Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,323
Wêne
  123,359
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,495
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Li Amedê Yek Milyon Kurd
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya ne dadgeh e, ew tenê daneyan ji bo lêkolînê û eşkerekirina rastiyan amade dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Li Amedê Yek Milyon Kurd
Kurtelêkolîn

Li Amedê Yek Milyon Kurd
Kurtelêkolîn

=KTML_Bold=Li Amedê Yek Milyon Kurd=KTML_End=
Rêzan Tovjîn

Yavuz lawikekî batmanî bû. Hevalên wî qet ji navê wî hez nedikir. Jixwe jê re nedigotin Yavuz, digotin Yawûz. Navê wî bi tirkî bû. Lê bavê wî nekarîbû ku navê wî bi zimanê xwe lê bike. Ew kurdekî Bakura Kurdistanê bû û nêzî 80 salî qediyabû ku zimanê wan qedexe bû. Ji ber vê, navên kurdî jî qedexe bûn. Kurdistana Bakur di peymana Lozanê de wekî axa dewleta Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin û ewroj-evroj zimanê wan kurdî qedexe bû. Navê bajarê wî Batmanê bixwe jî di rastiya xwe ya kurdî de Êlih bû, lê yekî bigota Yawûzê Êlihî dê tu kesî fam nekira ku Êlih kîjan bajar e. Navên bajaran ên kurdî hatibû jibîrkirin.Yawûz wekî endamê PKK'ê hatibû girtin. PKK li Tirkiyeyê wekî rêxistineke terorîst dihate dîtin. Ya rast li Bakura Kurdistanê ne wisa bû, ew di çavên kurdan de rêxistinek qehremanî û rizgarker bû. Lê dîsa jî 60 hezar kurdên bi meaş hebûn ku li dijî PKK'ê rahiştibûn çekan û derdiketin
operasyonan. Ji ber ku kurdan di dîroka xwe de pir hindikî xwe bi xwe rêveberiya xwe kirine, di karaktera wan de jî milîbûn, netewbûn û gelbûn tunebû. Ji ber ku PKK'ê di sala 1984'an de li dijî Tirkiyeyê dest bi şer kir û slogana Kurdistaneke Serbixwe, Azad û Aram berz kir, hêdî hêdî kurdên ku gund bi gund hatibûn parçekirin û heta hundirê mala xwede jî wekî jin û mêran hatibûn parçekirin, ber bi yekîtiyekê vedimeşiyan. Bi sed hezaran kurd di dîroka xwe de cara yekem bi hev re sloganek berz dikir.Di çavên dewleta tirk de Yawûz terorîstekî mezin bû, ji ber vê yekê. Lê dema hatibû girtin, hîn temenê wî nebûbû hîşdeh.Xeyalaherî mezin a Yawûz axaftinek bû li bajarê Amedê, ku yek milyon kurdbeşdar bibin. Hîn ku li girtîgeha bajarê Trabzon a li ber perê Behra Reşbi heftê heb girtiyên PKK'yî re dima, bi armanca ku vê xeyala xwe binivîse, beşdarî pêşbaziya kurtçeçîrokan bû.Girtiyan bi xwendinû nivîsandina kurdî nizanibûn. Wan di hemû jiyana xwe de qet alfabeya kurdî jî di yek rêzekê de bi hev re nedîtibû û nizanibûn ji çend tîpan jî pêk tê. Lê di hime gima şerê çekdarî de tewleta tirk êdî destûr dida ku rojnameyek bi navê Welat bi kurdî derkeve. Girtî bi saya Welat hînîkurdî dibûn. Niha jî bi armanca pêşxistina ziman û edebiyatê, di nav xwe de pêşbaziya kurteçîrokan li dar dixistin. Ev pêşbazî salê gelek carandubare dibû.Yawûzê Êlihî, her roj piştî ku ji perwerdeyê derdiket, diçû ser ranza xwe û xeyala xwe dikir çîrokek, bi zimanê xweyî qedexe. Perwerdeya wan ku ne karekî dewletê bû, bi awayekî nîv-veşartî di hundirê menzelê de dihate dayin. Pirtûkên ku dewletêdestûr dabe firotina wan, bi deng dixwendin. Yekî dixwend û yên din guhdar dikir. Piştre jî, kê çi fam kiribe ji hev re digotin. Ev perwerdedi dema pêşbaziyan de jî ranediwestiya. Ji serê sibehê saet heştan hetaku roj biçûya ava, didomiya. Bi şev jî Yawûz li ser ranza xwe, bi awayekî rûniştî, ku sola xwe jî dernedixist û pê li erdê dikir, çîroka xwe dinivîsî.Li Amedê erd diheje, milyonek kurd diherikin qada ku dê Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan biaxive Ev xeyala wî ya herî mezin bû. Û dema ku dinivîsî, tiliyên wî diricifîn, tîpên kurdî yên latînî ji ber ricfa destê wî dişubiyan tîpên erebî û her yek bi yeka din ve dizeliqî, dûvikê wan li hev digeriyan. Heyecaneke wisa digirt ser wî, ku nedihişt çîrok bimîne dema pêşbaziyê û hîn ji niha ve her paragrafeke nû ji hevalên xwe re bi heyecan dixwend.Li aliyê din jî çîroka xwe di hundir menzelê de bi kesên ku baştir kurdî dizanin, dida xwendin ji bo redaksiyoneke baş û têkûz.Lê roja 15'ê sibata 1999'an bi ser Yawûz de wekî zinarekî hilweşiya bû.Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan di televizyonên tirk de, bi rengekî çavên wî girtî û terorîstekî navnetewî dianîn Tirkiyeyê. Yawûz di hundirê menzela teng de ji wî dîwarî diçû dîwarê din. Ew difikirî ku Tirkiye dê wekî serhildana 1925'an a Şêx Seîdê Paloyî bike û dîsa serokê serhildanê bi dar veke. Bi milyonan kurd derketibûn kolanan, lê wisa dihat dîtin ku dê Ocalan li dadgehekê bi lez û bez bi cezayê îdamê were darizandin.- / -Li menzelê girtiyan her şev nobet digirt. Ji ber ku gelek caran gardiyanan bi şev êrîş biribûn ser wan. Gelek caran di van êrîşan de bi lêxistin hatibûn kuştin. Ji ber vê bi şev her girtiyekî saetekê nobet digirt û piştre hevalekî xwe hişyar dikir.Piştî ku yekî Yawûz hişyar kir, êdî kes hişyar nebû.Heta ku dûxaneke fetisok hundirê menzelê dagirt.Tevî ku di nav êgir de Yawûz hebû û bedena wî deşewitî jî, ji bo kes wî venemirîne, dengê xwe nedikir, di nav agirê bêwijdan de.Kengî ku girtiyek şiyar bû û hevalên xwe jî hişyar kir, hîn nû deng ji Yawûz hat: Bijî Serok APO.Girtiyê yekemîn ku bi dûxana fetisok re hişyar bûbû, di cih de fam kiribû ku yekî agir berdaye bedena xwe. Bi dengê yekem gazî hevalên xwe kiribû û bi lez berê xwe dabû serşokê, ji bo avê bibe cihê agir. Ji ber ku Ocalan di xetereyê de bû, ev cureyê çalakiyê li derve jî wekî cureyekî çavtirsandina dewletê hebû. Tevî hemû gaziyên Ocalan jî bêrawestan didomiya. Yawûz jî xwestibû ji dewleta tirk re bêje heke tiştek bi Ocalan bê, em ên ku dikarin agir berdin bedena xwe, em ê te bikin xwelî.Yawûz xwe li qata jêrîn a xwarinxaneyê şewitandibû. Lê berî ku dakeve jêr, li qata jorîn deriyê serşokê girtibû û pêgira derî derxistibû, bi xwe re biribû. Ji ber kes derî veneke û avê nebe jêr. Li jêr jî di deriyê qedemgehê li ser xwe girtibû û pêgira derî derxistibû. Ji ber vê, heta ku girtiyan derî neşikand jî, nikaribûn xwe bigihînin avê. Hîn jî wî slogana xwe berz dikir.Bi hatina gardiyanan re jî, gewdeyê Yawûz ê şewitandî bi lez hate bilindkirin. Ew birin û êdî nehat.Li hember vê çalakiyê girtiyên hevalên wî bixwe bibûn qurimoşk, wekî gulokek ta bi ser hev de temisîbûn. Li hember vê bawerî û îradeya hevalê xwe serê xwe ditewandin.Doktorê tirk ku bixwe jî Yawûz wekî terorîst didît, bawer nedikir ku mirovekî bixwe agir berdabe bedena xwe. Tevî ku li derve gelek caran di televizyonan de didît ku kurd li qadan agir berdidin bedena xwe jî, wî wisa bawer dikir ku Yawûz li girtîgehê bi destê hevalên xwe, wekî çalakiyek girtiyan hatiye şewitandin.Lê bi dermankirina Yawûz re pirsgirêkek biçûk derketibû holê. Kulma destê çepê venedibû û doktor nikaribû derman bike. Ji hemşîreyê alîkarî xwest û destê wî vekir. Bi vekirina destê Yawûz re rûyê doktor zer bû. Lewre di destê Yawûz de parçeyekî rojnameyê hebû, ku nexwestibû were şewitandin. Bi îhtimalek mezin wî xwestibû peyamekê bide. Doktor bi lez parçeyê rojnameyê vekir. Ji nişka ve xwîn di rûyê wî de nema. Di destê wî de wêneyekî Ocalan ê ji rûpelek rojnameyê hatiye jêkirin hebû.Yawûz, peyama xwe wisa dabû: Ez nahêlim ku tiştek bi wêneyê wî bê, îcar hûn ê din qet nefikirin.Doktor zîvirî ser herdu hevalên wî ên refaqet dikirin û bi dengekî wekî ku qirika wî şewitîbe got: Hûn terorîst bin jî, hurmeta min ji îradeya we re heye.(Ez jî yek ji hevalên Yawûz ê girtîgeha Trabzonê)Kaynak: Li Amedê Yek Milyon Kurd - Amîda Kurd[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,096 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 18-11-2023
Gotarên Girêdayî: 8
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-11-2010 (15 Sal)
Bajêr: Amed
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Îstatîstîk
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 93%
93%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 18-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 22-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-11-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,096 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!