Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,103
Wêne
  123,315
Pirtûk PDF
  22,023
Faylên peywendîdar
  124,451
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Ji lêkolîner Seîdê Dêreşî îdîaya yekemîn helbesvanê kurd
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
lêkolîner Seîdê Dêreşî
lêkolîner Seîdê Dêreşî
=KTML_Bold=Ji lêkolîner Seîdê Dêreşî îdîaya yekemîn helbesvanê kurd=KTML_End=
Diyarname
Qunciknivîskarê Diyarnameyê û amadekarê bernameya Hûrgilî #Helîm Yûsiv# di beşa nû ya bernameyê de lêkolîner Seîdê Dêreşî kir mêvan. Bernameya Hûrgilî di Stêrk TV de tê weşandin. Seîdê Dêreşî ku ev bi dehan salan e karê lêkolînê dike di vê bernameya ku êvara 19'ê mehê hat weşandin de îdîayên balkêş anîn ziman. Yek ji îdîayên wî Yekem helbestvanê kurd ne Baba Tahir e, ne Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî ye. Dîsa ew ji bo çîroka pêşî ya kurdî balê dikişîne ser çîroka #Mela Mehmûdê Bazîdî#. Di heman demê de ew rexne li Bazîdî jî dike ku hin agahiyên ne rast belav kirine. Yek ji îdîayên wî jî ew e ku ne pirtûka pîroz Avesta bi kurdî ye, ne jî helbestên Baba Tahirê Hemedanî bi kurdî ne. Me agahiyên ku derketine pêş ji vê hevpeyvînê girtin û bi kurtebirî em pêşkêşî we dikin. Kerem bikin.
=KTML_Bold='NE AVESTA NE ÇARÎNÊN BABA TAHIR BI KURDÎ NE'=KTML_End=
Li ser pirsa kurdîbûna pirtûka Avestayê...
- Avesta bi kurdî nehatiye nivîsandin. Ew bi farisî hatiye nivîsandin.
Dîtinek wisa heye, ev bi zimanê îranî hatiye nivîsandin, loma para kurdan jî têde heye.
- Bi raya min para kurdan têde nîn e. Divê em nebêjin kurdî jî ji zimanê îranî ye. Avesta ne kurdî ye, tiştek kurdî nîn e. Ger peyvek muşterek hebe, wekî çawa peyvek farisî-kurdî de hebe, wisa ye. Em arî ne, gelek milet jî arî ne, peyvên muşterek di navbera van de hene. Peyvên muşterek hebin jî ev nayê wê wateyê em jî ji wî zimanî ne. Gere em dûrî farisî bisekinin, em ne faris in.
Wê çaxê tu têkiliya kurdan bi Zerdeşt û zerdeştî re tune ye?
- Ew bi xwe diyanet meseleyek din e. Gelek diyanet hatine Kurdistanê, berî Zerdeşt jî hatine, piştî Zerdeşt jî. Xiristiyanî jî hatiye, erebî jî hatiye, erê em kurd in, lê em ne ereb in. Zimanê resmî yê îslamê erebî ye, lê em ne ereb in, zimanê me ne erebî ye, zimanê me kurdî ye.
Meseleya Baba Tahir jî hebû, çiqas kurdî ye…
- Çiqas Avesta kurdî be, çarînên Baba Tahirê Hemedanî jî ew qas kurdî ne. Çarînên wî yên kevn li ber destên min hene. Ev 50 sal in ez li ser klasîkan kar dikim, ez çarînên wî fêm nakim. Wekî Avestayê, ger kurdek farisî baş nizanibe, nikare van çarînan têbigihê. Tu belgeyê ku bêje Baba Tahir bi lorî, yan bi zaravayeke bi kurdî nivîsîbe li ber destê me nîn e. Yekî gotibe jî ev xeyalî ye. Heqîqeta vê nîn e. Dibê dokument ber destê me hebin. Loma jî ne Avesta, ne çarînên Baba Tahir bi kurdî ne.
=KTML_Bold=DÎROKA RAST A HERÎRÎ, CIZÎRÎ, TEYRAN, BATÊ, XANÎ=KTML_End=
Dîtina ku Elî Herînî yekem şaîrê kurd ê klasîk e heye, lê di vê pirtûka te de navek din heye. Ev agahdarî çiqas rast e, çiqas para xeyalî têde heye?
- Mela Mehmûdê Bazî û Jaba jiyana 5 şairên kurd nivîsiye. Yek ji wan Elî Herîrî ye, yê duyê Melayê Cizîrî ye, yê sê Feqiyê Teyran, yê çarê Melayê Batê ye û yê pêncê Ehmedê Xanî ye. Ev dokumenta van belav kirî ne rast e. Piştî vê dokumentê agahiyên li ser van şairan derketin holê. Mesela ez bêjim; Dibêje Elî Herîrî 1010'ê zayînê de bûye, lê ez dibêjim Elî Herîrî ligel Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran heman salan jiya ye. Dibêje Melayê Cizirî 1145 de bûye, ya durist ew e 1568'an de bûye. Mela Mehmûd dibêje Feqiyê Teyran 1300’ê de bûye, lê na, ew 1632'yan de bûye.
Wan, yan tarîxa edebiyata kurd biriye pêş, yan jî çi dokument ber destê wan de tune bûye, wan bi xwe ev tarîx daniye.
Baş e, Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de behsa bûyîna xwe kiriye. Gelo Mela Mehmûd, Mem û Zîn nexwendiye?
- Ev cihê pirsiyarê ye. Yekî wekî Mela Mehmûd gere Mem û Zîn xwendibe. Mela Mehmud dibêje 1592 de #Ehmedê Xanî# ji dayik bûye. Axir baş e ku paşvetir nebûye, lê ya dirust ev e Xanî 1651'ê hatiye dinê. Tiştê dixwazim bêjim, divê em kurd ji nû ve dîroka xwe binivîsin, ne li ser van dîtinên heta niha hatine nivîsîn. Li gor dokumentan gere em binivîsin.
=KTML_Bold=YEKEM ŞAIRÊ KURD Ê KLASÎK KÎ YE?=KTML_End=
Te qala dîwana Wedaî kiribû, te ew kişf kiribû. Niha jî tu wekî yekem şairê kurd ê klasîk qala şaîrekî dikî. Ev kî ye?
Dema min Feqiyê Teyran amade kir, min pêşekê de got ev şairê pêşî ye, lê dîsa min got belkî sibe dokument derên yên berî Feqiyê Teyran hebin. Sala 2012'yan de Mesût Kitanî destxetek, nivîsek belav kir, lê wî nedizanî ev destxet a kê ye û kîj wextî hatiye nivîsîn?
Dema min ev destxet dît min zanî ev berî Melayê Cizîrî û Feqiyê teyran e. Teqrîben 40 salan berî Feqiyê Teyran e, 60 salan berî Melayê Cizîrî ye, 145 salan berî Ehmedê Xanî ye. Erê, Elî Herîrî jî dema Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran de jiya ye.
Li gor lêkolîna min kirî ev şairê qal dikim Hemîdî 1510'ê de ji dayik bûye. Feqiyê Teyran 1549 ji dayik bûye
Yanê 39 sal piştî wî?
- Belê. Melayê Cizîrî 60 salan piştî wî ji dayik bûye. Hemîdî di şiîrê de sê caran navê xwe înaye. Şiîra wî bi çar zimanan e; bi kurdî ye, bi farisî ye, bi osmanî ye û bi erebî ye. Eynî helbest bi van çar zimanan nivîsiye. Şairekî gelek, gelek zîrek bûye. Ev şair, debîr û katibê Siltan Huseynê Mîrê Behdînan bûye. Ew û Siltan Huseyn teqrîben nêzîkê emrekî bûne, emrekî de bûne. Wî bi vê şiîra xwe Siltaneta Mîr Huseyn vegotiye, qala bax û bexçe û rewşa wî kiriye. 3 caran navê xwe gotiye.
Berî Hemîdî dokumentên şiîra kurdî negihîştine ber destên me. Dibe rojek dokumentek kurdî li ser kevirekî, li ser postê heywanekî bigihîje ber destê me lê heta niha negihîştiye ber destê me. Gere em bawerî bi dîroknivîskarê tiştên xeyalî bo me dinivîsin neynin.
Ev agahiyên şaş mirov dikare wekî çîroka kurdî, romana kurdî jî bibêje?
- Çîrok tiştek nû ye, ne wekî şiîrê berî hezar salan hebûye.
Tu dibêjî rehetir e, mirov dikare ji nav hev dû derbixe.
- Bizebit, wisa ye. Bi raya min çîroka kurdî bi Mela Mehmûdî dest pê kiriye.
'=KTML_Bold=YEKEM ÇÎROKA KURDÎ MELA MEHMÛD NIVÎSIYE'=KTML_End=
Çîrokên Mele Mehmûd ne afirandin bûn, berhivkirin bûn...
- Rast e, rast e, berhevkirin bûn, lê hindek çîrok mirov bixwînin bi dirustayî dîrok e. Yanê dîrok di van çîrokan de heye. Hindek ji wan jî Mela Mehmûdî di xiyala xwe de nivîsîn. Ev çîrokê ku di xeyala xwe de nivîsî, mirov dikare bibêje yekem çîroka kurdî ye hatiye nivîsîn. Mesela wekî tarîx bêjim, yek ji wan çîrokan çîroka Şêxî Begê ye. Şêxî Beg wextê xwe de Mîrê Miksê bûye. Mela Mehmûd bi dirêjî ev çîroka Şêxî Beg nivîsiye. Wedaî katibê Şêxî Begê bûye.
Ger mirov baş çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî bixwînin mirov dibînin hin wî bi xeyala xwe nivîsîne.
Lêkolînerên kurd çîroka Fûadê Temo ya 1913'yan wekî yekem çîroka kurdî dibînin. Mirov çîrokên Mela Mehmûd wekî çîrokên kevn, û ya Temo jî wekî çîroka modern a yekem bihesibînin. Lihevkirineke wisa tu çawa dibînî? Yan tu dibêjî, mirov dikare çîrokên Mela Mehmudê Bazîdî wekî çîrokên modern bibine?
- Niha hat bîra min, wî çîroka Mem û Zînê nivîsî. Ji Ehmedê Xanî û ji Memê Alan girt. Lê dariştina wî tewzif e, bi erebî dibêjin tewzif, yanê dariştina wî, ya wî bi xwe ye. Xiyala xwe de çêkiriye. Em dikarin bibêjin çîroka yekemîn ew çîroka Mem û Zînê ye ku Mela Mehmûdê Bazîdî nivîsiye û belav kiriye. Fûadê Temo çîrokek nivîsî, awayê çîroka wî pitir nêzî çîroka nû ye, naveroka çîroka wî jî nêzîkî çîroka nû ye.
Genşiya mezin li ser helbesta kurdî ye, li ser çîroka kurdî nelihevkirinek heye, lê li ser romana kurdî li hev kirinek heye, ez dibêjim, romana Erebê Şemo Şivanê Kurmanca. Nirxandina te ji vê re çawa ye?
- Ez bi xwe gelek ji romanê hez dikim. Du kesên ji romanên wan hez dikim hene, yek ji wan jî tu yî (Helîm Yûsiv). Min ji romanên Mehmed Uzun jî gelek hez dikir, zimanê wî xweş bû. Destpêka min roman xwendî, Şivanê Kurd bû. Ez jî wisa dibînim ku ev romana yekê ye ya kurdî.
Gelek kes hatin xwestin dîrokek rast ji bo dîroka wêjeya kurdî binivîsin? Ji Qanadê Kurdo, yan Sadiq Behadîn, kî ji wan ket nav şaşiyan di nivîsandina dîrokê de, yan kî xwe parast? Tu kî nêzîkî xwe, nêzîkê rastiyê dibinî?
- Ji Elaeddîn Sûcadî, Sadiq Behadîn, Qanadê Kurdo, mesela, li Bakur yek du kitêbên hatine nivîsîn, Feqî Huseyîn Sagniç, li ser dîroka edebiya kurdî nivîsîne. Elaeddîn Sûcadî yê yekê ye nivîsî. Dîroka edebiyata kurdî bi giştî nehatiye nivîsîn. Sûcadî sê şairên kurmancî girtine.
Dema bi soranî tê nivîsîn dîroka wê bi sînorê soranî tê danîn.
- Bizabit wisa ye.
Ji bo kurmancan jî ev heye?
- Na, ji bo kurmancan ev nîn e. Kurmancan ferq û cudayî nekiriye. Sadiq Bahadîn tenê hozanvanên kurd girtiye, wî tenê hozanvanên kurmanc girtiye. Qanatê Kurdo tarîxa edebiyata kurdî nivîsiye, çend şairên kurmanc girtine têde. Qanatê Kurdo, malûmatên xwe ji ên soran girtine. Kêm agahî li ser edebiya kurmancî têde hene. Ji ber vê ez dibêjim di nivîsîna tarîxa kurdî de gelek şaşî hebûne. Vê dawiyê Dr. Marif Xeznedar pênc mucelet li ser tarîxa edebiyata kurdî nivîsîn lê gelek kêm qala kurmancan kiriye.
Ji bo rastnivîsandina dîrokek rast emê serî li deriyê kî bixin?
- Ji bo nivîsandina dîrokê gere em qanûnan bigirin û li gor wan tevbigerin. Ger li ber destê te dokumênt, wesîqe tune bin divê tu raya xwe nebêjî.
Yek wê bêje wekî Mela Mehmûd û Jaba bêje va ye wesîqe heye ber destê me. Ka emê vê wesîqeyê çi bikin?
- Na, Mela Mehmûd û Jaba wesîqe, dokumant destê wan de nebûye. Bo nimûne, dema te şiîra Feqiyê Teyran xwend, tu dibînî şiîrê de dîrok nivîsiye. Bi vê tu dibînî kengê jiya ye. Mesela tu dixwînî, tu dibînî Feqiyê Teyran têde nivîsandiye sala 1600 û çendan. Mane, tu dibînî, Feqiyî Teyran berî çendê bûye. Îhtîmal e Mela Mehmûdî û Jaba bi dirustî Feqiyê Teyran nexwendiye. Egir xwendiba û baş têbigihîşta wan ev tarîx şaş nedanaba.
Ne tenê bo edebiyatê, bo dîrokê jî, divê em dîroka xwe dirust binivîsin. Berî çendekê min roportajek di televîzyoneke kurdî de dît. Li gundekî bakurê Kurdistanê, kabirayek xwe wekî dîroknivîs nîşan dide. Ew qala emrê gundî dike. Ew dibêje emrê vî gundî 12 hezar sal e. Dibêje êzîdî berî 12 hezar salan li vî gundî dijiyan. Dibêje, Berî 12 hezar salan 85 mîlyon êzîdî li vê deverê dijiyan. Ev xeyaleke gelek gelek berfireh e. Çênabe dîrokvanek, dîroknivîsek tiştek bi vî rengî bibêjit.
=KTML_Bold='DEZGEHÊN ME HENE, DIVÊ EW BIZANIBIN ÇAWA DINIVÎSIN'=KTML_End=
Pêdivî bi dezhgehên me ku bixebitin hene?
- Me dezgeh hene. Mesela beşên unîversîtî ji bo çi ne? Beşa dîrokê karê wê li ser dîrokê ye. Grûbek ji Ewropa bê Kurdistanê lêkolînê bike, ew ji ku hatine, ji zanîngehek hatine. Tebie, zanîngeh divê bizanibin çawa dîrokê binivîsin, bixwînin. Me dezgeh hene. Li Bakur jî, Başûr jî belkî deh dezgeh hene. Dikarin pê re rabin, lê rastî jêre divê. Lazim e ew şerazabit, ne ku bi xeyala xwe de bêjin.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 706 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://diyarname.com/ - 29-07-2024
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 21-01-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Helbest
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 29-07-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-07-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-07-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 706 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.169 KB 29-07-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.406 çirke!