desthilata AKP û MHPê di hundir de zordarî û li derve jî polîtîkayên şer dimeşîne, vê polîtîkayê ji bo domandina desthilatdariya xwe dikin, lê ji gelan re derewan dibêjin. Em dizanin bi vê operasyonê, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, ev ne çare ye, ev operasyon hemû, li Başûrê Kurdistanê û li Rojava pirsgirêka Kurd hîn girantir dikin û hîn mezintir dikin. Em dibêjin çareserî bi siyasetê ye, çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd hewce ye. Divê em vê rêyê ava bikin, bi şer ev pirsgirêk nayê çareserkirin.”
Mîthat Sancar destnîşan kir: “Sedema van êrîşan ew in ku desthilatdar naxwazin Kurd li ti derê dinyayê bibin xwedî heq û edaletê. Dixwazin Kurd sedsaleke din jî bê statû û bê maf bimînin. Hûn dizanin berî sed salan peymana Sykes-Picot hebû, li gor vê peymanê, ev sed sal in Kurd bê statû û bê heq man, niha dixwazin ev rewş sedsaleke din jî bidome.
Herwiha diyar kir: “Naxwazin Kurd li Rojava ji bo statûyekê ava bikin û bi heqê xwe û bi edaletê jiyana xwe bimeşînin. Ev operasyon ne tenê li dijî Rojava ye, ne tenê li Herêma Kurdistanê ye, ev li hember hemû gelê Kurd e, ev desthilatdar naxwazin Kurd bi heqê xwe û statûya xwe jiyana xwe ava bikin û bimeşînin. Em dibêjin 'ev ne çare ye, divê hemû operasyon werin sekinandin, niha dema diyalogê ye, muzakereyê ye û siyasetê ye. Qet li dinyayê şer bi şer nehatiye çareserkirin, hemû şer di dawiyê de bi muzakere û diyalogê hatine çareserkirin. Ev şer jî encax wisa were çareserkirin, ji bo vê em dibêjin ev operasyon pirsgirêka Kurd mezintir û girantir dike. Ev desthilata AKP û MHPê dixwaze, vê polîtîkayê ji bo hilbijartinên xwe jî li hundir, avantaj ava bikin.”
=KTML_Bold=PÊWENDIYÊN HDPÊ LIGEL HERÊMA KURDISTANÊ=KTML_End=
Li ser pêwendiyên HDPê ligel Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Nûnertiyeke me li Başûrê Kurdistanê heye, carinan lijne û nûnerên me ligel rêveberên Herêmê hevdîtinan çêdikin. Gelek caran ev hevdîtin li gor şertên wê demê yên siyasî, kêm an zêde dibin. Baweriya me û daxwaza me ew e ku ev hevdîtin zêde bibin.”
Mîthat Sancar eşkere kir: “Îro gelek destkeftiyên Kurdan di bin xetere û rîskê de ne. Divê hemû gelê Kurd ê li hemû parçeyên Kurdistanê bizanin ku xelasiya we bi yekîtiya Kurdan e. Ji bo vê em dibêjin, daxwaziyên gelê Kurd ew e ku pêngavên yekîtiyê bên avêtin û hemû hêzên Kurdan li gor vê esasê tevbigerin, divê ne tenê hêz û partiyên Başûr, hemû hêzên Kurdan ji bo yekîtiyê bên cem hev û di navbera hemû hêzan de hevdîtin, diyalog û danûstandin dest pê bikin. Em wek partî wiha nêzî vê meselê dibin û çi ji destê me tê em dixwazin bikin, niha wextê diyalogê ye, wextê muzakereyê ye û wextê yekîtiyê ye.
Çend roj berê li Diyarbekirê ji ber daliqandina Ala Kurdistanê, hêzên asayîşê avêtin ser avahiyên partiyên Kurd, Hevserokê HDPê Mîthat Sancar derbarê vê mijarê de diyar kir: “Em eşkere dibêjin, polîtîkaya me û gotina me jî gelek gelek diyar e, ev êrîşên li ser partiyên Kurdan, heq dide gotina min ku 'ev êrîş ne tenê li ser HDPê ye, eger wext were, hemû Kurd û hêzên Kurdan ji vê êrîşê para xwe werbigrin'. Ev polîtîkaya vê desthilatê, polîtîkayeke li dijî Kurdan e, ew ferq naxin nav Kurdan, eger ev desthilat zor bikeve, li hemû partiyên Kurdan vê êrîşê dê bimeşîne. Ji ber vê yekê, em li vir jî, li Bakurê Kurdistanê jî, em dixwazin bi hemû partiyên Kurd diyalog bimeşînin, em dixwazin tifaq jî ava bikin, ji bo vê armancê, em hevdîtinan jî dimeşînin, em bawer in ku em ê di vê rêyê de bi ser bikevin.” [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 583 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 10
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 26-11-2024 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Peymana Sykes-Pico
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 27-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 583 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.18 KB 27-11-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!