Rohnkariya naveroka hejmara yekem a kovara Nîştimanê, zimanhalê Komeleya Jêkafê- Beşa 1em
Dr. Azad Mukrî
Me di beşa dinê de behsa wê yekê kir ku Komeleya Jêkafê destpêka rewşengeriyê li Rojhilatê Kurdistanê bû. Diyar e di asta karê siyasî û civakî de. Çêbûna hizb û dûrketin ji norma kevneşopiya civakî wek eşîre û ew pêwendiyên kevneşopî yan ew formasiyonên berê di civakê de, bi xwe nûgerayî û arasteyek nû di civaka #Kurdewarî# de bû. Lê me tekezî li ser çalakiyên kultûrî, rewşenbîrî û erkên ronakbîriya Komeleya Jêkafê kir. Çimkî ew aliyane wek aliyên nerm di ramana Komeleya Jêkafê de behs li ser tê kirin, yek ji wan pêk hatiye ji pirojeya kovara Nîştimanê.
Bi ronkirina nivîsên wê kovarê ji bo me derdikeve ku heta çi astekê kovarek ku heştê sal berî niha hatiye weşandin, ji wan xwast û hizrane nêzîk e ku di serdema rewşengerî de ji Ewropayê hatine holê. Yek ji wan guherinkariyane di wê serdemê ku li Ewropayê çê bû, guherinkarî di pêkhateya civakî û şêweya pêwendiyên civakî de ye ku kevirê bingeha guherinkariya civaka Rojavayiyan e. Heta beriya wê bûyerê şêweya birêveçûna civakê li ser destê nîzama erbab û reiyetê bû. Nîzama feodalîzm hemû cemserên civaka Ewropayê li xwe girtibû.
Serdemekê ku Komeleya Jêkafê dest bi xebatê dike, hevşêweya serdema beriya ronakbîriyê ya desthilatdariya feodalê di lûtkeya xwe de bû. Wate civak bi ser du qatên serdest a axa û qata bindest a reiyetê de tê parvekirin. Yekem karê ku li Ewrûpayê hate kirin ji ber wan bûyerane hatine rûdan, sîstema erbab û reiyet guherinkarî bi ser de hatin. Yanî sîstema feodalîzmê di pêş de hate sistkirin. Ev yek ji aliyê rewşenbîr, nivîskar û heta hin şahzadeyên biçûk ên ku dixwestin bi şêweyek ji şêweyan guherinkariyekê di nizama civakî de çê be, bi rê ve çû. Ji bo ku karibin netew-dewletên xwe ava bikin. Yanî diyardeyeke din a ronakbîriyê veguhertina pêkhatina siyasî ji paşayetî û sîstema desthilatdariyê ve bo sîstema sekolar a netewe-dewletê bû. Niha em binêrin ku di hejmara yekem a kovara Nîştimanê de gotar di çi arasteyekê de hatine polenbendîkirin.
Hem çêbûna dewlet-netewe yek ji encamên pêkhatina sîstemên sekolarî yên piştî rewşengerî bû, hem jî lihemberderketin li dijî awayê berhemanîna erbab û reiyet di civakê de bû. Di sergotara hejmara yekem a Nîştimanê de her du mijar bi şêweyekî gelek berçav têne dîtin. Gotara duyem a kovara Nîştimanê gengeşeya du kesan e. Di vê gengeşeyiyê de ku bi gengeşeya “Bayîz û Bapîr” tê naskirin û paşê berhema wan di pirtûka Hejar a “Bo Kurdistanê” de tê dîtin (her çend navê gotarê li jor nehatiye danîn, lê em dizanin ku ji aliyê Hejar ve hatiye nivîsandin) du kesên gengeşeker wate Bayîz û Bapîr kesên ser bi qata bindest ên civakê ne.
Ew bi hev re behsa wê yekê dikin ku di sîstemeke feodalî de, ew kesên ku berhemhêner in ji yên xwedî erd kêmtir berheman bi dest dixin. Wate reiyet di hember erbab de ti tiştek bi dest naxe û di encamê de ew gengeşeye bi wê yekê diqede ku eger erbab yan axa ku heta tiştek jî tine be, xo reiyet heye û mal û milkê reiyet jî her yê axa ye. Wate derdikeve ku di vir de bi awayekî pêkenokî behsa wê yekê hatiye kirin ku reiyet di mala xwe de jî xwedanê ti tiştekî nîne. Heta ew genimê ku berhem aniye jî yê axa ye, ji ber ku her demekê axa bixwaze dikare tiştê ku “cotkarê rojreş bi dest xistiye” jê bistîne. Bi gotineke din, di gotara duyemîn de jî dîsa li ser wê pêkhateya neheq û newekhev a ku di civaka Kurd de heye, radiweste.
Sêyem gotara hejmara yekem a kovara Nîştiman, gotarek e bi navê “Rêk Bikefin Heta Serkeftin” ji nivîsa “E. Bîjen” (Eva nasnavê Ebdulrehman Zebîhî bûye). Ew gotare jî kurte çîrokek e ku bi şêweyekî takbêjî yan monolok tê vegotin û behsa wê yekê dike ku “şevek ji şevên 17 û 18ê mehê, min bera xwe daye esman û esmanek pir stêrk û heyv dît. Xwe wek balindeyekê dîtiye ku di esmanê Kurdistanê de digere. Bi ser lib bi libê diyardeyên berçav û bedew ên Kurdistanê de difire. Ji gola Wanê ve heta çiyayên Zagros û gola Urmiyê, Mukriyan, Erdelan, Kirmaşan û Loristanê digere.
Wate di wê çîrok û vebêjê de gotarbêj bi ser esmanê Kurdistanê de rêwîngiyeke xeyalî dike û ji her cihekî dinêhêre û dîmen û rûyê mirovên bîhanî dibîne. Di wir de vebêj xwe di hember du bijarde de dibîne; Bijadeyek ku xweşbînane ye, ew jî ew e ku axo ew kesên ku ez dibînim, ew rûyên ku têne berçavên min, mêvanên welatê min in? Çi xweş e ku welatekî evqas mêvan hebin ku tê de kom bin û avedan bikin. Lê paşê di bijardeya reşbînî û rastbînane de her bi xwe bersivê dide: Nexêr ew rûyên nediyarane kesên neyar û dagîrkerê Kurdistanê ne ku ji ber çend nakokiyên xelkê Kurd ve navçeyên Kurdistanê dagîr kirine û ji berhemên vî welatî dixwen. Di dawiyê de kesek yan dengek jê re dibêje: “Eger te pê nexweş e biçe ji bo netewa xwe bêje serkeftin di rêkeftinê de ye, rêk bikefin da ku serbikefin.” Ev gotare jî bi şêweyekî vebîranîna ew dijayetiyane ye ku civat bi dagîrkeran re dike yan divê bike. Yek ji wan diyardeyên ku em dibînin, dijayetiya zilm û zorê ye û hemû fesylesofên serdema rewşengerî behsa wê yekê dikin ku çawa dibe ku civak di hember xirabiyan de û bi taybetî di hember dagîrkariyê de rawestin. Çawa dibe ew kesên ku îradeya mirov û civakan dixesînin, bêne rawestan.
Sêyemîn gotark jî gotara “Mîcerson” ê Rojavayî ye û heyamekê di Kurdistanê de jiyan kiriye. Ew Mîcersone di dîwana “Tahir Begê Caf” de hatiye behskirin. Di malên Cafan de heyamekê maye û herwisa ew Îngilîzî bûye. Di dîwana Tahir Beg de îşare bi wê yekê hatiye kirin ku çawa bi dizî ve bo wê ku fêrê karûbarê Kurdistanê bibe û agehdarê reftar û şêweyên jiyana civaka Kurdistanê be, wek berdest di mala wan de jiyan kiriye û heta ziman û têgeha wan bi başî fêr bûye. Paşê Mêcerson gotarek li ser Kurdistanê bi navê “Mezopotamiya û Kurdistan” nivîsiye ku sala 1913an li Lendenê belav kiriye.
Di wê gotarê de tê xuya ku Mêcerson derbarê Kurd çi dibêje. Wate dîsan gotar pêwendîdar e bi mijarên berê. Wê carê Kurd ji dîtingeha Rojhilatnasan ve rûmeta xwe nîşan dide. Kesek wek Mêcerson di piraniya navçeyên Kurdistanê de geriya ye û tê de jiyan kiriye, bo mînak navçeyên Urfa, Mûsil û Helebceyê. Paşê di wê nivîsînê de behsa navçeyên cuda ên Kurdistanê dike. Behsa wê yekê dike ku Kurdistan welatek e nayê dagîrkirin.
Heta behsa şikandina “ordûya” netewên wek Yûnanî, Part, Eşkanî û Romê li çiyayên Kurdistanê dike. Nivîserên kovara Nîştimanê ew şêwe dîtin û dîtingeha Mêcerson ku bi meznahî ve behsa Kurdistanê dike, vebîra xelkê xwe tînin. Bîra wan tînin ku çawa divê haya wan ji mîrat û pêşîne û axa xwe be. Heta Mêcerson behsa wê yekê dike ku Kurd fermana kesê qebûl nakin û nayêne şikandin û ji nav naçin. Hez ji şaristaniyet û pêşeftinê dikin. Nîştimana xwe bi kesê nadin. Hez ji çareya wan netewan nakin ku dixwazin bi ser de hukmê bikin. Dixwazin di çiya û dolên xwe de regez û zimanê xwe biparêzin. Dîsan jî, ji wê nivîsa Mêcerson ku ji bo wê kovarê hatiye veguhastin, tekeziyê li ser nîştiman, netewe, makên nasnamesaz ên netewa Kurd hatiye kirin. Behsa wan bo vebîranîna netewa Kurd û zêdekirina asata bawerbixwebûna wê netewê ye. Wekî hate îşarekirin, ew gotare pêwendîdar e bi gotarên dinê re. Nivîsînek li ser gencîneya rewşengeriya yên dinê bo xwîner û berdengê xwe ye.
Dom heye…
[1]