Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,336
Wêne
  124,191
Pirtûk PDF
  22,101
Faylên peywendîdar
  126,102
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,178
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Hemû bi hev re 
274,435
Lêgerîna naverokê
Gotûbêjek derbarê Yarsan, Ehlî Heq û Elî Ellahî û hwd
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Gotûbêjek derbarê Yarsan, Ehlî Heq û Elî Ellahî û hwd.
Gotûbêjek derbarê Yarsan, Ehlî Heq û Elî Ellahî û hwd.
Gotûbêjek derbarê Yarsan, Ehlî Heq û Elî Ellahî û hwd..

Ehlî Heq an #Yarsan# peyrew û bawermendên ola Yarî ne. Ev bawermend bi awayekî berfireh li herêmên Kurdistanî yên Îran û Iraqê dijîn, lê li derve jî alîgirên wan hene. Ola Yarsan oleke tejî sembol û sir e û dîroka derketina wê ne diyar e. Lê alîgirên wê bawer dikin ku ew olek herheyî ye.Ezelî û Ebedîye.
Kurdshop - Ehlî Heq an Yarsan peyrew û bawermendên ola Yarî ne. Ev bawermend bi awayekî berfireh li herêmên Kurdistanî yên Îran û Iraqê dijîn, lê li derve jî alîgirên wan hene. Ola Yarsan oleke tejî sembol û sir e û dîroka derketina wê ne diyar e. Lê alîgirên wê bawer dikin ku ew olek herheyî ye.Ezelî û Ebedîye.
Li ser vê olê gelek nivîsên bi kurdî hene û xwedî dîrokeke pir kevn in. Ya herî kevin vedigere sedsala çaremîn a hicrî û serdema Şaxuşîn. Dîroknas di wê baweriyê de ne ku Şaxûşîn an jî Şah Xurşîd kalilê xanedana Alî Xurşîd û neviyê Şuca-ud-dîn Xurşîd, damezrînerê sîlsîleya Etabekên Lor ên biçûk e. Hemdullah Mistewfî di Dîroka Hilbijartî de wiha dinivîse:
“Li Cengrûyê Mihemed û Keramê kurên Xurşîd çûne xizmeta Şuweyle û pile û paye wergirtin û kurên mezin li wan paşketin, wek Şucaeddîn kurê Xurşîd kurê Ebûbekir kurê Mihemed.
Îskender Beg ê Tirkmen jî di Dîroka Alemarayê Ebbasî de wiha dinivîse:
Şucauddîn Xurşîd ji hoza Heskurd e ku bi kiryarên baş û dadmendiyê tên naskirin.
Şa Xuşîn yek ji mezinên Yarsan bû û bi navên wekî Zerde Siwar û Hezar Siwar dihat naskirin. Weke ku me berê jî behs kir, hin kes wisa bawer dikin ku ew heman Şaxurşîd û kalikê mîrên Hezar Espî yê bavûbapîrên Lor bûye.
Dîroka hin ji perestgehên vê olê vedigere serdema beriya îslamê, lê ew awayê ku niha heye di sedsala heştemîn a hicrî de ji aliyê Sultan Sehak ve hatiye damezrandin.
Sultan Sehak an jî Sultan Îshaq di sala 675 hicrî qemerî de hatiye dinyayê û di sala 798ê hicrî de wefat kiriye. Ew jî di ola Yarsan de kesayetek pîroz e. Gelek kes bawer dikin ku ew damezrînerê malbata Yarsanî ye. Bawermendên ola Yarî wî bi navên “Sultanê Heqîqetê” û “Xwedayê Keremê” dizanin û wî weke rûyê herî sereke yê Heqîqetê dizanin. wî kesî di baweriya Yarsaniyan de mekan û pêgeheke herî bilind heye.
Raman, bawerî û gelek adet û reftar di nav hemû bawermendên Yarsan de hevpar in. Lê belê ji ber ku bawermendên ola Yarî li erdnîgariyeke cuda û bi taybetmeniyên xwe dijîn, dibe ku hin adetên wan ji hev cuda bin û ev yek di nav hemû olan de tê dîtin.
Bandora olên din bi ser ola Yarsanî heye. Wekheviyên wê bi olên wek Mîtra, Manî, Cihû, Xirîstiyan û Şîeyan re heye, lê tevî wan tiştan ola Yarî ji Îslamê cuda ye.
Yarsanî bi navên cuda tên naskirin. Lê di nivîsên olî de ji her navekî zêdetir ji wan re Yarsan û Yarî tê gotin.herweha ji bawermendên vê olê re dibêjinYar.
Lê li herêmên cuda navên wan cuda ne, wek Ehlî Heq, Kakeyî, Sarlî, Tayefe, Tayefesan, Goran, Qelxanî, Qizilbaş, Niyazî, Ehlê Heq, Ehlî Sir, Sirr Talîbî, Şemlû, “Xacewend”, “Xulat”, “Elîullahî” û … htd
Bê guman, ev nav ji aliyê kesên ne Yarî ve li wan hatine kirin. Piraniya van navan ne ji bo olê, lê ji bo alîgirên wê tê gotin. Hin kesên neyarên wan navên xerab ên wekî “şeytanperest”, “kelebabkuj” û “Çarî Sîndirin” li wan kirine.
Li Azerbaycana Îranê peyrewên ola Yarî bi navê Goran û Şemlû tên naskirin. Şemlû ew kesane bûn ku ji aliyê Emîr Tîmûr ve ji Şamê Sûriyê şandin Azerbaycanê û di serdema Sefewiyan de bûne Yarsan. Li Azerbaycanê bi navên din ên wekî Qereqoyunlû û Gurinler ango temaşevan û li Urmiyê jî bi navê Ebdal Benî tên naskirin.
Li Afganîstan û Tirkiyê ji peyrewên ola Yarî dibêjin Qizilbaş, ji ber ku beşdarî tevgera Qizilbaş bûne. Li Qezwînê ji alîgirên Yarsan re dibêjin Kakawend û li Mazenderanê jî bi navê Xecêvend tên naskirin, ev herdu nav jî navên eşîrî ne, nek olî. Li Zencanê ji Yarsaniyan re dibêjin Sir Talibî, ku tê wateya lêgerîna li pey sîr û razan.
Piraniya kesên ne Yarsan li Îranê ji peyrewên wê olê re dibêjin Elîullahî. Bi eslê xwe ev nave komeke ku di serdema Elî yê kurê Ebû Talib de ji aliyê Ebdulah kurê Saba ve hatiye damezrandin, alîgirên wî Elê weke xwedê hesab dikirin. Ev nav ji ber baweriya “mirov-îlahî” ya di ola Yarsan de ji aliyê Ereb û Misilmanan ve li ser peyrewên ola Yarsan hatiye ferzkirin.
Li Iraqê ji peyrewên ola Yarsan re Sarlî tê gotin. Sarlî komeke Yarsaniyan e ku li Mûsilê dijîn, ji Şarezorê çûne wir û paşê Xanê Mûsilê nehiştiye ku vegerin. Wateya bi Sarlî ango yê min bang dike.
Her wiha peyva “Ehlî Heq” ku kesên ne Yarsanî ji bo peyrewên vê olê bi kar tînin, bi rastî yek ji peyvên cîhana sofiyan e û tê wateya kesekî ku ji rêzên şerîet û terîqetê derbas bûye gihaye pileya herî bilind a naskirina xwedê û rastiyê. Ehlê Heq naveke ku ji aliyê sofiyan ve li Yarsanan hatiye kirin, ango peyrewên vê olê di rêza rastiyê de ne. Tevahiya wan navan bo peyrewên ola Yarsan in lê navê olê bi xwe ola Yarsan an jî ola Yarî ye.
Di nav lêkolînvanan de derbarê ola Yarsan de nêrînên cuda hene. Bingeha ola kevnar û dîrokî ya Yarsan dişibe ola Êzdî û her du jî ji Îslamê cuda ne.
Sedîq Sefîzade di pirtûka xwe ya Zanistnameya (ansîklopediya) navdarên Yarsan de wiha dinivîse: Li gorî Encamnameyê an jî Nameya serencam ê ev bîr û baweriya ji bo jiyanê her ji ezelê ve hatiye damezirandin.
Lê dokumentên hatin bidestxistin nîşan didin ku ev ol di sedsala duyem a hicrî ya qemerî ji aliyê Balûlê Mahî an Maddî û alîgirên wî bi sûdwergirtin ji xezîneya hizir û baweriyên ola Zerdeştî û Manî û herweha sûd wergirtin ji hin mijar û gengeşeyên Îslam û Xirîstiyan û Cihûyan hatiye avakirin. Lê em dikarin bêjin ku serhildana ola Yarî nîşandana helwêstekê bû li hember Erebên Misilman.
Li gorî deftera Dîwana Mezin a Serencamnameyê, ku pirtûka pîroz a herî kevin a Yarsan e, ev ol ji ezelê ve heye û fêrkirina wê weke sirrek li cem Pêxember û ewliyayan bûye di her serdemekî de bo hin Yaran hatine ravekirin.
Heta dema ku Sultan Sehak di sedsala 9'an a hicrî de ev sirr weke yasayê ji alîgirên xwe re gotin, her ji ber wê ew weke binyatner û avakerê vê olê tê danîn.
Hin zaraveyên taybetî yên vê olê Yar in û Heftan in.
Yaran ji kesên nêzî Sultan Sehak re tê gotin, ku li ser wan kom an têne dabeş kirin: Heften, Heftewane, Heft kesên xwedî qewlên Tas, Heft Heftewane, Çil kes (Çil Mêr) Çil Çil Tenan, Heftê û Du Pîr , nod û neh pîrên şaho, şêst û şeş xulamên bi kemberên zêrîn, Hezar û yek xulamên sifet, nîv hezar xulam û bê wen xulam.
Heft Ten an jî heft kes hevalên taybet ên Sultan Sehak in. Ew di serdemên cûda de bi şiklê mirovên jîr û mezin bo şîretkirina li xelkê derdikevin.
Ew heft kes ev in:
Pîr Benjamin Di rêza Cebraîl de ye û berpirsiyarê şîret û rizgariyê ye. Pileya Pîriyê bi ser hemû yarsaniyan de heye.
Dawud di mertebeya Îsrafîl de ye û berpirsê Nefxa Sor (Pifkirina li Zirnayê) ye ku xelkê hişyar bike.
Pîr Mûsa, weke Mikaîl e, berpirsiyarê nivîsandina kiryaran e û sekreterê Sultan e.
Mistefa Dawdan weke Izraîl e û berpirsê hêrs û wergirtina cane mirovan.
Dayrak xanim, bi navê Remzbar Xanim an jî Rêzbar tê naskirin, hevpileya Huruleyîn e û hevdem diya Sultan e, hêvî û lawijan bo yaran dike û pêşenga jinên civaka Yarsan e.
Şah Îbrahîm, ku bi Bawe Yadigar re, padîşahiya Îrfan a Sultan dikin. Ew weke Iyut in.
Cilûbergên Kurdan li gorî geştyaran di salên 1501-1979 – beşa 3yem (dawî)
Cilûbergên Kurdan li gorî geştyaran di salên 1501-1979 – beşa 2yem
Cilûbergên Kurdan li gorî geştyaran di salên 1501-1979 – beşa 1em
Danasînek li ser dîrok û wateya Cejna Newrozê
Xişr û bedewiyên jinên Kurd li ber çavên geştyarên bîhanî
Newroza Meşxelên Rizgariyê remzek bo yekgirtina netewa Kurd e
Çêkirina tevnan di Kelepûra Kobaniyê de
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 614 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/- 22-04-2024
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 13-05-2023 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Çand
Kategorîya Naverokê: Ol û Ateyzim
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 22-04-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 25-04-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 25-04-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 614 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.128 KB 22-04-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!