Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,782
Wêne
  124,283
Pirtûk PDF
  22,112
Faylên peywendîdar
  126,236
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Tevgera kurdî û zimanê netewî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Tevgera kurdî û zimanê netewî
Tevgera kurdî û zimanê netewî
Tevgera kurdî û zimanê netewî
Diyar Ehmed

Çi dema ku mirov li ser rewşa #zimanê kurdî# ya lawaz û tevilhev rawestê,pirsek serjêkirî xwe tavêjê di nav destên mirov de û li pêşiya mirovî diperpitê,di mejiyê tagirtî de dijenê û natebitê,dibin birh û sancên zayînê de hawar û qêrîn di gewriyan de difetisê.
Piris ewe gelo kî di ber rewşa zimanê kurdî ya lawaz û tevilhev de berpirsyare ?
Eger em pirsyara xwe bêhtir zelalbikin û sînorên wê baştir destnîşanbikin, emê bipirsin: gelo tevgera kurdî di ber vê rewşê de berpirsyare, yan rewşenbîr û zimanzanên kurd gunehbare, yan miletê kurd bi tevayî di ber vê rewşa wêran de sûncdare,yan jê dijminê miletê kurd gunehkare ?.
Lê eger em li salên 20 ê ji çerxa borî vegerin,emê bibînin ku mirovek wek Mîr Celadet Bedirxan karî kanîk mezin derbikê,çavîk zelal biteqînê,rûbarek berfereh biherikînê,şoreşeka seranserî di warê zimanê kurdî de pêbêxînê û destkeftin hêja bi dest ve bînê,evê şoreşa zanistî û zimanzanî,çi di biwara zimanê kurdî de bê, yan jê di biwara ragihandin û çapemeniya bi wî zimanî bê, zimanê kurdî vejenand, û jîn û jiyaneka nû û serdemî di ser de berda û ta dema îro jî hê ew hêz û bizave dihêlê zimanê kurdî di nava guhertin û pêşveçûnên cîhanê de birêveherê.ji ber vê yekê jî hin şareza û zanyarên kurdan keda vî zimanzan û xebatkarî wek karê dewletekî bi navkirine û bi bilindayî dane berçavan.di vir de divê mirov kar û keda wan dilsoz û têkoşerên kurdayetiyê jî jibîrnekê,yên ku xwe bi dilgermî li dora Mîr Celadet danehev û bi wî re ew gulîstana rengîn ji ziman û çanda kurdî re avakirin.
Her dîsanê em li salên 60 ê ji wê çerxê binêrin, emê rastî wê xebata gur û geş bibin ya ku ji aliyê Partiya Demoqrata Kurd (Alpartî) ve di ber zimanê kurdî de di hate kirin,ew partiya bi tenê di wê demê de kar û xebata xwe ya siyasî di nav gelê kurd de li Rojavayê Kurdistanê dikir,di ber karê siyasî re çalakiyên hînkirin û geşkirina zimanê dayîkê di nav gelê kurd de bi rêvedibir,belavok,elfabê ya zimên,daxuyanî,birûsk û name bi zimanê kurdî diweşandin,xol û korsên fêrkirina zimên vedikirin,di ser van tevan re rêzana wê partiyê di wî çaxî de bi zimanê kurdî hate nivîsandin.
Eger em dîroka damezrandina Partiya Dê û komela Xûyebûnê vewejêrin û wan dilsoz û qehremanên pêşîn bînin ber çavên xwe û wan binasin,li şûna bigerin ,ewên ku cih û wateya ziman di jîn û jiyana gelan de nasdikirin û wefadarbûn bi gotinên xwe re, dema di gotin: (ziman nasnameya miletane,zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin,hebûna miletê kurd girêdayî ye bi hebûna zimanê wî ve,şerma mezin ewe ku tu nizanibe bi zimanê xwe bixwînê û binivîsînê,çarenûsa yekîtiya miletê kurd girêdaye bi pêşeroja yekkirina zimanê wî ve ….hd) wê baş ji me re werê naskirin, ku ewan kesan ji dil û canê xwe kar û xebat di ber mafê gelê xwe de dikirin.
Lê eger em li bersiva pirsa xwe bigerin,emê bersiva pirsa xwe di vê derê de bibînin,ji ber bersiva pirsa me di wê derê de têdayîn, dema em dibînin ku di çaxa ku yek partiya siyasî di nav gelê kurd de li Rojavayê Kurdistanê karê xwe dikir,di wê demê de guhdanek ji aliyê wê partiyê ve bi zimanê kurdî dihate kirin û serkirdayetiya wê partiyê piştgiriya çalakî û bizavên xurtkirin û belavkirina zimên di nav milet de dikir,tevî ku wê demê diyardeya nexwendinê di çivaka kurdî de şaxvedabû û ser û binê çivakê girtibû.lê di dema ku em bêhtirî çarde partiyên kurdî îro li Rojavayê Kurdistanê di nav miletê kurd de dibînin û herweha navê çend Gurop û komîtên rewşenbîrî û kurdewarî dibihîzin,di ser van de jî dema niho rêjeya xwendin û xwendevanan di çivaka kurdî de bilind bûye,lê mixabin tu karê bi rêk û pêk, berçav û berketî ji aliyê wan partî û Guropan ve nayê dîtin û eger car-caran were bihîstin jî,lê gorî dema îro gavên wan seqet û şikestîne,pirsa ziman li cem wan ji pirsên mirî û jibîrkirîne.
Bi kurtî ziman îro roj xizmeta berjewendiyên kesayetî û berwext yên wan serkirdan nakê,ji ez-ezîtiya wan ya xweperist û hişemendiya wan ya berteng re nabê heval, û rîp û pîlanên wan yên pevçûn û parçebûnê di laşê tevgerê de naveşêrê…nasipêrê.ji vê jî ziman paşguhê xwe ve avêtine, xizmetê jêre nakin,zimên naparêzin û jêre nabin palpişt,xwedî û xwedan.
----
* hijmara (4) ji rojnama PARTÎ ya kû ji aliyê rêxistinên partî ve tê weşandin
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 395 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.welateme.net/ - 25-06-2024
Gotarên Girêdayî: 10
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 00-00-2007 (19 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 25-06-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-06-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-06-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 395 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.39 çirke!