Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya 🆕
Hevkarên me
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Statîstîk
Babet
  599,051
Wêne
  126,380
Pirtûk PDF
  22,358
Faylên peywendîdar
  132,458
Video
  2,205
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
321,885
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,556
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,081
عربي - Arabic 
46,335
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,752
فارسی - Farsi 
17,345
English - English 
8,608
Türkçe - Turkish 
3,887
Deutsch - German 
2,054
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
365
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,946
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,848
Kurtelêkolîn 
7,033
Şehîdan 
4,649
Enfalkirî 
6,139
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
20
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
12
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,534
PDF 
35,166
MP4 
4,307
IMG 
241,025
∑   Hemû bi hev re 
283,032
Lêgerîna naverokê
Dîroka malbata Wekîl a li navçeya Erdelan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dîroka malbata Wekîl a li navçeya Erdelan
Dîroka malbata Wekîl a li navçeya Erdelan
=KTML_Bold=Dîroka malbata Wekîl a li navçeya Erdelan=KTML_End=

Di dîroka #Kurdistan# ê de, li her navçeyekê de, taximek di nav û malbatê de hene ku weke beşek li dîrok û nasnameya vê navçê tên naskirin. Ev taxim û malbat hem bi sebeba desthilat û hem bi sebeba kêrhatîbûnê karîne li ser navçê bandoreke erênî dabinên û nave xwe li rûpelên dîrokê de tomar bikin
Kurdshop - Di dîroka Kurdistanê de, li her navçeyekê de, taximek di nav û malbatê de hene ku weke beşek li dîrok û nasnameya vê navçê tên naskirin. Ev taxim û malbat hem bi sebeba desthilat û hem bi sebeba kêrhatîbûnê karîne li ser navçê bandoreke erênî dabinên û nave xwe li rûpelên dîrokê de tomar bikin. Bo mînak wêneya malbata “Simko” wate Simaîl Axa li Tirgewer û Mirgewer û “Şêxên Nehrî” li her du parçên Kurdistana Rojhilat û Bakûr de û “Malbata Caf” li her du parçên Kurdistana Bakûr û Rojhilat û “Malbata Qazî” li #Mehabad# û malbata “#Erdelan# ” li Sine û gelek xanedan û malbatên din jî ku ger navên wan behs bikin, dibe rêzbendeke dûr û dirêj pêk bînin.
Di nav wan malbatan de, yek ji navûdengitirîn malbatên parça navçeya Erdelan, malbata Wekîl e.
Ev malbata li nav Erdelan û bajarê Sinê de naskirî ye û navên wan hertim li derve hebûye û di dîroka vê navçê de roleke bi bandor lîstine, lewma jî pirtûkên dîrokî yên vê navçê û ev pirtûkên li derheq Erdelanan û navçeya Sinê hatine nivîsîn, behsa wan kirine û navên wan tomar kirine.
Di heqîqetê de derbasî û dîroka vê malbatê wedigere bo serdema desthilatdariya Sefewiyan û di vî serdemî de heta niha jî ev nasnave her maye.
Lê, divê bê zanîn ku ev nav û nasnav di esasê xwe de ji kuderê çavkanî wergirtiye û dîroka wê wedigere bo çi serdemekê û çi cih û pêgehek wan di desthilata Kurdistanê li serdemê desthilatdariya Erdelanan de hebûye.
Ji bo geheştin bi serdawiya heqîqeta vê behsê, îşaret bi beşa yekem a pirtûka “Dîroka siyasî ya malbata Wekîlî Kurdistan” ku ji aliyê “Rostem Alîxanî” ve hatiye nivîsîn bikin. Nivîskarê vê pirtûkê di beşa yekem de vê mijarê bi hûrgilî şirove dike û nivîskar dibêje:
“Wekalet” ku cih û pêgehek hebûye wek nûner û rastbêjê hikûmetê, di nav “Valî”yên Erdelanan de, xwediyê girîngiyeke taybet bûye. Ev pile û pêgeha ji aliyê siyasî ve girîng bûye. Di heqîqetê de ev pileya di pileyên han ji pileyên baregehên şahan bûne û li serdema desthilata “Akkoyunlû”yan de hatiye damezrandin û “Şah îsmaîl” ê Sefewî jî her ev rewta li dezgehên desthildatdariya xwe de berdewam kiriye û taximek wek “Wekîl” ku nûner û rastbêjê wê bûn, helbijart û karûbar pê dispartin.
Bi wan pile û pêgehan ve heta serdema Zendiyan li baregehên Şahên Îranê de xwedî şan bûne. Lê, di serdema Qacaran de guhertin bi ser pirr tiştan li baregrhên Padîşahên Qacariyan de derdikeve holê ku yek ji wan guhertinên ku derketiye holê jî, guherîna pile û payeyên “Wekaletê” bo Wezaretê ye. Lê, ya ku cihê baldariyê ye ev yeka ye ku, her du peyv di asta peyvê de guhertin bi ser de hatin, lê naveroka wan her wek xwe maye, ango ji aliyê çalakî û berpirsayetiyan de her wek yek bûn.
Lewma, her du peyvên Wekalet û Wezaret di sîstema birêveberatiya Mîrên Erdelan de yek wate heye.
Li gor nivîsên nivîskarên baregehên Mîrên Erdelan, taya biçûk li malbata Erdelan di serdema “Xan Ehmed Xan”ê yekem de, ku hevdem bûye di gel “Şah Ebas”ê Sefewî, bi nasnameya naskirî ya kurên wî “Xalid Beg” ango “Mîrê Xweşnav” di dîrokê de navên wan bi fermî hatiye. Ev taxima ji ber ku li serdema desthilatdariya Efşariyan de pileya Wekaletiya Erdelanan li sitû bûye her ji ber vê sebebê wek malbata Wekîl navûdengê xwe derxistiye. Her li gor wan nivîsên ku li jorê me behs kir, ewane di eslê xwe de Me`imûn Begê “Erdelan in ku ev jî ji Mîrê Erdelanan bûye, li serdema “Şah Tehmasib”ê Sefewî de”.
“Mela Mihemed Şerîfî Qazî” dîroknivîs, li derheq serçave, reh û rîşeya malbata Wekîlî Kurdistanî de wiha dinivîse: Zarokên Me`imûn Beg li Kurdistanê bi ser çend tayfan de hatine parvekirin. Yekem para wan; Desthilatdarên Herêman in, ku wan ji zarokên “Mîr Elemedîn” in. Duyem para wan; “Mîr Eskenderiyan”in. Sêyem para wan; “Îbrahîm Beg” in. Mezinahiya wê xandanê “Xosrev Beg” û “Derwêş Beg”; bavê wan bûne, ku naskirî û rêz lêgirtiyên mezinan bûn. Yên ku zêdetir li sed salan di Kurdistanê de xwediyê şerefê bûn û pile û pêgeha wikalet û bac û xerac wergêr û “Îşîk Axasî” wate Serokê serokên derveyî koşkê bûn û karûbarên teşrîfatî yên li derveyî koşkê bi stûyê wan bûye.
Derwêş Beg du caran li dijî “Elî Qulî Xan” serhildaye, lê piştre bi koyxatiya xelkê xêrxwaz aştî kirine. Elî Qulî Xan, xwarzaya xwe dide bi Derwêş Beg û şer dawî pêktê, û “Mihemed Qulî Beg” şazadeyê salê li serdema “Nadir Şah”yê Efşar de, wekîlê bac û xeracê bû. “Îbrahîm Beg” û “Mîr Elî Sultan” û “Xosrew Beg” jî {her heman pile hebûn} û herwisa ji hemûyan naskirîtir “Mehmûd Reşîd Beg” li serdema “Xosrewxan” de heta roja mirina wî bo heyama 30 salan wekîlê bac û xerac û aborî û xwediyê azadî û mezinê Êl û rêdîn spiyê welat bû û {Ev hemû} ji tayfa Îbrahîm Beg bûn.
Di dîroka Kurdistanê de, ku ji ber pêwendiya malbata Wekîl bi Erdelanan re wiha renivîsîne: Piştî mirina Me`imûn Beg, kurê wê wate Surxab Beg, dibe hakimê Erdelan. Pêş mirina xwe de, mîrata xwe di navbera zarokên xwe de par ve dike. “Baram Beg”ê Erdelan, ku ji wekîlên Erdelanan ku ser bi wî ne, yek ji zarokên Surxab Beg bû, ku piştî mirina bavê xwe, desthilatdariya “Rewandiz”ê digire dest. Piraniya dîroknivîsên baregeha Erdelan, malbata Wekîlî Sine tayek ji Wekîl an nûnerê Hikumeta Kurdistan û Erdelan dizanin û wan pişt bi pişt, ev pile û pêgehên han ji wan re bi mîrat maye.
damezrênerê vê malbatê “Xalid Beg”ê kurê “Behram Beg” û neviyê “Suxrab Beg”ê desthilatdar bûye.
Îmareta Wekîl-Sine
Suxrab Beg Mîrê Erdelan ku hevdem digel Şah Tehmasibê Sefewî jiya ye, pêncemîn kurê xwe wate “Behram Beg” mîna şazadê Rewandiz û Amêdiyê dest nîşan dike. Li serdema Xan Ehmed Xanê yekemîn de, wate di salên 1025`an heta 1046`an Koçî esmanî de, çend kes li kurên Xalid Beg bi baş dizanin ku herin bo Kurdistanê û li navça Erdelan de pileya Wekîliyê werbigirin. Li gor vê yekê malbata Wekîl ji aliyê bav ve digel mîrên Erdelan ve hevpişt in.
“Ayetûla Merduxî Rûhanî” li dîroka “Merdûx” de û “Mestûre Erdelan” li dîroka Kurdan de her du ji wan malbata Wekîlê Kurdistanê, ser bi malbata Erdelan in û dibêjin ewan li rîşa Xalid Beg “Mîrê Xweşnav” kurê Behram Begê kurê Suxrab Beg in.
Ya ku girîng e, ev yeka ye ku vê malbatê bandoreke zêde li ser şêwaza desthilatdariya Erdelanan hebûye. Ji ber beşa herî zêde ya pêwendiyên derve yên koşka Erdelanan li stûyê wan bûye, pêwendiyên civakî yên wan, bandor li ser şêwaza dîtingeha xelkê ji desthilatdariya hakimên Erdelan hebûye. Ji aliyek din ve wan çimkû bac û xerac bo malbata Erdelanan kom dikirin, şêwaza reftara wan bandor li ser rewşa aboriya xelkê daniye û bona gihîştin bi heqîqetên wan behsan, û yaku xîça xwedî bandor di wan waran de çiqas bûye, hewceye dîroka civakî ya vê dewrê zêdetir gengeşe bikin.
Hemama Wekîl-Sine
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,389 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/ - 18-12-2023
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 11-05-2023 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras HisoA.H.) li: 17-12-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan SerçinarîZ.S.) ve li ser 19-12-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras HisoA.H.) ve li ser 18-12-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,389 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.166 KB 17-12-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
Zêdetir

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.359 çirke!