Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,366
Wêne
  124,203
Pirtûk PDF
  22,105
Faylên peywendîdar
  126,121
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Ji bo Kurdî çi divê?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ji bo Kurdî çi divê?
Ji bo Kurdî çi divê?
Ji bo Kurdî çi divê?
Miheme Porgebol

Bi taybetî dixwazim vê bêjim; wisa xuya dike ku sazî û dezgeh, bi awayên berê, bi pratîka berê didomînin kar û xebatên xwe; ger em wisa bidomînin, em ê nikaribin bi pêngavan bi pêş ve biçin; ji ber ku ew rê û rêbazên berê ji alî sîstema dewletê û sîstema mêtingeriyê ve hatine qulkirin û kêmbandorkirin.
Îro 15’ê Gulanê ye. Ev roj ji ber ku salvegera derçuyîna hejmara ewil a kovara Hawarê ye weke cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin. #Zimanê Kurdî# , weke zimaneke bindest, ji aliyê dewletên serdest û kiryarên wan ên tundî û êrîşkar ve bi sed salane tê astengkirin. Dîsa jî civaka Kurd geh bi sekna gel, geh bi saya polîtîkayên xurt ên navxweyî, geh jî bi saya hewldanên hunermend, wêjekar û aktîvîstên ziman li ber xwe da û zimanê xwe gihand roja îro. Lê tundî û êrîşên asîmilasyonîst ên serdestan nesekinîn. Yanê zimanê Kurdî hê jî bi xetereyan re rû bi rû ye û ji bo ev xetere belav bibe pêdivî bi hişmendiyek rasteqîn û xebatên cidî heye. Me jî bi nivîskar Dr. Dilawer Zeraq re li ser hişmendiya zimanî û xebatên ku di warê ziman de dikarîn bêne kirin sohbetek kir.
Di salên dawî de xwedêgiravî xweyîderketinek mezin li ziman heye lê îstatîstîk jî nişan didin ku bikaranîna zimanê Kurdî her diçe xirabtir dibe. Tu li ser vê nakokiyê dikarî çi bibêjî? Sedem çi ye?
Sedema ku “xweyîlêderketina mezin” di îstatîstîkan de bi awayekî xerabtir dide der ew e ku têgiha “xweyîlêderketinê” wekî slogan tê bikaranîn û pratîka wê jî berteng dimîne. Ev yek hinek jî ji ber naverok û çarçoveya ku têgiha “xweyîlêderketinê” tê de dihewe, diqewime; di vê gotinê de, peyva “xweyî”, ziman dike mîna tiştekî ku mirov dibe xweyiyê wî. Yanê, tiştekî wisa ku hewcetiya wî bi me heye. Lê belê, ji bo ku hebe hewcetiya ziman bi me tune, ji bo ku em hebin hewcetiya me bi ziman heye. Ji ber feraseta min behs jê kir, hezkirineke têra xwe ji bo zimên çênabe. Hezkirina ku ez behs jê dikim, ne di dil de, lê di hiş û ruh de çêdibe, li wir geşe dide xwe û dipije; û dibe parçeyekî giring, beşeke bivênevê ya hebûna mirovê Kurd. Nakokiya ku li rastê ye, ji ber vê hezkirina berteng, kêmwate, kêmpratîk û ne-navoyîkirî (non-internalized) ye. Her wisa, awayê pêwendîdanîna bi zimên re jî bi roleke diyarker radibe û gelek tiştan datîne ber me. Pêwendiya me ya bi zimanê me re, ne tu pêwendî ye. Em wisa ji rû ve û bi balanêrî pêwendî datînin bi zimên re; bi vî awayî jî, berî ku serdest zimanê me kêm bixin, em bi xwe, -li şûna ku wî navoyî bikin û bikin yên xwe- zimanê xwe li ba xwe “bêhêz” dikin. Wekî dongî, li hemberî zimanê serdest û pêkanîn û navgînên (amrazên) asîmîlasyonê, em jî zimanê me jî, ji hêza xwe dikevin û ji me re dimîne, slogan û qîjîna bêreh û fûrek.
Gelo ji bo ku bi Kurdan re hişekî zimanî ya ji hezkirin û sloganê dûr were avakirin, divê rê û rêbazên çawa werin bicîanîn?
“Hişê zimanî”, ev çend sal ez li ser vê têgihê disekinim da ku wê li ser hîmeke saxlem daynim û naveroka wê diyar bikim. Belê, ji bo avabûna hişekî û hişmendiyeke zimanî, serê pêşîn pêwîst e em gotinên xwe wekî têgihan ava bikin û wan biqulibînin ser bêjarê (discourse). Gava gotinên me yên li ser zimanê me li me bibin têgih, wê gavê em ê asta pêwendiya xwe ya bi zimanê xwe re bilindtir bikin; em ê pileya wê astê ji dil, dev û guh bigihînin ser pileya hiş û mêjî. Gava em karibin têgih û bêjarên xwe yên der heqê zimanê xwe de, li ser hiş û mêjî binirxînin, li serê bifikirin û di wê astê de çalak bikin, hingê wê hişê me bibe warê zimanê me jî.
Ji bo bicîanîna vê yekê, serê pêşîn ‘hayjêbûneke zimanî’ pêwîst e. Hayjêbûneke zimanî ya wisa ku duzimaniyê di çarçoveya ‘zimanê ku ji bo demê têrnekir e, ne yê fermî û zanistê ye’ de tênagihîje. Kesê Kurd, yê ku em fereza hebûna wî dikin, her çend zimanê wî bindest, bêparhêlayî û berbendkirî be jî, bi vê hayjêbûna pêwîst û lixweşiyar, asta zimanê xwe digihîne pileya hişê xwe û di çalakiyên hiş û hişmendiyê de par û roleke zêde dide zimanê xwe. Gava kesê Kurd yê ferezakirî pêwendiyeke bi vî rengî ya lêşiyariyê bi zimanê xwe re dayne, hingê ew ê bi zimanê xwe, li ser têgih û bêjarên jiyanê û zanînê jî bifikire. Kesê Kurd, çi qas li ser zimanê xwe bifikire û di çêja wî ya çalakiya hişî bigihîje, wê ew qas jî ji zimanê xwe hez bike; wê hingê ew ê hezkirina Kurdan ya zimanê xwe ji hezkirina dilînî xurttir û astbilindtir be û ew ê bibe hezkirina li ser hiş û dil avabûyî û êdî kes nikare takekesê Kurd asîmîle bike; ji wê qonaxê şûnde, takekesê Kurd, li zimanê xwe şiyar e, jêhay e, pê jiyanê saz dike, digel wê jî duzimanî ye, sêzimanî ye û hemû zimanên ji bilî zimanê wî xizmetkar in ji bo xurtkirina zimanê wî.
Roja îro, li bakur, gelek Kurd hene ku pêwendiyeke bi vî rengî bi zimanê xwe re danîne û pêwîst e bi rê û rêbazên dîtir yên gelemperî, çalakiyên zimanî û wêjeyî û polîtîkayên siyasî yên nû werin danîn da ku gel jî, pey der pey, wekî gelek Kurdên ku min behs ji wan kir, bala xwe bide ser zimanê xwe.
Ji bo ku têgihana zimanî ya Kurdan ji hestyariyê dûr bikeve, divê xebatên çawa werin kirin?
Belê, sê rêçik hene ji bo ku têgihana zimanî ya kesekî ji hestyariyê dûr bikeve. Yek jê hişmendiya zimanî ye ku qasek berê min bi kurtayî destnîşan kir. Ya din perwerdehiya bi zimanê dayikê ya bi sîstemeke pergalkirî ye. Ya dawî jî wêje ye ku ramana wî ya zimanî li ser hiş û fikireke xurt û pêwîst hatiye danîn. Roja îro, derfeteke me ya wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê tune ye û me ew bi dest xwe ve neaniye. Ji me re dimîne, hişmendiya zimanî û ramana wêjeyî. Wekî diyar e, ziman û wêjeya bi wî zimanî, -digel ax û teritorya, çand û dîrokê- yek ji stûnên esasî ya netewebûnê ye. Gava em, wekî xwendeyên vî gelî -bêguman siyasetvan jî tê de ne û jê ne bêrî ne-, bi hişmendiya zimanî, ramana xwe ya wêjeyî daynin û di praksîsa jiyanê de wan digel hev bi cî bînin, hingê wê gel û mirovên asayî jî hêzê ji me bigirin û wêrekiya xwe ya heyî bidin der û wê Kurdî, hinek be jî, ji halê xwe yê folklorîk -ku tê de hatiye hêlan- bifilite û ew ê karibe rengê xwe bide roja îroyîn ku moderniya kapîtalîst lê serdest e û ew ê karibe xwe ji bindestiya ramanî ya zimanê serdest rizgar bike.
Tu bi giştî polîtîkayên ziman ên sazî û dezgeyên Kurdan -tevî partiyên siyasî- çawa dibînî?
Polîtîkaya derdorên ku te navê wan hilda, serê pêşîn bi awayekî tekûz û bi bandor dest pê kir. Heta sala 2016’an jî, wisa li ser reng û awayekî hevgir hat meşandin. Lê paşê, gelek tiştên ku bi tundûtûjiyê li gel û saziyan hatin qewimandin, bi taybetî pêwendiya gel û sazî û dezgehan ji hev birî û gel, -çi bêhemdî xwe, çi ji ber tirsê, çi jî ji ber xemsariyê- ji çand û ziman dûr ket. Di van dem û rojên dawiyê de, rewşeke xweş ya lihemanan heye; ger em vê rewşa xweş bi xwe û bi kirinên xwe geştir û xurttir bikin, em ê karibin xwe bigihînin Mûşê. Lê heke em bi qûşên berê bidomînin, em ê di rê de asê bimînin. Ji bo ku em di rê de asê nemînin, min bi kurtayî hin rê û rêbaz gotin. Bi taybetî dixwazim vê bêjim; wisa xuya dike ku sazî û dezgeh, bi awayên berê, bi pratîka berê didomînin kar û xebatên xwe; ger em wisa bidomînin, em ê nikaribin bi pêngavan bi pêş ve biçin; ji ber ku ew rê û rêbazên berê ji alî sîstema dewletê û sîstema mêtingeriyê ve hatine qulkirin û kêmbandorkirin.
Gelo ji bo ku zimanê Kurdî bi her awayî bibe bersiva roja îro, divê pergaleke çawa were avakirin û sazî û kes çawa kar û xebatan bikin?
Bi kurtayî be jî min hin tişt gotin di vî warî de. Dikarim wekî lêzêdekirinê vê jî bêjim; divê em xwe ji kirinên banekiyê (hînbûyînî) dûr bikin. Yanê divê em hemû gotinên xwe her tim bi eynî awayî nebêjin. Divê em hemû kirinên xwe bi eynî awayî nekin. Hin kirin û gotin hene, berdemî ne, konjonkturî ne, divê haya me ji wan hebe û em bi dubarekirinê wan li xwe nekin jehr û keratî. Divê di sazî û dezgehan de, ‘desteyên fikirafir’ hebin û ji bo kar û xebatên piralî, fikir, rê û rêbazên nû û aktîf peyde bikin. Divê xebatên me wisa çalak, nûger û lihevguhêr bin ku serdestê mêtinger zû bi zû nikaribe têkeve navê, nikaribe wê ji nav de pûç bike û birizîne. Loma jî, bêyî ku em li ser biçûkî û mezinî, kêmî û zêdeyiya bandora kar û xebat û çalakiyan bifikirin û xwe eware bikin, divê em bidin dû afirandina her cure kar û xebat, kirin û çalakiyên nû.
Di nav civakê de barê ziman piranî li ser milê wêjekar û hunermendan e. Lê em her roj şerekî di navbera wêjekar/hunermendan û welatiyan de dibînin. Di meseleya ziman de sankî em hem wek civak hem jî wek hunermend û wêjekarên civakê tiştna şaş dikin. Tu çi difikirî?
Ew şerê di navbera wêjekar û hunermendan de ku tu behs jê dikî, bi min wekî neçarî û nepêkhatîtî tê. Ez dibêjim qey, 500 sal berê, mîr û giregirên neteweya Kurd jî bi vî rengî ne pêkhatî bûn û ne li ser avakirina gel û neteweya xwe lê li ser avakirina xwe dixebitîn; loma jî bi mîrtiyên din re li hev nedikirin û tew şerên giran jî bi hev re dikirin. Wekî din jî, dikarim bêjim; enerjiyeke taybet heye di qada ziman, wêje û hunerê de û ew enerjî nagihîje bersiva xwe. Ew enerjî, di nava nivîskar û hunermendan de asê dimîne û dike ku ew kes berê xwe bidin hev û bi hev bikevin. Sedema vê yekê jî ev e; qada bersivê ya vê enerjiyê, li gorî mezinahiya enerjiyê, têr nake; loma jî, bi bersiva dayî jî nabe sedem ku nivîskar û hunermend hêza xwe bidin ser afirandin û berhemanînê. Yanê, her çend şaş be jî, sedemeke din ya sereke ew e ku di qada ziman, wêje û hunerê de, qûştengbûneke ji ber enerjiyê heye û ger deriyekî ji bo berfirehkirina dorhêlê li vê qadê venebe- neyê vekirin-, dibe ku ji ber tengiyê belawelabûnek nayê xwestin çêbibe. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 574 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 26-11-2024
Gotarên Girêdayî: 52
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 15-05-2024 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 26-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 574 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!