Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,597
Wêne
  124,251
Pirtûk PDF
  22,111
Faylên peywendîdar
  126,163
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
GOVENDA XENCER Û ŞÛRAN
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mûrad Ciwan
Mûrad Ciwan
GOVENDA XENCER Û ŞÛRAN
#Mûrad Ciwan#

‘’Ferman e, ferman e, fermana mîrên kurdan e!’’
Yek ji buyerên trajîk ên navbera kurdan û osmaniyan ên dewra krîza îdarî û siyasî jî şerê navbera Mehmet Tekelî Paşayê begêbeganê Wanê û Yehya Begê Mîrê Hekariyan ê bi xencer û şûran û hevkuştina Tekelî û Yehya Beg e.
Yehya Beg, piştî gelek hevrikî û pevçûnên navbera mîrên Hekariyan bi xwe, li gel birayê xwe Zeynel Begî hevkariyek bestibû û bavê xwe Zekeriya Beg daxistibû li şuna wî ew bûbû mîrê Hekariyê. Bavê wî reviyabû Urmiyê, alîkarî ji Şah Abbas xwestibû, osmaniyan di 25ê Çileya Pêşîn (desember) a 1613’ê de mîrtiya Yehya Beg a li ser Hekariyê resmî qebûl kiribû.
Sala 1615’ê, li gor osmaniyan Şah Abbas, li gor îraniyan jî Padişah Ahmedê I. aştiya nevbera herdu dewletan xerakir û qonaxa siyê ya şerên osmanî û safewiyan dest pêkir. Di dilê osmaniyan de paşvegirtina erdên ku Şah Abbas ji osmaniyan zeftkiribûn jî hebû, bi taybetî Rewan û Tebrîz.
Di van şeran de, cardin mîrên kurdan rolên giring dileyistin. Mîrên kurdan ên serhedan heta bigihê yên pinyanişiyan careka din xwe dabûn alî osmaniyan. Di 1616ê de Yehya Beg bi xwe êrîşên dijwar biribûn heta Urmiyê. Di şerê nêzî Salmasê de eşîrên kurd ên Hekariyan, Pinyanişiyan û Mehmudiyan biserketibûn, Pîr Budaq Xanê mîrêmîranê safewî hatibû kuştin. Zeynel Begî bi xwe Xan kuştibû. Orduya safewî têkçûbû.
Lê vê, herwiha derî jî li dijayetiya navbera paşayê Wanê Tekelî û Yehya Beg vekiribû. Encama dijayetiyê gihaşt heta hevkuştina herdu aliyan, tevî gelek beg, axa û fermandeyan.
Sê weqanivîsan bi berfirehî behsa vê buyerê kiriye; Îbnî Nuh di Tarîxa Wanê de, İskender Begê Munşî di Alem Arayê Abbasî de û Yazıcı Temerê kâtibe Mîr Yehya û Mîr Îmadeddînê mîrên Hekariyê, di weqayînameya xwe ya manzum ya neçapkirî de. Hin cudayî li ser buyerê û sedemên wê di navbera wan de hene, lê bi hev re, ew wêneyê hevrikîya paşayên osmanî û mîrên kurdan zelal dikin.
Li gor Yazici Temer, bi serkeftina kurdan a di şerê Urmiyê de, Tekelî hay ji hêza mezin a Yehya Beg bû û biryara ji navêrakirina wî da. Di sefera Tekelî a ser Rewanê a 1617’ê de, Yehya Beg li Wanê mabû. Berî ku Tekelî vegere jî bi gumana ku ew kare wî bikuje, Yehya Beg ji wir çûbû. Li ser agahiya ku Şah Abbas hatiye Merendê, Tekelî xeber rêkir pey Yehya Begî ku ew ber bi Şah ve diçe, bira ew jî zû bê.
Di 27’ê remezana 1617’ê de li Xan Xizirê Yehya Beg gihaşt Tekelî Paşa. Bi bahaneya ku dereng hatiye Tekelî heqaret lê kir, wî jî xencera xwe kêşa û li wî da. Pişt re jî Ezemşêrê Xanî û Mihrab Beg, Tekelî kuşt. Eskerê Wanê gava ev dît, êrîşî wan kir, şer derket.
Di şerî de Yehya Beg, pismamê wî Alaeddîn, Ezemşêrê Xanî, Mihrab Beg, Mîr Seyyid, Mîr Umer, Îbrahîm, Şêx Heyderê Serşiyanî, Giravî û Şahverdiyê Pinyanişî, ji eşîra Dirrî Yar Azîz, Laçîn û Mîr Mahmûd, Mela Ahmed, Şêrdil û Şêx Emîr hatin kuştin.(1)
Îbn-î Nuh, buyerê û sedemê wê cuda veduhêze: Gava Tekelî Paşa tevî eskerên Wanê, Diyarbekirê û mîrên Kurdistanê çû sefera Naxcîwanê, ku gihîşt menzîlê agadar bû ku hakimê Bedlîsê Ziyaeddîn Xan bi şev sef terikandine. Ku hat gotin Yehya Beg jî wek Ziyaeddîn Xan difikire, Tekelî meriv şand da wan mîran bînin. Axayên eşîran li hember derketin, di navbera wan de şer derket, heta Yehya Beg hat girtin ji axayên eşîran û mîran çil-pêncî kes hatin kuştin. Yehya Beg birin ba Tekelî. Piştî ku civat belav bû yek ji merivên Yehya Beg ê bi navê Azabşîr (Ezemşêr) bi xencerê Tekelî Paşa kuşt û xwest Yehya Beg birevîne. Eskerên Tekelî pê hesiyan, wan êrîş kir, Yehya Beg, Ezemşêr û merivên din kuştin.(2)
Li gor İskender Begê Munşî, Padîşah Ahmedê I. Xelîl Paşayê şerxwaz kir sedrezam û serdarê orduyên Anadoluyê û şand sefereka nuh a ser Îranê. Casûsan xeber da Şah Abbas ku orduya Xelil Paşa ji Stembolê birêketiye, tê. Qarçiqar Xanê safewî esker girt çû da wan herêmên ser riya orduya osmanî talan bikin, bişewitînin, gava ordu hat deverê ne xwarin ji bo eskeran, ne jî giha û alif ji bo heywanan bimîne da ew nikaribin bigihên menzîla xwe. Safewiyan sefer bir heta Erzurumê, her der kavil kirin, însan kuştin, bi çolan xistin, dest danîn ser heywan û erzaqan, çandinî, daristan û baxçe şewitandin. Pişt re wan biryara sefereka ser Wanê jî da.
Wê demê, Tekelî jî li gel mîrên kurdan li dora Urmiyê bû. Ku bihîst orduya Îranê diçe ser Wanê, biryara vegerê da. Dubendî ket navbera wî û mîrên kurdan. Mîrê kurdan dixwest di demeka wiha de ew jî her yek li ser keleyên xwe bin, da karibin wan ji eskerên Îranê biparêzin. Tekelî razî nebû. Ziyaeddîn Xanê mîrê Bedlîsê bêyî agadarkirinê veqetiya, çû welatê xwe. Yehya Beg jî derket ser rê da biçe Hekariyê.
Tekelî desteyek esker şand da wî vegerînin. Heta ew çûn esasê esker bi dûr ketibû, Yehya Beg û mihafizên dora xwe ku li paş mabûn, vegeriyan cem Tekelî. Paşa destê wî li ser qebzeya şûr ber bi Yehya Begî ve çû, merivên Yehya Begî ketin gumana ku ew dike wî bikuje, zûtir liviyan û wan Tekelî birîndar kir. Zêrevanê Tekelî jî hicûmî ser Yehya Begî û merivên wî kir, ew dan ber şûran, kuştin. Tekelî jî ji ber birîna xwe mir.
Herdu aliyan dît ku çi trajediyeka mezin buye, bêyî ku şer pîj bikin, her yek bi alî xwe ve vekişiyan, mîrên kurdan çûn welatên xwe, eskerê Îranê jî îdî pêwîst nedît biçe ser Kela Wanê, vegeriya Tebrîzê.(3)
(1) Yazici Temir, menzûma destnivîs, r. 349-350. Ji Yaşar Kaplan, ‘’Pınyanış Hükümeti’’.
(2) ‘İbn-î Nuh, 203, s. 60 Ji Zeki Tekin, ‘’Zeynel Bey ve oğullarının Hakkari hakimliği mücadelesi ve İsyanları’’.
(3) İskender Beg Munşi Türkman, Dünyayı Bezeyen Abbas’ın Tarixi, Tarîxê Alemarayê Abbasî, c. 2, s. 1646, Baku 2011, Şerq-Qerb.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 654 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://muradciwan.com/ - 26-03-2024
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 11-09-2017 (9 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 26-03-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-03-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-03-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 654 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!