Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,324
Wêne
  124,440
Pirtûk PDF
  22,121
Faylên peywendîdar
  126,568
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Zîndeweriya Zimanê Kurdî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Azad Zal
Azad Zal
=KTML_Bold=Zîndeweriya Zimanê Kurdî=KTML_End=
#Azad ZAL#

Mirov kare bibêje ku bingeha zimên peyv e. Wekî her zimanî zimanê kurdî jî li ser bingeha peyvan ava bûye.  Di zimanê kurdî de peyv bi heşt tewran ji hev tê veqetandin. Ango peyv wekî heşt beş ji hev têne veqetandin. Ji van beşan yek bi yek re tofên peyvan (cureyên peyvan) tê gotin.  Tofên Peyvan ev in:  1- Navdêr (dar, pirtûk, artêş, Kurdistan, mase, qarûş, sêl…) 2- Rengdêr (xweş, baş, reş, çi, mezin, qirêj, bilind, spî…) 3- Cînav (tu, ew, hûn, em…) 4- Lêker (çûyîn, hatin, birin, dîtin, xwarin, pêkanîn, rijandin…) 5- Hoker (zû, niha, wira…) 6- Daçek (ser, bin, ji, ji … re, di … de) 7- Gihanek (û, ango, an, ya jî, lê…) 8- Baneşan (lo, ey, o…) Di axaftinê de peyvên ku bêne ser ziman; di nivîsînê de bêjeyên ku bêne nivisandin; di têgihîştinê de têgînên ku bêne têgihîştin di van heşt tofên peyvan de bi cih dibin. Hinek bêje hene li gorî bicihkirina di hevokê de ji yekê bêtir di çend tofan de karin cih bigirin. Ji ber vê yekê jî dema mirov hînê bêjeyekê bibe (ev ji bo yên ku zimanê zikmakî yê kurdî ji bîr kiribin ya jî nizanibin û şûn de hîn bibin tê gotin) pêwist e mirov hemî wateyên wê bêjeyê hîn bibe. Ne ji bo hînbûnê tenê, dema mirov di axaftinê de bêjeyekê anî ziman bi her awayî wateyên wê divê di bîra mirov de be. Ji lew re ziman zindî ye. Her bêjeyek di zimên de diafire û bi bikaranîna wê bêjeyê re her tim wateyekê nû tê ser. Di peyvnasiya bêjeyan de wateya yekem, ya duwem, ya sêwem û her wiha tê rêzkirin. Tofên peyvan di nava xwe de li gorî têkilî û pêwendiya nava wan û cihgirtina di nava zimên de di nava xwe de têne senifandin. Evana bi vî awayî ji hev têne veqetandin. Ango tofên peyvan di nava xwe de wekî 3 komî ji hev têne veqetandin. i- Navdêr û yên pêwendîdarên wê. Navdêr, rengdêr, cînav di vê beşê de ne. ii- Lêker û yên pêwendîdarên wê: Lêker û hoker di vê beşê de ne. iii- Yên ku ji ziman re zemîn dihonin, bingehê avadikin, pêwendîdariyê çêdikin: Daçek, Gihanek, Baneşan.  2- Rewşên tofên peyvan ên bikaranînê û yên rêzimanî  Peyv, bêje ya jî têgih dema ku têne bikaranîn, ango dema barê zindeweriyê li wan bar dibe rewş bi rewş diguherin. Guherîna wan li gorî bikaranînê tewr bi tewr e û li gorî wê rewşa wan jî diguhere.Van rewşên hana bi vî rengî têne veqetandin: i- Zayend (nêrza û mêza)  ii- Tewang (tewandî û netewandî) iii- Jimar (yekjimar û pirjimar) iv- Rade (radedar û neradedar) v- Rûkarî (jimarbar û nejimarbar) vi- Rûberî (şênber û razber) vii- Xweşkirin viii- Reşkirin ix- Biçûkkirin x- Bangewazî Van rewşên ku di bikaranîna peyvê de dertênê meydanê di bingeha xwe de giyana ziman in. Her yek aliyekî ziman diderbirîne. Ziman bi van rewşên bikaranîna peyvê dibe heyînek bipergalkirî. Ev pergal giyana ziman e.  Zayend xwezayiya ziman e; tewang hunera ziman e; jimar matematîka ziman e; rade perspektîf ango nîgara ziman e; rûkarî û rûberî nakokiya ziman in; xweşkirin û reşkirin û biçûkkirin û bangawazî hestên ziman in. Van rewşan, van taybetmendiyan ango van aliyên ziman tev di nava hev de ne û di pêkanîna ziman de tev bi hev re ne. Yek bi ya din heye; yek egera a dinê ye. Dînamîzma ziman, zîndeweriya ziman bi vana tevan diyar dibe. Ji ber wê jî di hîmê her zimanî de ev taybetmendî hene. Yên ku hinek ji van taybetmendiyan ji xwe kêm kirine ew aliyekî xwe wendakirine. Di zimanê kurdî de ev tev hene. Di nava pergaleke durist de ev tev bi hev re guncaw in. i- Zayend û zayenda kurdî: Zayend taybetmendiyeke xwezayî ya ziman e. Xweza li ser diyalektîkê (dualî) tev digere û pêş de diçe. Ji ber ku jêderka ziman xweza ye û bi xwezaya civakê ya  dualî ve girêdayî ye reng û dengê ziman jî li gorî wê diyar dibe. Di xwezayê de nêrza û mêzayî du aliyên nûbûn û pêşketinê ne. Ev di hemû giyaneweran de bi wî rengî ye. Di nava ajalan de mê û nêr; di nava mirovan de jin û mêr bingehên diyalektîkê ne. Ziman jî giyandêriya xwe ji civakê û pê re jî ji xwezayê digire.  Ziman di bingeha xwe de xwezayî ye. Pergala ziman li ser diyalektîka xwezayî ye û rengê xwe ji civakê digire.  Civakên ku xwezayî ne, pêwendîdariya wan bi xwezayê re her xurttir e zimanê wan jî bi zayend e. Ango zimanên bizayend taybetmendiya civaka xwe jî didin nîşandan. Nîşaneya wê civaka ku zimanê wê bizayend e ew e ku hê ji xwezayê, ji rastiya xwezayê dûr neketine.  Zimanê kurdî zimaneke bi zayend e. Ev jî nîşaneya civaka xwezayî ya kurd nîşan dide. Di zimanê kurdî de her peyv bi awayekî di bin barê zayendê de ye. Zayenda kurdî bi du awayan e; yek jê zayenda xwezayî ya din jî zayenda rêzimanî ye. Zayenda rêzimanî bingeha xwe ji zayenda xwezayî digire û di pergala ziman de gihiştiye xweseriya xwe.  Di kurdî de peyv bi awayê xwerûtiya xwe zayendê li ser xwe nîşan nade, lê tê de veşartiye. Di bikaranînê de barê zayendê digire ser xwe. (Di beşên tofên peyvan de yek bi yek ew ê bêne berdest.)  Zayend xwezaya ziman e. ii- Tewang û di zimanê kurdî de tewang: Tewang wekî peyv ji “tewandin”ê tê der. Di rastiya xwe de dema tişt bi awayekî pê bê lîstin û hinek guhertin tê de bê çêkirin ew tişt ditewe. Wekî mînak; şiva ter ditewe. Mirov dikare şiveke ter bigire her du seriyan bigihîjîne hev jî naşikê, lê ditewe; dîsa lihevbadana tiştan jî wekî tewangê tê binavkirin. Her wiha dema tiştek diguhere û digihîje xemla xwe tê gotin ‘ew tişt tawa xwe girt.’  Di ziman de jî dema ku peyv di xwezaya xwe de bê ku guherînên şkestiyar, ji halê xwe yê xwezayî cuda bibe biguhere, kin bibe, dirêj bibe, deng lê zêde bibin ya jî deng jê kêm bibin peyv ditewe; peyv bê kinkirin, bê dirêjkirin, deng lê bê zêdikirin, deng jê bê kêmkirin peyv tê dewandin. Ji ber taybetmendiya bi vî rengî ya ziman ziman dibe zimanekî tewangbar, ku taybetmendiyeke bi vî rengî di xwe de nederbirîne ew ziman nabe tewanbar.  Peyv bi serê xwe di rewşa xwe ya xwerû ango ferhengî de tewang li ser xuya nake. Payv natewe, lê dema ku tê bikaranîn ditewe. Ev jî tewang e. Wiha reng e tewang bi çend awayan pêk tê. Ku peyv ji derve de deng bigire û guherîn tê de çêbibe ev tewanga derawa ye, ku peyv ji hundir ve biguhere û guherîn bi kêmbûn ya jî pevkelîna dengan  çêbibe ev tewanga hundirîn e. Zimanê kurdî ji ber ku taybetmendiyeke bi vî rengî di pergala wî de heye ew zimanekî tewangbar e. Di zimanê kurdî de hem tewanga derawa, hem jî tewanga hundirîn heye. Ji ber ku ev taybetmendî heye dema ku bi kurdî bê axaftin tewang neyê bikaranîn, ya jî çewt bê bikaranîn ziman di nava xwe de xira dibe. Bi dirustî bikaranîna tewangê huner e. Çewt tewang bê bikaranîn peyv dişkê û ziman ji hîmê xwe dertê û pê re giyana ziman vedireşe derve. Ji ber vê tewang hunera ziman e.  iii- Jimar: Ziman berhemeke civakî ye û li ser pergaleke jimarî ye. Di ziman de her tişt bi jimar e. Xweza verûdeyna xwe di hiş û mêjiyê civakê de bi rengê jimarî tê der û ev jî di ziman de saz dibe û bipergal dibe. Ev jî matematîka ziman e. Yek û pir, yekeyek, yek û cot, cotecot, sêyesê, dehedeh, sedesed û hwd. Têgehiştina jimarê di ziman de bi rengê pergala matematîkê ye. Yekjimarî û pirjimarî li ser guherîna peyvê ristedar in. Her wiha pergala dehî û carînên dehî ristedar e. Di kurdî de ristedariya jimarê her heye.    iv- Rade: Di ziman de rade nîgar ango perspektîf e. Peyv bi rewşa radeyê  diyar e yan jî nediyar e. Aîdiyeta peyvan bi hev ve, pêwendîdariya peyvan a bi hev re diyardeyî û nediyardeyiya wan bi radeyê tê der. Ji ber vê yekê rade nîgara ziman e. Wekî dualî radedarî û neradedarî ji vê rewşê diyar dibe.  v- Rûkarî: Di xwezayê de heyîn her heyîn e. Lê di têgihîştina civakî de, ango di hişmendiya gel de hinek heyîn yekeyên wan di pergala mîkro de ne û nayên ber jimarê, hin heyîn jî hene di pergala makro de ne û têne ber jimarê. Ji ber vê rûkarî wekî jimarbar û nejimarbar diyar dibe. Di pergala ziman de ev rewş jî ristedar e. Ji ber vê rewşê nakokiya (dubendî) di nava xwe de guncaw tîne der. “Av” peyveke nejimarbar e, “tas” peyveke jimarbar e. “Tasek av” dubendiya di nava xwe de biguncaw e.  vi- Rûberî: Di xwezayê de heyîn bi du awayan e. Yek jê heyîna xwezayî ye, ya din jî heyîna hişmendî ye. Her du heyîn ji hev têne der. Di ziman de peyv û têgînên ku van her du heyînan diderbirînin wekî şênberî û razberî hene. Peyvên razber û peyvên şênber ji vê rastiyê têne der. Wekî mînak peyva “dil” her du heyînan jî di rewşên cuda cuda de diderbirîne. Dilê min diêşê, dilê min şewitî.  vii- Xweşkirin: Hestên mirovî ku li peyvan bar bibin û li gorî wê di yekeyên ziman de ango di peyvan de guhertin çê bikin ev aliyên hestiyar ên ziman in. Ji aliyê başî û xweşiyê ve, ji aliyê pozîtîf ve barkirina hestan rewşa xweşkirinê tîne der.   viii- Reşkirin: Hestên mirovî ku li peyvan bar bibin û li gorî wê di yekeyên ziman de ango di peyvan de guhertin çê bikin ev aliyên hestiyar ên ziman in. Ji aliyê nebaşî û nexweşiyê ve, ji aliyê negatîf ve barkirina hestan rewşa reşkirinê tîne der.   ix- Biçûkkirin: Di xwezayê de heyîn her di ser hev re hene, hinek biçûk hinek mezin in. Dema ku bi hinek guherînan peyv rewşa biçûkî bigire ev rewşa biçûkkirinê tîne der. Ev jî aliyekî hestewar ê ziman e.   x- Bangewazî: Dîsa barê bangewaziyê li peyvê bê barkirin û bi vî awayî peyv biguhere wê demê rewşa bangewaziyê tê der. Rewşa bangewaziyê hestewariya ziman a herî prîmîtîf, pêşîn e.   Ji ber ku ziman pergalekî xwezayî û civakî ye ev her deh rewş jî li gorî wê her yek di nava xwe de bi awayekî pergalkirî ye û tev bi hev re guncaw in. Tev bi hev re di heman demê de dibe ku di heman peyvê de pêk bênê. Ev rewş di bikaranîna peyvê de ango di pergala ziman de tev di nava hev de, tev bi hev re û tev ji hev cuda ne.Kaynak: Zîndeweriya Zimanê Kurdî - Amîda Kurd
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,699 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 18-11-2023
Gotarên Girêdayî: 51
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 24-09-2009 (17 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 18-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-11-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,699 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1 çirke!