Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,206
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,067
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Perwerdehiya fermî li Tirkiyeyê û qedera zarokên Kurd
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Perwerdehiya fermî li Tirkiyeyê û qedera zarokên Kurd
Perwerdehiya fermî li Tirkiyeyê û qedera zarokên Kurd
Perwerdehiya fermî li Tirkiyeyê û qedera #zarokên Kurd#
Havîn Kiye

Serdema nû ya perwerdehiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê dike. Pergala perwerdehiyê ku halêhazir xwedî gelek pirsgirêkan e, di serdema nû de jî deriyê xwe ji pirsgirên nû re vedike. Desthilata ku hewl dide pergala perwerdehiyê li gor îdeolojiya xwe ya fermî sererast bike, bi vî awayî dixwaze ji bingehê yanî ji zarokan dest bi avakirina modela civakeke xweserî xwe bike.
Zarokno, li zimanê xwe miqate bin, pihêt pê bigirin,
hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê
xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe
winda nekiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta
zindana wî di destê wî de ye.
Celadet Alî Bedirxan
Serdema nû ya perwerdehiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê dike. Pergala perwerdehiyê ku halêhazir xwedî gelek pirsgirêkan e, di serdema nû de jî deriyê xwe ji pirsgirên nû re vedike. Desthilata ku hewl dide pergala perwerdehiyê li gor îdeolojiya xwe ya fermî sererast bike, bi vî awayî dixwaze ji bingehê yanî ji zarokan dest bi avakirina modela civakeke xweserî xwe bike.
Piştî ku di hilbijartinên dawî de Huda-Par û Partiya Refahê ya Nû (YRP) ketin meclisê, mijara rakirina perwerdehiya tevlihev dîsa hat rojevê. Esasen gotinên wekî vekirina dibistanên keçan nîşaneyeke daxwaza avakirina vê modela civakî ye.
Mifredat tê guhertin û hemû hêmanên dînî, entîk û zayendî li derveyî mifredatê dimînin û tên paşguhkirin. Tevî van hemû pirsgirêkan jixwe perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi tu awayî nabe mijara nîqaşê jî.
Bi taybet li Bakurê Kurdistanê, bi rêya zimanê Tirkî, em dibînin ku zimanê Kurdî rastî qedexe û polîtîkayên bişaftinê yên organîze tê. Ev polîtîka hem rê li ber krîmînalîzebûn hem jî windabûna zimanê Kurdî vedikin. Kurt û kurmancî, zarokên Kurd, di nav vê pergalê de ku hemû zarok bi awayekî tên vederkirin bêhtir neçarî vê vederkirinê tên.
Em li ser pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê û pirsgirêkên malbat û xwendekarên Kurd dijîn bi Hevserokê Egitim-Sena Şaxa Wanê, Murat Atabay re axivîn.
Bi meha îlonê re serdema payîzê ya 2023-2024an a perwerdehiyê dest pê kir. Bendewariyên xwendekar û malbatên Kurd ji vê serdema nû çi ne?
Asta bendewariyê di serdema nû ya xwendinê de bi taybetî li ba zarokên kurd û dê û bavên wan ên li Kurdistanê dijîn, li gorî salên borî kêm bûye. Çimkî salên borî perwerde bi taybetî li bajarên Kurdan veguherîbû amûreke ku tenê bi armanca bicihkirina îdeolojiya fermî dihat bikaranîn. Zarok bûne amûrên sereke yên bişaftinê. Ev pratîk îro bi gelek awayên cihêreng berdewam dike. Ligel pirsgirêkên qeyrana aborî û bi kêmdîtina civaka kurdan, di vê mijarê de mixabin em nikarin bibêjin ku malbat û xwendekar li ser navê perwerdehiyê xwedî hêviyên mezin in. Dema ku em vê yekê ji aliyê qeyrana aborî û vederkirina Kurdan a li hêrêmê ve binirxînin, em ê bibînin ku feraseta “bila zarokên me bixwînin, belkî bi xwendinê bibin xwediyê karekî” wek salên salên ne xurt e. Çinku ev ji bo malbatan êdî ne daxwazeke sereke ye. Hem zêdebûna tundîya polîtîkayên asîmîlasyonê malbat asê bûne hem jî ji ber qeyrana aborî malbat nikarin lazimiyên xwe dabîn bikin. Loma hizra wan a derbarê perwerdehiyê de guherî.
Kurd di nav pergala heyî ya perwerdehiyê de xwedî çi dezavantajan in?
Bêguman bo Kurdan dezavantaja herî mezin ew e ku di çarçoveya pergala perwerdehiya heyî de bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê nabînin. Ji bilî wê, em dikarin bibêjin ku li bajarên Kurdan kêmasiyeke cidî ya veberhênanê heye. Gelek dibistanên gundan bi biryara wezaretê derbasî pergala neqilkirinê bûn û bi taybetî dibistanên Îmam Xetîb derbasî van dibistanên hatine valakirin bûn. Her wiha ji ber qeyrana aborî li gorî bajarên din malbat di dabînkirina pêdiviyên bingehîn de pirsgirêkên cidî dijîn. Bi gotineke din Kurd gihaştine wê astê ku nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin. Di nav vê çarçoveyê de, vederkirina herêmê, paşguhkirin, veberhênana bo şerî, nemaze nebûna saziyên perwerdeyê yên ku xwedî pêdiviyên bingehîn an jî nebûna avaniyên fizîkî yên guncanî perwerdeyê wekî pirsgirêkekên têra xwe giran li pêşberî me disekinin.
Gelo mirov dikare behsa serboriyeke zarok, xwendekar an jî malbateke Kurd bike ku ji ber nasnameya xwe ya netewî rastî cudakariyê hatine?
Serboriyên ku zarokên Kurd û malbatên wan ji ber nasnameya xwe rastî wan tên, weke travmayên zarokatiyê hêj di bîra me de ne. Di nav çarçoveyeke giştî de, zarok ji ber ku zimanê Tirkî nizanin dema diçin dibistanê nikarin xwe îfade bikin, ji aliyê mamosteyan ve tên piçûkdîtin û carcaran rastî tundiyê jî tên. Bo malbatan jî pirsgirêka herî girîng ew e ku dema diçin dibistanê nikarin bi mamosteyan re têkiliyeke xurt danin û xwe bi zelalî îfade bikin. Mamoste jî ji ber vê yekê naxwazin têkiliyekê danin. Di encamê de zarok şikestineke derûnî dijîn û malbat dilşikestî dibin.
Her wiha em carcaran rastî hin rewşan tên ku bi awayekî eşkere zarokan paşguh dikin û zimanê wî yê zikmakî biçûk dixin. Nemaze hin mamosteyên ku nû hatine tayînkirin hewla vê yekê didin. Çinku di nava tayînkirinên nû de hejmareke pir cidî ya mamosteyan heye ku di desthilatdariya AKPyê ya 20 salane de bi kodên îdeolojîk perwerde bûne. Nêzîkatiya van mamosteyan a li dijî ziman û çanda Kurdî dikare bibe pirsgirêk. Carcaran îfadeyên nijadperest bi kar tînin û tundiyê li zarokan dikin. Bo nimûne mirov wek mînak behsa bûyera çend sal berê li Erzeromê rû dayî bike ku hinek kesên ku qaşo dibêjin mamoste ne, li hember tabelayeke Kurdî bi tiliyên destên xwe hereketên nelicih kiribûn.
Kalîteya perwerdeya li Tirkiyeyê jixwe li cîhanê xwedî rêzeke paşîn e. Ev rewşa xirab li Kurdistanê hîn mezintir e. Bajarên Kurdan ji hêla perwerdehiyê ve xwedî gelek dezavantajan e ku mirov dikare wekî polên qerebalix, kêmasiya kadroyên hêja, kêmasiya dibistanan, nebûna razemeniyê û perwerdeyeke ji zanistê dûr bihejmêre.
Gelo dibistanên li Kurdistanê ji hêla kalîteya perwerdehiyê ve têrker in? Kapasîteya dibistanan têra perwerdehiyeke baş dikin? Heger ne wisa bin kêmasiyên wan çi ne?
Bêguman ev pirsgirêk li tevahiya Tirkiyeyê heye, lê belê li Kurdistanê zelaltir tê dîtin. Wekî me li jor jî gotî Li Kurdistanê bi taybetî piraniya dibistanên gundan girtî ne û perwerdehî bi neqilkirina xwendekaran tê dayîn û ev perwerde jî bi qasî mehekê dereng dest pê dike. Dema ku em ji hêla kalîteyê ve lê dinêrin, em dikarin bibêjin ku ev rewş bi AKPyê re pêşketiye. Zêdetir qadên ku zarok nikarin xwe ji hêla çandî û civakî ve pêş bixin tên avakirin. Mîmariyeke berjorkî tê têrcîhkirin. Mantiqa avaniyên bi vî awayî jî ew e ku çendî ji wan bê xwendekaran li polekê kom bikin û hejmara polan zêde bikin. Ev avanî her wiha ji qadên wekî laboratuwar, sehayên werzîşê û pirtûkxaneyan bêpar in.
Sekna sendîkaya me ya di vî warî de diyar e, weke ku me di raporên xwe yên berê de jî anî ziman, divê li her taxê dibistanek bê avakirin û ev dibistan li gorî mîmariya berwarî bên avakirin ku zarok bi xwezayê re têkevin têkiliyê. Avahiya fizîkî ya hemû saziyên perwerdeyê yên li Kurdistanê di vê wateyê de xwedî pirsgirêkên cidî ne. Di peydakirina pêdiviyên wekî amûr û keresteyan de jî pirsgirêkên cidî hene, li gelek dibistanan înternet û binesaziya teknolojîk tune ye û ji hêla paqijiyê ve gelek xirab in. Dibistan pir kevn in, tuwalet û destşo ne di wê astê de ne ku zarok bi tendurist bi kar bînin.
Li Tirkiyeyê kontrola perwerdehiyê an girêdayî ideolojiya fermî ye an jî girêdayî îdeolojî, fikriyat û pêdiviya desthilatê ye. Îro, em van hemûyan di heman hewzê de dibînin. Desthilata heyî dema ku tengas dibe berê xwe dide îdeolojiya fermî û oldariyê. Bi vî awayî beşên civakê yên ku xwedî bîr û baweriyên mixtelîf in, havî dike û wan tewanbar dike. Herwiha desthilat kiryarên xwe bi rêya terefgirên xwe meşrû dike. Dawiyê, da ku vê meşrûbûna xwe qahîmtir bike, vê kontrola xwe li hemû qadên jiyanê disepîne, destpêkê jî li dibistanan.
Nîşaneyên îdeolojiya fermî li dibistanan çawa xwe didin der?
Îdeolojiya fermî jixwe ji demên borî heta niha di pirtûkên dersan de cihê xwe digire. Dema ku em pirtûkên dersê dikolin, wek mînak di pirtûkekê de, hevokeka ku Kanûnî Siltan Silêman xwe dide nasîn, bi eslê xwe “Ez Siltanê Kurdistanê me jî” ye wekî “Ez Siltanê Anatolyayê me jî” hatiye guherandin. Yanî tehemûla wan bi navê Kurdistanê jî nîne û orjînala belgeyên fermî jî diguherînin. Bi vî wayî di pirtûkên dersan de ev îdeolojî tê bicihkirin û hewl didin ku zarokan li ser xeta diyarkirî ya îdeolojiya fermî perwerde bikin. Dîsa dema ku em pirtûkên dersê, bi taybetî jî yên dibistana seretayî dikolin, em dibînin ku berî desthilata AKPyê pirtûk bêhtir bi feraseta kemalîst dihatin amadekirin, lê niha li gel kemalîzmê feraseteke olperest serdest e. Tevî vê, li gor pergala îro, mamoste beşdarî semîneran dibin. Ligel mamostayan polîs û leşker jî beşdarî van semîneran dibin û hêj ji hefteya ewil bi rêya saziya perwerdeya milî û walîtiyan ligel polîs û leşkeran hevdîtinên hevpar tên lidarxistin û bi vî awayî dest bi serdemê dikin. Di van civînên agahdarkirinê de li ser wê yekê diaxivin ka dê li herêma Kurdan li hemberî xwendekaran çawa tevbigerin. Esasen niyeta wan ew e ku ferzkirina îdeolojiya fermî bi rêya mamosteyan jî bisepînin.
Gelo çima bi gelemperî navên leşkerên ku di şerên li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane li dibistanan dikin? Zarok û malbat derbarê van navlêkirinan de çi difikirin?
Çawa ku salên berê navê leşker û polêsên ku di şer û pevçûnan da jiyana xwe ji dest dane didan dibistanan, îro jî vê yekê berdewam dikin. Lê îro desthilat 15ê Tîrmehê wek miladekê qebûl dike û hewl dide ku bêhtir navên lehengên ku di vê serdemê de afirandine, dibistanan bi nav bike. Dixwazin şerê ku ji bo malbat û xwendekaran tu maneya wê tune ye bi vî awayî normalîze bikin û di nav gel de piştgiriyekê çêbikin. Dema ku van navan li dibistanan dikin li ba xwendekar û malbatan bivênevê meraqek çêdibe û van navan lêkolîn dikin. Û bi awayekî çîroka ku hatiye afirandin dixwînin. Bi van navan hem şerî normalîze dikin hem jî bi lehengên ku wan afirandine teşeyekî didin xwendekar û malbatan. Her wiha peyamekê jî didin civakê. Yanî têgihiştina “leheng ji bo me ew kes in ku di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane” binecih dikin. Naxwazin encamên xirab ên şerî û şaşiyên xwe bibînin û qaşo bi hewla parastina milletê Tirk, kesên ku jiyana xwe ji dest dane wek qehreman nîşan didin.
Mixabin ne tenê li dibistanan, îro li gelek navçeyan navên hin siyasetmedarên faşîst ên nîjadperest ku tu wateya wan ji bo civakê nîne, li kuçe û qadan dikin. Mînak li Ercîşê guhertina navê kolanekê wekî Muhsin Yazicioglu an jî bi navê Devlet Bahçeli çêkirina parkekê, derveyî teşedana civakê, dixwazin bibêjin ku em xwediyên vî welatî û axê ne û her çi kesê ku li dijî we û li dijî demokrasiyê ye ji bo me xwedî qîmet e û em çendî bixwazin em ê van kesan li ser erdnigariya we zindî bihêlin.
Hemî mufredat û naverokên dersên dibistanên li Tirkiyeyê li gorî hesasiyetên îdeolojiya fermî ya Tirkiyeyê tên sazkirin. Bi gotineke din hemî pêkhateyên din ên dînî, etnîk, zayendî li derveyî van mufredat û naverokan dimînin. Girêdayî vê yekê, îdeolojiya fermî ya li Tirkiyeyê, li dibistanan ewil bi naveroka dersan paşê jî bi rêya çalakiyan tê hînkirin.
Zarokan li dibistanan di bin navê pêşbazî û çalakiyên çandî de teşwîqî nivîsandina şiîr û çîrokên derbarê polês, leşker û dewletê de dikin. Divê mirov vê yekê çawa şîrove bike?
Di çalakiyên çandî de xuya ye ku ji bo derbarê leşker û polêsan de helbest bên nivîsîn handanek heye. Weke ku min destpêkê jî behs kir, armanc ji vê yekê ew e ku hem wan wekî leheng bidin qebûlkirin hem jî berteka civakê qels bikin. Her wiha bi vî awayî li ba zarokan ji dibistana seretayî ve li hemberî van kesan sempatiyeke îdeolojîk diafirînin. Ya rastî ya ku divê hînî zarokan bikin navê wan kesan e ku piştgiriya aşitî, demokrasî û mafên mirovan kirine û di civakê de bûne pêşeng.
Divê mirov giraniya ku didin “perwerdehiya dînî” ya li dibistanan li ser navê zarokên Kurd çawa binirxîne? Di nav konteksta îdeolojiya fermî de mirov dikare vê yekê çawa bi cih bike?
Perwerdehiya dînî ya ku li dibistanan tê dayîn divê wiha were nirxandin: Dibistan bûne amûrên perwerdehiya îdeolojîk. Bername û mifredat ji zanistê hatine dûrxistin û di warê mafên mirovan, demokrasî û daxwaza aşitiyê de tu hêman cih nagirin. Dersên bijarte yên dînî kirin zarûrî û bi rêya weqf, cimaet, terîqet û komaleyan, kesên ku tu eleqeya wan bi perwerdehiyê re tune ye tayînî dibistanan kirin. Hewl didin bi vî awayî nifşeke li gor daxwazên xwe bigihînin. Herî dawî bi Projeya ÇEDESê, di bin navê şêwirmendên menewî de, ji Îzmîr û Eskişehirê dest pê kirin û hewl dan mele û waîzan li dibistanan wezîfedar bikin. Esasen li vir armanc ne perwerdehiya dînî ye, dixwazin dînî li gor berjewendiyên xwe yên îdeolojîk bi kar bînin û bi rêya dînî civakeke nêzî xeta xwe ya îdeolojîk ava bikin. Lewra bi wezîfedarên terîqet û cimaetên girêdayî xwe dikevin dibistanan û ji xwendina seretayî dest bi bicihkirina îdeolojiya xwe dikin. Dema ku vê yekê dikin jî xwe ji bîrdoziya faşîst û nijadperest nadin paş. Yanî yek ji mebestên sereke avakirina civakekê ye ku dijminahiya Kurdan dike, ziman û çanda Kurdan, mafên mirovan û demokrasiyê tune dihesibîne, dijberê aşitiyê ye û li ser xeta şerî dimeşe. Kurt û kurmancî AKP dixwaze li gor kodên xwe yên îdeolojîk avaniyekê bo civakê dane û dibistan jî kirine amûrên sereke yên vê armancê. Yanî perwerdehî bûye pergala bişaftinê.
Çawa ku di salên borî de bi FETOyê re di nav hevkariyê de bûn û karê xwe bi giranî li ser tirkayetiyê dimeşandin, piştî têkiliya wan a bi FETOyê re xirab bû jî, bi rêbazên ku ji wan hîn bûne, li ser hevkariyeke îdeolojîk berdewam dikin. Yanî polîtîkaya wan a sereke ew e ku Kurdan asîmîle bikin û hemû nirxên civaka Kurdan bêqîmet bikin.
Her wiha vê polîtîkaya xwe ne tenê bi rêya perwerdehiyê di heman demê de amûrên din ên bişaftinê jî bi kar tînin. Ev amûr jî fihûş û tiryak in. Bo nimûne hewl didin ku fihûşê berbelav bikin, çinku bi gelek awayan piştgiriya wê dikin. Dîsa dema em lê dinêrin em dibînin ku asta bikaranîna tiryakê daketiye heta dibistana navîn û tu mekanîzmayeke venêrînê ya ku rê li ber bigire tune ye. Bi vî awayî bi zanebûn rê li ber belavbûna wê ya di nav ciwanan de vedikin. Yanî ligel qedexeya li ser zimanê Kurdî, li Kurdistanê, bi destê endamên dewletê yên ewlehiyê, bi taybet di demên dawî de berbelavkirina fihûş û tiryakê ku bûne amûrên sereke yên serûbinkirina civakê, wek pirsgirêkên sereke derdikevin pêşberî me.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 488 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 05-11-2024
Gotarên Girêdayî: 21
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-09-2023 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Zarokan
Welat- Herêm: Tirkiya
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 05-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 05-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 05-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 488 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.531 çirke!