Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,853
Wêne
  124,291
Pirtûk PDF
  22,115
Faylên peywendîdar
  126,255
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Çiyayê Nemrûd û şûnwarên wê yên dîrokî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Çiyayê Nemrûd û şûnwarên wê yên dîrokî
Çiyayê Nemrûd û şûnwarên wê yên dîrokî
=KTML_Bold=Çiyayê Nemrûd û şûnwarên wê yên dîrokî=KTML_End=

Di dîroka Kurdistanê de dewleta Komagene xwedî cîhekî taybet û giring e. Qralê kurd Mîrdad ji çanda rojhilat û rojava çandeke nû ango sentezekî nû ava dike û desthilatiya xwe jî bi wî rengî birêve dibe
Kurdshop - Di dîroka Kurdistanê de dewleta Komagene xwedî cîhekî taybet û giring e. Qralê kurd Mîrdad ji çanda rojhilat û rojava çandeke nû ango sentezekî nû ava dike û desthilatiya xwe jî bi wî rengî birêve dibe. Navê dewleta xwe jî dike Komagene. Ango ‘’Koma kinêteyan’’ ‘’Koma Nijadan’’ (qewman) Li gor lêkolînên derdikevin jî pir nijad û kinêteyên cuda li nav sînorên dewleta Komagene bi aştî û nav xweşiyê de jiyan kirine. Yekitiya xwe bi zanyarî û gerdûnîbûnê bihêz dikin. Lewma jî Împaratoriya Roma piraniya cîhanê û hemû derdora Komagene dagir dike, lê nikare bajar-dewletê Komagene zû bi zû dagir bike.
Çiyayê Bêlî yan jî bi navê xwe yê herî zêde tê naskirin ve Çiyayê Nemrûd yek ji sembol û hêmayê herî giring ê dewleta Komagene ye û yek ji çiyayên Bakurê Kurdistanê yê herî giring e. Çiyayê Bêlî an jî Nemrûd dikeve nav sînorê parêzgeha Semsûr a Bakurê Kurdistanê û di sala 1987ê ve ji aliyê UNESCO ve wekî cîheke Kelepora Cîhanî hatiye diyar kirin. Bilindiya Çiyayê Bêlî 2150 metre ye û rûerda wê 11 hektar e.
Di nêvê lûtkeya Çiyayê Bêlî de parêzgeh û gorên keyayên Komagene hene. Ew berhem û peykerên ku ji aliyê qralên Komagene Antîoxos – Theos berî zayînê 69 -39 û bavê wî Mîtradates – Kallinikos ve berî zayîn 109 – 69ê hatine çêkirin. Tê gotin ku ew peyker wek nîşana aştiya xwedawendan hatine ava kirin.
Bajarê Semsûr a Bakurê Kurdistanê, bajarekî kevnar e û di dîrokê de gelek şaristaniyan di nava xwe hewandiye. Ev bajar xwedî Çiyayê Nemrûdê û dîrokeke dûr û dirêj e. Çiyayê ku li bilindahiya 2150 metre li navçeya Kolikê cih digre, bi gora xwe ku ji hêla Qraliyeta Kommagene I ve ji bo ku Antiochos nirxên pêşiyan nîşan bide çekiriye û bi peykerên abîdeyî û dîmenên bêhempa yek ji berhemên herî bi rûmet ên serdema Helenîstîk e. Dîroka vê digihîje beriya du hezar salan.
Herwaha Çiyayê Bêlî her sal mêvandariya bi hezaran geştyar û turîstên xwecîhî û biyanî dike. Bi taybet jî geştyarên ku diçin ser Çiyayê Bêlî ango Nemrûdê piranî dixwazin peykerên serê çiya bibînin û serdana xwe ya li çiya jî li gor dema hilatin û avabûna rojê destnîşan dikin, ji ber ku li hilatin û avabûna rojê li Çiyayê Bêlî xwedî dîmeneke gelek taybete. Geştyar û turîstên ku serê sibê ji xewê radibin, derketina rojê bi peykerên dîrokî û ji bilindahiya çiya, bi dîtina hemû herêmê pêşwazî dikin. Hinek beşên serê hin peykeran kêm an jî şikandî ne ku beriya xebatên arkeologên Alman û Amerîkî ji aliyê gelê herêmê ve weke pût hatibûn dîtin û xerabkirin. Piştî vedîtinê, çiyayê ku xwedî dîroka nepenî û kûr tê de tê parastin, bersivên gelek pirsên du hezar salî vedihewîne.
Geştyarên ku ji bo xwe bigihîjînin serê çiya neçar in bi dehan derenceyan hilkişin, bi heyranî li peykerên ku bi wêrîsên ewlehî hatine pêçandin dinêrin. Nav û erkên peykerên hatine dîtin li ser tabelayek hatine nivîsandin, rolyefên mirovî û nivîsên li kêleka peykeran hêjayî dîtinê ne. Li Çiyayê Bêlî peykerên bîrdariyê li ser terasên rojhilat, rojava û bakur belav bûne. Terasa rojhilat navenda pîroz e û ji ber vê yekê peyker û bermahiyên mîmarî yên herî girîng li wê beşê cîh digrin. Peykerên dêw ji blokên kilsî hatine çêkirin û 8-10 metre bilind in. Tevî ku hebûna wê tê zanîn jî, tirba Qral hêj nehatiye dîtin.
Qraliyeta serbixwe ji aliyê Mithradates (Mîrdat) I ve li herêma ku di demên kevnar de bi navê Kommagene tê zanîn, hat damezirandin û qraltî di serdema kurê wî Antiochos I (62-32 BZ) de girîngî bi dest xist. Piştî mîladê di sala 72’an de windakirina şerê li dijî Romayê, serxwebûna Qraliyetê bi dawî bû. Lûtkeya Çiyayê Nemrûdê ne cîgeh e, lûtke û warên pîroz ên Qral Antîokos e. Tûmulus li nuqteya ku li ser çemê Firatê û li deştê ye serdest e. Tumulusa 50 metre bilind û 150 metre bejahiya wê ku hestiyên padîşah an jî xeliyên padîşah di oda ku di binê kevirê de hatiye kolandin de, bi perçeyên kevirên piçûk ve hatiye pêçandin û xistine bin parastinê. Her çiqas di nivîsan de tê gotin ku gora qral li vir e jî heta îro nehatiye dîtin. Li ser teras ango balkona rojhilat û rojava peykerên Antiochos, xweda, xwedawendan û peykerên şêr û qertel jî hene. Horoskopek şêr a bêhempa li ser terasa rojava ye. Peyker bi tevlihevkirina hunera Helenîstîk, Kurdî û hunera orîjînal a Kommageneyê hatine çêkirin. Di vê wateyê de ji Çiyayê Nemrûdê pira şaristaniyên rojava û rojhilat e. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,336 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/- 20-12-2023
Gotarên Girêdayî: 20
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-04-2023 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-12-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 20-12-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 17-12-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,336 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.153 KB 17-12-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.328 çirke!