PAŞE Û SÊ BIRA
Çi hebû, çi tune bû
Paşeyeke û sê birayên xwe hebûn. Kurê paşe yê mezin wekî her car her sibeh diçe ber dewarên xwe şivantiyê dike. Rojekê bizinê wî ji dewaran vediqete û bi çolê dikeve. Ew jî şopê dide, di rê de rastî dareke hinaran tê, dinêre ku hinarên cewerdaşî girtine. Kurê paşe yê mezin xeber dide bavê xwe li rastî dareke hinaran hatiye. Paşe ji kurê xwe re dibêje:
-Kurê min îşev nobetê bigre heta sibeh em ê biçin hinaran berhev bikin.
Dibe şev kurê mezin diçe parastina wê darê dike, dema ku şev dibe ji nişkêve dêweke mezin tê û bi hûvehûv û dengekî bilind tê û wan hemû hinaran jê dike û dibe. Kurê pêşe têîrkevana xwe lê nîşan dide, lê mixabin lê nakeve. Kurê pêşe bi stûxwarî û destvala diçe gel paşe. Paşe jê fêm dike, ku hinar ji dest çûne. Paşe jê re dibêje:
-Te nikaribû dar biparasta, ji vir biçe tu ne kurê min î
Dibe sala din dîsa wekî her sal ew dar hinarê cewardeşî digre, kurê pêşe yê navîn ji paşayê xwe re dibêje:
-Paşayê min, îşev ez ê biçim parastina wê darê bikim û sibehê em ê biçin hinaran jêkin.
Paşe lê vedigerîne:
-Na, kurê min em ê a niha biçin hinaran jêkin.
Lê birayê navîn bi ya xwe dike û diçe wekî birayê xwe yê mezin nobedariya wê darê dike û li ber radikeve. Lê miabin wekî sala çûyî ew bûyera dêw dubare dibe, dîsa û hemû hinaran dibe.
Dibe sala sisiyan dîsa ew dar hinarê cewerdaşî digre,kurê xwe yê herî biçûk bêyî haya bavê xwe diçe parastina wê darê dike û di bera dêw dişopîne. Dema ku dêw tê ew ji paş ve bi tîrkevana xwe dêw birîn dike. Lê dêw namire dest bi revê dike. Kurê paşe bixwe re dibêje, ''eger ku ez ji bavê xwe re bêjim, wê ew wekî birayê min min jî biqewitîne''. Birayê biçûk her du birayên xwe kom dikin û şope wî dêwî dikevin, bi hebek hinar û dilopek xwîn wî dişopînin heta ku dighêjin ser devê bîrekê. Bira li hev dikin ku yê mezin xwe berde binî bîrê, lê wesayîta wî ev e û dibêje:
-Ku min got min ji binî bîrê derbixin, hûnê min bi lez kaş bikin.
Her du birayên din bi hev re dibêjin:
-temam dibe.
Birayên mezin hêdî hêdî bi bên xwe bera binî bîrê dide, dema ku dighêj nîvê bîrê dibêje:
-aman qurban min derxin, ez tirsiyam min derxin.
Vê carê dibe dora birayê din, ew jî bi heman awayî ditirse, tehmûl nake, derdikeve. Birayê biçûk dibêje:
-Ez ê xwe berdim, ku min çi got guh nedin min û berdewam bikin.
ÇAVKANÎ Ji çîrokeke gelêrî ya devoka Kobanê[1]