Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,468
Wêne
  123,325
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,593
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Hilbijartinên li Tirkiyê û HDP
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hilbijartinên li Tirkiyê û HDP
Hilbijartinên li Tirkiyê û HDP
=KTML_Bold=Hilbijartinên li Tirkiyê û #HDP#=KTML_End=
İncil Selçuk

Li Tirkiyê careke din hilbijartinên pêşwext ketin rojevê. Kurd jî dê di bin banê HDPê de tevlî hilbijartinan bibin. Erê, belkî wekî nav çend partiyên din jî li Bakur hene lê di nava civakê de giranî û ciyê wan partiyan tune ye. Her çendî wan partiyan navên islamî û kurdistanî li xwe kiribin jî, tu dilsoziyeke wan bi Kurdistanê re nîne, ew tenê ji bo berjewendiyên şexsî û hizbî hatine avakirin. Lewra mirov nikare wan wekî partî jî bihesibîne.
HDP li gel kêmasiyên xwe jî tevgera ku heta îro li Bakur wekî hêza azadîxwaz a kurd tête qebûlkirin. Ji ber ku HDP ji kevneşopiya tevgera azadiyê tê, gelê Bakur bi her awayî û di her şert û mercî de piştgîriya wê dike. Lê mijara ku dibêjin “HDP ne partiya kurdan e” hinekî mirov diêşîne. Yanî gava tu şivanekî deynî ber pêz, ew pez tev nabite şivan. An jî heke tu bizinekê bikî pêşenga revdek xezal, ew xezal tev nabine bizin. Lewra HDP tevgerek kurd e ku hemû deng û rengên cuda di nava xwe de dihewîne.
Ma heke kurd hebin, doza mafê xwe yê sosyal, siyasal û nasnameya xwe jî dikin çima gelo partiyeke wan a kurd jî tunebe? Ma gelo “nanê genim ji sêwiyan re heram e?” Yan jî heke navê “kurd” li ser HDPê be dîsa jî nikare wekhevî û demokrasiyê biparêze? Bi rastî ez bi vê sosretê tê nagihêjim. Bi ya min HDP dikare weke partiyeke kurd jî bi hêsanî ji miletên cuda yên li Tirkiyê ku ji derveyî pergalê mane, piştgiriyê bigire.
Ji bo serkeftina HDPê ya Hilbijartinên 24’ê Hezîranê parastina sindoqan girîng e, ji ber ku bi rastî desthilatdarên Tirkiyê dizên profesyonel in. Di warê potansiyela parastina sindoqan de HDP potansiyeleke mezin heye. Carinan girtina tedbîran dikare dizan ji hizira diziyê poşman bike.
Di navbera Hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an û yên 24’ê Hezîrana 2018’an de wextekî pir dirêj nîne, lê ji bo kurdan bi qasî esrekî dirêj e. Lewra divê HDP bi anekdota Hilbijartinên 7’ê Hezîranê neçe ber deriyê gel. Hilbijartinên 7’ê Hezîranê gelê kurd bi gelemperî dengê xwe da HDPê ji bo ku bendava ji sedî deh derbas bike û bikeve meclisê, da ku pirsgirêka kurdan bi rêyeke aştiyane çareser bike. Lê îro hêviya gel ji meclisa Tirkiyê şikestiye. Ji bo ku ev milet bibêje “li gel hemû zilm û zora te ez heme û bi tevgera xwe re me”, divê car din heman bendav were şikênandin.
Piştî encamên Hilbijartinên 7’ê Hezîranê derketin holê, dewletê dest bi talankirin û hilweşandina bajarên kurdan kir, dikarim bibêjim: di dîroka tevgera Bakur a legal de HDPê sinava herî xerab da û bi giştî mîsyona xwe ya ku gel li bendê bû bi cih neanî. Ez li ser egerên wê tiştekî nabêjim, a di çavê gel û hilbijêran de dixuye, wê dibêjim. Ev rastî nayên wê maneyê ku gel dê careke din dengê xwe nede HDPê, erê dê bide, lê HDPa ku van rastiyan li ber çavan bigire û bi vê berpirsyariyê tev bigere, dê bihêztir bibe û rêjeyekê ji hilbijartinên dema berê zêdetir bigire.
Serkeftina HDPê ya li Bakur dikare bandoreke erênî li her sê perçeyên Kurdistanê, taybetî Başûr û Rojavayê kurdistanê jî bike. Lewra her çi qas ev sed sal e ku Kurdistan ji hev hatiye qetandin jî, qedera me bi hev ve girêdayî ye. Di van salên dawiyê de me ev rastî baştir dît ku çawa Şengalê bi xwe re Cizîr, Şirnex, Sûr û Nisêbîn birin. Çûyîna Kerkukê jî bi xwe re dagirkirina Efrînê anî. Lê li gel van karesatan jî em xwediyên destaneyeke wekî Kobaniyê ne. Kobaniyê jî bi xwe re berxwedan, rûmet û serkeftin anîn. Lê divê neyê jibîrkirin ku li Kobaniyê yekîtiya kurdan berxwedana wê bi serkeftinê tacîdar kir. Lewra yekîtî dikare berxwedan û serhildanên li Kurdistanê bi serkeftinê tacîdar bike.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 765 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 20-09-2024
Gotarên Girêdayî: 25
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-07-2018 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Welat- Herêm: Tirkiya
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-09-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-09-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-09-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 765 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.094 çirke!