Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,743
Wêne
  124,525
Pirtûk PDF
  22,123
Faylên peywendîdar
  126,681
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Şopên mîtolojiya kevnar di navbera Sîmir û Sîmorx de
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Şopên mîtolojiya kevnar di navbera Sîmir û Sîmorx de
Şopên mîtolojiya kevnar di navbera Sîmir û Sîmorx de
Şopên #mît# oloj iya kevnar di navbera Sîmir û Sîmorx de
Luqman Guldivê

Bêyî ku Ettar bi Mentiq-ul-Teyra xwe dest werde meseleyê, mirov nikare behsa aliyekî tesewufî yê çîrokê bi temamî bike. Ha helbet ez aliyên gnostîk ên têgihiştina dînî a mirovên xwediyê vê mîtolojiyê red nakim. Lê diyar e, qet nebe li cem Kurdan sîmir, beriya hertiştî hesin yan jî metalê biriqandî ye.
Ev demeke dirêj e min dixwest li ser sîmir binivîsim. Lê ne gotareke kurt a weke vê. Ev gotar bila bibe, gava pêşî ya ber bi jihevderxistina Sîmirê Kurdan û Sîmurxê Attar ve. Sîmir, ji bo wan kesên ku ji dê, bav, kal û pîrên xwe çîrokên Kurdî bihîstine, fîgurekî bi ezamet e, yê ku difire. Ji bo min jî Sîmir beriya her tiştî ew teyrê bi ezamet û dêw e ku Mîrza Miheme ji wê dinyaya li binê erdê derdixe ser rûyê erdê.
Bi zarokatiya xwe di vê çîrokê de rehma dilê Sîmir her li bîra min mabû. Sîmir wê 7 caran baskên xwe li xwe bida, da ku karibe Mîrza Mihema derxe ser rûyê erdê. Di cara heftan de berxê di destê Mîrza Mihema de dikeve û ew bi şûrê xwe “çîmê” xwe jêdike û diavêje devê Sîmir. Sîmir di cih de pê ilam dibe ku ne berx lê parçeyek ji laşê Mîrza Mihema di devê wî de ye. Axir ew vî parçeyê laşî naxwe.
Xwedê dizane, ev dilovaniya Sîmir kir ku ez dêka xwe bipirsim: Sîmir teyrekî çilo ye? Li gorî dêka min, ew teyrekî hesinî bû, hesinekî dibiriqîne yê weke sîmê.
Ji ber wê gava min dest bi xwendina zanîngehê kir û metna Ferîdudîn Ettar a li ser Sîmurx xwend, dilê min lê rehet nebû. Wî ji “sî” (30) û “murx” (heywanên bi bask) Sîmurx çêkiribû* û bêyî ku ez karibim bi mîtolojiyeke kevintir re li ber hev bigirim, ew metn li ber min bû. Ne ku çîrokeke nexweş bû, lê bi kêra min nedihat ku ez li “Sîmir”ê Kurdan di peywenda çandî ya Kurdistanê de xweşik serwext bibim.
Hesinê dibiriqîne
Axir, heman sala 1999´an, xwendina mîtolojiya Îndo-Îranî -esas ya ji metnên Sanskrîtî- kir ku meselaya hesinê diberiqîne bêhtir di serê min de cihê xwe bigire. Beriya wê, ew ê ne şaş be ku ez behsa peyva murx (morx, morx̣) jî bikim. Rast e ku ev peyv di Kurdiya îro de di navê “mirîşk”ê de hîna maye û îşaret bi heywanên bi bask dike. Morx̣ a Farisî jî bi heman maneyê ye. Lê di zimanê Sanskrîtî de “mayurî” ji bo tawis tê bikaranîn. “mayuri vina” jî bi maneya teyrê tawis di Sanskrîtî de cihê xwe digire. Jixwe, bi giştî jî dinyaya dînî ya civakên Hindo-Îranî ya beriya reformên zerdeşt ji heman kaniyê ne. Ji ber wê jî ez li meseleya xwe vegerim. Çawa ku di mîtolojiya Îranî û Kurdistanî ya beriya Zerdeştîtiyê de alema bêqisûr a ku xwedê ava kiribû, bê enerjî û tevger bû, di heman demê de ew weke di nava hêkekê de hatibû hizirkirin. Hekeke ku ji hundir ve dîwarên wê ji metal (belkî jî hesin) bûn û dibiriqand. Gerçî di metnên kevin ên Sanskrîtî de carinan teswîreke şikefteke dîwarên wê metal hebe jî, bi giştî em hêkê jixwe weke hêmana fêmkirina kozmozê di mîtolojiya Hindo-Îranî de dibînin.
Li vir a ku bala min bire ser xwe, ew metal -belkî jî hesin- bû yê ku dibiriqîne. Sîmirê dêka min jî dibiriqand. Min li derûdorê pirsî û ji devera Şikakan heta bi Botan û Torê, ev hizra teyrê ji hesinê biriqandî yan jî ji sîm û zîvê -bi her halî ji metal- ji bo sîmir belav e. Xelkê min ji wan pirsî bi giştî weke sedema hizrê îşaret bi “sîm”a di navê sîmir de kirin. Wê demê beşên navê vî teyrî sîm + [m]ir bûn. Ji ber ku mesele teyrek e jî, wê ne dûrî aqilan be ku peyva duyem “mir” be, çawa ku di navê “mirîşk”ê de heye.
Ya muhim ne teyr lê hesin e
Ez bi îdîayeke ji xwe mezintir dewam bikim. Bêyî ku Ettar bi Mentiq-ul-Teyra xwe dest werde meseleyê, mirov nikare behsa aliyekî tesewufî yê çîrokê bi temamî bike. Ha helbet ez aliyên gnostîk ên têgihiştina dînî a mirovên xwediyê vê mîtolojiyê red nakim. Lê diyar e, qet nebe li cem Kurdan sîmir, beriya hertiştî hesin yan jî metalê biriqandî ye.
Baş e gava mirov bi mîtolojiya kevin dakeve, belgeyên herî kevin li ku ne? Helbet nivîsên mîxî yên Sumerî yên kevin in. Ji ber wê min berê xwe da navê hesin û metal, hesinkar û kesên metalan çêdikin ên bi nivîsên mîxî: Û esas ez metel mam ji ber ku ez ne li bendê bûm ev navê li jêr derkeve pêşberî min:
:𒌣: yanî Sîmug!
Li Gorî wergera piştrastbûyî, maneya destpêkê ya Sumerî “hesinkar” yan jî “kesê emel bi metalan dike” ye. Maneya paşê lê tê barkirin jî ji xwendina Akadî “umun” tê: zanîn û zîrekî. Jixwe di mîtolojiya Akadî de jî Umun yek ji sê xwedayên beriya afirandina dinyayê ye û êdî funksiyona wê mirovan matmayî nahêle, ew çêker/hesinkar e ji bo her du xwedayên din ên beriya afirandina dinyayê yanî Abzu (xwedayê ava çem, gol û bîran ) û Tiamat (xwedayê avên derya û behran). Peyva ji heman kokê ya Akadî “Umma” jî bi maneya “pîr” (jina dinyadîtî û zane) û “pîresêhr” jî hatiye bikaranîn. Yanî têkiliya çêkeriyê/hesinkariyê ya yekser bi zanînê re mirov eşkere dibîne.
Çima bi îhtîmam behsa vê dikim? Em ji bîr nekin ku ji wesfên sîmir û sîmorx̣ e ku zaneyê mutleq be. Ji ber wê, bi ya min di navê “sîmir” de tişta sereke muhim, ne teyrbûn e, lê ew “sîm” e ku îşaret bi metal yan jî hesinê beriqandî dike. Ez li vir bi etîmolojiya peyva “sîmug” a Sumerî nikarim dakevim, lê elaqeya di navbera mîtolojiyên afirandinê û metal û hesinkariyê eyan in.
Bila ev gotar li vir bibe hewla pêşî ya jihevderxistina sîmir û sîmorx̣; bi lêkolîneke berfereh a ku bi tawisî melek, fîgurên teyran ên di mîtolojiyê de û nexasim jî yên elaqedarî afirandinê û hêmanên sîmirên çîrokên Kurdî li ber sîmurx, simorx û sîmorx̣ wê vê meseleyê li ser esasekî maqûltir rûnîne û nexasim jî sîmorx̣a Ettar di peywendeke tesewufê de dûrî vî fîgurê mîtolojiya Kurdan bike.
* Ev teyrê ku weke س (sîmorx̣) wî nivîsandiye. Wî di berhemê xwe yê bi navê Mentiq-ul-Teyr de di peywendeke tesewufa Îslamî de behsa 30 teyran kiriye yên ku nîşana 30 aliyên ruh in. Ev her 30 teyr li teyrê sîmorx ê mîtolojîk digerin. Di dema gerîna li sîmorx de ew xwe bi xwe nas dikin di çarçoveyeke tesewufî de.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 703 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/- 15-11-2024
Gotarên Girêdayî: 16
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 07-07-2023 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 16-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 15-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 703 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.113 KB 15-11-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.343 çirke!