Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,206
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,067
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Rojnamegerî û Zimanê Kurdî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rojnamegerî û Zimanê Kurdî
Rojnamegerî û Zimanê Kurdî
Rojnamegerî û Zimanê Kurdî
Hozan Robar

Di dîroka gelê kurd de, bindestiya hezar salan û şer û zordestiya li ser kurdan, bandoreke neyînî li çand û wêjeya kurdî kiriye. Ev jî bûye sedemek ku #zimanê kurdî# bê xwedî bimîne û bi taybetî piştî hatina ola îslamê.
Lê dîsa hin çirûsk vêketin, bi saya hin helbestvanên, mîna Baba Tahirê Hemedanî ku yekemîn helbestvan bû, helbestên xwe bi kurdî bi tîpên aramî (erebî) nivîsandin, û her wiha Elî Herîrî, Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî,...hwd. Ev di dema mîrîtiyên kurdan de bû. Lê ew berdewam nebû ji ber ku rewşa siyasî hîn xirabtir dibû di bin desthilatdariya Osmaniyan de.
Bi derketina rojnameya Kurdistanê, di destpêka sedsala bîstan de, hişyariyeke neteweyî dest pê kir. Tevî astengî û zordariya li ser kurdan, hinek rojnameyên din jî riya gel ronî kirin wek: “Roja Kurd, Banga Kurd, Jîn, Diyarî Kurdistan.... û gelekên din.” Ev hemû, bûn stûn ji bo vejîn û vegerîna li zimanê kurdî yê nivîskî û afirandina zimanê rojnamegeriyê.
Kovara Hawar û alfabeya nû
Bi weşandina kovara Hawarê di 15`ê glanê sala 1932’yan de û bi afirandina alfabeya nû ya bi tîpên latînî serdemeke nû dest pê kir ji bo zimanê kurdî yê nivîskî. Ev kovar bi keda giranbuha a Mîr Celadet Alî Bedirxan pêk hat. Ziman mercê heyînê yê pêşîn e . Bi vê baweriyê Hawarê xebat kir, ji bo ku heyîna zimanê kurdî bide nasîn û zimanê kurdî bibe zimanekî nivîskî û wêjeyî, bi tîpên latînî.
Ji bo çi tîpên latînîş
Bi hatina ola Îslamê re, Kurdan tîpên erebî bi kar anîn. Lê ji ber ku zimanê kurdî zimanekî Hind-Ewropî ye, tîpên erebî dijwariyeke mezin derxist holê di nivîsandina kurdî de. Ji lewra hilbijartina C. A. Bedirxan ji tîpên latînî re pêwîstiyek bû. Piştî peydakirina alfabeya nû, zimanê kurdî ji hêla nivîsandina bi alfabeya nû ve, bi pêş ket û cihê xwe di demeke kin de girt di kovara Hawarê de. Ev yek di nivîseke ji Hawarê piştî salek ji weşandina wê, dixuye, di vê nivîsarê de wiha hatiye gotin: Belê, Hawar, ev zaroka yek salî di jiyana miletê me de heyîneke welê ye ku hîmê zimanê me daniye. Êdî zimanê me ne tenê zimanê axaftinê ye, bûye zimanê nivîsandinê jî . Ji milê din ve, vê zaroka hanê ji me re ev herf anîne û pê nivîsandina. Zimanê me gelekî hêsan bûye û her dengê zimanê me yek bi yek wekî xwe, li ser kaxezê hatiye reşandin... Wekî em dibêjin zimanê nivsandinê, nabêt em bawer bikin ku zimanê me gihîştiye wê rêza ku her tişt pê tête nivîsandin. Ev beş ji nivîsê, xuya dike ku kovareke mina kovara Hawarê, dikarîbû zimanek vejanda û xebatek têkûz û hêja boyî bingeha rêzimana kurdî bi cih bikira û bibûya motikek ji bo zimanekî nivîskî yê nûjen, ku îro bi hezaran berhem pê tên weşandin.
Rewşa rojnamegeriya kurdî di dema dawî de:
Gelek kovar û rojnameyan di şopa Hawarê de kar û barên xebata rojnamegeriyê berdewam kirin. Lê ew berdewamî çawa bûş Heta îro, kêm rojnameyan weşana xwe berdewam kiriye, ji ber gelek sedemên xuya wekî tunebûna derfetên aborî û qelsbûna nivîskar û xwendevanên zimanê kurdî. Vê kêmasiyê hişt ku tu gavên mezin, ji hêla rojnamegerî û zimên ve neyên avêtin. Ji ber ku nivîskarên me tu girîngî nedaye pêşxistina zimanê nivîskî. Ne jî hînkirina wî. Wekî ku tê zanîn nivîskar bi nivîsarên xwe yên qenc xwendevanan diafirîne û zimên zengîn dike. Mînaka Hawarê jî xuya dike ku rojnamegerî dikare vê yekê pêk bîne.
Peydakirina zimanê nivîskî, zindî û pêşxistin û zengînkirina wî ji hemû hêlên siyasî, zanistî, felsefî ve û yek-kirin û parastina vî zimanî, bi riya rojnamegeriyê pêk tê. Ji ber ku rojnamegerî şêweyê herî xurt û yê herî berweşîn e. Ew dikare di her demê de di hemû rewşan de, xwe bighêjîne gel. Di rewşa gelê kurd a îro de ji ber tunebûna dewleteke kurd (ji bilî Başûrê Welêt) û tunebûna dezgeh û saziyên neteweyî ji bo vejandina zimanê zikmakî yê nivîskî, pêwîstî bi rojnamegeriyê heye.
Di van salên dawîn de ku dengê defa globalîzmê berztir dibe û slogana demokrasî û biservebûnê li her derê tê gotin, rewş jî li her derê tê guhartin. Tevî pir hêlên globalîzmê yên neyînî, em dikarin bibêjin ku bi giştî ew ji bo me erênî ye, ji ber ku teknolojî sînoran nas nake û bi riya dezgehên ragihandinê (înternet, satelite,…) têkilî û pêwendî ferehtir dibin û rojnamegeriya me sînorên kevin dibire û derfet li pêşiya tevgera çandî vedibin ku meşa xwe ya ber bi azadiyê ve bidomîne û mafê gelê kurd ê çandî bistîne, ji bo ku em jî birûmet û xweşî li ser axa xwe bijîn. Piştî danasîa me ji rola rojnamegeriyê û girîngiya wê re, hin tişt tên xwestin bo ziman pêş de here, di serî de zêdebûna xwênerên (xwendevanên) zimanê kurdî, û di heman demê de divê zimanê kudî bigihe asta zimanê rojnamegeriyê û bibe zimanekî yekgirtî û standart.
Em bi hêvî ne ku hemû nifş, çîn, sazî û rêxistin piştgiriyê bidin tevgera pêşxistina rojnamegeriyeke kurdî ya nûjen û azad û pêşketî.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 955 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.welateme.net/ - 25-06-2024
Gotarên Girêdayî: 49
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 00-00-2007 (19 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Medya, Ragîhandin
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 25-06-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 27-06-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 27-06-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 955 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.141 çirke!