Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,150
Wêne
  124,147
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  125,978
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de (1942-1945) Xelek: 11
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kovara Ronahî
Kovara Ronahî
Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û #çapemeniya Kurdî# de (1942-1945) Xelek: 11
Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo
(hejmarên 20.21.22)

Di van hejmarên jorîn de;em dikanin van çîrokên gelêrî bixwînin:1-weyna rovî li rovî(çîrokbêj),2-jin û mêr û çîroka marekî Fêris(wergerandin ji Êngilîzî)(?),3-Conî û Cimêma(wergerandin ji Êngilîzî(?)4-Diz û dûvê kerê wergerandin ji Êngilîzî(?). 5-Fermana gur (Sibhiyê Diyabekirî)(hej.20).
Em di hejmara (20 )ê de dixwazin tenê li ser du çîrokên gelêrî rawestin:
Çêrokbêj di çêroka(weyna rovî li rovî) de weha dinivîse:Gundek xerap hebû;tê de dîkek û tajîk hebûn,carekê dîk çû ser dîwarekî û li wir bang da,lê roviyek nêzîkî wî jî hebû û ewî dengê dîk bihîst û bi dîkê re got:Muxtar! Were min qonax bike!Dîk ji rovî re got:Hema li pişt dîwêr gizîr heye,ewê te qonaxî bike,rovî kêf kir,ewî got:Belkî li pişt dîwêr mirîşk hene,lê ya rastîn li pişt dîwêr tajî razaye,gava rovî giha cem tajiyê,ewî dît ko melekmot li wir paldaye,rovî bazda û ew kete qulekê,ewî dît ku roviyek din di wê qolê de heye,lê roviyê ku di qolê de bi wî re got:Ha bira çi bêhnefişk li te ketiye?
Ewî got:Destbirakê min heye,ewî ez ezimandim (vexwandim)lê ewî henek li min kirin,ez ji wî aciz(bêhnteng)bûm;lewra ez hatim û ez ketim vê qulê,ta ku ez bihnekê rehetiya xwe bistînim,lê roviyê qulê got:Tu destora min bide ku ez dêla(dewsa)te ve herim û tu li vir bêhna xwe vede, li dawiyê û bi kurtasî tajîyê li rovîyê xist,rovî li erdê dirêj kir û kete ser zikê wî,heta ku rovî temam bû,lê rovî hîn digot:Heneka me ke Lo!
Em ji vê kurteçîroka zargotinî pir tiştên matmayî dibînin;rovî bi dîk re dibêje:Muxtar! Lê wek em zanin ku herdem rovî xapînok in,lê em di vir de dibînin ku rovî ji aliyê dîk de hatiye xopandin;dîk rabû û rovî bi derew dişîne pişt dîwêr,rovî texmîn dikir ku li pişt dîwêr mirîşk hene,lê ewî li pişt dîwêr dewsa mirîşkan, tajî dît, ew pir tirsiya û reviya û xwe di kurtekê de veşart,lê ewî li wir roviyek din dît ku xwe veşartiye li dawiyê; tajiyê li rovîyê xist û ew perçe,perçe kir,lê dîsan ew naxwaze bawer bike û xwe jar û qels bide xûyakirin,tajiyê ew perçe,perçe kiriye û ew hîn bi tajiyê re dibêje:Heneka neke !
Sibhiyê Diyabekirî di çîroka (fermana gur) de dinivîse:Carekê gurek hebû, ew di çiyan de rûnîştîbû,ew pir perîşan û jar bû, ew ji birçîbûna re hindik mabû bimra,lê rojek hate bîra wî ku ew ji çiyê bête xwarê û ew dakete deştê,ewî li wir gurek qelew dît,gurê qelew bi gurê jar re got:Te xêre birayê gur,tu di vê belengaziyê de yî?Gurê jar got:Tu mepirse bira!Ez ji bêxêriyê çiyê,hindik maye ku ez bimrim,lê tu çawa yî ?Gurê deştê got:Kêf kêfa min e,ev rezên li ber çavên te hemû li ser hesabê min in,xwediyê rêz
rêdan dayê min û fermanek bi dest min de heye ku ez her wextê kanim herim nav rêz û zikê xwe têr bikim.
Gurê jar ji gurê qelew re got:Birayê dilovan!Tu min bike hevalê xwe û ez jî bi te re herim nav rêz,ew herdu çûn nav rêz,lê xwediyê rêz ji wî gurî dilreş bibû,lewra ewî du seg li ber holika xwe girêdabûn,lê gava segan ew herdu gur dîtin,ew har bûn,gurê deştê bazda û yê çiyê,yê birçî û qels nikanîbû mîna hevalê xwe bireviya,lê herdu seg gihane roviyê çiyê û li wî xistin,gurê jar gazî hevalê xwe dikir û digot:Hevalo ez di helaketê de me,tu zû were û zû fermana rêdana xwe aşkere bike û wê şanî çavdêrên rezan bike !
Lê gurê xurt pir dibezî û bi gurê jar re digot:Tu bide dû min,ev hukumeta bi zimanê fermana rêdana ji min re nizane.Hej.20
Em di vir de dibînin çawa gurê qelew xwe li pêş gurê jar dipesine û giraniyekê dide xwe û nabêje ez jî mîna pir dizan bi nehênî derim nav rezan,lê li aliyê din helwesta wî li hember havalê xwe yê jar pir erênî û dilsozane bû,ewî dixwast hevalê xwe jî têr xwarin bike,lê derewê wî pir zû aşkere bû,belkî ewî dixwast bi derewa xwe,hevalê xwe ji xwediyê rêz netirsîne ta ku ew jî wêribe bi wî re here nava rêz û mîna wî têr tirî bixwe û ew ji mirinê rizgar bibe,mirov di vê çîrokê de hest dike ku gur ji hevalê xwe re ji pir lawiran dilsoztir e.
Di hejmara (21) ê de ev çîrokên jêrîn hene:1-Ciho û kurê têcir.2-Hirç û Şivan (Jandar Mîrzengo),) 3-Osman Sebrî nivîsareke dirêj mîna çîrokeke wêjeyî di bin navnîşana (şîna jinekê li ser gora Birho) diweşîne.4-Çîroka tarîxî:Keça Klêopatrê (Bişarê Segman).
Çêrokbêj di çîroka (Ciho û kurê têcir) de weha dirêse:Bazirganek pîr hebû, ewî bi lawê xwe re got:Ezê bimrim û piştî ez mirim,divê tu herî cem wî bazirganî Ciho,ew nasê min e,ewê te fêrî bazirganiyê bike,kurê bazirgan
çû cem Ciho û bi wî re got:Ez lawê dostê te me,ewî şîret li min kiriye ku ez werim cem te,ta ku tu şîretan bidî min ku çawa ez bazirganiyê bikim?
Bazirgan bi wî re got:Tu here bi hemû perên xwe dûvên roviyan bikire û wan bibe bajarê Cizîrê û tuyê sudek mezin ji wan bibînî.Lawik çû û Ciho kêfxwaş bû ji ber ku ewî dixwast lawê dostê xwe bixapîne û perên wî bê sud winda bibin,lawik çû û bi hemû perên xwe dûvên roviyan kirîn û ew çû bajarê Cizîrê û ew di xaniyekê de danîn,lê tu kesî dûvên roviyan ne kirîn û lawik bê pere dimîne û nikane kirê malê jî bide,lawik derket derve û li ber dîwarekî rûnişt û dagrî,hakim di ber re derbazbû,ewî dît ku lawik dîdegrî,ewî ji lêwik pirsî; ji bo çi tu digrî?Ewî got:Rewşa min dijwar e û hîn got:Ciho şîretek li min kiriye û ez li gor şîreta wî ketime belayê .
Hakim çû mala xwe û kesek şand pêy wî, lêwik û bi wî re got:Dûvê ku te bi çerxekê kiriye tuyê her yekê ji wan bi 5 çerxan bifroşî!Di sibeha din de hakim rabû û delalek berda nav bajêr û got:Hemû Cihoyên ku li bajêr hene, divê pênc dûvên roviyan bi xwe ve bikin û yê ku bi xwe ve neke, paşê Mîr serê wî jêke.Ciho tevda rabûn û çûn cem lawê bazirgan û hemû dûvên roviyan kirîn,lê ewî sond xwar ku ew careke din bi Cihuyan ne şêwire .
Em dîsan kanin hin rastiyan di çîroka borî de sercil bikin;Bazirganê Kurd
hevalê xwe yê Ciho di pêvajoka bazirganiyê de baş nasnekiribû,yan jî bazirganê Ciho kanibû baş rastîya hindirê dilê xwe veşarta û bi rûyeke din bi hevalê xwe yê Kurd re bazarganî bikira,lê li aliyê din jî; jarbûn û kêmhişmendiyê bazarganê Kurd jî tête diyarkirin,lewra ew lawê xwe pêşda şîret dike ku ew bi hevalê wî yê Ciho re bide û bistîne, ewê riya rast di bazirganiyê de destnîşanî wî bike,lê vaye me dît,nirîna bazirganê Kurd pir şaş bû,yanê eger hakimê bajêr fermana kirîna dûvên roviyan ji aliyên Cihoyan de dernexista,bazirganê Kurd wê ji birçîbûna re bimra,lê li aliyê din jî mirov têdighîne ku hakimê bajêr jî pir bi wijdan bûye û ew bazirganê biçûk ji mirin û belengaziyê rizgar dike.
Lê em di hejmara (22) an de dikanin van çêrokên jêrîn bixwînin: 1-Çûk û pêrî(çêrokbêj.)2-Sewîlê Sofî.(?)3-Cebraîl Nemrûd û dexsok(Qadirê Ferman).4-Merik î dîn e(Xelîlê Genco).5-Jina kêmxwarin.(Pirbêj).
Çêrokbêj di çîroka (çûk û perî) de weha dinivîse:pîrek hebû çû ser tenurê ku nên bipêje,lê agir bi wê re vêneket,di wê demê de çûkek hat û bi pîrê re got:Striyek di lingê min de heye,tu wê derxe û wê deyne ser çavê êgir û wê agirê te vêkeve,pîrê strî ji lingê çûkê derxist û ewa danî ser êgir û agir vêket,pîrê nanê xwe lêxist,çûk ber bi wê ve hat û bi pîrê re got:Ez striyê xwe dixwazim,pîrê gote çûkê:Ezê ji te re piştek Strî û Qirş hûnim.Çûkê got:Na!Ez ji dewsa striya xwe heft nanan ji te dixwazim,pîrê heft nan dane
çûkê û ewê nanên xwe bir û çû,ewê dît kodek şîr li ber şivên e û ew şîr bê nan dixwe,li vir çûkê gote Şivên:Kuro! Bi min re heft nan hene û tu cirnekê paqij bike û emê vî nanî tê de hûr bikin û şîr têxin ser û emê bi hev re bixwin.Şivên bi ya çûkê kir û ew herduyan bi hev re xwarin.
Di pişt re çûkê bi şivên re got:Ez heqê nanê xwe ji te dixwazim,şivên ji çûkê pirs kir,tu çi divê ?Çûkê got:Ez heft beran û berxekê ji te dixwazim,ev heqê nanên min in,li dawiyê şivên heft beran û berxek dane çûkê,çûkê ew birin û çû gundekî din,lê li wir dewatek hebû,li wir dîk û mirîşk diqewirandin,çûkê gote wan:Ezê heft beran û berxekê bidim we, ew rabûn heft beran û berxek gurandin û paşê çûkê got:Ez heqê van ji we dixwazim,lê wan jî bi çûkê re gotin: Te ew dane me ta ku em wan ji dewatê re biqewrînin,vêca emê ji bo çi heqên wan bidin te ?Li dawiyê çûkê bûk ji nav wan revand û ew bi çolê de çû,lê li wir şivanek dît û bî wî re got:Tu bilûra xwe nadî min?Ezê vê bûkê bidim te,şivên got:Belê û bilûra xwe dayê,çûkê rahêjte bilûrê û çû ser latekî û got: Çirt,mirt,min strîk daye bi heft nanan û qurşek daye bi heft beranan û berxekî û min heft beran û berxek daye bi bûkekê û min bûk dayê bi bilûrekê û li dawiyê ez li ser latekî û kes nîne serê min hûr bike!Şivên rahişte kevirekî û li çûkê xist,çûk mir û şivên bilûra xwe vegerand.
Lê çîroknivîs Pirbêj di çîroka xwe ya hunerî(jina kêmxwarin)de dinivîse:Mirovek ne dewlemend hebû,lê têr nan ne dixwar,ew pir çikûz û destgirtî bû,ewî dixwast jinekê hûne,lê ewî xema lêçûna malê û jinikê dixwar,ewî digot:Ez dixwazim bizewicim,lê ez belengaz im, ji min re jineke kêmxwarin pêwîst e.Di wî bajarî de keçkek şehreza hebû,ewê bi bavê xwe re got:Eger ew min bixwaze,ezê bêjim erê!Lê tu tenê razî be bavo!
Bi ser vê de jî keçikê hin şîret li bavê xwe kirin ta ku ew bizanibe çawa li mêrkê xwezgêncî vegerîne .
Rojekê mirovê çikûz çû mala keçkê û rewşa xwe ji bavê keçkê re got,lê bavê keçkê got:Keçkên min tev kêmxwarin in û nemaze ya mezin,ew bi hewayê (bê) dijît,mêrik dilxweş bû û keçik mehir kir û wan herduyan berên xwe dane bajarekî din û li wir xwestin meha hingivîn derbaz bikin,jin û mêrê xwe li odekê peya bûn,lê di demên taştê û şîvê de;mêrik diçû derve û bi perên hindik nan dixwar û li jina xwe jî ne dipirsî,lê eger mêrê wê diçû bazarê,ewê bang li lawikê hotêlê dikir û ewî ji wê re xwerinên bijarte û giranbuha dihanîn,lê piştî çend rojan; ewan biryar istandin ku ew vegerin mala xwe,lewra mêrik hesab ji hotêlê xwest, ji wî re hesab anîn,lê ew pir bû,mêrik li kaxezê nêhrî û pirs kir,ev çî ye û got:Min kînga di odê de xweriye !!? Hotêlcî got:Belê te ne xweriye,lê xanima te xweriye,mêrik çû cem jina xwe ji wê pirsî û got: Ev çi bazar e? Jinikê got:Belê ez di mala bavê xwe de bi bê dijîm,lê ji roja ku ez hatim cem te,ez qul bûme,hewa nema di min de disekine,lewra ez girarê dixwim.
Mêrik ji jinikê hezkiribû,ewî hinekî çekir mala êqil û deng ne kir lê wî bi rêve dev ji nemerdiyê berda.
Gelo mirov dikane çi ji vê çîrokê têbighîne û çi sud û waneyên civakî di vir de hene ?! Eger em bixwazin gelek bi kurtî baweriya xwe bêjin,em dibînin bavê keçê kanîbû bi derewek servekirî mirovê çikuzî bixapîne û keça xwe pêşkeşî wî bike,li aliyê din jî keç jîr û bi qaserî xwe bû,ewê yekser bi mirovê çikuz razî bû,lê ewê li hotêlê waneyek mezin daye mêrê xwe,lêçûnên mezin li hotêlê kir û her xwarinên xweş û buha xwarin û bi mêrê xwe re digot:Ez nema kanim hewayê bixwim,ewa nema di zikê min de disekine, mêrê çikuz neçarbû hemû lêçûnên hotêlê bide,lê me dît tevî ku keçikê mêrê xwe rind xopand, lê dîsan mirovê çikuz ji jina xwe hez kir û ew nema miqrisiyê dike.
Dumahîk heye
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 656 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.welateme.net/ - 18-06-2024
Gotarên Girêdayî: 21
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-05-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 18-06-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 22-06-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 22-06-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 656 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.328 çirke!