Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya
Hevkarên me
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Statîstîk
Babet
  600,817
Wêne
  126,620
Pirtûk PDF
  22,390
Faylên peywendîdar
  132,982
Video
  2,209
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,482
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,766
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,157
عربي - Arabic 
46,850
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,894
فارسی - Farsi 
17,491
English - English 
8,630
Türkçe - Turkish 
3,891
Deutsch - German 
2,068
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
368
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
4,026
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,849
Kurtelêkolîn 
7,070
Şehîdan 
4,649
Enfalkirî 
6,231
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
20
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
12
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,753
PDF 
35,242
MP4 
4,322
IMG 
241,559
∑   Hemû bi hev re 
283,876
Lêgerîna naverokê
Sînema, Êşa Dîrokekê û Bîrdanka Milletekî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Sînema, Êşa Dîrokekê û Bîrdanka Milletekî
Sînema, Êşa Dîrokekê û Bîrdanka Milletekî
#Sînema# , Êşa Dîrokekê û Bîrdanka Milletekî
Xoşan Qado

Bi giştî, têkiliya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi sînemayê ra tenê di çarçoveya çanda temaşekirina filmên di sînemayê da bû. Û ev çand ji destpêka salên 80yî ve geş bûbû, ku êdî jinan kincên xwe yên Kurdî li xwe dikirin û li gel hevser, meriv û cîranên xwe diçûne holên sînemayê.
Di destpêka salên 1930î da, şêniyên bajarê Qamişloyê yê nûavakirî, hino hino hînî çanda serdana holên sînemayê û temaşekirina fîlman dibûn. Li ser dîwarê mizgefta mezin fîlm nîşan didan, ev yek bû çirûska destpêkê ya girêdana xelkê herêmê bi sînemayê re. Ji ber ku bajarê Qamişloyê ji hêla Fransiyan ve hate avakirin, ku hingî Sûriye bi temamî di bin serweriya Fransayê da bû, icar mijarên mîna avakirina holên sînemayê û belavbûna çanda temaşekrina fîlman dibû beşek ji prosesa avakirina vî bajarî. Ev çand êdî li bajarên din jî belav dibû û gelek holên sînemayê vebûn. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsîyê û bajarên din jî. Û bi vê çandê ra hezkirina çûyîna holên sînemayê bo temaşekirina fîlman di nava xelkê herêmê da cihekî baş girtibû.
Sînema û Karesata Şewatê
Peyva sînemayê xwedî cihekî pir mezin ê xemgînî û êşê bû di nav welatiyên Rojavayê Kurdistanê de. Çinku yekser şewata Sînemaya Amûdê û dîmenê şewata zarokan li ber çavan radixist.
Di 13ê mijdara 1960î da, li Amûdê bi minasebeta piştgiriya şoreşa Cezayirê fîlmekî Misirî yê bi navê Reşeyê Nîvê Şevê li hola Şehrezadê hate nîşandan. Berpirsên hikûmeta Sûriyeyê hingî ferman dabûn birêvebirên dibistanan ku şagirtan ji bo li fîlmê temaşe bikin bînin û ji wan pereyan wergirin. Ji ber ku tovê hezkirina temaşekirina fîlman di dilê xelkê da şîn hatibû bi qeflan zarokan berê xwe dan hola Şehrezadê, lê nedizanîn ku wê ew hezkirin bibe reşe û xwe li canê wan bipêçe. Di encama şewatê da nêzî 283 zarok bûn qurbanê vê karesatê. Ew çanda hezkirinê piştî wê karesatê êdî di dilê xelkê da vemirî û şûna wê tirseka mezin ji bihîstina navê sînemayê peyda bû.
Lingê Şikestî yê Sînemayê
Têkiliyeke rasterast a bi sînemayê ra wekî berhemanîn, anku weke prosesa çêkirina sînemayeke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tune bû. Tenê hewildanên takekesane bûn û bi piranî jî di warê belgefîlman da pêşketinek hebû. Dema pêlên sosyalîzmê geşbûn û belavî gelek welatan bûn, ji Rojavayê Kurdistanê jî kesan berê xwe dane welatên sovyetê û derhênerî û hindek beşên girêdayî hunera dîtbarî xwendin, lê ew kes venegeriyan welat.
Hingî li herêmên binxetê, ji ber ku li hêrêmê weşana wan baş dikêşa derfeta temaşekirina li hindek kanalên Tirkî hebû û bi rêya wan kanalan Kurdên Rojavayê Kurdistanê li fîlmên derhênerê Kurd Yılmaz Güney temaşe dikirin, pê ra keseyet û taybetmendiya civakî ya Kurdên bakur nas kirin.
Di heman demê da gelek kes, ku Kurdên Şama paytextê Sûriyê bûn, cihekî baş di sînema û dramaya Sûrîyeyê da girtibûn, lê belê ew ekter mîna kesên Sûriyeyî dihatin naskirin ne wekî kesên Kurd, lewra kesayeta Kurdî di sînema û dramaya Sûriyê da bi rêya wan nedihat temsîlkirin.
Bi giştî, têkiliya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi sînemayê ra tenê di çarçoveya çanda temaşekirina fîlmên di sînemayê da bû. Û ev çand ji destpêka salên 80yî ve geş bûbû, ku êdî jinan kincên xwe yên Kurdî li xwe dikirin û li gel hevser, meriv û cîranên xwe diçûne holên sînemayê. Lê hino hino ev çand jî kêm dibû, nemaze piştî ku rêjîma Beasê li Sûriyeyê bi awayekî plankirî sînema xiste bin kontrola xwe û xwest bi rêya wê polîtîkayên xwe yên nijadperest pêk bîne. Vê rewşê hetanî ku ev çand bi temamî ji nav milet rabû berdewam kir. Yanî pêşî ji ber êşa kareseta şewata Sînemaya Amûdê û dûre ji ber siyaseta dewletê, holên sînemayê bûne holên dawetan.
Di destpêka salên 2000î de, hewildanên hindek kesan hebûn bo çêkirina belgefîlman. Di vê serdemê de demkî be jî li Sûriyeyê ev derfet çêbû ku hindek çalakiyên çandî û wêjeyê pêk werin. Jixwe ew belgefîlmên ku dihatin çêkirin jî ji bo televizyonên Kurdî dihatin şandin, çinku derfeta nîşandana wan li herêmê yan jî li holên taybet tune bû.
Kameraya dawetan bûbû bîrdankeka dîmenên herêmê. Çinku ji ber siyaseta rêjîma Sûriyeyê, xelkên herêmê nedikarîn bi serbestî dîmenan bikişînin, îcar dema xêliya bûk û zavayê re li nava bajarî digeriyan bi rêya kameravanên dawetan dîmenên bajaran digirtin û carinan hindeke kesên din jî li gel wan ji xwe ra dîmen dikişandin. Kameramanên dawetan li herêmên Rojavayê Kurdistanê roleka mezin ji bo belgekirin û belavkirina çanda dîtbarî ya li herêmê lîstin, nemaze kameramanê Ermenî ku arşîva wî gencîneyeka binirix bû ji bo tevahiya civakê.
Komîna Fîlm a Rojava xwedî roleke bingehîn bû ku diviya çanda temaşekirina fîlman ji nû ve bi kirasekî rengûreng û xemilandî di hişê zarokan de vejîne. Komînê destpêkê li bajarên Rojavayê Kurdistanê dest bi nîşandana fîlman kir, piştre projeya sînemaya gerok dest pê kir û endamên Komînê berê xwe dane gundan jî ku li wan deveran jî zarok bikarin li fîlman temaşe bikin.
Qonaxa Hewcedariya Bi Sînemayê
Piştî di sala 2011an de li Sûriyeyê serhildan pêk hat, sala 2011ê, êdî pêdiviyeke gelek mezin bi sînema û çalakiyên dîtbarî hebû ku cihê xwe di nava gel û civakê da bigire. Piştî Şoreşa 19ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê, di warê hunerî de pêşketinek çêbû ku sînema jî yek ji qadên wê ye. Lewra êdî hewcedarî bi sazûmaniyê çêbû ku vê pêvajoyê geştir bike. Îcar di sala 2014an da bi mebesta pêşxistina hunera dîtbarî Hunergeha Welat li Qamişloyê hate avakirin. Di vê saziyê da gelek kar û xebat di warê çêkirina belgefîlm, vîdeoklîp û rêzefîlman da hatin kirin. Lê vê jî têrê nekir ku pêdivî bi zêdetir xurtkirina çanda sînemayê çêbû û vê carê jî gaveka din hate avêtin û Komîna Fîlm a Rojava di sala 2015an de hate avakirin.
Komîna Fîlm a Rojavayê dabeşî sê beşên sereke dibû; beşa nîşandana fîlman bo geşkirina çanda sînemayê, beşa perwedeyê û beşa produksiyonê.
Ji ber ku sînema hêmaneke sereke ya pêşketin û geşkirina civakê ye, Komîna Fîlm a Rojava jî xwedî roleke bingehîn bû ku çanda temaşekirina fîlman ji nû ve bi kirasekî rengûreng û xemilandî di hişê zarokan de vejîne. Destpêkê Komîna Fîlman li bajarên Rojavayê Kurdistanê dest bi nîşandana fîlman kir, piştre projeya sînemaya gerok dest pê kir, îcar ne tenê li bajaran, endamên Komîna Fîlman berê xwe dane gundan jî ku li wan deveran jî zarok bikarin li fîlman temaşe bikin.
Piştî dameziraninda Komîna Fîlm a Rojavayê, pêdivî bi pêşxistina karê sînemayê di biwarê pratîkî da çêbû, lewra akademîya Şehîd Yekta Herekol hate damezrandin û di nava beşên wê yên cihêreng da, beşa sînemayê jî hebû ku erkê perwerdeya di biwarê sînemayê da girtibû ser milê xwe. Di vê beşê da nêzî 20 xwendekarî perwerde dîtin û dawiyê jî nêzî 17 kurtefîlm ji aliyan wan ve hatin berhemanîn.
Komîna Fîlm a Rojavayê gelek fîlm û belgefîlm çêkirin, her wisa di çêkirina gelek fîlmên dîtir de jî bû alîkar. Belgefîlmên bi navê Zarok in Em, Darên Bitenê, Hezkirin Di Rûyê Qirkirinê De, fîlmên sînemayê yên bi navê Bajarên Wêranbûyî, Ji bo Azadiyê, Kobanî, Nameya Şingalê, Berbû, û kurtefîlma Mal gelek berhem hatin dayîn. Her wiha di warê rêzefîlman de jî du rêzefîlm hatin çêkirin: Tava Sor û Evîna Kurd.
Tevî tecribeya kurt a komînê û hemû zehmetiyên di warê çêkirina sînemayê de, berhemên ku li jor hatin ziman bi rengekî profesyonel derketin holê. Fîlmê Ji Bo Azadiyê ceribandina destpêkê ya çêkirina fîlmeke dirêj a li gorî pêvanên sînemayê bû. Çîroka vê fîlmê xwe dispêre bûyerên rasteqîne ku behsa berxwedana 100 rojî ya li Sûra Amedê dike. Fîlm bi temamî li bajarê Kobaniyê hate kişandin ku di şert û mercên zehmet de xebateke mezin diviya. Gelek kesên amator beşdarî vê xebatê bûn û cihekî baş di çêkirina fîlmê de girtin. Ev fîlm wekî pencereyekê vebû ku cîhanê jê temaşeyî sînemaya Kurdî dikir. Lewra fîlm piştî ku beşdarî Mihrîcana Kolkatayê ya li Hindistanê bû beşdarî gelek mihrîcanên din jî bû.
Fîlmê Bajarên Wêranbûyî jî çîroka sê bajarên ku li rastî êrîşên tund ê Daişê hatinedigire dest: Şingal, Cezaa û Kobanê. Vê fîlmê Xelata Baştirîn Fîlmê li Mihrîcana Mexicoyê ya navdewletî wergirt.
Fîlmê Kobanê, çîroka berxwedana efsûnî ya şervan û gelê Kobanê ya li dijî Daişê û hêzên tundrew vedigêre. Tê de hûrgiliyên jiyana şervanan û vîn û berxwedana bo parastina bajarê Kobanê tê nîşandan.
Fîlmê Berbû, çîroka êşa bajarê dagirkî Serê Kaniyê ye ku ji hêla Tirkiye û komên girêdayî wê hate dagirkirin. Ew mînanî bîrdanka vî bajarî ye ku bi çîrokên şêniyên wê tijî ye.
Belgefîlmên Darên Bitenê û Evîn Di Rûyê Qirkirinê De ji projeyên Komînê yên belgekirin û danasîna çand û hunerên gelê herêmên Mezopotamyayê ne,ku balê dikişînin ser hunerên resen ên gelên vê herêmê.
Piraniya fîlmên Komîna Fîlm a Rojavayê li gelek mihrîcanên navdewletî hatin nîşandan û gellek ji wan jî xelat wergirtin. Ev yek ji encama ked û xebata salan a hezkiriyên vê hunerê û vê xakê bûn. Ev herêm bi salan hate çewisandin û hunera sînemayê tenê di bin kontrola rêjîma Baasê de bû, lewre ne ji bo çêkirinê ne jî ji bo pêşkêşkirina fîlman tu bingehek tunebû. Hindek sazî û kes li şûna dîmenên biêş û dijwar ên ku êrîşên hêzên tundrew ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan didin dixwazin dîmenên bedew ên nirxên aşîtî û hevjiyanê bi rêya sînemayê belav bikin da ku bibin bersiv bo hemû hewildanên qirkirin û tunekirina gelên vê herêmê.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 451 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 11-11-2024
Gotarên Girêdayî: 46
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-03-2024 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Sînaryo
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras HisoA.H.) li: 11-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan SerçinarîZ.S.) ve li ser 12-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 451 car hatiye dîtin
QR Code
Zêdetir
  

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.5
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.266 çirke!
Hêvîye pîçekê xu lê bigire