Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,092
Wêne
  123,307
Pirtûk PDF
  22,021
Faylên peywendîdar
  124,412
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Pînekirina Ziman
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hogir Berbir
Hogir Berbir
=KTML_Bold=Pînekirina Ziman=KTML_End=
#Hogir Berbir#
Çîroka me heman çîrok e, mîna denbêjê ji ser bûyera vebêja xwe ku tim û tim dihere kîjan civatê dubare dike, carinan gotinan kêm dike, carinan zêde dike, lê qalib, hêman, naverok, lihevanîn, bûyer tev yek e. Çîroka zimanê me li me geriya ye, em vedikin, dişewite, em venakin, dişemite; taliya talî têkçûn e û bi zimanê serdestan behs û qala serbestiya zimanê xwe dikin. Ji bo pêşiya vê bêgirtin alav û amûr di dest me de pir in, ji dêvla ku van alav û amûran bikar bînin, mixabin bi pîneyan em ê zimanê xwe şolî bikin û têbikoşin.
Dema ez zarok bûm, ji ber bêhawebûyîna min ku tim cil û bergên li ser xwe di nava sergo û kuçeyên welatê xwe de gemar û qirêj dikir û bi ser de diqetand, ji ber şert û merc û daneyên aborî, malbat ji bo têkçûneke nejî, tim û tim li ber dilê min dida û ji dêvla ku cilekî nû bikire, li ser cihê qetiyayî, bi paçên heman rengî pîne li ser dixist û didirût, dayika min. Piraniya pîneyan li ser enîşkê bû an jî li ser kûlîmetê bû. Heyra, zarokatiya min bi van pîneyên noqî ber çavan dibû, derbas bû û ji van pîneyên xwe fedî nekir û nakim jî.
=KTML_Bold=PÎNEKIRINÊN QURETIYÊ=KTML_End=
Şert û mercên îro ku em ketinê, pêdiviya nûjeniyê dibîne, ji dêvla cil û bergên neqetiyayî, rast e rast yên qetiyayî li xwe dikin û di nava civaka sosret de, xwe bi qalibekî sosret, serbilindahî ji bo kes an civaka heyî-miqabil nîşan bidin, tevdigerin û cilên xwe pîne dikin. Ev pînekirin ne ji feqîrî û xizaniyê tê, ji gewîtî û quretiyê ye ku bûye amûrek û ketiye destê tebeqeya serdest û bi hin hincetan dide tebeqeya navîn ku di warê aborî de bikar bîne û bi ser bikeve.
Em baş bala xwe didinê ku pîne heman pîne ye, di nava civaka me de cih guheriye, tebeqeya jêr an kêmketî nema cil û bergên pînekirî li xwe dike û tebeqeya navîn jî nema ji xwe dike. Derd û kûlên tebeqeya serdest jî ji xwe ev e ku li gor teknolojî, pêşdebirin û nûjeniya civakê, herdu tebeqeyên biniya xwe li hember hev rake û têkçûnekê bi civakê bide jiyandin. Tebeqe bi tebeqeya din re wiha qayişê dikişine û şer û pevçûna wan bi destê çîna desthilatdar didome.
=KTML_Bold=KONEVANIYA TEBEQEYA NAVÎN=KTML_End=
Tebeqeya kêmketî an jî jêrîn nikare xwe ji bin vî barê giran derxîne û li ber man û nemana xwe, berxwe dide. Tebeqeya navîn jî ji bo bigihê tebeqeya herî jor, çi amûr û alav hene tevan bikar tîne û bi vê konevaniyê, ji bo di nava civakê de têkeve çav, tev digere û bi milekî ve bi ser dikeve.
Çîroka me ya pîneyê wiha dest pê dike û îroj herkes mîna çekekê pir xweş bi kar tîne.
Ji derveyî herdu tebeqeyan, tebeqeya jêrîn an kêmketî ku ji dil û can êşiya ye, bi pîneyên li ser qûna xwe, xwe li ser lingan hiştiye û bi her awayê xwe, bi fedekariyeke mezin li ber xwe daye, dixwaze ji bo pêşeroja xwe, mala xwe, bajarê xwe, welatê xwe û neteweya xwe tev bigere; ya girtî ye, ya winda ye, ya bi çiyan ketiye, ya birçî ye û ji bo bikaranîna zimanê xwe, têkoşîna hebûna xwe, bi zimanê xwe dimeşîne. Herder, her qad, her dever, ku der dibe bila bibe; li saziyên fermî, li sikakan, li mal, bi dan û stendinê, pêdiviya pînebûn û reklaman nabîne û bi rastiya xwezaya wî çi be, wê nîşan dide.
=KTML_Bold=LI SER LEWHEYAN KURDÎ, LI MAL TIRKÎ=KTML_End=
Tebeqeya navîn jî, konevan e, ji vê sûdê werdigire, rojê pîneyekî bi xwe dixe û dirûvekî diguhere. Navê wan an erebî ye, an farisî ye, an tîrkî ye, lê mixabin navê cih û mekanên wan bi kurdî ye, çiya ye, gelî û newal e, Egît û Arîn e û bi herfên mezin, li ser lewhayên girs noqî nav çavan dikin. Li malên xwe bi tirkî diaxivin, çena gotina kurdî bi bêvila wan nakeve û dema ku qal tê ser qalê, ji mirovên welatparêz û zimanhez, zimanhestir û welatparêztir in.
Ev hewldan ji bo tebeqeya kêmketî an jêrîn dibe hinceta ku ziman şolî bibe û kesên navê wan bi rastî jî Egîd in, Arîn in, ne bi kurdiyeke resen, gotinên tirkî dixin nava zimanê kurdî û mîna zimanekî din biafirînin, tevbigerin. Devokên wiha bi dana civakê de bûye amûra laqirdiyê û bi awayekî xwezayî bi hev didin qebûl kirin, dema ku yek dibêje “qêpî bigire”, an “bi kurdî baş nikarim qonişmîş bikim!..”
Siyasetmedar in, bi şev û roj bi zimanê dagirkeran radibin û rûdinên, heta di xewnên xwe de bi zimanê dagirkerên xwe tev digerin û dibînin, qal û bahs tê ser zimanê zikmakî, ew ê qûna xwe dînin erdê û mîna pîneyekî li ser deynin, daw û doza zimanê zikmakî bikin. Û ji wan ve xuya ye ku şoreşa ziman ew dimeşînin û serkêşiyê dikin. Bi ser de navê sikakê, an jî dereke bi kurdî deynin, pirtûkekê an jî berhemekê çap bikin û xwe xwediyê vî zimanî pênese bikin.
Gotinek pêşiyan heye û dibêje; “em dizanin çend mû bi qûna kê ve ye!”, ez jî dibêjim, heyran em dizanin çend pîne bi ser qûna kê ve ye û kes nikare vê rastiya me berovajî bike.
=KTML_Bold=HEWCE NEDIKIR BERÊ HER KESÎ BIDE XWE=KTML_End=
Çîroka me ya pîneyê, dixwazim bînim ser nîqaşên ev çend roj in ku ketiye nava medyaya çivakî û bûye benîştê devê her kesî ku herkes bi hêla xwe radikişîne. Xwediyê Qafeya Pîneyê, yek ji kesayetekî tebeqeya kêmketî an jêrîn e, bi dilekî saf û paqij, bi pîneyê li ser xwe, xwest balê bikişîne ser nîqaş, arîşe û pisaftina zimanî. Lê mixabin, ji bo çi hewcedarî bi vî tiştî dît, ji hêla nîqaşê ve vekirî ye û bi ya min hewce nedikir berê herkesî bide ser xwe…
Ya ji me tê xwestin çi ye, em karibin sazî û dezgehên ku ji bîna tir û fisên tirkî mirov nikarin derbasî hundir bibin, paqij bikin û paşê berê xwe bidin nava tebeqeya navîn ku rê û rêbazê bikaranîna zimanî mîna amûreke desthilatdariyê bikar tîn in, rawest in. Ne wiha be û em berê çeka zimanê xwe nedin siyasetmedar, şaredarî, komele, rêxistin, çapemenî, tv û alav û amûrên xwe bi zimanê kurdî kedî dikin û li ser lingan dimînin ku dibe çekek pisaftinê û li hember me derdikeve, bi van rê û rêbazan, bisernekevin.
Ji ber vê, ji dêvla ku her roj bi danezan û daxuyanî û kampanyayan, her çiqas em bidin destpêkirin û bixwazin bi rê û rêbazên cihê li ziman xwedî derkevin, heta ku em li hember tebeqeya jorîn û navîn şer nekin, li rû wan nesekinin û bi wan nedin fahmkirin û li tebeqeya kêmketî an jêrîn li hev neyên, nepêkan e ku em bi serkevin.
Dem ev dem e ku pêdivî bi dirûş im û gotinên nav qalibekî ku tê bikaranîn nîn e. Pêdivî bi kiryaran heye ku xwe bera nava gel din, bi gel re li hember tebeqeya jorîn û navîn, her malê, li her kolanî, li derve, li kar, bikin qadên perwerdehiyê û bi kurdî bifikirin, binivîsin, bixwînin û fêr bikin…
rojisor@hotmail.com
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,029 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://diyarname.com/- 29-07-2024
Gotarên Girêdayî: 35
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 29-05-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 29-07-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-07-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-07-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,029 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 3.796 çirke!