Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,803
Wêne
  123,936
Pirtûk PDF
  22,082
Faylên peywendîdar
  125,651
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Malperên Kurdî Bi Kû de diçin - Xeleka 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese1
Berzo Emer Mehmûd
Berzo Emer Mehmûd
Malperên Kurdî Bi Kû de diçin - Xeleka 2
Rageyandin û
Rola Rewşenbîrên Kurd
#Berzo Emer Mehmûd#
berzomehmud@myway.com
Xeleka 2 / dawî


Şêwe di her tiştî de xemelekê û temtêlekê didê malperê, lewre çiqas temtêla malperê xweşik û spehî bê, hewqas xwêner û bîner bi serde radikişê, ango malper gerek bînerkêş dibê.
Helbet eva han karê xwe tavêjê ser giyanê bîner ku dibê handerek ji bîner re ku vê malpera bedew bixwênê û bizanê ka çi di tûrikê wê de heye, çi naverok têde heye, û nivîsrên wê jî çi ji wan re dibêjin. Lê eger naverok jî ne di astekî bilind de bê, helbet ew bîner carekê û didowa û sisêya berê xwe bidê vê malperê, lê paşê wê jê têr bibê, û berê xwe ji ser dagerê, û êdî hew vedikê. Inca ya baş ewe herdû alî, form û naverok bilind bê, yan jî alîk bi tena xwe seqet û xwehr derdikevê.
Eger kurd di piranîya parçên kurdistanê de nikarin karê rojnamegerîyê geş bikin, ev jî bi sedemên siyasî ve bende. Lê geşkirina rojnamegeriyê di warê malperên internêtê de pêçêbûnên xwe hene û Kurdên Ewrupa dikarin vî karî bi hesanî pêkbênin. Ji ber van asankarîyan, em weha dibînin ku kesin pispor dikarin vî layenî bihêz û xurt bikin. Ji ber ku em tev dizanin ku xortên Kurd îro berê xwe bi germî didin xwendina malperên internet. Çêkirina malperê ne dijware, lê sazkirina wê bi şêweyeke xweşik karekî pîşeyî û pisporî jêre divê, ta bikarê armancên xwe pêkbênê, ku pirtirîn bîner bi xwe ve bikşênê. Bo vê yekê ez başî û spehîtî û astberzîya malperê, li gor pêzanînên min, bi hin taybetî ve girê didim, ew jî evin:
1. nûkirin,
2. geşbûn û çalakî ku tim pêketî bê.
3. germî, li gor naveroka gotar û nûçeyan, û astê zanyarî.
4. naveroka zengîn, gotar û lêkolîn û nûçe ji gelek aliyan ve.
5. form û şêweyeke spehî, bi teknîka çalak. Herweha awayê danîna van zanyariyan, yan nûçeyan.
6. terxankirina nivîserên endam û mêvan, ku her yek ji vane li gor mercên bilindkirina malperê şopa xwe bigirin.
Ya dîtir jî pirkirina malperan ji yek deverê bêserûberî û lawazîyê dixê sîstima malperan de, li şûna ku malper dewlemend bibê, hejar dibê. Bo nimûne pêwîste ku malpereke bilind û serbixwe bo Kurdên Sûrîyê hebê, û nexeme ku çend malperên dîtir jî hebin. Bo vê yekê, ya baş ewe ku çend malper kar û erkê xwe bikin yek, wek em bêjin Tîrêj û Qamişlo û Amûdê û rojava û Kurdroj û welatê me û Keske sor, ev hemi ji yek deverêne, û nêzîkî hevin, û hin ji wan cîranê hevin, ji ber wilo gerek evane hemî bibin yek û hemi têde kar bikin, her yek li gor pisporîya xwe û şarezabûna xwe di karê malperê de. Di encamê de, karê wan siviktir dibê, ya dîtir jî bîner bi xwe jî barê wî sivik dibê, û li şûna pênc malperan bi yek naverokê vekê, wê yek malperê vekê, û wilo jî wextê wî vala gelek naçê.
Pêwîste ku rewşenbîrên Kurdên Ewrupa bi terxankirina malperên Kurdî bifikirin, ango mebesta min ewe ku malperên me bi kêmayî yên her parçekî bi daîneke nû bo van malperan were saz kirin, bo nimûne em heman nûçe di dih malperan de dixwênin, ji ber ku hemû û hemû tişt, ev rêbaza hemûkarî ziyanê dighênê herdû aliyan: Alîyê bîner û xwêner, ku hemîyan vedikê û eva han wextekî zor jê dixwê, û her hemû jî heman gotar û heman nûçe di wan deye. Alîyê dîtir alîyê malperane ku ev xort hemî wextê xwe di yek berhemî de wunda dikin. Ya dîtir jî Eger em malpera (efrin) bidin alîkî, evên dîtir hemî jî ji yek cihîne, ango di yek parêzgarê de dijîn, û ev dûrbûn û taybetiya deverê di nav wan de peyda nabê.
Inca ez weha baş û sûdmend dibînim ku li şûna (efrîn, amude, qamishlo, Kobani, Tirej, keskesor, welatême, Kurdroj, tirbespi, ...), hin malperên taybetî ava bibin, ango li gor core wêje û core rageyandin malper werin vekirin, her ev jî bi awayê jêrî werin terxankirin:
1. Malpera dahênana wêjeyî الابداع الادبي : helbest û çîroka û pexşan, bila mohreke Kurdên Sûriyê li ser xuya bê, lê bere core dahênan ji parçên dîtir jî têde bêne belavkirin. Wek em bêjin malpera Tirej xwe ji babetê dahênanê re vala bikê. Malper xurû bi zimanê Kurdî bê, ango ne ji malperên duziman bê, ji yên yekziman, yan jî em bêjin Kurdîziman.
2. Malpera dahênana hunerî bi herdû alîyan: şêwekarî (tablo û nîgar û gotar û lêkolînên hunerî, alîyê mosîqî (mosîqa û awaz û stran û folkilor), û herdû jî (kurdîziman) bê.
3. Malpera zimanê Kurdî ku têde gotar û lêkolîn bi hemî şêwezarên Kurdî li ser zimanê Kurdî werin belavkirin. (kurdîziman)
4. Malpera taybet bi nûçe û dengûbasan ku li ser hemî bûyerên devera Kurdên Sûriyê bi taybeti û devera Kurdistanê bi giştî, herweha yên Rojhilata Navîn û cîhanê. الاخبار والانباء والحوادث. مع التحليل والتعليق القصير
(herdû ziman Kurdî û Erebî)
5. Malpera gotar û lêkolînên civakî û siyasî û felsefî û zanistî (duziman) , rewşenbîrîya giştîالمعارف السياسية والاجتماعية والعلمية والفلسفية والفكرية وما شابه ذلك
6. Malpera gotar û lêkolînên wêje û rexneya wêje. (duziman) الدراسات الادبية والنقد الادبي
7. Malpereke xurû kurdî jibo gotar û lêkolînên rewşenbîrîya giştî
encam
Bi vî awayî, ango bi awayê terxankirinê, dahênan ji hemî alîyan ve dê xurt bibê. Ya dîtir jî giranî pirtir li ser zimanê Kurdî werê danîn da ku mirovê Kurd, nemaze nivîskar berê xwe bidin nivîsîna bi zimanê Kurdî, û ya pêwîst ewe em giranîya xwe ber bidin ser zimanê Kurdî bi mebesta ku nifşê bi dû me de çav li me bike, û ew jî xwe şanaz bibînê dema ku bi hezarê gotar û lêkolînan û nivîsaran bi zimanê xwe bixwênê. Ya dîtir jî, eger berê rewşenbîrên kurd hincet dikirin ku desthilat nahêlê ku em gotaran yan pertûkan bi zimanê dayikê belav bikin, belê îro fersendeke dîtir vebûye, û ew jî inernete ku her kes dikarê nivîsînên xwe belav bikê.
Eger em dêhinê xwe bidin pelandina xwendevan û nivîser û bîneran bi ser internetê de, wa diyar dibê ku civat û rûniştin bo beşek ji xort û nivîser û rewşenbîrên Kurd li gel malperan bûya karekî pêwîst, û hin xwendevan hene roj nîne ku malperên internêtê venakin. Lewre pêwendî navbera malper û xwêner de roj bi roj germtir dibê, û şêweyeke bêrîkirin û dilbijokî navbera an de drust dibê, gihaye wê radeyê ku jin ji mêrê xwe re bêjê: ((Xwezî te nîvê wextê xweyî kompiyûter û internet dabane min)). Yeke dîtir dibêjê: ((Xwezî riba wextê xweyî internet dabane min)). Eva han didê xuyakirin ku internet demeke pir ji xwendevanan dibê, û girêdana mirovan bi tayên giyanî û evînî tê hûnandin.
Li dawî mebesta min di nivîsîna vê gotarê de ne ku ez rexna li malperan bigirim, lê belê daxwaza min ewe ku malperên me pêş bikevin. Pêşketina wan pêşketina meye, û paşketina wan jî li me vedigerê, û em pê têşin, eger em bi hestekî kurdayetî li meselê binerin. Li dawî dixwazim wê yekê bêjim ku mebesta min her ewe ku malperên me pêş bikevin, û bikarin bi roleke girantir rabin, ji ber ku beşekî mezin ji Kurdan û xelkên nekurd jî lê meyze dikin. Ji bilî wilo jî, tevahîya malperên kurdî cihê rêz û qedirin, û xebata wan di dîroka rageyandina Kurdî de cihekî bilind digirê. ciwantirîn silav bo hemû malperên Kurdî. Bijî kar û xebata wan.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 17,215 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.welateme.net/ - 22-06-2024
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 00-00-2006 (19 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Medya, Ragîhandin
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 22-06-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-06-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-06-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 17,215 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.797 çirke!