Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,742
Wêne
  124,525
Pirtûk PDF
  22,123
Faylên peywendîdar
  126,681
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Ronakbîrî û rojnamegeriyeka amator
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mûrad Ciwan
Mûrad Ciwan
Ronakbîrî û rojnamegeriyeka amator
#Mûrad Ciwan#

Nûbihar: Rojnamegeriya kurdî ya ku li Avrûpayê dest pê kiriye niha di çi qonaxê de ye? Li wê derê piştî 12-ê Îlonê çi hatiye kirin û çi dibe?
Mûrad Ciwan: Berî ku ez bersîva we bidim, min divê ez xalekê zelal bikim. Heke qesda me ji rojnamegeriya kurdî, bi maneya xwe ya berbiçav a teng be, heta îro ne li derveyî welêt ne jî li hundur rojnamgeriyeka kurdî peyda nebûye. Bi qesda wê ya teng, meriv nikare behsa rojnamgeriya kurdî bike. Li dervayî welêt take rojnameya ku bi rastî jî rojname ye û rojane tê weşandin ªÖzgür Politika´ ye ku ew jî erê ji bal kurdan ve tê derxistin lê ne bi zimanê kurdî ye. Loma jî di nava rojnamegeriya kurdî ya kurdîziman de nayê hesibandin. Li Kurdistana Başûr, rojnamên rojane dertên ku ew jî ji bal partiyên siyasî ve tên weşandin, organên partiyên siyasî ne. Heke em bi maneya ilmî ya rojnamegeriyê li van rojnaman binêrin ew ne wasiteyên serbixwe yên avakirina raya giştî ya civaka kurdî ne. Wasiteyên propagandaya partiyên xwe ne.
Loma jî îro, rasttir e ku meriv behsa çapemeniya kurdî, hetta medya yan jî weşana kurdî bike. Di warê çapemeniyê de pirtûk, kovarên heftane, mehane û werzane yên komele, enstîtu, weqf, grûb û partiyan hene. Di warê weşana bînerî û guhderî de jî çend televizyon û radyoyên kurdan li dar in. Diyardeyeka gellek girîng a ku van her du salên dawiyê peyda bûye ew jî ku di warê torra elektronîk(internet) de kurd pir bi xamî û qelsî be jî xwe nîşan didin.
Lê ev meselyeka dûr û dirêj e, ez niha vegerim ser bersîva pirsa we. Gava em behsa qonaxa rojnamegeriya kurdî bikin, heke em wê li gora rojnamegeriya miletên cihanê bipîvin, divê em îtîraf bikin ku rojnamegeriya me li gor yên xelkê ne wekî dilopeka di behrê de ye jî. Lê heke em di çarçeva dîroka rojnamgeriya xwe de lê temaşe bikin, rojnamegeriya kurdî îro ji her qonaxê geş û gurttir e. Em bînin bîra xwe, rasterast berî sed salan, rojnamegeriya kurdî bi KURDISTAN-ê berê bi çend hejmaran li Qahîreyê û pişt re jî li Cenevre û Folkestonê dest pê kir. «ar salan jiya. Pişt re heta dawiya dehsalên 40-î ên sedsala me, li Awrupayê dengê kurdan derneket. Di salên 1948-49-an de Dr. Kamûran Alî Bedirxanî bi navê Dengê Kurdistanê, di 1958-ê de jî Îsmet Şerîf Wanlî bi navê Kurdistan bultenek derxistin. Hejmara weşanên kurdî li Awrûpayê di salên 60-î û 70-yî de jî, ji yekê duduyan nebuhurîn. Her çendîn piştî darbeya 12-ê Adarê ya li Tirkiyê, hin kurdên siyasî yên ronakbîr derketin derveyî welêt û dest avêtin xabata weşanî, ji ber vê yekê nîvgeşbûnek di weşanên kurdî de çêbû jî, gurr û geşbûna esasî piştî 12-ê Ilona 1980-yî destpê kir. Darbeya 12-ê Îlonê gellek ronakbîr û kesên siyasî mecbûr kirin ku derkevin Avrûpayê. Bi hatina wan re jiyana weşanî ya kurdan qalibekî kutleyî girt. Mesela di salên 80 û 90-î de li gora lêkolînekê ku Mahmûd Lewendî kiriye hejmara kovarên kurdan li Swêdê gîhaşt 98-an, li Almanyayê 55-56-an.
Helbet yek ji wan jî ne rojnameyên rojane bûn û hemiyan ji jiyana xwe heta îro dûr û dirêj berdewam nekirine. Pirrê wan çend hejmar derketine û dawî li jiyana xwe anîne. Pirraniya wan, kovarên partî û grûbên siyasî ne, pişt re jî yên komele û enstîtuyan tên. Pirraniya wan, wasiteyên siyasî yên propaganda û ajîtasyonê ne, ya xwerû bi tirkî ya jî bi tirkî û kurdî ne. Yên ku xwerû bi kurdî weşiyabin belkî negihîjin 20-an. Di zimanê Awrûpayiyan de jî gellek kêm kovar û bulten derketine. Kovarên ku derketine, pirranî yên kurdên Kurdistana Tirkiyê ne. Lê vê dawiyê ku gellek nivîskar û ronakbîr ji Kurdistana Iraqê, ya Îranê û ya Sûriyê derketine derveyî welêt, ji bal wan ve jî kovarên edebî û lêkolînî tên derxistin. Tiştekî balkêş nivîskarên soranîaxêv bi kurdên axêverên diyalektên din re kovaran dernaxin. Kurmanc û Dimilî bi hev re di weşana jiyanî de kar dikin. Lê para dimilî di vê jiyanê de gellek kêm e. Vê dawiyê kovarên xwerû dimilî jî dest bi weşanê kirine.Kovarên komelên nivîskaran û enstîtuyan yan ên edebî, yan jî yên lêkolînê ne. Kurdên siyasî yên hemû perçeyan kovarên xwe yên ku li hundurê welêt çi eşkere çi jî bi dizî tên weşandin, li Awrûpayê ji nuh ve didin çapkirin û weşandin.Yek du ronakbîr hene ku xwe dane ber weşandina kovarên xwe yên edebî.
Kovarên kurdan wekî me berê jî got pirtir yên siyasî ne. Pişt re jî yên lêkolînên zimannasî, civakî û dîroknasiyê û yên edebiyetê tên. Di salên 80-yî de du sê kovarên piçûkan û du sê yên mîzahî jî derketin lê umrê wan kurt bûn. Hin komeleyên jinan jî kovar an bultenan derdixin lê naveroka wan hema hema bêje wekî yên din in, bi taybetî li ser pirsên jinan ranawestin. Yek du kovarên dînî û mezhebî derketibin jî ev bi taybetî bi armancên siyasî hatine derxistin, ne ku bi yên dînî an mezhebî.
Lê ev jiyana weşanî heke li gor demên kevn wekî gulvedanekê be jî li gor rewşa cîhana îroyîn û diviyayiyên civaka kurdewerî gellek kêm, qels, xam e. Derketina îmkana televizyonê û pişt re jî avabûna torra elektronîk, îmkana bîhnvedaneka fireh li ber jiyana weşanî ya kurdan vekiriye. Di wê derê de jî mixabin ku kurd berpirsiyariyên ser milên xwe bibîr naynin û ji vê îmkana nû ya devasa îstîfade nakin.
Nûbihar: Di çarçeva rojnama Armancê de zehmetiyên ku li ber rojnamegeriya kurdî ya Avrûpayê hene, çi ne?
Mûrad Ciwan: Weşanên kurdan pirranî ne bi kurdî ne. Kurd li Awrûpayê her çendîn xwedî serbestiya hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe bin jî zêde ne bi îhtîmam in, guh nadin zimanê xwe. Gellek kêm însan zarokên xwe dişînin dersên kurdî. Esas ev yek, li hundurê welêt jî welê ye. Erê li hundurê welêt zordarî û qedexe hene, lê hin tiştên ku kurd karibin bikin jî nakin. Sebebê wê yê esasî jî heke ji aliyekî de bêîmkanî be, ji aliyê dinê ve ew e ku ne li hundur ne jî li derveyî welêt kurdî nebûye xwedanê statuyeka bi rewac a resmî. Di muessese, kar û barên resmî de, di medresan de ne xwedanê cihekî ye. Yanî zanîbûna xwedin nivîsandin û axaftina kurdî, kar, nan, meaş, statu û kariyeran nade însanan. Gava welê ye xelk zarokên xwe ber bi wê derê de teşwîk nakin.
Divê em ji bîr nekin, ne bes e ku em serbestiya zimanê xwe bixwazin û ji bo wê têkoşîn bidin. Divê em bi programekî welê rabin ku ziman di welêt de bibe xwediyê statuyeka resmî, dibistanên wê peyda bibin, di mueseseyên resmî de di kar û baran de bê bikaranîn, dewlet budçeyan ji bo bikaranîn xwendin û pêşveçûna wê veqetîne, da nan û av jê bê. Heke ne, ev ziman serbestiya wî jî hebe di jiyana îro ya pêşdeçûyî ji bal wasitên ragihandinê ve, wê zû bi zû ber bi mirinê ve here. Li Awrûpayê ev yek bi zelalî xwiya dibe.
Li Awrûpayê bi saya kar û barên van 15-20 salên dawiyê li ser kaxetê zimanê kurdî j mirinê hate xelaskirinê. Heta lêkoler behsa wê yekê dikin ku reform û ronesanseka mezin di zimanê kurdî de pêşve dere. Lê ev yek têra wê nake ku kurdî di jiyanê de jî bimîne û pêşve keve. Em hay ji xwe nebin, hew em ê bibînin ku erê me ziman xelas kir lê kesekî ku vî zimanî bi kar bîne nemaye.
Ji ber vê rewşê jî rojnamegeriya kurdî yan jî hê rasttir jiyana weşanî ya kurdan li Awrûpayê di nava dijwariyan de ye. Kurd weşanên xwe nakirin û naxwînin. Piraniya weşanên ku berfireh tên belavkirin ne ji bo xwendinê, lê ji bo ku hêzeka siyasî wê belav dikin loma ew belav dibin. Yên xwerû bi kurdî hêzên siyasî jî li pişt wan bin tîrajên wan ji hezarî derbas nabin. Heke kesên ku kovarekê derxin ne hêzên siyasî bin îmkana wan a belavkirina weşanê gellek kêm e. Li Awrûpayê li hin welatan di çarçeveya alîkariya dewletê de ji bo xebata kulturî alîkariyeka maddî ji bo kovar û weşanên kurdan jî tên kirin. Ev îmkan berî çend salan pirtir bûn. Niha ku dewlet di budçeyên xwe de tesarufên mezin dikin, ji gelek weşanan ev alîkarî birrîne, yên ku didin jî têra mesrefa çapa wan jî nake.
Jiyana weşanî ya kurdan ji bo ku bazareka wê ya rastîn a fireh a kirrîn û firotinê û xwendinê tune ye,weşan nikarin serbixwe dûr û dirêj bijîn, serbestiya xwe ya ramanî bi tevayî bidin der, ya bi saya hêzên siyasî yan jî bi desteka wan derdikevin. Gava welê be ew wê weşanê ji bo propagandayên xwe bikar tînin.
Weşanên kurdan bi form û naverokên xwe jî gellek qels in, kesên ku di wan de kar dikin bi karên xwe yê weşanî nikarin jiyana xwe bidomînin û profesyonel karê weşanî bikin. Ew hem ji bo jiyana xwe bidomînin karinî din dikin û hem jî nivîskariyek, lêkoleriyek an rewşenbîrîyek amatorî dikin. Lêkolînên li ser kurdan ku li akademî û unîversîtan bên kirin nînin, pere ji bo wan nayên dayîn. Her ronakbîrek li gora înteresa xwe bi amatorî lêkolînekê dike û perê xwe jî di ser re dide ku bê weşandin û belav kirin. Loma jî rojnamegeriya kurdî jî, jiyana rewşenbîrî û ya zanyarî jî esas di rewşeka tîrajîk de ye.
Hevpeyivîna bi Nûbiharê re (Ji destpêka mîlenyumê)
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 740 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/- 07-04-2024
Gotarên Girêdayî: 45
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 30-10-2013 (13 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-04-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 27-04-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 740 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.218 çirke!