Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,104
Wêne
  124,104
Pirtûk PDF
  22,097
Faylên peywendîdar
  125,937
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
Şakiro û dengbêjî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya ne dadgeh e, ew tenê daneyan ji bo lêkolînê û eşkerekirina rastiyan amade dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Şakiro û dengbêjî
Şakiro û dengbêjî
#Şakiro# û dengbêjî
Rahmî Batur

Şakiro yekser got: “Deynê min ji kesî re tune! Miletê Kurd li dengbêjên xwe xwedî dernakevin. Weyselekî Tirkan hebû te wî bidîta dilê te lihev diket, te nikarîbû xwarin bixwî. Çawa lê xwedî derketîn? Resoyekî me hebû, ji birçîna mir!”
Em an çep lêdixin an jî rast. Navber tune ye li ba me. Me demekî dirêj dêngbêjan tune hesiband.
Bêguman tu tişt belesebeb rû nade. Her tîştê ku diqewime, ji ber sedemekî rû dide. Sedema wê xemsariya li hember dengbêjan jî, êş û jana perçebûna Kurdan bû.
Piştî salên şêstî dema şoreşger peyda bûn, li hember dengbêjan helwest nîşan dan û ew bi geşkirina şerên birakujî, şerên navxweyî gunehbar kirin. Û mixabin ev gunehbarkirina wan jî ne bê bingeh bû. Hinek kilamên şeran mîna kilama ‘Şerê Xal û Xwarzan’ trajîk jî bin, piraniya wan wek propogandayekê bû. Mixabîn îro jî hin rewşenbîr û rojnamevan li ser pirsgirêkên di navbera Kurdan de rexnegirî nakin, bi pênûsên xwe xwîn û jehrî dirêjînin. Ger siyasetmedarên Kurd jî bi ya wan bikin wê qira hev bibin. Ecêb e ku siyasetmedar ji ‘rewşenbîran’ nermtir û aramtir bin di van pirsgirêkan de an na?
Em zêde şiverê nebin, ji mijarê dûr nekevin.
Ji ber vê helwestê hetanî carekê bavê min ji Êlihê bi du kasetên Şivan venegeriya, teyb neket mala me. Bavê mîn pir hişk bû li hember dengbêjan ji ber kilamên şeran.
Pîştî ku hunermend û komê mûzîkê ku bi giranî li ser êş û azara Kurdan distiran, zêde bûn, dengbêj hema bêje bi temamî hatin jibîrkirin.
‘Kilamên wan yên evîne pir xweş in’
Sala 91’ê birayekî min kasetfiroşiyê dikir. Êvarekî dema got: “Îro min kaseta Şakiro danîbû ser, erebeyeke ku derbas dibû yekcar sekinî, yê li dû hat ji paşve li erebê wî xist, camêr qet li erebeya xwe jî xwedî derneket,, negot ka çi pê hat, yekser derbas bû hate ba min got, çiqas kasetên wî hebin bide min.” Bala min kişand.
Hêza vê hezkirinê ji kû dihat?
Pişti min lê guhdarî kir, tê gihiştim ku me neheqî li dengbêjan kiriye. Dema ez çûm Êlihê min ji bavê xwe re behsa Şakiro û hunera wî kir, wî got: “Şakiro? Şakiro şahê dengbêjan e’” û ez heyirî hiştim.
Min jî jê re got:” Ê te çima berê bi xerabî behsa dengbêjan dikir?”
Ewî got:”Kilamên şeran di nav Kurdan de neyartiyê kûr dikir, lê kilamên wan yên evîne pir xweş in…”
Derhênerê mûzîkê me, lê ne nota dizanim ne jî dikare li amûrekê bixim!
Wekî ku ez bi salan hatibim xapandin li min hat…
Piştre ketim şopa Şakiro, min dixwest îleh wî bibînim û hevpeyvînekî pê re çêbikim. Sala 93'ê li Mazlum Plak rûniştîbûm, min ji xwediyê şirketê re qala Şakiro kir. Yekser gote min, ev saleke ku bandeka Şakiro li balê ye, lê dernaxe. Ji ber ku kes dengbêjan guhdarî nake, wê neyê firotin.
Min lê guhdarî kir, xweş distrê lê ne Şakiro bû..
Bi sond û selewatan dixwaze bi min bide bawerkirin ku Şakiro ye, lê guhên min baş in, ne qabile ez du dengên ewqas cihêreng tevlîhev bikim.
Di dawiyê de me hev serwext kir ku ew jî Şakiro ye lê ne ew Şakiro ye, wek Şakirê Biçûk tê naskirin..
Min zext da ser ku çap bike.
Pîştî demekî min pê da qebûlkirin. Wî jî ji ber zora min li ser bergê kasetê, navê min wek derhênere kasetê da nivîsandin. Bûm yekem derhênerê mûzîkê ku ne nota dizane ne jî dikare li amûrekê bixe.
Şakirê Biçûk hat, min ew bir Navenda Çanda Mezopotamya, him kilam pê da xwendin him jî hevpeyvîn pê re çêkir.
Ew kasêt wisa hate firotin ku li nav şirketên mûzîkê de furyeya dengbêjan dest pê bike.
Deynê min ji kesî re tune!
Ez hîn jî li dû Şakiro bûm, Şakirê Mezin…
Min rêça wî lî Îzmîrê dît. Ji bo hevpeyvînê çûme Îzmîrê. Ji bûroya rojnamê ya Îzmîrê Mehmeşah Yildiz jî bi min re hate mala wî.
Wekî her hunermendekî hunerxurt, ew jî ji hunera xwe, berî her tiştî ji dengê xwe bi bawer bû û ji ber jibîrbûnê jî dilşikestî.
Ji aliyekî ve dilşikestî, xeyidî bû û nedixwest hevpeyvînê bike, ji aliyê din ve jî, bi şêweyekî qurnaz, dixwest fêm bike ka wê tiştekî bigihê destê wî an na. Dema fêm kir ku ez pere nadimê, xwe sist kir, min zor dayê, tam nerm bû, li ber qebûlkirinê bû, hevalê me Mehmeşah li ser welat, gel û xwîna şehîdan dest bi ajîtasyoneke hişk û vala kir, Şakiro yekser got: “Deynê min ji kesî re tune! Miletê Kurd li dengbêjên xwe xwedî dernakevin. Weyselekî Tirkan hebû te wî bidîta dilê te lihev diket, te nikarîbû xwarin bixwî. Çawa lê xwedî derketîn? Resoyekî me hebû, ji birçina mir!” Û rê girt…
Dîsa jî min ji bo rojeka din, soz jê girt…
Roja sozê wî hat, ez dîsa çûm Îzmîrê, jixwe me hev nedît.
Wî geh gote min ez nexweş im, geh got ez ê herim derveyî bajêr.
Dema min fêm kir ku îleh çavê wî li tiştekî ye, ez jî aciz bûm, min dev jê berda û ji bo dest vala venegerim, min çû karekî baş kir; bi Ayşe Şan re hevpeyvîn çêkir.
Dengbêj cardin bûn xwedî rûmet
Piştre xwedîyê Mazlum Plak çû Îzmîrê, mafê kasetên Şakiro bi erzanî kirî.
Dema kasêta wî ya yekemîn derçû, nivîsa bergê min nivîsand û li ser bergê bi gotina bavê xwe min wî wekî şahê dengbêjan bi nav kir û di nav gel de wekî şahê dengbêjan hat qebûlkirin.
Dengbêj bi lez cardin bûn xwedî rûmet..
Rewşencehşê navdar Muhsîn Kizilkaya li ser dengbêjan kitêb nivîsand lê nizanibû dengbêj kî ye, dengbêjî çî ye?
Dengbêjiyê weke wejeya Kurdî nirxandibû. Ev nêrîna şaş ji aliyê gelekan ve hate qebûlkirin. Dengbêj ne nivîskar in û ne hozan in… Dibe ku pênc kilamên Şakiro tunebin. Jixwe vegotina kilamên ku Şakiro distrê, bi piranî ji devê jinan bû.
Di vî hunerî de berî ‘bêj’ê deng tê, lê çi kirin? Dengê rakirin tenê bêjê nirxandin û wê jî şaş nirxandin. Dengbêj berî her tiştî, hosteyê dengê ne, ne yên gotinê ne..
Ha, di nav dengbêjan de hosteyê gotinê jî tune? Hene, bêguman hene…
Kî ne ew?
Ev bixwe jî mijara lêkolînekê ye.
Hinekan li ser dengbêjên jin nivîsandin. Lê mixabin ev jî bê bingeh e. Dengbêjiya jinan tune ye, tevî ku gelek kilam ji jinan hatibin wergirtin jî. Dengbêjî karekî profesyonel e û li gor civaka Kurdan ne mumkun bû ku jinan vi karî bikira. Pencî sal berê, jinek rûne dîwana mêran û bistrê…
Dengbêjiya jinan ev çend sal in dest pê kiriye. Berî ku dengbêjiya jinan dest pê bike, dest bi nivîsandina dengbêjiya jinan hate kirin.
Em Kurd in dive cihêrengiyekê me hebe an na?![1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 453 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/- 15-11-2024
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 13-07-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Muzîk
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 16-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 453 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.406 çirke!