Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,323
Wêne
  123,359
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,495
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Pêwîstiya Dibistan û sîstema perwerdeyê di nivîsên Dr.Mistefa Şewqî Qazîzadede – Beşa 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Pêwîstiya Dibistan û sîstema perwerdeyê di nivîsên Dr.Mistefa Şewqî Qazîzadede
Pêwîstiya Dibistan û sîstema perwerdeyê di nivîsên Dr.Mistefa Şewqî Qazîzadede
=KTML_Bold=Pêwîstiya Dibistan û sîstema perwerdeyê di nivîsên Dr.Mistefa Şewqî Qazîzadede – Beşa 2=KTML_End=

Qazîzade di vê nameyê de perdeyê li ser çend mijaran radike, destpêkê hemberkirinekê di navbera du #neteweyên Kurd# û Ermen de dike, behsa cûdahiya hejmara xelkê Kurd û Ermenî dike û rewşa perwerde û dibistanan şirove dike.
Kurdshop – Qazîzade di vê nameyê de perdeyê li ser çend mijaran radike, destpêkê hemberkirinekê di navbera du #neteweyên Kurd# û Ermen de dike, behsa cûdahiya hejmara xelkê Kurd û Ermenî dike û rewşa perwerde û dibistanan şirove dike.
Behsa wê yekê dike ku hejmara Kurdan çend qat ji ya wan zêdetir e lê zarokên wan ji xwendina bi zimanê xwe yê dayîkê û tevî zimanên din bê par in. ya ku balkêşe ew e ku ew xewna Qazîzade piştî nêzî 110 salan hê jî nebûye rastî û xelkê Sablaxê ku ew behsa wan dike û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî ji wî mafê bêpar mane.
Qazîzade tekeziyê li ser hewla Ermeniyan dike ji bo rêkxistin û avakirina dibistanan û xwendina bi zimanê dayîkê û li gor amara wê demê, 80 hezar xwendekarên Ermen bi zimanê Ermenî xwendine. Li gorî gotina Qazîzade eger wê demê hejmara Kurdan heşt caran ji ya Ermeniyan zêdetir be, pêwîst bû ku 640 hezar xwendekarên Kurd li dibistanê bi zimanê xwe bixwînin, eger ew xewna wî biba rastî, niha rewşa Kurdan û#Zimanê Kurdî# di asteke din de bû.
Sedema bidest nehatina vê xewnê eger li aliyekê neyarên Kurdan bin, lê sedemên navxweyî jî hene ku Dr. Şewqî weha behsa wan sedemên Navxweyî dike.
Çima? ji ber ku em bê kes in, mela û mezinên me ji ber sedemên xwe yên kesî û berjewendiyên xwe bidestxistina zanistê bi heramî dizanin
Li aliyekê bêkesiya Kurdan li vê cîhanê bi sedema wî karî dizane, ango piştevaniya derve û navdewletî û navçeyê bo Kurdan nine, lê Ermenî ji ber ol û mezhebê wan têne piştevanîkirin, li aliyê din hin mela û mezin hene ku weke Qazîzade dibêje, ne di berjewendiya wan de ye ku xwendin û fêrbûn hebe.
Xuya ye ku çima mela li dijî xwendina serdemê bûne, ev xwediyê gotarekê bûn, tevî ku çavkaniya wan a olî û zanistî bû, çavkaniya wan a maddî jî bû, derketina her cure hevrikiyekî dikarî bibe sedema lawazbûna gotara wan a zanistî û çavkaniya darayî.
Herweha mela pêkhateyeke xwedî mekanet û pêgeh bûn di nava civakê de. Eger, zanayên nû û hemdemî rabiban wê demê dê pêgeha wan lawaz kiriba. Ji ber wê melayan hem bi nivîskî û hem bi devokê hewil dane rê li ber fêrbûna zanista nû bigrin ku Dr. Şewqî jê re dibêje Mearîf û melayan ew zanist weke zanista Ehrîmen dane zanîn û astengekî mezin bûne li pêşiya pêşxistina zanista nû û dibistanan.
Lê dema ku Dr. Qazîzade behsa mezinên me dike, tu bêjî mebesta wî kî be? Em dikarin axayan weke mînak bînin ku kesê herî bihêz ê sîstema desthilatdariyê ya civakê bûn û herweha dibe ku mebesta wî kesên dewlemendên bajar bin.
Nivîskar di dawiyê de bi zelalî dibêje ku mebesta wî serok û axayên Kurdan e, kesên ku bandora wan heye di sîstema axa û desthilatê de berjewendiyên wan dihate parastin. Ev nivîs dixwaze bêje ku hizra xwandevan û zana be pîvanên wan qebûl nake û ew dizanin ku hizra nezan bo wan baş e û her karekî bixwazin bo wan dike
Li vir nivîskar dibêje ku ew hizir û têgeha axayan jî şaş e, hizra zana wê baştir çandiniyê bike û berhemê wî yê çandiniyê wê baştir be, ji ber ku dê pareke zêdetir ji berhem werbigre û axa jî dê bêhtir sûdê bibîne, ji ber ku kesê xwendevan û zana dê baştir serederiyê li gel zevî û çandiniyê bike.
Mijareke din a wê nivîsê ew e ku nivîskar dixwaze kesên dewlemend han bide ku piştevaniya vê hizrê bikin û wê qebûl bikin û pêşbixin. Her ji ber wê tevî ku rexneyan dike riyên çareseriyê jî nîşan dide û dixwaze tirsa di dilê wan de heye nehêle.
Dema ku dibêje ji navê Dibistanê netirsin ji ber ku ti cudahiyek di navbera dibistan û medreseyên berê de nine, lê ew bixwe dizane ku cudahiya bingehîn a wan du sîsteman heye, lê ji bona ku ev pêkhateya civakê netirsîne û neveciniqe û dij dernekeve neçare ku bi wî zimanî baxive.
Çareseriya ku pêşkêş dike ev e ku zarokên dewlemendên bajar, dersên cuda ên weke, ziman, hisab, ticaret, cografiya, Dîrok û htd .. fêrbin û bixwe karê xwe bikin. Ew dibêje bila her dewlemendek li gor pereyê wê demê 10 tumenan bide ku bo pereyê mamosta û avahiya dibistanê û xercên wê bên bikaranîn.
Herweha xaleke din a giring jî di vê nivîsê de ev e ku Dr. Qazîzade dizane ku di nava guhertinên nû de dê beşeke karûbarên Îranê bi riya parlementoyê bêne cihbicîh kirin, ji ber vê berê xwe dide axayên wê serdemê û dibêje, di nava parlementoyê de bo gotûbêj kirin li gel welatên din û herweha ji bo ku zulm li Kurdan neyê kirin divê hin kes hebin ku nûnertiya Kurdan bikin.
Divê kesên nûnertiya Kurdan dikin hişyar bin û ew kesane jî di nava dibistanan de perwerde bibin û bi rêya sîstema kevin nayên perwerde kirin. Bi giştî pêşniyar û rexne û amadekariyên xwendina bi sîstema nû, naveroka vê nivîsa Dr. Mistefa Şewqî Qazîzade bûn, ku giringiyeke taybet di dîroka perwerdeya Kurd da heye.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 615 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/ - 16-12-2023
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 27-05-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Perwerde
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 16-12-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 615 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.297 çirke!