Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,597
Wêne
  124,251
Pirtûk PDF
  22,111
Faylên peywendîdar
  126,163
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Sûriye li çareseriyê digire; gelo kes dê bersivê bide?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Sûriye li çareseriyê digire; gelo kes dê bersivê bide?
Sûriye li çareseriyê digire; gelo kes dê bersivê bide?
=KTML_Bold=Sûriye li çareseriyê digire; gelo kes dê bersivê bide?=KTML_End=
HÊVÎDAR XALID

Li #Sûriye# yê di tevahî qadên siyasî, meydanî û civakî de geşedanên bi lez rû didin. Bi xwe re li pêşiya gel li erdnîgariya Sûriyeyê tev de astengiyên mezin afirandin. Bi wê re krîz û destwerdanên aliyan di aloziyê de zêde bûn. Ji destpêka aloziyê ve, nakokî anku rageşiya di navbera aliyên destwerdana kar û barên Sûriyeyê kirine de, firehtir bûye. Her aliyek dixwaze hegemonyaya aliyê din sînordar bike. Welat bûye qada şer di navbera Amerîka û Rûsyayê de. Di encama gurbûna aloziyan li wan herêman de û aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de, metirsî hene ku di her kêliyekê de ev alozî veguhere şer.
Li parêzgeha Siweyda ya Sûriyeyê, ji zêdetirî 8 mehan ve xwepêşandan li dar dikevin. Xelkê parêzgehê banga guhertina siyasî û bidestxistina edaletê dike. Tê destnîşankirin ku wê xwepêşandanê armancên xwe bi dest nexistin, serokê Sûriyeyê Beşar El Esed jî parêzgeh paşguh kiriye û heta niha tu daxuyanî der barê daxwazên xelkê parêzgehê de nedane. Lê xwepêşandan hîna berdewam in. Em dikarin bêjin ku ev xwepêşandan bersivdayîna siyasetên hikumeta Sûriyeyê û Partiya Baas e û peyameke ji cîhanê re ye ku gelê vê parêzgehê ji siyasetên hikumetê û saziyên wê yên ewlehiyê ne razî ye.
Şêniyên parêzgehê ji ber krîzên aborî, siyasî û civakî, êş û zehmetiyan dikişînin. Çarenûsa bi dehan ji wan ne diyar e. Desthilata Sûriyeyê jî berpirsa van kiryar û binpêkirinan e. Siyaseta çewisandinê li dijî wan dimeşîne, tengav dike û bajarê wan veguherandiye deriyekê ji bo qaçaxçîtiya narkotîkê ji derve re, di nava ciwanên wê de narkotîk belav kiriye. Bi van hewldanan ewlehiya parêzgehê têk dibe û xistiye bin kontrola xwe. Ji ber wê şêniyên parêzgehê hêvî dikin ku bi rêya van xwepêşandanan daxwazên xwe bînin cih û edaletê bi dest bixin.
Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, qonaxeke din a şerê li ser hegemonyayê û pere dest pê kiriye. Li wan herêman tevliheviyeke giştî heye. Komên terorîst ên dewleta Tir ka dagirker bi hev dikevin, bi taybet li gundewarên Marê. Dizî, şer û gendelî di nava endamên koman de belav e. Di encamê de pirî caran bi hev dikevin. Li hember vê rewşê û sûcên hovane yên di encama siyasetên şaş ên dewleta Tirk a dagirker de li wan herêman tên kirin, civaka navneteweyî çavê xwe lê girtiye.
Tişta balkêş ew e ku aliyên navneteweyî û herêmî hewl didin sûdê ji van aloziyan bigirin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, di serî de dewleta Tirk a ku erdnîgariyeke berfireh a Sûriyeyê dagir kiriye. Hesabên dewleta Tirk li van herêman gelek in. Çeteyan bi kar tîne ji bo ku têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re vegerîne û dest bi normalîzekirinê bike. Ruxmî ku di destpêka aloziyê de gef xwaribû û di civînekê de li gel rojnameya Sunday Times a brîtanî sala 2011`an Beşar El Esed muxateb girtibû û gotibû: Tu dikarî bi tank û topan heta demekê di dsethilatê de bimînî lê belê dawiyê tu yê biçî.
Li başûrê Sûriyeyê di encama siyasetên binkeftî yên hikumeta Şamê anku Sûriyeyê û lihevhatinên ku Rûsya ji 2018`an li wir dimeşîne de, tevliheviya ewlehiyê berdewam e bi taybet li dErayê. Desthilata Sûriyeyê bi van siyasetan dixwaze destkeftiyên siyasî û leşkerî bi dest bixe lê mixabin berjewendiya gel yan jî dozên bingehîn ên peydakirina jiyana bi rûmet ji gel re, ne di hesabên desthilatê de ne. Li parêzgehên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de bi gelemperî aloziyeke aborî, tenduristî û pîşesazî ya rastîn heye û hikumet jî nikare çareseriyekê jê re bibîne.
Nemaze parêzgeha Dêrazorê, li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrişên domdar ên şaneyên DAIŞ’ê tevliheviyeke mezin heye. Li aliyekî din jî komên çekdar ên girêdayê hikumeta Sûriyeyê bi armanca têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê tevliheviyan derdixe. Hewl didin parêzgerê veguherînîn kerîdora bazirganiya madeyên hişbir da ku derbasî Herêmên Rêveberiya Xweser bikin, ku ewlehî û aramî lê serwer in. Her wiha da ku hişbirê di nava civakê de belav bike û civakê ji armanc û dozên wê yên bingehîn dûr bixe, projeya demokratîk a li herêmê têk bibe û di encamê de serweriya xwe li ser herêmê ferz bike. Lê nemumkin e ev armanc pêk werin. Sedema vê yekê ew e ku rewş bi temamî hatiye guhertin, ne hikumeta Sûriyeyê û ne jî geşedanên heyî rê destûr didin ku ev armanc pêk werin.
Tevahî cîhan dizane ku kî li pey êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê ne. Di belgeyên fermî yên ku medyayên herêmî û navneteweyî parve kirine de diyar dibe çawa dewleta Tirk a dagirker desteka madî dide DAIŞ’ê da ku wan li herêmê zindî bike û kengî bixwazin wan ji bo pêkanîna armancên xwe yên dagirkeriyê bi kar bîne. Em dibînin dewleta Tirk çawa herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî veguherandine navenda belavkirina terorê ber bi herêmê, welatên ereban û cîhanê ve. Şandina beşek çeteyên sûriyeyî ber bi Nîjerê ve da ku ji bo berjewndiyên Erdogan li wir şer bikin, mînaka herî dawî ya vê yekê ye.
Sûriye piştî destwerdanên hêzên herêmî û naveteweyî Sûriyeyê veguherî navenda nakok û şerên wêranî. Her kes dixwaze qezenciyan li Sûriyeyê bi dest bike. Herî dawî nûnerê NY’yê yê ji bo Sûriyeyê Geir Pederson gotibû Sûriye veguheriye qada tesfiyekirina hesaban û tevahî alî di rêyeke şaş de tevdigerin. Bi vê bal dikişîne ser şerê giran ê di navbera aliyên bi nakok de ku di encama wê de rojane bi dehan kes tên kuştin, birîndar dibin û bi sedan kes ji warê xwe dibin.
Diyar e ku çareserî hîna dûr e. Hewldanên çareserkirina aloziyê û rizgarkirina gelê Sûriyeyê ji rewşa mirovî ya karesatî sekinîne. Pederson bi xwe bûye kelemek li pêşiya çareseriyê, di destî wî de hemû maf û îrade nin ku proseya siyasî bilivîne û tevahî sûriyeyan li ser maseya diyalogan kom bike.
Em dikarin îfadeya herî guncaw ya ji bo rewşa heyî ya Sûriyeyê wiha binirxînin, madem çareserî nin in, madem aliyên sûriyeyî yên xwedî projeya rasteqîn a çareseriyê ji diyalogên navneteweyî yên bi amranca bidawîkirina şer tên dûrxistin, êş berdewam e.
Aşkera ye ku civaka navneteweyî di dema niha de ne xwedî tu însiyatîfên çareseriyê ye. Di encamê de êşa gelê Sûriyeyê roj bi roj zêdetir dibe.
Çareseriya siyasî û diyalogên navxweyî gava bingehîn a ber bi bidawîkirina krîza li Sûriyeyê ne. Çareserî di pergala rêveberiya xweseriya demokratîk de ye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rûniştandin.
(şx-bb)
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 566 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 10-09-2024
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 03-05-2024 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-09-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-09-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-09-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 566 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.406 çirke!