Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,336
Wêne
  124,191
Pirtûk PDF
  22,101
Faylên peywendîdar
  126,111
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,178
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Hemû bi hev re 
274,435
Lêgerîna naverokê
Honandina Wateyê û Sazkirina Vegotinê di GORÇIYA NE EMê de
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Honandina Wateyê û Sazkirina Vegotinê di GORÇIYA NE EMê de
Honandina Wateyê û Sazkirina Vegotinê di GORÇIYA NE EMê de
Honandina Wateyê û Sazkirina Vegotinê di GORÇIYA NE EMê de
#Dilawer Zeraq#

Helbet dibe ku hemû merc û şêweyên vegotinê, bi hev re peyde bibin di vegotinekê an jî di çîrokekê de. Digel wê jî, ne şert e ku vegotineke çîrokî di ser yekê ji van re were avakirin.
Raberî
Vegotinên di kurmancîyê de, bi gelemperî pala xwe didin qewaman û behskirinên wan. Ev yek, ji mêj ve ye, ji vegotinên zargotinî û yên mythosî bi vir ve ye, wekî taybetîyeke karakterîstîk ya kurmancîyê hatiye zanîn û dîsa bi gelemperî honaksazîya vegotinan di ser vê taybetîyê re hatiye kirin. Loma ye, gelek caran, nirxandinên di ser vegotinên wêjeyî re tên kirin, bi ‘çiqewimînê’ û bi ‘çipêhatinê’ re eleqedar dibin û pirsên kartêker yên ‘çimabûn, çawabûn û biçirengîbûn’ê hinekî li paş perdeyê dimînin.
Vegotinên çîrokî yên wêjeyî, bi piranî li ser kes-tîp, karakter, seqaya rewşê, şûngeh (mekan), derûnîya kesên di çîrokê de û hevbandorî û hevpêwendîyên di navbera tişte û kirdeyên di çîrokê (an jî di vegotinê) de cî girtine, tê avakirin.
Helbet dibe ku hemû merc û şêweyên vegotinê, bi hev re peyde bibin di vegotinekê an jî di çîrokekê de. Digel wê jî, ne şert e ku vegotineke çîrokî di ser yekê ji van re were avakirin. Loma jî, berhemên wêjeyî, ji bo rexne û dahûranên li ser çîrok û vegotinên wêjeyî, berê me didin xwendin û balpêdanên pirhêlî û pirrehendî.
Wekî Warê Hebûn(îy)ê Şûngeh Di ‘Gorçiya Ne Em’ê De
Şûngeh di vegotinek an jî di çîrokeke wêjeyî de, bi praksîs, çalakî û demê re lihevkirî ye û bi awayekî gelemperî, her çend car caran şûngehên berayîn bin jî, bi awayekî hêmayî û watelêbarkirî tê afirandin û di her rewş û mercî de “şûngeh berhemeke civakî ye.” (Lefebvre, 2014; 60) Di vê çarçoveyê de, şûngeh ji hêla civakîbûneke xwe ya bêguman, “Kiryarîyên civakî dixe nava xwe” (Lefebvre, 2014; 63) û bi gelemperîbûna xwe ve, bi pratîka xwe ya li ser hilberînên civakî û kesaneyî, şûngehên taybet hildiberîne.
Her wisa, “ji ber ku her deqeke wêjeyî der heqê ‘nêrîn’ û ‘helwest’ê de ye”, di encamê de, ew tiştê ku wekî dewsgir di vegotinê de cî dide xwe, ‘şûngeh’ e.” (Emre, 2006, s. 177) Şûngehên ku bi wateyeke hebûn(îy)ê, ji bo mirovan şûna xwelêgirtinê û xwepêheyîkirinê ye, kirin û çalakîyên mirovan jî di wan şûngehan de û li gorî kartêk û hewana wê şûngehê teşe didin xwe. Loma ye, “Şûngehên di vegotinan de, dibin du beş: “Ya yekem, ‘şûngeha dorhêlî’ ye ku di berhemên ku li ser vegotina çîrokî hatiye avakirin, dide der. Ya duyem jî, ‘şûngehên têgihanî’ ye ku di berheman ku li ser şayesandinê hatiye avakirin, dide der.” (Korkmaz, 2007, s. 402) Her wisa, em dikarin, şûngehên ku bi teknîkên vegotinê yên şêwazî û pêhisandinî hatine bikaranîn jî tev li pênaseya ‘şûngehên têgihanî’ bikin.
Digel wê yekê jî, şûngehên dorhêlî, ew şûngeh in ku di vegotinên navend-qewamê de tên bikaranîn û ew şûngeh in ku qewam lê rû didin. Lê belê “Şûngehên têgihanî, ew şûngeh in. ku têkilîya kes û cî, bi şêweyekî gelemşeyî didin der û ew cî ne ku hatine veguherandin; ew êdî ne ew şûnên topografîk in, lê belê, wateyê diafirînin, bîranînan di xwe de dihewînin û dinyaya hundirî yên kesan didin der.” (Korkmaz, 2006; 403)
Du şûngehên hîmî hene di vegotina pirtûka ‘Gorçiya Ne Em’ê de. Her du jî ‘şûngehên têgihanî’ne û “Rehendên fizîkî yên şûngehê nadin der lê derûnîya karakterên vegotinê ya di wê gavê de, deqbenda (konteksta) vegotinê û awayê têgihana karakteran ya şûngehê, hêmanên dîyarker in tê de.” (Atay; 2013; 7) Her du şûngehên ‘Gorçiya Ne Em’ê, ‘Çîya’ û ‘Gor’ in; her du şûngeh jî, digel taybetîya xwe ya pirhêlî, wekî hîma honaka vegotinê hatine avakirin; her du şûngeh jî xeta hundirî ya vegotinê dîyar dikin û ‘gor’; “wekî şûngeha teng û bergirtî ye” û ‘çîya’ jî; “wekî şûngeha berfireh û bervekirî ye” (Korkmaz, 2007; 403) ku ‘çîya’, di heman demê, di şûngeha civakî ya mêtingeha dagirkirî de, li ser taybetîyên şûngeha civakî, “şûngeha berxwedanê ye.” (Said, 2016; 271)
Honandina Wateyê Di ‘Gorçiya Ne Em’ê De
Wate, ne tiştekî xweserî xwe ye û wisa jixweberê jî ava nabe. Ew, digel çalakîya zimanî û hilberîna civakî ava dibe û hilberîna civakî jî “di kakila xwe de, praksîsa civakî ye.” (Lefebvre, 2010; 253) Praksîsa civakî, dîroka hilberînê ya mirovan pêk tîne ku pergala zimanekî di heman demê de pergala hevokan jî dîyar dike. Wate li ser vê pergala zimanî û bi kartêkerîya peyvan ava dibin û “bi rêya wateyên avabûyî jî dinyaya mirovan -hem ji hêla xwe ve hem jî ji hêla dîkeyê (other) ve- û hişmendîya xwebûnê tê hilberandin.” (Lefebvre, 2010; 254)
Di çîrokên ‘Gorçiya Ne Em’ê de, ziman, ji alî nivîskarê xwe ve, di dema vegotinê de hatiye avakirin; û vegotina bi vî awayî hêla ye ku ‘mirin’ di şûngeheke têgihanî ya bi navê ‘çiya’ de, berê xwe bide ‘(ve)jîn’ê.
Her wisa, ziman “navgîneke raguhastinê ya hevpar e ku pê peyva xweserî kesan tê derkirin.” (Achard, 1994; 7) Her çend, ziman bi vê hevparîyê radibe jî, her roj, bi her kesekî ku wê bi kar tîne, venû (updated) dibe û hem bi awayekî hevpar hem jî bi awayekî xweserî kes û tîpan dibe berhema borîrojê; yanê dibe tiştên bûyî û qewimî. Heke ziman berhemeke borîrojê be, wê çaxê, borîroj di heman demê de di nava zimên de ye û ziman şûngeha borîrojê û -bi wateyeke berfirehtir,- şûngeha bîrê (hafizeyê) ye jî.
Ji ber hindê jî; di çîrokên ‘Gorçiya Ne Em’ê de, ziman, ji alî nivîskarê xwe ve, di dema vegotinê de hatiye avakirin; û vegotina bi vî awayî hêla ye ku ‘mirin’ di şûngeheke têgihanî ya bi navê ‘çiya’ de, berê xwe bide ‘(ve)jîn’ê. Helbet, ‘(ve)jîn’a ku em behs jê dikin, ji hêla watedarîyê ve tê derbirîn; û di deqbenda vê watedarîyê de, çi ‘(ve)jîn’ dijwateya ‘mirin’ê ye çi jî ‘mirin’ dawîya ‘(ve)jîn’ê ye.
Di berhema bi navê ‘Gorçiya Ne Em’ê de, deh (10) çîrokên honakî cî didin xwe ku ji hêlekê ve jî di çarçoveya romana lihevdabeşkirî de dihewin; digel wê jî, yazdeh (11) vegotinên bi navê ‘Baran dibariya…’ hene ku mîna pêşvegotinekê ronîyê didin ber hiş û hişmendîya ku der dibe.
Di çîroka bi navê ‘Çîroka Yekem’ de, bi hevokên wekî, “Min zanibû ku mirin li pêşiya min e”, “Ji bo ku em ji birçîna nemirin me berê xwe da mirinê”, “Lê ku em biçûna em ê bimiriyana”, “Lê vaye em diçûn û çûyîn xweş bû” (Ronak, 2018; 7); mirin, dibe çareserîyeke ontolojîk. Loma jî, mirin ne ew tişt e ku mirov jê biçe lê mirin ew tişt e ku mirov biçiyê. Û hevoka “Ku mirin dihat bila ji mirinê bihata ne ji mayînê” (h.b.), ‘mirin’ê bi awayekî xwevegerî dike gelşeke ‘man û neman’eke ontolojîk. Her wisa, ji ber ku “ziman, ji jêderkî ve mecazî ye û tiştê esasî ne ew e ku em wateya esasî û wateya mecazî berevajîya hev bikin; tiştê esasî ew e ku mirov destnîşan bike ku wateya ‘esasî’ ya nivîsê, ‘mecazîbûn’ e” (Derrida, 2017; 26-411) lêkera çûyînê, ya ku di xwe de wateya “mirin”ê jî dihewîne, dike ku ‘mirin’ bi ‘çûyîn’ê re li xwe vegere. Çûyîneke bi vî rengî, “herikîna çem e…”; yanê kudbarîya (ve)jînê ye. Digel wê jî, “Mayîn genîbûna avê ye di tenekeyekî zengarî de”; û mayîna ku wê nebe sedem da ku hebûna ontolojîk pê watedar bibe, “genîbûn”e; yanê ‘mirin’a esasî, ew mirina req e ku pê re her cure wate(darî) ji navê radibe. Loma jî, bi hevoka “… wusa bilez diçûn ku mirin ji kêfa dimiriya” lêkera ‘mirin’ê, bi mecaza xwe ya ‘çûyîn’ê re digihîje hev û bi “mirina mirinê ya ji kêfa” re jî ‘(ve)jîn’ê, careke din jî, dike warekî ontolojîk.
‘Çîya’, di ‘Çîroka Duyem’ de, wekî şûngeheke xwelêgirtinê vediguhere ser şûngeha ‘çûyîn’ê ku ne dekorasyonek e, lê belê, bi hevokên wekî “Dê mirin biqedîya”, di demajoya bidestxweveanîna wateyê de bi rola şûngeheke ontolojîk radibe ku ‘mirin’ û ‘(ve)jîn’ê digel hev dinimîne.(*)
Çîrokên ‘Gorçiya Ne Em’ê ne tenê vegotinên honakî ne, di heman demê de, vegotineke zimanî ne jî. Di çîrok û vegotinan de, peyv û wate, bi tu awayî ji hev dûr nakevin û demajoya vegotinê vediguhere demajoyeke afirandinê. Her wisa, “Tevî ku di her zimanî de gelek derbiran hene ku gelek wateyên ji hev cuda di xwe de dihewînin jî, hin peyvên nedîyar hene ku divê bi awayekî cuda werin pênasekirin.” (Chomsky, 2001; 178-187) Em bi vê destnîşankirina Chomsky, dikarin bêjin; peyvên pirwate, bi hêsanî nayên pênasekirin û ev reng û awayê wan dike ku peyv û wateyên wan; di zikê hev de bihewin. Loma ye, hin gotinên wekî, ‘çûyîn, birçîbûn, masûmî, dilpêneşewitandin…” ku di çîrok û vegotinên ‘Gorçiya Ne Em’ê de hatine bikaranîn, piştî ku ji qonaxa watedarbûnê radibihurin, ji kirasê peyvbûnê derdikevin û di çarçoveya têgihîya pirwate de dibin şûngehên têgihanî û digel wê, ‘nedîyarîyeke xweserî xwe’ jî di xwe de dihewînin.
Mizgîn Ronak
Sazkirina Vegotina Hêmayî Di ‘Gorçiya Ne Em’ê de
Gava deqek, tenê li ser ‘çibûna’ çîrokî were nirxandin, ji ber ku “Ziman ji nîyet û daxwazên nivîskaran serbixwe ye û tu derbiranek heta ku nîşan bi wateyeke din neke, nikare bibe xweyî wateyekê; wateyeke tenê ya deqekê tune.” (Derrida, 2008; 38) Loma jî, wate her tim di ser nîşanpêdan û referansan re reng û awa dide xwe, wateyên dîtir û pêreyî yên di deqekê de hewîyayî, carinan winda dibin carinan jî dimînin li benda kifşkirinê.
“Lê dilopên baranê, havêna biharê bûn… Lê jiyan û bawerî, bîranîn û evîn ebedî bûn. Çîrok nediçilmisîn. Nedişewitîn, tune nedibûn. Bager radibû û çîrokên wê tevlê şanoya baxçeyê jiyanê dikir… ”
Vegotina hêmayî, wekî tevdehîya vegotina ‘Gorçiya Ne Em’ê, nîşanderîyekê çêdike di çarçoveya watedarîya hatî danîn de. Ew bi xwe şûngeha xwe ava dike û “Şûngeha ku hêmayê jê fam kiriye, şûngeheke wisa ye ku jîyanek tê de hatiye qedandin.” (Bachelard, 1996; 30) Wekî din jî, vegotina hêmayî ya çîrokê ne metafictionek e; berevajîya wê, hêma di wan vegotinan de, praksîsek e, kiryarîyek e. Loma jî, hêma di vegotina ‘Gorçiya Ne Em’ê de, wekî hîmekê “nîyet an jî vîna bandorekê di xwe de dihewîne.” (Lefebvre, 2010; 307) Derbiranên hêmayî yên di vegotina çîrokan de, carê bi hevoka wekî “gule barîn, ne gul, gule!” dibe tevkarê bicîhatina rastînîyekê; carê bi gotinên wekî, “Tew îja dayîka min digot “hay ji porê xwe hebin, por dixeyide û nema dirêj dibe” tiştê ku der-dibetî ye di hêmayekê de dide der; carê bi hevokên wekî, “Li gor min mirin û zaroktî dişibin hev. Lewre zaroktî jî “tiştek” rewş û rastiyeke welê ye ku em hem jê mezin bûne, me heft caran xitim kiriye, derî û pace lê girtiye, şîfre û sêhra wê betal kiriye” di deqbendeke asayîbûnê de dest dide mirovbûnê; carê bi hevokên wekî, “… gule dibarîn, em bi xwînê şil dibûn… Lê xwîna min, xwîna min kanê” dibe vebêjek ku ji hêmayên fantastîk yên xewnan der bûye; carê bi gotinên wekî, “Hûn qet wek çirûskên agir pekiyane? Em dipekiyan. Hûn qet wekî peyîkên ku ji nava dilê asîmanê şeveke havînê şemitîne? Em dişemitîn” praksîs û çalakîbûna vegotinê di jîyana heyî de berbiçavtir dike û dike ku ew praksîs di ‘kûra dîrokê’ de winda nebe û di ‘bîra çîrokê’ de asê nebe; carê bi hevokên wekî, “Lê dilopên baranê, havêna biharê bûn… Lê jiyan û bawerî, bîranîn û evîn ebedî bûn. Çîrok nediçilmisîn. Nedişewitîn, tune nedibûn. Bager radibû û çîrokên wê tevlê şanoya baxçeyê jiyanê dikir… ” avakirina ‘hêvîyeke ebedî’ dide ber xwe; û carê jî, bi derbiranên wekî “Lê guhê xwe bidin zimezima ku ji kûrahiya dilê me û daristanê tê, ew dengê agirê dilê me ye. Me azadî divê, me gor navê” şûngeha ‘gor’ ku berteng û bergirtî ye neyîn dike; wekî şûngeha têgihanî ya hebûn(îy)ê, berê mesîla vegotina ‘Gorçiya Ne Em’ê dide ‘(ve)jîn’ê.
Digel van yekan, di vegotina ‘Gorçiya Ne Em’ê de “Hişmendîya kesaneyî, tew hişmendîya civakî jî, parçeyên qada semantîk (qada wateyî) vedibêjin ku jixwe li ser wê bi cî dibin.” (Lefebvre, 2010; 317) Li ser vê hişmendîyeke kesaneyî û civakî, vebêj, hişê xwe yê kesaneyî di qada hewanê ya hişê civakî de, cî bi cî dike û di çarçoveya qada wateyê de, pêwendîya hevbandorî ya şûngehan -ew qad ‘çîya û gor in- çêdike û bi vî awayî jî qada civakî û hevpêwendîya kirde-tişteyê aşkere (deşîfre) dike; bi tenê aşkerekirinê jî namîne, wê di ser praksîsa xwe re dixwîne, watedar dike û wekî kesên ‘her kes’ me -xwîneran- jî dixe nav wê qadê û dike ku em di gava vegotinê de, bi hêmakirina hiş û hişdarîya vebêj, bibin pardarên qada vegotinê ku bervekirî ye ji hemû kirdeyan re.
Pergala vegotina çîrokan, bi awayekî gelemperî, dîrokî û çîrokîya dîrokî ye û “Dinya û borîroj bi awayekî çîrokî bo me tên vegotin, loma jî, em ê tu carî nizanibin ka ev çîrok beranberî dinyaya rastîn in an jî beranberî borîrojê ne.” (Jenkins, 1997; 21) Her çend, têgihana gelemperî bi vî rengî be jî, derbiranên wekî “Dema ku tankê da ser dilê min, dilê min hê jî hildiavêt. Dilê min hê jî hildiavêje” (Ronak, 2018; 11) bi carekê re, me ji dûranîya çîrokîbûnê û ji vegotina li ser dema borî avakirî difilitîne, dixe nav dema niha û dema fireh ya di hevoka “Dilê min hê jî hildiavêje” de sazkirî; tew pê jî namîne, bi kirpandina “hê jî” jî, dema nihayê di nava dema fireh de dike ya hertimî.
Vegotin, çi gava hewce dike, bi destkarîya zimên, ji pergala xwe ya avanîyî derdikeve û di bêdemîya vegotinê an jî di dema vegotinê ya taybet de, -ya ku tenê dikare di nava vegotina çîrokên ‘Gorçiya Ne Em’ê de bihewe-, li gorî teşegirtina şûngeha têgihanî reng û awayan dide xwe. Rengên ku vegotin bi piştevanîya zimên ya xasûkane dide xwe, ew reng in ku xwîner ji bo wê hatine amadekirin; têgihîştin, kelecanîbûn, dilkovanî, dilşadî û pêxweşîya ger û doşa ku di bêsînorîya şûngeha têgihanî, -yanê di çîyê de-, xwe digihîne wateyên pirhêlî û pirrehend.
Encam
Her vegotin, teşeyeke xwe, sînorekî xwe û çarçoveyeke xwe heye, lê belê azmûna ku di nav vegotina çîrokî-helbestkî de cî dide xwe, sînorekî xwe yê dîyar tune ye; ji ber hindê jî, azmûn (tecrube) zû bi zû di vegotina çîrokî de hilnayê. Gava em çîrokên ku bi rêya azmûnan hatine nivîsîn, dixwînin, êdî sakarîyên gelemperî yên çîrokan me eleqedar nake û bala me diçe ser hûrgilîyên ku dorfirehîya azmûna çîrokê dîyar dikin. Çîrokên di berhema ‘Gorçiya Ne Em’ê de cî dane xwe jî, ji azmûnên bi vî rengî afirîne; çîrokîbûna wan ya ji vegotin û behskirina giştî pêkhatî, ji bo vegotina hîmî ya azmûnê dibin paratekst.
Her wisa, azmûnên di deqê de tên vegotin, ne dîrokek e ku ji bo rastandina vebêj bi roleke navgînîyê radibe; her yek vegotinek e û her yek ew azmûn e ku dîroka ji hev dabeşbûyî dide der û dike ku em rêzîleya azmûnê ne wekî dîrokeke lidûhev lê wekî têgihîneke di nav hev de fam bikin.
Loma ye, gava em çîrokên Gorçiya Ne Emê dixwînin, em didin pey jêbandorgirtinên ku vebêj wan di temaya “mirina ne encam” û “(ve)jîna ne destpêk” de dide der.
Çavkanî
Achard Pierre (1994) Dilsel Toplumbilim, İstanbul: İletişim Yayınları, (Çev. Deniz Kırımsoy)
Atay Dinçer (2013) Amat’ta Mekanın Poetiği, Bildiriler Kitabı-13. Uluslararası Dil, Yazın ve Deyişbilim Sempozyumu: Basit Üslup-(https://www.researchgate.net/publication/315747673-dema jêgirtinê: 16-04-2024)
Bachelard Gaston (1996) Mekânın Poetikası, İstanbul: Kesit Yayıncılık, (Çev. Aykut Derman)
Chomsky Noam (2001) Dil ve Zihin, Ankara: Ayraç Yayınevi, (Çev. Ahmet Kocaman)
Derrida Jacques (2017) Gramatoloji, Ankara: BilgeSu Yay. 3. Baskı
Derrida Jacques (2008) Différance, İstanbul: Toplumbilim Jacques Derrida Özel Sayısı içinde, (Çev. Önay Sözer), Sayı 10
Emre İsmet (2006) Postmodernizm ve Edebiyat, Ankara: Anı Yay.
Korkmaz Ramazan (2007) Romanda Mekanın Poetiği, Edebiyat ve Dil Yazıları- Mustafa İsen’e Armağan, Ankara
Lefebvre Henry (2010) Gündelik Hayatın. Eleştirisi II-Gündelik Hayat Sosyolojisinin Temelleri, İstanbul: Sel Yayınları, (Çev. Işık Ergüden)
Lefebvre Henry (2014) Mekânın Üretimi, İstanbul: Sel Yayıncılık, (Çev. Işık Ergüden)
Ronak Mizgîn (2018) Gorçiya Ne Em, Van: Sîtav Yayınları, çapa yekem
Said Edward (2016) Kültür ve Emperyalizm İstanbul: Hil Yayınları, (Çev. Necmiye Alpay)
(*) Nimandin: ev lêker, hem bi wateya temsîlkirinê hem jî bi wateya nîşandanê hatiye bikaranîn.
Têbinî: Rastnivîsîna beşehevokên ku ji çîrokan hatine girtin, wekî orîjînala xwe hatine nivîsîn.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 87 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 26-11-2024
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 26-04-2024 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 26-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 87 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.359 çirke!