Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  583,542
Wêne
  123,556
Pirtûk PDF
  22,053
Faylên peywendîdar
  125,119
Video
  2,185
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,033
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,430
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,670
عربي - Arabic 
43,726
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,505
فارسی - Farsi 
15,617
English - English 
8,507
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,026
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
32
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,817
Kurtelêkolîn 
6,788
Şehîdan 
4,525
Enfalkirî 
4,800
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,285
PDF 
34,630
MP4 
3,826
IMG 
233,005
∑   Hemû bi hev re 
272,746
Lêgerîna naverokê
Faşîzma Tirk gefan li Kurdistanê û gelan dixwe
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Faşîzma Tirk gefan li Kurdistanê û gelan dixwe
Faşîzma Tirk gefan li Kurdistanê û gelan dixwe
=KTML_Bold=Faşîzma Tirk gefan li #Kurdistanê# û gelan dixwe=KTML_End=
ZEKÎ AKIL

Çi ferq di navbera kiryarên Tirkiyeyê yên li Rojhilat-Bakurê Sûriyeyê, ji ya li Xezeyê heye? Yên ku ji bo Xezeyê Îsraîlê sûcdar dikin û pirsgirêkê dibin saziyên navneteweyî, dema mijar dibe Kurd bêdeng dibin.
Dewleta Tirk piştî derbên ku ji gerîla xwarî, temamiya #Kurdistanê# weke herêma şer îlan kir. Hêz û cesareta wan nebû ku rastiyan nîqaş bikin. Di mijara dijmintiya sed salî ya li dijî Kurdan de, jiberkirinên xwe ji bîr nekirin. Daxuyaniyên Em ê zêdetir êrîş bikin, zêdetir bikujin, hilweşînê zêde bikin li pey hev tên. Berxwedana kurdan û lêgerîna wan a maf bi terorê binav dikin û nîqaş dikin. Dibêjin, Heta terorîstê dawî bimîne em ê kuştin, tinekirin û qirkirinê bidomînin.”
Çapemeniya Tirk ji bo civakê bi şer bide îqna kirin û mejiyê wan bin guhê hev bixin, tiştê ji dest wan tê dikin. Di vî şerî de bi milyaran dolar xerc dikin û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Jehrîbûna hawira demokratîk, sazîbûna faşîzmê û hilweşîna hiqûq û edaletê ji nedîtî ve tên. Ji gelê Tirk re wisa nîşan didin ku ji bilî şer ti rêyeke din nîne, mîna ku ev fermaneke îlahî ye. Hewl didin her kesî bikin parçeyek ji vî şer û hilweşînê. Hewl didin netewperestî û mîlîtarîzmê serdest bikin. Pirsên wekî çima artêşa Tirk derbasî Sûriye û Iraqê dibe, çima her tim qadên dagirkirinê tên berfirehkirin, çima bi mîlyonan mirov neçarî koçberiyê tên kirin nayê pirsîn û fikrandina wê jî tê astengkirin. Kes nabêje, “Li şûna ku ewqas wêranî û mirin pêk werin, hûn çima bi Kurdan re li hev nakin û aştiyê çênakin? Kurdan çi xerabî bi we kiriye, hûn çawa dikarin bi kuştin û eciqandina wan jiyanê bi hev re ava bikin?
Dibêjin “Em êdî Sûriye û Iraqê ji hev cuda nabînin.” Ev yek tê wê wateyê ku Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê bibe qadeke şer a domdar. Li Iraqê artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê bi dehan baregeh ava kiriye. Bi zêdekirina êrîşan re, avakirina baregehên nû didomîne. Havîn û zivistan, bi şev û roj balafirên şer û helîkopter Başûrê Kurdistanê bombe dikin û bênavber tê topbarankirin. PDK’ê meşrûyetê dide vê yekê û weke sedema şer PKK’ê û eniya Kurd nîşan dide. DYE û NATO’yê êrîşên dewleta Tirk erê kirin û hemû saziyên navneteweyî li ser vê esasê bêdengiya xwe diparêzin. Faşîzma Tirk dibêje wê heman tiştî li Rojhilat-Bakurê Sûriyeyê jî bike.
Artêşa Tirk bi salan e dibêje ku ew ê cihên ku weke korîdora Kurdan tên pênase kirin ji holê rake û çi dibe bila bibe nehêle ku Kurd bi ti awayî bibe xwedî statuyekê. Dibêjin, Me korîdora Kurdan ji hev xist, me Cerablûs, Efrîn û SerêKaniyê dagir kir û em ê herêmên mayî jî paqij bikin. Gelekî bêhed in û hewl didin hemû sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê û binpêkirina qanûnên şer bi têgeha têkoşîna li dijî terorê rave bikin. Tesîsên petrolê, stasyonên kehrebeyê, embarên genim, stasyonên avê bombe dike. Eşkereye ku ev ne hedefên leşkerî ne. NY, DYE û welatên Ewropayê tenê li van sûcên şer temaşe dikin. Hêzên SDF'ê ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û hê jî bi wan re dixebitin û tevlî operasyonan dibin weke şervanên PKK'ê tên qetilkirin.
Dema mijar dibe têkoşîna li dijî PKK’ê û terorîzmê, qetilkirina Kurdan, gel mehkûmî serma û birçîbûnê hiştin û her wiha koçberiya bi darê zorê tê rewakirin. Çi ferq di navbera kiryarên Tirkiyê yên li Rojhilat-Bakurê Sûriyê, ji ya li Xezeyê heye? Yên ku ji bo Xezeyê Îsraîlê sûcdar dikin û pirsgirêkê dibin saziyên navneteweyî, dema mijar dibe Kurd bêdeng dibin û çav û guhên xwe digirin. Tirkiye bi destek û çavgirtina hêzên weke Emerîka û Ewropayê dikare van êrîşan pêk bîne. Eger DYE’yê û Rûsyayê qada hewayî ji Tirkiyeyê re bigire, wê pêşî li van komkujî û hilweşandinan bê girtin. Bêdengî ji bilî erêkirin û bûna hevkarê vê sûcê wateyek din nade.
Ji ber ku Komara Tirk ev çil sal in vî şerî berdewam dike, bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û bi mîlyonan jî neçar mane koç bikin, di serî de DYE û Ewropa berpirsyar in. Ev hêz naxwazin şer biqede. Eger van hêzan PKK'ê weke rêxistineke terorîst îlan nekiribûna û Kurd ji rewabûna xwe bêpar nehatibana hiştin, wê heta niha pirsgirêka Kurd çareser bibûya. Rêber Apo wê niha li Îmraliyê dîl nehatiba ragirtin. Ji ber DYE û Ewropayê PKK'ê weke terorîst îlan kir û vederkir, dewleta Tirk vê yekê gelek xirab bikar anî. Xwe spart vê feraseta terorê, li şûna ku bi Kurdan re pirsgirêkê çareser bike, kuştina wan dewam kir û hemû sûcên li dijî mirovahiyê kir.
Erdoganê faşîst û hevkarên wî niha têgeha Terorîstan li pênaseyên xwe yên korîdora terorê zêde kirine. Helbet em terorîstanê weke ku Kurdistan e dixwînin. Nikarin behsa Kurd û Kurdistanê bikin. Ji ber ku polîtîka û zîhniyetên xwe yên qirkirinê li ser bingeha înkar û tinekirinê ava kirine. Jêbirina Kurdan ji dîrokê, weke temînata hebûna xwe dibînin.
Her dema ku êrîş dibirin ser Rojhilat-Bakurê Sûriyê timî hincetek peyda dikirin. Rêveberiya xweser ango Kurdan, li dijî Tirkiyeyê êrîş pêk neanîne û şer îlan nekirine. Tirkiye vî şerî bi rengekî yekalî dimeşîne. Yê ku êrîş dike û dagir dike ew e. Me her tim digot ku Kurd tiştekî bikin an nekin, dewleta Tirk wê êrîşên xwe yên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bidomîne. Ji ber ku dibêjin em ê korîdora Kurdan ji holê rabikin û em ê nehêlin ti statuyekê bi dest bixin. Armanc û niyeta xwe ewçend zelal eşkere dike, ma ji bo ku êrîş bikin, hewce dike ku gelo kurd tiştek bike? Helbet tune ye. Ji bo ku rast û çep mijûl bikin, mejî tevlîhev bikin serî li hîleyên ji rêzê didin. Lê belê di êrîşên ji 22'ê Kanûnê û vir ve dewam dikin de, êdî neçar in hincetan çêbikin. Bi rengekî vekirî dibêjin, ‘em ê cudahiyê nexin navbera Kurdan û parçeyên Kurdistanê, em ê li hemûyan bixin û ji hev belav bikin.’ Silêmaniye û YNK’ê dikin hedef, gef li her kesî dixwin û niyeta xwe bi awayekî eşkere tînin ziman, ma ev hemû ne bes in?
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 739 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 10-09-2024
Gotarên Girêdayî: 11
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 20-01-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-09-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 739 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.204 çirke!