Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya 🆕
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  595,569
Wêne
  125,775
Pirtûk PDF
  22,277
Faylên peywendîdar
  131,197
Video
  2,202
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,678
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,183
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,973
عربي - Arabic 
45,646
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,081
فارسی - Farsi 
16,960
English - English 
8,581
Türkçe - Turkish 
3,874
Deutsch - German 
2,048
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,889
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,845
Kurtelêkolîn 
7,009
Şehîdan 
4,647
Enfalkirî 
5,855
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,339
PDF 
35,019
MP4 
4,265
IMG 
239,596
∑   Hemû bi hev re 
281,219
Lêgerîna naverokê
Kobaniyê ewrên kêfxweşiyê raxistin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kobaniyê ewrên kêfxweşiyê raxistin
Kobaniyê ewrên kêfxweşiyê raxistin
Kobaniyê ewrên kêfxweşiyê raxistin
Leyla Ebdo

#Zanîngeh# , di rewşa koçberî û dorpêça êrişan de wê çawa bala xwendekaran bikişanda? Lê bixwebawerî û kedê hişt ku ev pirs zelal bibin û ev meş nesekine. Êdî têgeh, teorî û rêbaz ferqa xwe nîşan da. Nasnameya xwe îsal bi vekirina kampûsa nû ya ku nêzî gundê Mezra Sofî ye, bi van gotinên felsefî li ser deriyê zanîngehê neqişand: “Zanîn Xwebûn e, Xwebûn Hebûn e”.
Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê, desmalên kesk û sor û zer ber bi jor ve hilperandin û kêfxweşiyeke mezin li ser Kobanî belav kirin. Roja şahiya derçûnê, girî ji bo bextewariyê bû. Lê, di hinavan de janên berê jî lerizîn. Êşa beriya bi deh salan… Êşa di nava deh salan de hate ber çav, hate ber dil. Lê ev derçûn bû kenek, li bin çavên li ber girî, tijî rondik. Bû dermanek ji bo dilên bi kul. Civakê bi vê kombûnê birînên xwe careke din kewandin. Jixwe, dizane ti carî rojên giran, dîroka nêz ji bîr nabin.
Lê civakê di heman demê de dît ku wê bi dilrehetî zanîn û dîtina xwe bide zarokên xwe. Ew ê êdî karibe serpêhatiyên xwe bide vî nifşê nû. Ji bo ku dîroka xwe bi destê xwe binivîsin, berhev bikin û dahurînin. Sibe yan jî dusibe, gelek ji wanan wê weke mamoste, bijîşk, endezyar, civaknas, wêjevan derkevin pêşberî wan. Rabihurî û siberoj di heman kêliyê de hatin ber çavê civakê.
Diyalektîka jiyan û mirinê di jiyana kurdan de bi rewşa dagirkerî û mêtingeriyê ve girêdayî xwe di hemû rojên jiyanê de dide der. Dê û bav vê rastiyê hê ji biçûkahiyê ve ji zarokên xwe re dibêjin. Şîn û şahî, xemgînî û kêfxweşî ji hev ne dûr in, carinan dikeve nava hev de. Li vir ked, têkoşîn, berxwedan û hêvî, rê û cewherê berdewamkirina jiyanê ye. Tê zanîn ku kêfxweşî û azadî bi meşa vê rêkê ve pêkan e. Ev rastî bûye felsefeya jiyanê.
Diyarî cangoriyan kirin
Civaka Kobanî, di roja şahiya derçûna xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê de bi hêstên têr û germ zarokên xwe, pêşengên siberojê hembêz kirin. Kal û pîr, jin, zarok û ciwan bi xemla xwe ya resen berê xwe dan vê şahiyê.
250 xwendekar berî ku bawernameyên xwe bigirin, çûne goristana şehîdan. Desmalên xwe yên kesk û sor û zer li ser gorên şehîdan pêçan. Di nava bêdengiyeke aram de destên xwe li ser kevirên ku bi navê şehîdan neqişkirî gerandin. Da ku ew pê bihesin û ti carî ji bîr nekin ka xwegihandina vê rojê di kîjan kêliyên lehengî û cangoriyê re derbas bûye. Xewn û xeyalên bi hezaran dilên veşartî ber bi ezmanên şîn ve herikîn. Li vê jiyanê û ji mirinê wêdetir her çi hebe giha hevûdin, bi hev şa bûn.
Ji 30 bû 250
Derçûna yekem, 28’ê Cotmeha 2021’ê de bi 30 xwendekaran ve pêk hatibû. Wêneyekî xwendekara keç ku li ber kevirê bibîranîna şehîdan, bi nîşana serketinê destê xwe hildaye, bû remza derçûna ewilî ya ku li cîhanê jî deng veda. Her ku çû sal bi sal hejmara xwendekaran zêde bû, beş û fakulteyên nû hatin avakirin. Ji xwendekarên derçûyî hin ji wana di dibistanan de bûn mamoste, di saziyan de bûne hilberîner.
Ji derçûyiyên duyem û vir ve li ber çavê civakê gaveke din a şênber bû hunera zanîngehê. Di 20’ê Cotmeha 2022’yan de 32 xwendekarên din derçûn.
Sal bihurîn, zanîngeh pê re pê re kûrbûna xwendinê li ser bingehê felsefe û metodeke nû bi pêş ve bir. Pir eşkere ye ku Zanîngeha Kobaniyê bi hêza xwe, hêdî hêdî li ser lingê xwe meşiya. Li gorî hin nêrînan ev wêrekiya zanîngehê wê neçûba serî..! Gelo bi zimanê kurdî pergala xwendina bilind, çavkanî û mufredat wê di çi astê de bin, gelo zanist bi zimanê kurdî çêdibe?! Zanîngeh, di rewşa koçberî û dorpêça êrişan de wê çawa bala xwendekaran bikişanda? Lê bixwebawerî û kedê hişt ku ev pirs zelal bibin û ev meş nesekine. Êdî têgeh, teorî û rêbaz ferqa xwe nîşan da. Nasnameya xwe îsal bi vekirina kampûsa nû ya ku nêzî gundê Mezra Sofî ye, bi van gotinên felsefî li ser deriyê zanîngehê neqişand: “Zanîn Xwebûn e, Xwebûn Hebûn e”.
Her wiha di pêşkêşiyan de bixwebaweriya xwendekarên jin pir bal kişand ser xwe. Hewildaneke girîng li ser lêgerîn û lêkolîneriya jinê, şirove û analîzên jinê hebûn. Gelo di kesayeta van tecrûbeyan de nihêrîna jinê wê bandoreke çawa li ser lêkolînên zanistî bike û hîn zêdetir roleke çawa li hember çanda baviksalarî û zayendperestiyê bilîze?
Vegera welêt nêzîktir kirin
Di derçûna sêyem de civaka Kobaniyê li ser lingan, bi tilîlî û çepikan xwendekarên xwe silav kirin. Ji Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Hesekê, Şehba, Heleb, Reqa û gundewarên Kobaniyê malbat, cîran, dost û hevalên xwendekaran li qada şahiyê kom bûn. Mêvanên ku ji derveyê welat ji bo serdana malbatên xwe hatibûn, ew jî bi kêfxweşî û matmayî ev atmosfer dîtin. Vegera “welêt” nêzîktir kirin..!
Bi zimanê kurdî xwendin xeyala dayîk û bavan bû. Di nava vê kêfxweşiyê de hevoka ku herî zêde hate ziman ev bû: “Me bi zimanê xwe xwend… zarokên me bi zimanê kurdî zanîngehê dixwînin”. Ev bû gotina dengê bi hezaran kesan. Di heman demê de ev kêfxweşî ji gelek kesan re weke xewn hat, wan ji xwe pirsî ka gelo rast bû yan xewn?! Ji ber ku di nava Şoreşa Rojava de her avakirin, her berhem ji bo tevahiya civaka Kurdistanê dibe yekem tecrûbe. Bi destê xwe avakirin û di berhema ewilî de coş û xemginî di nava hev de didin der, diqewimin. Tenê kesên ku di roja derçûnê de li Kobaniyê kom bûbûn na, di nava Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û deverên din ên cîhanê de jî vê derçûnê dil xweş kirin û gelek kêfxweşî çêkir. Kesên ku rastiya civaknasî û dîroka Kurd nas neke wê nikaribe ji van hestan fêm bike. Dibe ku bi çavekî di nav sînor û qalibên ji pergalên netewe dewlet û mêjiyên oryantalîst bimeyzîne. Wî çaxî ev çavê dûr, dilê sar, ne wê karibe wate bide tişta çûyî serî, ne jî wê nasnameya resen ya avabûyî fêm bike.
Roja derçûnê, ji bo dayik û bavan kêfxweşî û serbilindiyeke mezin anî. Li ser civakê hemûyî bandoreke erênî çêkir. Derûniya ku bendê bindestiyê qetandiye, nêzî xwe bûye, bûye ya xwe di nava civatê de geriya. Hilma vê derûniya bi hêz, kete nava hinavên her kesa/ê amade. Keçeke 7 salî ku keça mamosteyeke Zanîngeha Kobaniyê ye, dema ku xwendekaran sirûda Ey Reqîb dixwend, çavên wê tije hêsir bûn û got, “dilê min digirî”. Civakê êş û serketinên xwe yên şoreşê bi hestên welatparêzî derbasî nifşên nû kiriye. Tevî astengî, êriş û koçberiya derveyê welêt hemûyî jî…
Guhê we li ser axaftinan be
Li Zanîngeha Kobaniyê, piştî şahiya derçûnê jî hin karan dewam kir. Xwendekarên sala çaremîn ên Ziman û Wêjeya kurdî lêkolînên xwe yên derçûnê bi sempozyumeke çandî pêşkêş kirin. Bi şêweyekî balkêş sempozyum hatibû amadekirin. Li aliyekî pêşkêşiyên akademîk, pêşkêşiyên komên dengbêjiyê; li aliyê din jî bîranîna çand û jiyana kevnare ku tê de ji cil û bergan bigre heta amûrên hilberînên çandiniyê, aşpêjiyê, ferşên bi destên jinan çêkirî, neqişkirî heta xemla malan di pêşangeha ‘çand û jiyana Kobaniyê’ de cihê xwe girtibû. Teorî, lêkolîn û şiroveyên xwendekaran bi dengê dengbêj û bi pêşengeha çandî hate zindîkirin. Di bernameya sê rojî de koma dengbêjan bi dengê xwe, bi gotinên xwe, bi çîrokên xwe guhdar hemû sermest kirin.
Mevanekî ezîz, Mamoste Celîlê Celîl jî hatibû vexwendin û di destpêka sempozyumê de online bi axaftineke pir bi wate Zanîngeha Kobaniyê û civaka Kobaniyê silav kir. Bi hestên xwe yên kûr got, “Min nanê we xwariye, mal bi mal geriyame û min nivîsiye. Ez bi Baqî Xido re mam, lê ez jê têr nebûm.” Şîretê xwe li xwendekaran kirin û metodên lêkolînê bi hêsanî, jiyanî nîşan da: “Binivîsin, guhdarî bikin, tomar bikin. Her roj ji bîr diçe, jibîrkirin serî radike… Hûn li ser xezîneyê ne. Guhê we li ser axaftina be… Çem, gelî, zinar dîrok pê re ne. Werin em dîroka xwe biparêzin.” Mamoste Celîlê Celîl jî û guhdar jî bi vê hevdîtinê kêfxweşbûn. Deriyê zanîngehê di van sê rojan de li civakê hemûyî vekirî bû.
Tişteke din a balkêş ew bû ku xwendekarên jin nihêrîn û dahûrandinên jinan kiribûn mijarên lêkolînê.
Zanîngeha Kobaniyê û zanîngehên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyê hîn di salên avakirinê de ne. Bi xwe jî dizanin ku pêwistiya civakê di her warê jiyanê de bi derçûyiyên jîr û jêhatî heye. Di meşa xwebûnê de xwendekar û civak hîn zêdetir li benda zanîneke azad, lêkolînên kûr û berhemên resen in. Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vî milî de bi îradeyeke bi hêz û bi xwestek, li ser rêya rast dimeşin.
Xwendekarên jin mohra xwe li zanîngehê xistin
Her wiha di pêşkêşiyan de bixwebaweriya xwendekarên jin pir bal kişand ser xwe. Hewildaneke girîng li ser lêgerîn û lêkolîneriya jinê, şirove û analîzên jinê hebûn. Gelo di kesayeta van tecrûbeyan de nihêrîna jinê wê bandoreke çawa li ser lêkolînên zanistî bike û hîn zêdetir roleke çawa li hember çanda baviksalarî û zayendperestiyê bilîze? Ev jî cihê lêkolîn û nîqaşê ne.
Yek ji taybetmendiyên Zanîngeha Kobaniyê ew e ku ji nîvî zêdetir xwendekarên jin in. Ne tenê weke hejmar, di naverokê de jî nêrîna jinê, ked û têkoşîna jinê li ser pêşketinên zanîngehê bandoreke berbiçav dike.
Zanîngeha Kobaniyê, bi derçûna sêyem, di hundirê mehekê de zanist, civak, jin, çand, ziman, kêfxweşî û şahî bi şêweyekî civakî û akademîk anî gel hev. Hunera xwe nîşan da. Gelek komxebat û lêkolînên xwe bi civakê re parvekir. Ji xelekeke bingehîn nêz bû. Bi vî awayî nêzîkatî û nihêrînên ji hêla zanist û civak, zanist û etîk, zanist û jinê ve ferqa xwe ya ji zanîngehên netewe dewletê derdixe holê.
Bêgûman Zanîngeha Kobaniyê û zanîngehên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyê hîn di salên avakirinê de ne. Di destpêka rêka xwe de bixwebawer dimeşin û cihê şanaziyê ye ku berhemên xweş û baş bi civaka xwe re parve dikin. Lê bi xwe jî dizanin ku pêwistiya civakê di her warê jiyanê de bi derçûyiyên jîr û jêhatî heye. Di meşa xwebûnê de xwendekar û civak hîn zêdetir li benda zanîneke azad, lêkolînên kûr û berhemên resen in. Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vî milî de bi îradeyeke bi hêz û bi xwestek, li ser rêya rast dimeşin.
* Mamoste ye li Fakulteya Zanistên Civakî.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 728 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 11-11-2024
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-07-2024 (2 Sal)
Bajêr: Kubanê
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Zanist
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras HisoA.H.) li: 11-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan SerçinarîZ.S.) ve li ser 12-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 728 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
Zêdetir

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 4.391 çirke!