Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,732
Wêne
  124,525
Pirtûk PDF
  22,123
Faylên peywendîdar
  126,681
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Pirsên Ku Em Nabersivînin…Dibin Bela Serê Me
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Pirsên Ku Em Nabersivînin…Dibin Bela Serê Me
Hekîm Ehmed

Kurd nêzîkî bidestxistina #maf# û destkeftên mezin dibin, bi taybetî li her du beşên “Başûr û Rojava”; lê careke din tirs, heyirandin, nakokî, tawanbarkirina hev û bêhtir ji van hemiyan parçebûn, ew parçebûna ku ne bi sînor, dîwar û têlan tê, lê belê parçebûna di têgeha nasnameyê de, di xweya neteweyî û mirovî ya kes û rêxistinên Kurdî de.
Der barê çareseriyê de, bi nerîna min, divê di demeke nêz de, Kurd têgeha kurdewariyê ya romantîk derbas bikin û ber bi netewperweriyeke bîrewer ve biçin, ji ber serdemên serkeftin û têkçûnên mezin ji bo lixwevegerê guncaw in, lê bi şertê ku ew lêveger berê me nede wendabûn û jihevbelabûnê.
Eger em li meydanên sereke yên xebata Kurdan a salên bûrî vegerin, em ê rastî serkeftinên mezin bibin, lê di heman demê de em ê rastî pirsên ku me bê bersiv hiştine, werin, tenê em bi destkeftên xwe serxweş û kêfxweş bûn.
Şaşiyên salên bûrî jî li ser hest û ramanên Kurdewariya klasîk bar bûn, mebesta min ew têgeha ku dibêje Kurdewarî azarkêşî ye, şopa wê tim li dijî berjewendiyên kes û aliyan e ku em gelek caran tenê ji bo dîrok, serok û simbolan bixebitin û qurbaniyan deynin.
Baş e, çima Kurdewarî bi berjwendiyên civakê yên abûrî, zanistî û jîwerî ve nayê girêdan? Çima serxwebûn û destkeftên mezin di serê me de wek dawiya dîrokê xuya dikin? Çima ne pêşeroj pê dest pê bike?
Tewera yekemîn şerê Kurdan li dijî terorê ku şerê man û nemanê bû, tu kes nikare bibêje ku Kurd karîbûn biramin û şer nekin, tu hêza leşkerî ya Kurdî hevalbend ji xwe re ji nava lîsteyekê nebijartin, her tişt bi lez dihate ferzkirin û tevî ku şervanên Kurdan bûne sembola lehengî û fedekariyê lê tim ew pirs dihatin kirin: Berê me li kû ye?
Dê çi bi dest me bikeve? Ceng li ser me ferz bû, lê çawa em sûd jê werbigirin? Û pirsa herî mezin ku di nav van pirsan hemiyan de hebû û nehat bersivdayîn ew bû “Em kî ne?”
Li qada siyasî jî, her aliyek ji yê din re dibêje tu şaş diçî û çi li Rojava, çi li Başûr dijberiya navxweyî bi heman rengê dîrokî derdikeve û tawanbarkirina bi rengê “Aliyek dektator û aliyek xayin” dubare dibe, bêyî ku em carekê bi wêrekî û bi awayekî zanistî li ser vê mijarê bisekinin, baweriya min bi efsane û le’netan nayê, sedem û encamdayîn hene.
Lê mixabin ev diyarde li ser erdê bi rengê çareseriyê nayê xwendin, lê belê wek di durişm û gotinan de, wilo di praktîkê de jî, hew ji ber ku aliyek nizane çawa berdewam bike, dilê xwe li birayê xwe (Yê diktator an xayin) hênik dike.
Bawer dikim ku êdî bes e, divê em kar û barên xwe yên hundirîn sererast bikin, bila mafê me berjewendiya me hemiyan be, tiştek tune ye ku em bikin ji bo em vehesî bimrin, bila xebata me bi pêşerojê ve girêdayî be, bi berjewendiya xelk û civaka meve têkildar be.
Em tev di wê baweriyê de ne ku cîhana îroyîn dagirtî derew e, dewlet tev bi mafê mirov û gelan bang dikin, lê heman hêzên ku xwe bi parastina mirovan dibînin, îro gelê Başûrê Kurdistanê seza dikin, tenê ji ber ku wan hêviya xwe anî ziman, rengê vê sezakirinê jî pir gemar bû, ku ew bi destê hêzên bi ser Îranê ve hat kirin, Îrana ku gerek ji hêzên navdewletî re wek dijmin were dîtin.
Li Rojavayê Kurdistanê rewş baştir xuya dike, lê şerê terorê bi dawî nehatiye û gef li ser Efrînê berdewam in, her wiha ji aliyê diplomasî ve gelek mijdarî heye, bi nerîna min gerek amadekariyeke baş ji qonaxa bê re bibe, ew jî bi rêya danheva mala Kurdî û bersivdayîna pirsên nasnameyê.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 87 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 12-11-2024
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-12-2017 (9 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 88%
88%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 87 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.157 çirke!