Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,284
Wêne
  123,357
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
OBAMA JI BO KURDAN BAŞ E YAN XERAB E?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mûrad Ciwan
Mûrad Ciwan
OBAMA JI BO KURDAN BAŞ E YAN XERAB E?
Netkurd 17-11-2008
#Mûrad Ciwan#

Min bi xwe heta nuha şiroveyeka birêkûpêk a li ser hatina Barack Obamayî a ji bo serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di nav kurdan de nediye. Gelek caran ji vir an wir de, piço piço, ew jî li ser esasên argumentên biyaniyan behsa hatina Obamayî tê kirin.
Ji alî rewş, paşeroj û berjewendiyân kurdan ve pirsa kar û zerara hatina Obamayî nayê şirovekirin. Pirtir dewra ”hevkariya stratejîk a navbera kurd û amerîkiyan a di dema Bushî de” li ber çavan tê girtin û rengvedaneka bi wî awayî ji ruyê kurdan tê xwendin; ew pêşbînî dikin ku bi çûna Bushî û hatina Obamayî ”dawî li dewrana zêrîn a pêwendiyên Kurdistanê û Amerîkayê” hat.
Ez bi xwe wiha nabînim. Helbet peydabûna pêwendiyên stratejîk ên navbera herdu aliyan, bi saya Bushî destpêkir. Em bibîrbînin ku di sala 2003-yê de, eger Bush û hevalên xwe ne li ser desthilata Amerîkayê buyana ê Amerîkayê dest bi şerê rizgarkirina Iraqê nekiraya. Lê piştî ku şer destpêkir, Amerîka hat deverê û Iraq ji rejima Saddamî rizgar bû, dewraneka nuh di pêwendiyên Kurdistanê û Amerîkayê de destpêkir ku îdî bi guherîna desthilatên siyasî yên cuda yên Amerîkayê ve ne girêdayî ye. Ji wê rojê pê ve, ya ku peywendiyên herdu aliyan dike stratejîk, ne Bush, an Obama ne, lê hebûna Amerîkayê ya li deverê ye. Heta Amerîka li deverê be, hevkariya navbera kurd û amerîkiyan ê stratejîk be.
Em dizanin ku Amerîka nehatiye Iraqê da hema Saddam verêke gorrê û malavayî bike. Wê Amerîkaya ku nêzî 5 hezar eskerên xwe dane kuştin, ji 500 milyar dolaran bêtir mesref kiriye di van 5 salên derbasbûyî de, zûbizû ji vê derê naçe.
Obama jî gava behsa vekêşandina eskeran dike, qesda wî ji vê ne vekêşandina temamê eskeran û ne jî bicîhiştina Iraqê ye. Obama berî hilbijartinan got, ê qasî ku tehdîdeka derva berteraf bike û rê li ber terora navneteweyî bigire esker li Iraqê bihêle.
Îro eskerekî mezin ê Amerîkayê li Iraqê heye, ne ji bo rasterast ewleyiya Iraqê ya li hember tehdîda derva û terorîzma navneteweyî, lê ji ber şerê navbera erebên sunne û şîe û dijminatiya herdu aliyan a li hember Amerîkayê. Amerîka li hember suneyan bekçîtiya şîeyan, li hember şîeyan bekçîtiya suneyan û li hember dijminatiya herduyan bekçîtiya xwe dike. Sunne û şîe li hemberî hev bi bekçîtiya Amerîkayê û hebûna eskerên wê razî ne, lê gava lihevbên ê berê wan çawa ku dikeve kurdan bi wî awayî têkeve amerîkiyan jî. Ji riq û rêgiriya wan a nuha ya li hember Amerîkayê ev eşkere ye.
Gava esekerê Amerîkayê yê ku zêde ye ji Iraqê vekişe, yê mayî helbet ê li deverên cuda yên Iraqê bimîne û bingehên eskerî ava bike.
Di vê çarçeweyê de, beşa Iraqê ya ku herî pirtir Amerîka bixwaze xwe lê bicîh bike û binkeyan deyne (gava meriv tehdîda Îranê, ya Rûsyayê û hin faktorên din li ber çav bigire) Herêma Kurdistanê ye. Li tevayiya Iraqê eskerên Amerîkayê ê kêm bibe, lê li Kurdistanê ji îro zêdetir bibe.
Ev guherîn, rola kurdan a li nav Iraqê û giringiya pêwendiyên stratejîk ên navbera Kurdistanê û Amerîkayê mezintir dike. Hê em ji îro de dibînin; prosesa îmzakirna peymana stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê careka din nîşanda ku ji bo Amerîka karibe li Iraqê bimîne pirtir mihtacî kurdan e, divê pirtir îhtîmamê bide rola kurdan û piştgiriyê bike da rola kurdan li Iraqê xurttir bibe. Careka din em bibîr bînin, ji bo hilweşandina rejima Saddamî kurd mihtacî Amerîkayê bûn, lê nuha ji bo mayina li Iraqê Amerîka mihtacî kurdan e.
Barack Obama, ji ber vê hindê, hê berî hilbijartinan, tevî ku zanîbû dikare dengên wî kêm bike jî, diyar kir ku ew vekêşana esker bêyî haya pêkhateyên Iraqê û fermandeyên eskerî yên Amerîkayê ên li Iraqê nake û gava vekêşan destpêbike jî li hember tehdîda derva û terora navneteweyî ê beşek esker li Iraqê bimîne.
Yek ji sedemên din ê ku meriv bibêje ’hatina Obamayî ji bo kurdan baştir e’ jî ev e; Obama nunerê Demokratan e. Demokratên Amerîkayê li ber çavên dinyayê wek sosyaldemokratên Ewropayê tên qebûlkirin. Di sala 2003-yê de, gava Saddam li ser hukum bû, ji bo kurdan rîsk bûya jî baştir bû ku desthilatek hebe da karibe wê cesaretê nîşan bide û dest bi şerê roxandina rejima Saddam bike. Hebûna Bush û hevalên wî li ser hukum ji bo kurdan şansek bû, firsendeka dîrokî bû.
Lê îro, Saddam nemaye, şer li Iraqê tune, kurd hevparên destilata Iraqê ne, xwedan dewleteka federe ne. Dem, dema diyalog û gotûbejan e, Iraqeka nuh tê avakirin. Di demeka wiha de ne mantiqa şerî, ya diyalogê dimeşe. Kurd ê bi argumentên xwe yên tarîxî yên mafên xwe yên li ser Kerkûkê û deverên din ên nakok, bi argumentên xwe yên mafê gelan, îradeya wan, referandum, destûra Iraqê û maddeya 140-ê ji desthilata Bushî bêtir tesîrê li desthilata Obamayî bikin. Obama û desthilata xwe mecbûr e ji desthilata berê zêdetir guhê xwe bide daxwaza maf û azadiyên gelan, kêm neteweyan, grûbên etnîk û dînî yên misilman û nemisilman ên li Iraqê.
Demokrat ji komariyan bêtir xwe nêzî sîstema fedraliyê ya pirpêkhateyiyê, demokrasî û azadiyê dibînin. Ji xwe cîgirê Obamayî Joseph Biden hê gelekî berî hilbijartinan projeyeka Iraqeka federal a ji sê dewletên federe pêkhatî dabû Senatoya Amerîkayê û projeya wî hatibû qebûlkirin. Yanî ji bo asayiş û aramiya Iraqê, baweriya patronê siyaseta derva ya Amerîkayê bi xwe jî bi federaliya pirrpêkhateyî tê.
Siyaseta Obamayî ya li hemberî dewletên cîranên Kurdistana federe, bi taybetî ya li hember Îran, Sûriye û Tirkiyeyê eşkere nîşan dide ku ê siyaseteka wiha di mesela kurd de li gel wan bimeşîne ku ji ya desthilata Bushî ne xerabtir, heta ê baştir be.
Bi hatina Obamayî, tehdîda şerekî çekdarî di navbera Amerîkayê û Îranê de dûr ket. Ev ji bo kurdên Başûr dibe derfeta bihnvedanekê. Çimkî şer ê li ser axa Kurdistanê bibûya û Kurdistana federe nikaribû barekî wiha hilgirtaya.
Şer dûr ketiye, lê Obama li hemberî siyaseta Îranê ya çêkirina çekên nukleer û desttêwerdana wê ya nav axa Iraqê ye. Nexwe pêwendiyên Amerîkayê û Îranê ê di dema nuh de jî ji hev dûr bin, Îran ê nikaribe daxwazên xwe yên li ser Iraqê, bi taybetî yên li hemberî berjewendiyên kurdan bi Amerîkayê bide qebûl kirin.
Ji alî siyaseta Obamayî ya li hemberî Sûriyeyê jî bi tayinkirina Rahm Emanuel ji bo serokê sekreteryata Qesra Sipî (White House) diyar e ku ê wiha be. Li wê derê jî ê mesafe di navbera desthilatên herdu welatan de hebe.
Obama soz daye ermeniyên Amerîkayê ku ew bibe serok ê qetlîama ermeniyan a 1915-ê wek ”jenosîd” qebûl bike. Obama di daxwiyaniya xwe de ya ji bo hilbijartinê, eşkere kir ku Tirkiye li Kibrisê dagirker e. Desthilata Obamayî ne nêzî eskerên tirk, nêzî civaka sivîl e, terefdarê wê yekê ye ku rola eskeran li Tirkiyeyê kêm bibe, welat ber bi desthilata sivîl, demokrasiya berfireh û azadiyê ve biçe. Ev jî ji bo me îşaretek e ku desthilata Obamayî ji desthilata Bushî bêtir dûrî hukumeta Tirkiyeyê ye, ne di bin tesîra wê de ye.
Eger kurd meselê bi zanatî û hostatî bimeşïnin ê di pirsa Kerkukê de, di pirsa petrolê û ya pêwendiyên navbera Hewlêrê û Bexdayê de, bikaribin piştgirya Amerîkayê pirtir li gel xwe bibînin. Kurdên bakur jî dikarin bêtir biserkevin da Amerîka zêde guh nede daxwazên Tirkiyeyê yên li ser esasên çareseriyên eskerî, êrîşên ser başûr û deverên ser hidûd. Ji bo aştî û azadiyê kurdên bakur bêtir dikarin Amerîkayê mecbûr bikin da ew mihawele bike ku Tirkiye gavan bavêje.
Di van 5 salên şerê dawî de yê li Iraqê û di yê Afganîstanê de, gelek cih li desthilata Bushî teng bûbû, dem lê kurt bûbû, hemû dinyayê bi awirên tûj berê xwe dabûyê, dilezand da zûtirîn wext çareseriyekê bibîne. Lê gelek caran vê zûkirina ne bi eqlêselîm, şaşîtî pê didan kirin, dihişt ku ew dost û mitefikên xwe ji bîr bike, yan wan biêşîne. Kurdên başûr ji vê lezûbeza Bushî gelek êşiyan.
Em jibîrnekin ku Bush wek nunerê sermiyandarên sektora petrolê ên Amerîkayê tê naskirin, mesela petrola deverê, ya Iraqê, ya Kerkukê û lihevkirina pêkhateyan li ser qanûna petrolê ji bo desthilata Bushî gelek caran diket pêşiya meseleyên li ser îrade û daxwaza gelan, maf û azadiya wan.
Îro Obama nuh hatiye, li dinyayê ne tecrîdkirî ye, cih lê teng nebuye, kes vê desthilatê bi hin tiştan tawanbar nake, lezûbeza wê ya bi wî awayî ku bi eqlêselîm tevnegere û hin xetayên mezin bike nîne. Ew amade ye ku pitir guhê xwe bide meriv, mihawele bike ka bi rastî kurd, pêkhateyên din ên Iraqê çi dixwazin û çi naxwazin, li Iraqê ya maqûl çi ye û ne çi ye.
Dawîlêhatina serokatiya nuh û destpekirna epoka Obamayî li Amerîkayê, çawa ji bo Amerîkayê dewreka taze, nefeseka nuh, destpêka rûpeleka sipî ya nuh tîne û wê giraniya ku Bush bi şerê texrîbkar ê li Iraqê xistibû ser milê gelê Amerîkayê radike. Ev giranî, tevî ku kurdan Bush hilnebijartibû û neanîbû ser Amerîkayê jî, li ser milê wan jî hebû. Li seranserî cîhanê, li nav dewletên Ewrûpayê û yên misilman, gazin ji kurdan dihatin kirin ku çima ew mittefikên Bushî ne. Kurd dihatin rexnekirin ku ew li gel şerxwazan û xeterhênên desthilata Bush hevkar in.
Diyar e li ber çavê dinyayê notên karneya desthilata Bushî a ji alî mafê mirovan û azadiyan jî ne ew qas bilind in û vê, tesîreka xerab li ser kurdan jî dikir, kurd li her derê mecbûr diman rewşa xwe ji bo xelkên rexnegir şirove bikin ku tercîheka kurdan a ku bi Bushî re hevkariyê nekin tunebû. Gelê Amerîkayê ew hilbijartibû û gava şerê rizgariya ji rejima Saddam destpêkiribû hilbijêrên amerîkî bi xwe ew kiribûn serokê xwe. Kurdan li gel Amerîkayê hevkarî kir, ev bû hevkariya bi Bushî re.
Gelên Amerîkayê Obama hilbijartiye, ji îro pê ve hevkarê kurdan Obama ye. Ew Obamayê ku daxwaza cîbicîkirina îradeya gelan a serbest, maf û azadiyan kir, metodên şerî red kir û riya diyalog, tolerans û hevfahmkirinê da ber xwe, ji ber vê jî piştgiriya %52yê amerîkiyan û ya temamê cîhanê wergirt. Hemû demokrat û azadîxawazên dinyayê dixwest ku Obama bê. Ji îro pê ve hevkarê stratejîk ê kurdan ew e, kurd jî her wan daxwazan dikin. Barê giran ji ser kuran jî rabûye, rûpeleka nuh a sipî ji bo kurdan jî vebûye, kurd ne mecbûr in welat bi welat bigerin ku halê xwe şirove bikin ka çima li gel Bush in.
Daxwazên Obamayî yên maf û azadiyan, çareseriyên li ser esasê wekhevî û serbestiyê di riya aştîxwazî û diyalogê re, ne tenê daxwazên kurdên Kurdistana azad, lê yên kurdên hemû perçeyan e. Bi taybetî ev ji bo kurdên Kurdistana bakur ku îro di qonaxeka gelek hessas de ne, noxteyeka heyatî ye.
Hemî diyardeyên heyî, divê me kurdan ji bo paşerojeka geştir xweşbîn bikin. Lê bi şertekî. Divê em hem hay ji rola xwe, hem jï hay ji van taybetmendiyên desthilata nuh a Amerîkayê hebin û li ser van esasan dazwazên xwe pêşkêşî vê desthilatê bikin, li serê bi israr bin.
Em ji bîr nekin, ne bes e em bifikirin ku em heq in, em xwedan maf in, divê ev desthilata nuh bi xwe bifikire ku piştgiriya me bike. Na, zarok bi zaroktiya xwe ku ew qas bêguneh û xwedan maf e, gava negirî dayik şîrî nadiyê. Tişt ji ber xwe ve nayên ber destên merovî.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 870 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://muradciwan.com/ - 28-03-2024
Gotarên Girêdayî: 11
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 12-11-2013 (12 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 28-03-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 870 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.453 çirke!