Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,104
Wêne
  124,104
Pirtûk PDF
  22,097
Faylên peywendîdar
  125,937
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
Sembola şîn û şahiyê: Hine
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Sembola şîn û şahiyê: Hine
Sembola şîn û şahiyê: Hine
=KTML_Bold=Sembola şîn û şahiyê: #Hine# =KTML_End=
Bêrîvan Kayi

Di heyamên berê de beriya şaristaniyê, mirovahiyê bi nebatan cur bi cur, serî li rê û rêbazên tedawîkirinê dane. Çawa ku di xwarin û vexwarinê de pêdivî bi cureyên nebatan hebûn di heman demê de, nebat ji bo tedawîkirina birîn û nexweşiyan jî dihatin bikaranîn.
Tê zanîn ku ji demên Neolîtikê (Beriya mîladê 8000-5500) heta niha mirovahiyê ji aliyekî bi nêçîrvaniyê ji aliyê din ve jî bi daneheva nebatan zikê xwe têr dikirin. Ev karekî komunal bû û hem nêçîrvanî hem jî daneheva nebatan, jin û mêran di nav hevdu de pêk dianîn.
=KTML_Bold=Jin nebatan didin hev=KTML_End=
Di çand û #zimanê kurdî# de di van demên ku jinan nebat ji bo xwarinê didan hev bi riya ceribandinê taybetmendiyên gelek cureyên nebatan jî ferq dikin. Her wiha bi kifşkirina cureyên nebatan, jin ferq dikin ku di nav xwezayê ne tenê nebatên ji bo xwarinê, ji bo dermankirinê jî tên bikaranîn û bi vî şeklî ji bo tedawîkirina nexweşî û dermankirina birîna hatine bikaranîn. Li gor lêkolînên nivîskar Eveleyn Reedê jî ev yek dike ku cara yekem rê li ber rê û rêbazên tenduristiyê jî vebe. Yanî ev yek jî dide xuyakirin ku bi daneheva nebatan, jin cara yekem bijîşktiyê dikin.
=KTML_Bold=Dara hinê=KTML_End=
Di nav van nebatên ku ji demên berê ve hatine bikaranîn de yek ji ya ku herî zêde bal kişandiye heta îro jî heyî, dara hinê ye. Dara hinê di zimanê latînî de wek ‘lawsonia inermis’ ê hatiye bi navkirin. Dara ku li hin deveran wek hejikê, li hin ciyan jî dikeve nav cureyên daran, xwedî dirêjahiyeke ku di navbera 2-6 metroyî de ye. Çîçekên vê darê hene û fêkî jî dide. Fêkiyê wê pişt re dibin gloverkên hinê.
Cih û warê dara hinê û cureyên wê welatê Afrîkaya Başûr e. Ji bilî Afrîkayê li welatên wek Hindistan, Afganistan, Îran, Pakistan, Seylan û li Kurdistanê şîn dibe. Ji demên berê heta îro civakên rojhilatî hem ji pelên hinê, ji çîçekên wê hem ji fêkiyên wê gelek derman çêkirin û hê jî çê dikin.
=KTML_Bold=Ji bo qada tenduristiyê=KTML_End=
Hine di nav civakan de ne tenê di tedawîkirinê de, wek nebateke xemilandinê jî tim hatiye şixulandin. Bi kurtasî di çanda civakên rojhilatî de hine hem di qada tendirustiyê hem jî wek nebateke xemilandinê bûye çandeke bi nav û deng. Derbarê vê mijarê de agahiyên herî berfireh di bermahiyên wek Mezopotamya, Misir û hwd de derdikevin pêşiya me.
=KTML_Bold=Li ser neynikên mûmyayan=KTML_End=
Li gor lêkolîneran bikaranîna hinê ya ku wek derman û kozmetîkê xwe dispêre demên antîk. Li Misirê mînakên herî berbiçav ên dest ango bedenhinekirinê derketine holê. Di encama lêkolînên arkeologan de bi kincê spî yê ku li dora mûmyayan hatiye pêçandin û li ser neynikên mûmyayan hine hebûye. Mûmyakirina ku li Misirê destpê kiriye rê li ber qada tendirustiyê-emeliyatê vekiriye. Tenê ji bo bedena kesên ku di nav malbata firewnan û yên di nav malbatên arîstokrat de cih digirtin, laşê wan dihat mûmyakirin. Di vê yekê de jî xuya dike ku hine wek nebateke bi qîmet û payebilind hatiye hesibandin. Di laşên mûmyakirî de li ser terîşkên spî hine heye û neynikên kesên hatî mûmyakirinê jî hine kirine.
=KTML_Bold=Nîşaneya kêf û şahiyê=KTML_End=
Dema em bala xwe didin çandên nav civakên rojhilatî hine wek nîşaneyeke jidayikbûnê û ya dawetan jî hatiye bikaranîn. Yanî nîşaneya evîn, kêf, şahî û dilxweşiyê bû. Ji Mezopotamyayê heta Misir, Pakistan, Afrîka û Hindistanê hine êdî bûye sembola şahî, dawet û hwd.
Ev çanda qedîm îro jî li Kurdistan û welatên wek Hindistanê sembolê herî ber bi çav a şahî, dawet, cejn û hwd. e. Dayikên kurd zarokên xwe hê biçûkatî hînî hinê dikin, porê zarokan, dest û neynikên piyan tim bi hinê xemilandine. Berê li gundan dayikan porên zarokên xwe hine dikirin û heta 3-4’an rojan jî, li ser porên zarokan dima. Piştî sê rojan li derve di stîlan de av dikelendin û di rojên beravê de serê wan ji hinê dişuştin. Di nav kurdan de rojên beravê dihat wateya jiyaneke komunal. Ji ber ku dema li taxa gundekî, malekî stîlên avê danîn ser tifikan, serê zarokên li wê taxê tevan dihat şuştin. Di nav kurdan de hine hem jinan hem jî mêran li dest û piyên xwe dixist yanî ji bo bikaranîna hinê tu cudahiyek wek a îro tune bû.
=KTML_Bold=Şervanên dest hinekirî=KTML_End=
Li hin bajarên Kurdistanê bi tevgera azadiyê re malbatên hin şervanan dema cenazeyên keç an jî lawê wan de, beriya veşêrin destên wan hine dikirin. Ev yek jî dihat wateya ku şervanî jixwe serkeftina herî mezin e û miradê wan bi vî awayî pêk hatiye. Hine hê jî li Rojhilata Navîn di sedsala 21’emîn de di şahî, kêf, dawet û di hin şînan de jî tê bikaranîn. Li aliyê din jî hê jî civak hinê di nexweşiyên çerm de bi kar tîne. Dema em bala xwe didin roja me ya îro xuya dike ku di şûna neynok û porên hinekirî de, amûrên kozmetîkê yên ku bi her awayî ji xwezayê dûr in û gelek nexweşiyan bi xwe re tînin, kapîtalîzmê derxistine bazarê.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 693 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun1.org/ - 25-11-2023
Gotarên Girêdayî: 7
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 15-04-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Çand
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 26-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 25-11-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 693 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.187 KB 25-11-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.437 çirke!