Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya
Hevkarên me
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Statîstîk
Babet
  600,803
Wêne
  126,599
Pirtûk PDF
  22,390
Faylên peywendîdar
  132,979
Video
  2,209
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,482
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,766
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,157
عربي - Arabic 
46,850
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,894
فارسی - Farsi 
17,491
English - English 
8,630
Türkçe - Turkish 
3,891
Deutsch - German 
2,068
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
368
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
4,026
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,849
Kurtelêkolîn 
7,070
Şehîdan 
4,649
Enfalkirî 
6,231
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
20
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
12
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,753
PDF 
35,242
MP4 
4,322
IMG 
241,559
∑   Hemû bi hev re 
283,876
Lêgerîna naverokê
Çend lorîk ji herêma Hekariyan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Çend lorîk ji herêma Hekariyan
Çend lorîk ji herêma Hekariyan
Çend #lorîk# ji herêma Hekariyan
Dewrêş Elî

Dayîkên herêma Hekariyan piraniya emrê xwe li gund û zozanan derbas dikin û bi welatperweriyek ji dil bi vê ax û erdnigariyê ve girêdayî ne. Xweşikatiya çiya, dol û newalên Kurdistanê ji ser zimanê wan kêm nabe. Sohbetên wan tim li ser wextê çûyîna zozanan, hatina bihar û havînan e.
Laylayî an jî lorîk ew kilamin ku dema landika zarokan tê hejandin ji alîyê dayîkan ve têne gotin. Her wiha dengê lorîkan di demên nivandin, hezkirin û lîstikên zarokan de bilind dibin. Ev cure kilam hem bi awayek serbest hem jî bi kêşe hatine honandin û xwedîyê selîqeyeke sivik in.
Nava wêjeya devkî de bi min cihê lorîka cuda ye. Lorîk, dayikê bi êş û kêfxweşiyên xwe digihîne zarokên xwe. Bi saya wan kilamên zarok nivandinê, ziman tê naskirin êş û kêfxweşî te hîskirin. Ez bawer im di civaka Kurdistanê de kesî hê bi dengê zilamekî lorîk guhdarî nekiriye û nebihîstiye. Ji ber vê yêkê ye lorîk di navbera dayîk û civakê de dibe pirek neteweyî û civakbûnê. Di binê wê pirê de ziman hêdî hêdi diherike, hêz û qawetê digire.
Nasîn û bîhîstîna ziman yekem car bi lorandina van kilama digihe guhên zarokan. Herwiha gelek caran dayik, tenêtîya xwe jî bi van stranên ku pirî caran jixweberî tene çêkirin dipêçin. Lorîk ji zarokên di dergûşê re tên gotin lê di heman demê de dibin wek qumatkek ji bo dayikan jî. Ewan êş û elemên ku li vê dinyayê dîtine bi rêya lorîkan li dîrokê qeyd kirine. Mirov dikare bibêje ku lorîkên ku bi sed salan e têne gotin serpêhatiyên civakê ne û ji dile dayikên civakê diniqutin roja îro. Ji ber bawerî, şert û mercên polîtîk û çanda fedodal dayikan encex karibûye derd û keserên xwe bi zarokên xwe re parvebike. Wan jî derdên xwe bi saya van lorîka anîne ziman, zarokên xwe ji xwe re kirine elemdost. Kar û berên yên rojane, karên malê, paqijkirina xanî, dirûstkirina xwarin û vexwarinan, heya îşên derveyî malê, xweyîkirina pez û ajalên din hemû li ser mile dayikan bû. Wextê nivandina zarokan jî êdî westandina xwe, bêhêvîtiya civakê, hal û hewalê dinyayê ji ew zarokê bêziman re vedigotin. Hema beje hemû lorîkên ku di van demên dawî de min guhdarî kiriye bi xembariyên dayikan ve hatıbûn honandin.
Dayîkên herêma Hekariyan piraniya emrê xwe li gund û zozanan derbas dikin û bi welatperweriyek ji dil bi vê ax û erdnigariyê ve girêdayî ne. Xweşikatiya çiya, dol û newalên Kurdistanê ji ser zimanê wan kêm nabe. Sohbetên wan tim li ser wextê çûyîna zozanan, hatina bihar û havînan e.
Ji xeynî vê yekê, di gelek kilamên dengbêjîyê da mirov dibîne ku ew kilam jî li ber dengê jinan hatine honandin. Kilama Ferzende Beg ya Şakiro vedibêje ji dengê Besra ya hevjîna Ferzende Beg, kilama Filîtê Quto jî bi piranî ji dengê dayîka Filîtê Quto Şemê hatine wergirtin û vegotin. Lewma mirov dikare bibêje ku êş û keserên dayîk dikişînin; xweşî û kêfxweşî, nexweşî û şînîyên wan, hêvî û lavayên ku ji zarokên xwe dikin, jiyana navmalî, hebûn û xwebûna wan -ku ji her hêlî ve kurdewar in- bi form û rêbazên folklorîk dibin bingeheke xurt ji bo civaka Kurd. Û ev serboriyên ku bi ramana dayikan ve tê nirxandin, bi rêya lorîkan diçirise ser tevahiya civakê û civakên derdorê, pirî caran li cîhanê belav dibe. Lê lorîk bes ne bi êş û keseran ve girêdayîne. Heman wextê de lorikên sivik, nazik, xweşî û şahiyê jî hene. Bi kêfxweşî hatine honandin û mirov dibe qey zarzokên ku bi wan lorîkan binivin wê xewnên xweş bibînin. Kî dizane, belkî jî dibînin…
Navbera min û dayikan bi giştî baş e. Di sohbete me de bala min dikişine ku dayik pirî caran weke ku bêriya xwe bişikînin behsa serpêhatiyên xwe dikin, behsa zaroktî û ciwanîya xwe dikin. Serpêhatiyên pirî ji wan heman in. Gelek dayîk bi temeneke biçûk hatine zewicandin. Ew jî bi mezinkirina zarokên xwe ve mezin bûne. Ligel êşên xwe û tenêtîya xwe, dilşikestinên xwe jî tînin ziman. Gava ez meseleye mexsûs tînim ser lorîkan çavên wan dibiriqin û wekî zarokan kêfxweş dibin. Her çiqas ev nêrîn nêrîneke hêstiyar be jî em dikarin vê yekê bibêjin: Dayikên Kurdistanê bi zarokên xwe re zaroktiya xwe jiyane û bi hev re mezin bûne û lorîkên ku ji zarokên xwe re gotine esas ji xwe ra jî gotine. Êş û kulen xwe, derd û keserên xwe bi van lorîkan aj kirine.
Wêne: Ercan Altuntaş
Dayîkên herêma Hekariyan piraniya emrê xwe li gund û zozanan derbas dikin û bi welatperweriyek ji dil bi vê ax û erdnigariyê ve girêdayî ne. Xweşikatiya çiya, dol û newalên Kurdistanê ji ser zimanê wan kêm nabe. Sohbetên wan tim li ser wextê çûyîna zozanan, hatina bihar û havînan e. Dayikek ku me pê re sohbet kir çiyayên welat teswîr dike û dibêje: “Xweşîkatiya herî mezin di wextê belekatiya berfê de çiya ye.” Ev teswîr têkiliya dayikên vê heremê bi xwezaya Kurdistanê re jî dide der.
Di van rojên dawî de dîsa ji bo ku çend lorîkan ji wan gohdarî bikim mal bi mal li sohbetên dayîkên vê herêmê geriyam û bûm mêvanê wan, bûm mêvanê sohbetên wan. Carinan beytikên Melayê Bateyî ji ser zimanê wan bi aheng û aramî dihatin xwarê, carinan jî ji min re behsa hatina mîr û feqîya dikirin. Bi rastî jî diyalogên li gel dayîkan hîsek weke ku mîtosên kevin bin dida min. Bi sohbetên wan gelek caran ez ketim nav xeyalên kûr û fireh...
Roj bi roj lêkolîn û xebatên derheqê folklora Kurdî de li ser gelek xalan zêde dibin lê mixabin, lêkolîn û xebat herî kêm li ser laylayiyan hatine kirin. Ev beş ji bo lêkolîner, arşîvger û folklorîstên Kurd xezîneyekî dihewîne û ev xezîne ji bo dewlemendiya çandî a civakê jî êdî divê derkeve rojê. Ger ku ev xezîne karibe ji cihê xwe yê veşartî derkeve wê karibe derfet û rêyan jî li ser azadî û aramiya civakê, bi taybetî jî azadiya jin û zarokan veke. Laylayiyên li jêr nivîsandî ku min ji dayikan guhdar kiriye di vê behsê de dibe wekî neynikekê û rastiya jin û zarokên civakê dide berçav:
I.
Lalî lalî sebra min lalî
Lalî lalî berxê min lalî
Ezê lalîka xwe lalakim
Ezê sebra dilê xwe lalakim
Ezê ser landika dilê xwe du tar bikim
Belê derdê dilêmin gelek in ezê lê siwarkim
Ezê lalîka xwe pejînim
Ezê sebra dilê xwe pejînim
Ezê ser landikê ser de bînim
Belê derdê dilê min gelek in
Ezê pê birevînim
Lalî lalî berxê mino lalî.
(Weke ku aşkera diyar e dayîk di vê lorîkê de tenêtîya xwe tîne ziman. Derdên xwe bi rêya vê lorîkê ji zarokê xwe yê kur re vedibêje û hêviya dilrihetiyê jê dike. Sebra xwe pê tîne û xuyaye bi vê lorîkê xemên xwe bi nivandina zarokê xwe ve sivik dike.)
Fotograf: Dewrêş Elî
II.
Hey layê hey layê hey layê berxê min
Hey layê hey layê hey layê lawê min
Ezê landika lawê xwe hejînim hey layê
Ezê landika berxê xwe şidînim hey layê
Hey layê hey layê hey layê berxê min
Hey layê hey layê hey layê lawê min
Ezê destikê despênga lawê xwe şidînim hey layê
Ezê destikê despênga berxê xwe şidînim hey layê
III.
Landika min ê hey layê
Mendala sava hey layê
Layê min çend caran
Li ber malên cîranan
Gera kes şîr nedayê
De hiş be binive
Ezîzê dilê bavê xwe
Şirînê ber dilê dayika xwe
Terazî hatine esmanê jorîn
Pêro hatine hindava banê belayê
(Xuyaye ev laylayî dema dayîka zarokekî biçûk diçe ser dilovaniya xwe ji aliyê bavê zarok ve hatiye honandin. Bavê wî lawê xwe cîran bi cîran digerîne lê kesekî nabîne ku şîrê xwe bide zarokê wî.)
IV.
Biçûka biçûk
Hirmiya sor a bi du çiq
Xal xezûr jin biçûk
(Vê kurte lorîyê de xuya ye behsa pêşeroja keça xwe û zewaca wê dike. Lê ev her sê rêzik rewşa xirab a zewaca hevnasan û rewşa zarokên ku tên zewicandin dide ber çav.)
V.
Layî layî layî
Sebra minê layî
Keça minê layî
Sebra dilê min layî
Keça min keça Kurda ye layî
Sebra dilê min ê layî
Babezîzê layî
Keça min bisk badaye
Xortan destgirtî û berdaye
Hêvîya keça min maye layî
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 737 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 11-11-2024
Gotarên Girêdayî: 7
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 12-06-2024 (2 Sal)
Bajêr: Hekarî
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Zarokan
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras HisoA.H.) li: 11-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan SerçinarîZ.S.) ve li ser 12-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras HisoA.H.) ve li ser 11-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 737 car hatiye dîtin
QR Code
Zêdetir
  

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.5
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.313 çirke!
Hêvîye pîçekê xu lê bigire