Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,161
Wêne
  124,416
Pirtûk PDF
  22,121
Faylên peywendîdar
  126,534
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Rewşa rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê: Ronahiya di nav tariyê de
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Besam Mistefa
Besam Mistefa
Rewşa rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê: Ronahiya di nav tariyê de
#Besam Mistefa#

Her sal li her çar parçeyên Kurdistanê roja 22 Nîsanê salvegera rojamegeriya kurdî tête lidarxistin û şahî û seyran û semînar û lêkolîn têne kirin bi vê boneya pîroz.
Sala 1898an, mîr Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîrê paytexta Misirê yekemîn rojnameya Kurdî bi navê-Kurdistan-di roja navhatî de derxist ku bû mîna roja zayîna rojnamegeriya Kurdî .Dîroka-Kurdistan-ê hindek rastiyan derheqê rojnamegeriya Kurdî bi giştî de dide xuya kirin angu rojnamegeriya me li mişextiyê û dûrî welêt ji dayik bû û ji deverekê diçû deverekê ji ber astengiyên gelek û bêdawî, lê serhişkiya mîr ê Bedirxanî û hezkirina wî ya bêhempa ji tore û zimanê Kurdî re hişt ku rojname demeka dirêj berdewam be û erkên xwe ta radeyeka mezin pêkbîne.Her wisa,-Kurdistan-ê kartêkirineka xwe ya herî mezin li rojnamegeriya Kurdî li rojavayê Kurdistanê kir.
Di vî biyavî de, pêwîste em rewşên dijwar yên ku milletê Kurd di wan de derbas dibe û bandora wan li ser tevahiya beşên jiyana Kurdan di nav de rojnamegerî jibîr nekin, ji qedexkirin û girtin û astnegîçêkirin..htd!Lê tevî van rewş û astengiyan hemiyan, rojnamegeriya Kurdî her û her liberxwe daye û li ser piyan maye.Weke me di despêkê de jî got, yekem rojnameya Kurdî-Kurdistan-pitir bandora xwe li ser Kurdên rojava hişt ji ber ku wê çaxê paytexta Sûriyê şam bûbû mîna wargehê Bedirxaniyan piştî ku ew ji cihê bav û kalan hatine sirgûnkirin û derbeder bûn.Ev bandor û kartêkirina ku bû sedemê destpêkirina rojnamegeriya Kurdî li Sûriyê û dîsa li ser destê Bedirxaniyan angu Mîr.Celadet Bedirxan bavê zimanê Kurdî yê bi pîtên Latînî.Her wesa, em dişin li vir rojeva rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li ser sê qonaxan dabeş bikin:
Qonaxa 1''''''''''''''''ê–Qonaxa Hawarê-:
Destpêka rojnamgeriya Kurdî li Rojavayê welêt bi derketina kovara Hawar ê bû.Mîr Celadet Bedirxan bi alefbaya xwe ya Latînî Hawar derxist, di sala 1932an de li şamê paytexta Sûriyê û bi pîtên Latînî.Bê guman, kovara Hawarê mîna şoreşekê bû di warê rojnamevaniyê de û her wesa di hemî waran de jî wekî tore, ziman, kelepor, çand..htd.Di warê zimên de, Hawar ê zimanê Kurdî bi pîtên Latînî vejand û ew xiste rojevê de tev li vekolîn û lêkolînên di warê zimanê Kurdî de, eger em nêrînekê li hijmarên wê binerin em dê babetên wesa bibînin:Elfabeya Kurdî–Ferhengok–Hevxistina zimanan-Zarê Kurdmancî–şêraniya zimanê Kurdmancî..htd.Ji bilî Hawar ê û piştî rawestandina wê di vê qonaxê de hindek kovar û rojnameyên dîtir jî derketin weke:Ronahî ya ku mîr Celadet Bedirxan bi xwe ew derdixist di sala 1941ê de û bi pîtên Latînî.
Roja Nû ya ku ji layê Kamîran Bedirxan ve li Bêrûtê derdiket.Hêjî gotinê ye ku, ev çaxa ku em behs dikin angu destpêkên salên sihî 30 î di heman demê de destpêka şiyarbûna hesta neteweyî Kurdî li rojavayê Kurdistanê bû ku pêşengên pêşî û şorşger di orta avakirina avahiyeke mezin û bilind de bûn wekî Osman Sebrî û mîr Celadet û Cegerxwîn û Qedrî Can..htd.
Qonaxa Didiwan:
Ev qonax ji dema damezrandina yekemîn partiya siyasî Kurdî li Sûriyê destpêkir angu Partiya Demoqrata Kurdistanê–Sûrî-di sala 1957an de.Partî cihekî xwe yê berz û taybet di hiş û mêjî û wijdanên gelê Kurd de girt û destpêkir bi weşandina rojnameya xwe ya bi navê Dengê Kurd.Lê dema ku Partî parçe bû di sala 1966an de, rojnameke dî jî hate weşandin bi navê Demoqratî.Helbet, herdû rojnameyan raman û konevaniya partiyên xwe derdibirrîn û di vî biyavî de Dengê Kurd bû berdevka ramanên çepger bi serokatiya Osman Sebrî û Selah Bedredîn û li milê dî Demoqratî rahişte barê belavkirin û weşandina ramanên rastger bi serkirdayetiya Hemîdê Derwîş û Reşîd Hemo.Nuka, li rojavayê Kurdistanê gelek rojname ji aliyê partiyan derdiçin angu her partiyek rojnameyekê yan didiwan derdixe lê mixabin piraniya wan bi zimanê Erebî ne ku ne mijara vekolîna me ye.Her wesa, çend rojname bi zimanê Kurdî jî derdiçin û em dê di qonaxa sisêyan de wan, destnîşan bikin.
Qonaxa Sisêyan:Dema Niho
Bi derbasbûna demê re û pêşketina teknolojiya ragihandinê û guherînên li ser asta cîhanê re, rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî derbasî pêvajoyeke nuh bû.Enternêt û ragihandina eliktronî şoreşek di vî warî de peyde kir–em dê vê mijarê bihêlin ji gotareke serbixwe re–û bi dehan malper hatine avakirin.Her wesa, rojname û kovar û belavok roj bi roj hatine zêde kirin da ku ji vê şoreşa navbirî nemîn in û rojnamegeriya Kurdî di asteke baş de bihêlin tevî hemî astengî û dijwariyan.Li vir, em dişin kovar û rojnameyên ku di vê qonaxa nuh de derketin angu piştî pêvajoya Bedirxaniyan ya dewlemend û damizrêner, wesa destnîşan bikin :
Kovara Gulistan:
Di sala 1968an de, Gulistanê dest bi weşana xwe kir. Paş ku mîr Celadet çû ser heqiya xwe, seydayê Cegerxwîn biryar sitend ku rêça wan bişopîne û kovara Gulistanê dexîne. Naveroka Gulistanê pitir hunerî û torevanî bû .
Kovara Rohilat:
Li Bêrûtê paytexta Lubnanê ji sala 1978-1982an dihate weşandin û bi piranî li ser rewşa milletê Kurd û cîhanê bi tevahî disekinî. Bi dagîrkirina Lubnanê ji aliyê Israilê de, kovara Rohilat ê hate girtin û hew derket.
Kovara Gelawêj:
Di sala 1979an de kovarê dest bi weşana xwe kir û wekî piraniya kovar û rojnameyên Kurdî ku têne rawestandin ji ber gelek sedemên diyar û naskirî, di şala 1997an de hijmra wê ya dawîn derçû. Berpirsê Gelawêjê birêz Nesredîn Ibrahîm bû, û wê babetên cuda cuda dihewandin: kulturî, zanistî, troreyî, zimanzanî û keleporî.
Kovara Stêr:
Di sala 1983an de hijmara wê ya yekê derket. Stêr kovareka çandî, zimanzanî, wêjeyî, zargotinî, folklorî bû û pitir bala xwe dida zimanê kurdî û pisrgirêkên wê. Herweha, beşek taybet ji bo hevpeyivînan amade kir û gelek hevpeyivînên giranbuha lidar xist bi wêjevan û kesayetiyên Kurd re weke: Mihemmed Emîn Bozerselan–Konê Reş–Rewşen Bedirxan û Celîlê Celîl..htd. Di biyavê wergerandinê, rola jina kurd, û belavkirina gotarên bi qîmet û watedar û vejandina foliklorê kurdî de, Stêr ê xebateke mezin pêkanî.
Kovara Xunav:
Berpirsiyarê wê nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mehmûd Sebrî bû. Hijmara Xunavê ya yekê di Tebaxa 1986an de derket. Kovarê di warê zimanê Kurdî–welatparêzî–zanistî–torevanî–keleporî û civakî derbarê hişyarkirina jin û xort û gencên Kurd de, xebat dikir.
Kovara Gurzek Gul:
Sernûser û berpisiyarê wê mamoste Konê Reş bû. Ji sedemên derxistina kovarê weke ku Konê Reş bi xwe şîrove dike:-Hezkirina zimanê zikmakî –şoreşa Barzaniyê nemir(êlûn û Gulan) û çûna Barzaniyê nemir ser heqiya xwe–hatina Celîlê Celîl…htd. Kovara Gurzek Gul keleporî û çandî bû lê mixabin ji ber sedemên nakokiyên tevgera Kurdî li Rojava mîna piraniya kovarên Kurdî di sala 1992an de, ewjî hate rawestandin !!
Kovara Zanîn:
Sala 1991ê Ebdil Baqî Huseynî û Ferhad Çelebî kovara zanînê damezrandin. Kovara Zanînê kovareke wêjeyî, keleporî û hunerî bû û cihê xwe di nav jîngeha rewşenbîrên rojava de bi tundî girt û bi hezaran hijmarên wê dihatine kirîn û xwendin…ewjî mîna xeynî xwe para wê rawestandin bû.
Kovara Roj:
Berpirsiyarê kovara Roj nivîskarê Kurd Fewaz Kano bû. Di sala 1991an de dest bi weşana xwe kir. Babetên kovarê yên serek ev bûn: Helbesta kilasîkiya Kurdî–helbesta nûjen–çîrok–kurte-çîrok–rexne û dîrok.
Kovara Pirs:
Di sala 1993an de, dest bi weşana xwe kir. Pirs bi çand û werger û helbesta Kurdî û gotarên siyasî û edebî mijûl dibû. Her wesa, (Pirs) heta niha karê xwe berdewam dike.
Kovara Bihar:
Di sala 1994an de, Biharê hijmara xwe ya yekê weşand. Bihar kovar a–Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê-ye. Bihar kovarek e zanistî û torevanî ye.
Kovara Aso:
Di sala 1992an de, ji layê nivîskarê Kurd Siyamend Ibrahîm ve dihate weşandin. Cihê wê yê bingehînî li Lubnanê bû û niha jî hîn berdewam e.
***
Niha em dê hindekî di derheqê rojnameyên Kurdî–helbet yên bi zimanê erebî li derveyî mijara me ne-de biaxivin û çend rojnameyekê ku li Kurdistana Rojava deridiçe bi kurtî, destnîşan bikin:
Rojnameya Deng:
Di sala 1995an de hijmara yekê ya rojnameya Deng derket. Deng–dengê bêdengan-guh dida mijarên çand û rewşenbîriya Kurdî tev li kelepor û helbest û wêjeya Kurdî. Rojnameya Deng rojnameyeka mihane ji weşanên Partiya Hevgirtina Gelêrî Kurdî li Sûriyê ye û heta niha berdewam e, ji aliyê partiya Azadî ve tête weşandin.
Rojnameya Rewşenbîr:
Di sala 1995an de hate weşandin. Mijarên wê yên sereke çand û wêjeya Kurdî bû û di sala 1997an, de hate rawestandin û hew berdewam kir.
Rojnameya Xwendevan:
Ji layê xwendekarên Kurd li zanîngehên şam û Helebê ve bi herdû zimanên kurdî û Erebî dihate weşandin. 3 hijmarên wê di nav destan de hene û hêjî berdewam e.
Rojnameya Newroz:
Rojnameya Newroz di sala 1995an de hate weşandin ji layê Partiya Yekîtî ve. Heta niha jî Newroz berdewame di weşandina xwe de û gelek babet û mijarên giring pêşkêşî xwênerên xwe meh bi meh, dike.
Rojnameya Delav:
Delav rojnameyeka çandî û toreyî bû di sala 1995an derket û piştî salekê hijmara wê ya dawî-16-derket û hate rawestin.
Rojnameya Hêvî:
Hêvî rojnameyeke xwenedekarî serbixwe bû. Li ser mijarên ramanî û çandî mijûl dibû. Hêvî bi gotina nemir Barzanî ve dihate xemilandin: xwendekar serê rimê ne di hemî şoreş û serhildanan de . Hijmarê wê gihştine 7 hijmaran û di sala 1994an de rawestiya û hew derket.
Bê guman, mijara rojnamegeriya Kurdî mijareke fireh û dûrdirêj e. Me jî ji aliyê xwe ve ev hewildan pêşkêş kir bo êxistina ronahiyê ser rojnamegeriya Kurdî li parçê Rojava yê Kurdistanê, ya ku tevî hemî astengî û dijwariyan liberxwe dide û hebûna xwe bi çi şêweyekî be diçesipîne, û rêya ku kurê malbata Bedirxanî ya hêja û sefiraz Miqdad Midhet Bedirxan di roja 22ê Nîsana sala 1898an despêkiribû, berdewam dike bi mebesta bipêşxistina rojnamegeriya Kurdî û gihandina wê bi asteke cihanî.Di dawiyê de:
109 saliya rojnamegeriya Kurdî pîroz be!
............................................................
Çavkanî:
-Panoramek li ser rêveçûna rojnamegeriya Kurdî li (parçê Rojava)-Sûrî-Ebdilqadir Bedredîn-Kombenda Kawa bo Çand Kurdî-çapa didiwan-2000.
-Hawar hejmar1-23, ji weşanên Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî–çapa yekem Hewlêr, Kurdistana Iraqê-2001.
-Derbarê Rojnamegeriya Kurdî–Izedîn Mistefa Resûl–çapa didiwan–Bêrût–Lubnan, 1996.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,070 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.welateme.net/ - 25-06-2024
Gotarên Girêdayî: 39
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 00-00-2007 (19 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Medya, Ragîhandin
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 25-06-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-06-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-06-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,070 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.094 çirke!