Nivîsên ku ji bo zarokan tên nivîsandin ji hin aliyên xwe ve ji yê ku ji mezinan re tê nivîsandin, cuda ye. Ango wêje û nivîsandina ji bo zarokan xwedî rîtim û hermoniyeke cuda ye. A rast wêjeya zarokan di esl û amûrên xwe de ji wêjeya mezinan ne cuda ye, ji ber ku pirtûkên zarokan di hêmanên xwe yên wêjeyî de dişibin pirtûkên mezinan, lê ji hêla mijar û ramanên ku pê re mijûl dibin û diaxivin ji hev cuda ne. Ew jî ji ber ku zarok tiştên ku hest û bala wan dikişîne û li gorî têgihîştina wan ji mezinan re cuda ye, ew bi xwe jî di rengên wêjeyê de ji zarokan re cûda dibin.
Wêjeya zarokan û qonaxên wê bi xwe ji hev cuda ne û li gorî sinifa temenî nivîs jê re tê amedekirin. Ji aliyê çîrokê ve, ji bo yê ku ji mezanan re tên nivîsandin; nivîs gelek e û qet wêne tê de nayê bikaranîn û heger ku wêneyek jî tê de were bikaranîn jî divê ku ew ji ber xwesteka nivîskar an weşanxaneyê be. Berûvajî di nivîsandina ji bo zarokan peyv kêm û wêne pirr tên bikaranîn. Di wan wêneyan de dibe ku her wêneyek xwedî hevokekê be yan jî çîrokeke kurt bi gelek wêneyan tijî û dagirtî dibe.
Sedema vê yekê jî ew e ku zarok ji her kesê din bêhtir bi çav û hestên xwe li tiştên li dora xwe dinêrin û bandor dibin. Ji bilî ku ezmûna zarokan a zanistê hindik e û yên bi temen-çûk nikarin bi tena serê xwe nivîsekê bixwînin, ew hîsên xwe di reng û wêneyên ku li pêşiya çavên wan dixuye, dibînin.
Nivîskarê ku ji bo mezinan dinivîsin ji yê ku ji bo zarokan dinivîsin cuda ne. Sedema wê yekê jî ew e; yên ku ji bo mezinan dinivîsin tu carî li zanist, hîs û asta fikirîna xwînerên xwe, nefikire û nivîsandina xwe li gorî ast, zanist û fikirîna xwe dinivîse. [1]