Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,485
Wêne
  124,229
Pirtûk PDF
  22,106
Faylên peywendîdar
  126,130
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Çend rexne li zimanê Roj TVyê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Zana Farqînî
Zana Farqînî
=KTML_Bold=Çend rexne li zimanê Roj TV'yê=KTML_End=
#Zana Farqînî#

Min ji zû de dil kiribû ku ez careke din jî nivîseke nirxandin û rexneyî li ser zimanê Roj Tv’yê binivîsim. Lê bi rastî hingî şaşî û kêmasiyên spîkerên wê yên ji aliyê ziman ve hene ku ji dilê mirov nayê ku mirov li ser wan raweste.Eynî rewşa kesê ku bikeve nav parêz (bostan) û nizanibe rahêje kîjan zebeşî li meriv diqewime. Tevî vê yekê min çend car jî li ser rewşa zimanê televizyonê nivîsîbû jî.Hevalekî min ê hêja lîsteyek ku bi şaşiyên zimanî yên spîkerên televizyonê tijî bû ji min re şand û ji min daxwaz kir ku ez li ser wan hevok û biwêjên di lîsteyê de fikir û ramanên xwe diyar bikim. Min jî qebûl kir ku ez ê li ser vê lîsteyê rawestim û nêrînên xwe aşkera bikim. Ji lew re min divê bê zanîn ku ev lîste ji aliyê wî hevalî ve hatiye amadekirin. Hevok û biwêjên di lîsteyê de, di demên cihê de hatine qeydkirin ku mêjûya wan jî di nav kevanekê de hatiye dayîn.Ji ber ku hin hevok bi awayekî kêm hatibûn tomarkirin, min ew ji nav lîsteyê derxistin. Ji lew re dikaribû gelek mehne ji wan biçûna. Diviya ku ew wek hevokên temam bihatina qeydkirin. Di pey van daxuyaniyan re îcar ez hez dikim ku bi awayê rêza alfabetîk bi mijara xwe de biçim. Digel vê yekê, berî ku ez rexne û nirxandinên xwe yên bi giştî daxuyînim, min divê ku ez bi dorê di van hevok û biwêjan bifikirim û hîngê ramanên xwe aşkera bikim.  bi qasî ... kes temaşeyî şanoyê kir (17-11-2007): Di vê hevokê de şaşiya rêzimanî tenê di peyva kes de heye ku /-î/ lê zêde nebûye. Ji ber ku hevok li gorî dema borî ye û lêkera kirin jî gerguhêz e, diviyabû ku /-î/ya tewangê li peyva kes bihata zêdekirin. Li aliyê din çendî awayê temaşeyî ... kirin hebe jî,  lê forma lê temaşe kirin, hîn xweştir û berbelav e. Niha jî em awayê rast ê hevokê bidin:  Bi qasî ... kesî li şanoyê temaşe kir.bi qasî 60 hezar kesî beşdarê mitîngê bûn (21 Adar 2008): Di vê hevokê de ez ê li ser du şaşiyên gramer û rastnivîsê rawestim. Her çi qas dema kêşanê dema borî be jî, ji ber ku lêkera bûnê negerguhêz e, diviya dengê /-î/yê li bêjeya kes nehata zêdekirin. Her wiha ji ber ku beşdarî ... bûn ji wan cureyên lêkeran e ku ji hev dibin, hewce bû ne /-ê/ lê belê /-î/ bi peyva beşdar ve bibûya. Wek tê zanîn di dema çêkirina terkîban de veqetandekên me yên /-a/, /-ê/ û /ên/ tên bikaranîn. Îcar li vir, ji ber ku terkîb nîn e, diviya ku li cihê /-ê/yê /-î/ bihata bikaranîn ku ew qertafa berpêbûnê ye. Her çi qas em dizanin ku di devokên me de, di vî warî de hevnegirtinek jî heye. Rewşa rastkirî ya hevokê: Bi qasî 60 hezar kes beşdarî mitîngê bûn.  biborînin (22 Adar 2008): Ez bi xwe jî pir rast lê têm ku di şûna gotinên li min bibore an jî li me biborin wek bibore, biborin tên bikaranîn.Ev awa şaş e. Jixwe di zimanê me yê devkî de, gelek awayên gotinê ji bo vê yekê hene. Wekî li me megire, min bibexşîne, me efû bike û hwd. Lê eger em bixwazin lêkera borînê bi kar bînin, îcar divê ku em lêkera ku ji hev dibe lê borînê bi kar bînin. Li me biborin, an jî li min bibore, rast e.bihêlê, biçê, bikê..... : Ev awayê bikaranîna devoka herêmî ye, ku bi piranî di devoka toriyan de mirov rastî vê rewşê tê. Di zinanê me yê nivîskî de qertafên lêkera bûnê yan li gorî hin kesan qertafên kesane yan jî cînavkên pêvebestî  ev in. Di dema kêşana lêkeran û kêşana cureyên peyvan ên ku bi dengdaran (konsenantan) diqedin wekî hev in: im, î, e, in, in, in. Îcar di dema kêşana cureyên peyvan de, ku ew bi dengdêran (vokalan) diqedin, qertaf ev in: me, yî, ye, ne, ne, ne.Li aliyê din, ev lêkerên li jorê di forma raweya fermanî de ne û qertafa kesane ya raweya fermanî ne /-ê/ ye, lê belê /-e/ ye. 
Awayê wan ê rast ev e: bihêle, biçe, bike. binçav kirin: Ev awa çendî nû be jî, êdî ketiye zimanê me yê devkî û nivîskî jî. Ji ber ku ev têgiheke hiqûqî ye û hîn di zimanê me de berginda wê û yên wekî din, tam çênebûne, lewma em dikevin tengasiyê. Tê zanîn ku em di kurmancî de ji bo tewqîfkirinê jî girtin û ji bo destgîrkirinê jî dîsan lêkera girtinê bi kar tînin. Heta gava ku dadgeh ceza li bersûc dibire jî dîsan em heman peyvê bi kar tînin. Di zimanê erebî de nezaret (binçavkirin; gözaltı), tewqîf kirin (girtin; tutuklamak) û mehkûm kirin (ceza birîn, ceza lê birîn; mahkûm etmek, hüküm vermek) heye.Di vî warî de tengasiya zimanê me heye. Di şûna peyvên tirkî de, yên wekî yakalamak, tutmak, tutuklamak de hema em lêkera girtinê bi kar tînin, lê ev yek têr nake. Li cihê wan, em dikarin van lêkeran pêşniyaz bikin:ragirtin: tutuklamak, göz altına almakqefaltin: yakalamakdestgîr kirin: yakalamakceza birîn: hüküm vermek, mahkûm etmek, hüküm giydirmek  ragirî: göz altı, gözetimbinçavî: göz altı, gözetimjêrçavî: göz altı, gözetimnezaret: göz altı, gözetimkirin bin çavan: göz altına almak, gözetime almakxistin bin çavan: göz altına almak, gözetime almakbinçav kirin: göz altına almak, gözetime almakjêrçav kirin: göz altına almak, gözetime almakkirin nezaretê: göz altına almak, gözetime almakEger dilê me li van rûnenê, mirov dikare îcar peyvên erebî di şûna wan de bi kar bîne heta ku em ji wan re peyv û terkîbên çêtir peyde bikin an jî çêkin.çapemeniya tirk şer sor dike (17-11-2007): Dabaşa me ya li ser vê hevokê, li ser tebîra şer sor dike ye. Di zimanê me de di şûna kızıştırmakaa tirkî sor kirin heye, ku ev bi awayê mecazî ye. Lê tiştê ku ez dizanim, ji bo gava kes an jî heywan li hev û din dixin, ev tê bikaranîn.
Ez bêhtir bi van tebîrên jêrê dizanim: şer germ kirin, şer xweş kirin, şer geş kirin û hwd.çav li rê ye (18-11-2007): Ev li cihê gotina tirkî ya beklemek tê bikaranîn ku di zimanê me de çend bergindên wê hene, wekî: pan, li hêviyê man, li hêviyê bûn, li hêviyê sekinîn, li panga (yekî) man, li bendê man, li bendê sekinîn, berbendî (...) bûn, rêpana (yekî) kirin, çav li rê bûn.Belkî wekî qalib ev lêkera biwêjî ne şaş e, lê belê cihê ku lê hatiye bikaranîn çiqas guncan e cihê şik û gumanê ye. Eger em bi hevokekan rewşê zelaltir bikin, dê çêtir be. Va ne çend hevokên me yên nimûneyî li jêr in: her kes li hêviya hatina heyetê ye.gel li bendê ye ku şer bisekine û aştî çêbe.rayedar berbendî aşkerakirina raporê ne.çerçove (17. 11. 2007): Di zimanê me yê devkî de em rastî çend awayên bilêvkirina vê peyvê tên ku berginda vê ev in: çarçove, çerçîfe, çarçîve, çarçêwê. Ev peyv peyveke hevedudanî ye û ji çar+çove hatiye pê ku dibêjin di farisî de jî, ji çar+ çûbe hatiye. Jixwe em dizanin ku di zimanê me de peyva çov heye, nexwe em dikarin bêyî ku bikevin kitekitan, bi dilekî rihet biryarê li ser awayê gotina wê ya çarçoveyê bidin.devê çapemeniya tirk girt (18-11-2007): Bêhneke zêde ya wergerê ji vê hevokê tê.
Di şûna vê de eger mirov biwêjên wekî dev lê ziwa kirin, zimanê (...) kin kirin, dev lê qelaştin, ji devgerê xistin û hwd.  bi kar bîne dê çêtir be. Xwezî berdewamiya hevokê hebûya ku mirov karibûya bi awayekî baş ji mebestê tê bigihîşta û li gorî wê yekê alternatîfa xwe pêşkêş bikira.
Dîsan jî em ya xwe derpêş bikin: dev li çapemeniya tirk ziwa kir. di daxuyaniya bahskirî de: Ev wergera ku ji ber biwêja tirkî ya söz konusuyê diqewime, di gelek nivîsan de derdikeve pêşberî me. Berginda vê gotina tirkî ya kurmancî ev e: dabaş, dabaşa axaftinê (xeberdanê), mijara axaftinê. Lê di dema axaftinê de rewş diguhere, bi taybetî di zimanê devkî de, mirov rastî awayên wiha jî tê: Tiştê ku em jê behs dikin, tiştê ku dabaşa me li ser e. Piştî van gotinan, niha jî em hevokê li gorî nêrîna xwe rast bikin:   di vê daxuyaniyê de ku dabaşa me li ser e, di vê daxuyaniyê de ku behs li ser e..... dînazorên bahskirî (16-11-2007): Heman mantiq di vê hevokê de jî heye.Jixwe peyv ne dînazor, lê dînozor e. Îcar ev peyv bi mecazî hatiye bikaranîn an jî di wateya rast de hatiye bikaranîn, di hevoka netemam de ne kifş e.Eger tu bikaribe hinek bahsa Newroz îroj ji me re bike (21 Adar, 2008): Bêyî ku em dirêj bikin, hema em yekser hevokê rast bikin dê çêtir be: Eger tu bikaribî, hinekî behsa Newroza îroj ji me re bike.hate jiyandin (21 Adar): Ji ber bandora zimanê tirkî, dema ku hevok peyv bi peyv li kurdî tê wergerandin, mirov rastî ecêbên wiha giran û sosret tê. Bûyer, qewam nayên jiyandin, diqewimin, çêdibin, rû didin û hwd. Li gorî mantiqa zimanê kurdî mirov nikare bibêje bûyerên ku di Newrozê de hatine jiyandin, lê mirov dişê bibêje ku bûyerên ku di Newrozê de qewimîn û hwd. Divê em ji bîr nekin ku zimanê me zimanekî rasterast e, ne wekî yê tirkî nerasterê ye. Di tirkî de forma pasîf bêhtir xurt e, lê kurdî aktîf e.   hayjixwehebûna xwe (17-11-2007): Ev hevok jî ji ber ku ne temam e û berdewamiya wî nîn e, mirov nikare tam jê fehm bike ka mebest jê çi ye. Lewma şîrove kêm dimîne. Digel vê rewşê jî mirov dikare wê wiha rast bike: haydarbûna ji xwe.heta tu dest ji zalimkeriyê û mêtîngeriyê bernede, em qebûl nakin (21 Adar 2008): Di vê hevokê de min divê ez pêşî balê bikişînim ser peyva zalimkerîyê, ji ber ku bi awayekî şaş hatiye duristkirin.
Carek zalim bi xwe rengdêr e, ji lew re ne rast e ku mirov ji wê ji bo heman wateyê dîsan peyveke rengdêr çêke. Eger em bixwazin jê rengdêrekê çêkin, îcar gerek e em ji peyva zilmê çêkin û parkîta /-ker/ bi paşiya wê ve daynin: zilmker, zilmkerî. Li hêla din di şûna peyva dest de diviya ku ya dev bihata tercîhkirin. Îcar ez vê hevoka ji bo nimûneyê ku hatiye dayîn, sererast bikim: heta tu dev ji zilmkeriyê û mêtîngeriyê bernedî, em qebûl nakin.jiyana xwe ji dest da:Çendî ev biwêj ji kurmancî re nû be jî, bi xwe ji min re xweş tê û îtiraza min jê re nîn e. Her tim mirov nikare zimanekî amiyane bi kar bîne û divê carinan mirov serî li zimanê nezaketê bide; ji bo rewşên awarte hewce ye ku mirov biwêj û peyvên ji bo rêzgirtin û hurmetê bi kar bîne.komeke ulkuciyan (17-11-2007): Bi vî awayî çêkirina terkîbê, dike ku mehneyeke din ji mebestê here. Eger alaz û mebest jê grûbek nîjadperest be, diviya ku wek komek mengîwer (ulkucî) bihata gotin. Eger wek komeke ulkucuyan were bikaranîn mehneyeke din jê diçe. Dibe wek komek ji komên ulkucuyan.lêpêlkirina mafên mirovan (20-11-2007): Jixwe lêpêlêkirin ji binî ve şaş e, ku pêlîkirin bihata gotin dîsan çêtir bû. Lê pêwîst bû ku binpêkirin an jî îxlalkirin bihata tercîkirin. binpêkirina mafên mirovan, an jî îxlalkirina mafên mirovan rast e.mala sersaxiyê (17-11-2007): Ez bi xwe ji peyva sersaxîyê bêhtir gotina serxweşîyê çêtir dibînim. Awayê gotina mala serxweşiyê û ya mala taziyeyê ji gotina mala sersaxiyê xweştir û rasttir dibînim.
Li hêla din van salên dawiyê du gotinên bi tirkî jî derketin rastê ku gava wan werdigerînin kurdî, rewşeke xerîb çêdibe. Wekî cemevi û taziye evi, îcar ku em wan ji tirkî bi awayê cemxane û taziyexane li kurdî bînin, bi ya min dê hîn çêtir û baştir be. mînakeke baş ya takiyê da (18-11-2007): Wergereke ne baş û qet li kurdî nayê: Em li gorî xwe hevokê rast bikin: Mînakeke baş ji bo taqiyeyê da, li ser taqiyeyê mînakeke baş da.Newroz serhildan a, berxwedan a (21-03-2008): Li vir gelş ji devoka herêmî diqewime. Awayê rast ev e:  Newroz serhildan e, berxwedan e. Newroz, tu li taxan geriya te çi dîtş (22-03-2008): Em vê hevokê jî hema rast bikin, bêyî ku em tiştekî li ser wê bibêjin: Newroz, tu li taxan geriyay te çi dîtşpênc hezar kurdî di êrîşa çekên kîmyewî de hatin kuştin (15-03-2008):Ji aliyê gramerî ve hevokeke şaş û çewt e. Ez hez nakim bi kitekit li ser rawestim, ji lew re ez ê wê sererast bikim: pênc hezar kurd bi êrîşa çekên kîmyewî hatin kuştin.rencîde kirin (18-11-2007): Ji ber ku hevok kêm e, nikarim zêde tiştekî bibêjim. Lê ev tê wateya tehl kirin û êşandinê: te ez rencîde kirim, ango te ez tehl kirim (êşandim), tu bi van gotinan me tehl dikî (diêşînî).  rewşa hêrsoyî (17-11-2007): Rasterast wergera gotina tirkî ya gergin durumê ye. Li şûna wê mirov di kurmancî de rastî awayê gotina rewşa ne xweş tê. Wekî rewş gelek ne xweş, her kes li bar e. Mebest ji vê ew e ku dike ku mirov bi hev bikevin, şer û pevçûn çêbe, bêhna mirovan teng e, hêrsa wan rabûye û hwd. Bi gotina kin û kurt: rewşa ne xweş, çêtir e.  Seroka DTP a Wanê -ku Serokê DTPê mêr e- (17-11-2007): Em vê hevokê jî bêyî ku tiştekî bibêjin hema sererast bikin:  serokê DTP’a Wanê tedbîr wergirtine (17-11- 2007) Ez bi gotinên tedbîr stendin, tedbîr girtinê dizanim, lê bi vî awayî nizanim.tevî hewldanên sorkirinê, em ê... : Em ji vê re jî alternatîfên xwe derpêş bikin:tevî helwdanên ji bo berîhevdanê (hewijandinê), digel hewldanên ji bo fîtkirinê (sîqilandinê). Tirkiye ji demek awarte re derbas dibe: Em dikarin hevokê wiha biedilînin û bi keys bikin: Tirkiye di demeke awarte re derbas dibe.topyekun: Bergindên vê yên kurdî ev in: bi tevahî, pêkve, tevde, bi tomerî, bi komelî. Îcar li gorî rewşê mirov dikare bi wan, hevokan saz bike, wekî: şerê bi tevahî, êrîşeke pêkveyî (tevdeyî) û hwd.  tu dikare ji me re bibêjeş (21-03-2008): Dîsan hevokeke ku bi devoka herêmî hatiye sazkirin.
Awayê wê yê rast: tu dikarî ji me re bibêjî.tu şîlobûn di helwesta wan de nîn e (18-11--2007): mebest jê çi ye, ez tê negihîştim. Ma ku mirov bibêje helwesta wan aşkera û zelal e, qey nabe! zincîrên ji mirovan bên çêkirin (01-05-2008): Dîsan em bi wergereke ji zimanê tirkî rû bi rû ne. Bi qasî ku ez dizanim, tebîreke wiha di zimanê me de nîn e. Eger mirov bixwaze wê li zimanê xwe bîne, dikare tiştekî wiha çêke: ji mirovan xelekên zincîran bê çêkirin. Li aliyê din, di zaravayê kirmanckî (zazakî) de ji bo zincîrê rêzîle tê gotin. Mirov dikare ji vê terkîbê re rêzîla mirovan jî bibêje.Piştî van, ez dixwazim ku behsa nêçîreke xwe ya ku min di 12’ê Avrêla (Nîsana) 2008’an de ji bultena nûçeyên kurmancî ya êvarê kiribû, behs bikim: roj bi heriyê nayê seyandin, ku ev ji tirkî (güneş balçıkla sıvanmaz) hatiye wergerandin. Bergindên wê yên kurdî, yên ku ez bi wan dizanim ev in:roj bi bêjingê nayê girtin, roj bi bêjingê nayê veşartinçû ser dilovaniya xwe: Vê biwêjê ne tenê di medyaya dîtbarî û bihîzbarî de, her wiha di ya nivîskî de jî, ji xwe re cihekî xurt qefaltiye. Lê şaşiyek di vê de heye, ku ew  ji awayê bikaranîna xweyê diqewime.Bi qasî ku ez dizanim ev biwêj di zaravayê kurmancî de nîn e, bi îhtimaleke mezin ji zaravayê me yê kurmanciya xwarê (soranî) hatiye nav kurmancî. Di vê biwêjê de peyva xwe şaş tê bikaranîn, ku ew bi xwe xwa ye û bi zaravayê soranî tê wateya Xwedê; wekî ku çawan di vî zaravayî de gotinên mîna Xwahafiz (Xwedê te bistrîne, Xwedê te biparêze, Xwedê te bixefirîne) û be Xwa (bi Xwedê)  tê gotin. Ji lew re awayê wê yê rast çûn ser dilovaniya Xwa ye. Di kurmancî de di şûna wê de biwêjên me yên li jêrê hene:çûn ber (an jî ser) rehma Xwedêçûn emrê Xwedêçûn piyariya Xwedêçûn rehma (an jî rehmeta) Xwedêçûn rehmetêkoça dawîn kirin. Li dawiyê, em dikarin van tiştan bibêjin, di van hemû mînakan de jî, hema bibêje tesîreke neyînî ya zimanê tirkî heye ku ev yek jî, ji ber wergerê diqewime. Digel vê rewşê, bêhneke zêde û bandoreke xurt a devoka herêmî li ser spîkerên televizyonê xwe dide der. Ji lew re jî heqê me heye ku em hem gazinên xwe ji wan bikin û hem jî rexne li wan bigirin ku hinekî din bi baldarî û bi zanebûn tev bigerin û wisan nêzikahî di zimanê xwe bidin. Lê bixebitin ku hem ji bin hîkariya nebaş a tirkî derkevin hem jî xwe ji bin bandora devoka xwe bifilitînin.Li aliyê din divê ku ne bi zimanê tirkî lê belê bi kurdî biramin, bihizirin û wisan nûçeyên xwe amade bikin.Her wiha bi ya me, hewce ye ku tim di bîra wan de be ku mantiqa zimanan ji hev cihe ye, taybetiyên xweser ên zimanan hene. Dîsan jî min divê ez bi awayekî aşkera bibêjim ku zimanê kurdî zimanekî rasterast e, ango dîrekt e, ne wekî yê tirkî nerasterast (îndîrekt) e.Ez bi xwe, ku bi salan e li ser kurmancî dixebitim, pir hindik bi kapasîteya kurmancî dizanim û haya min ji hewcedariyên vî zaravayî heye. Biwêj û tebîrên nû, têgih û qalibên nû jî dikevin zimanê me yan jî pêdiviya me bi wan çêdibe. Îcar li vir bi ya min, divê azîna me (ango metoda me) azîneyeke zanistî be.Divê ku em wan li kurdî wernegerînin, bi mantiqa zimanê ku lê bixebitin ku wan li kurdî bînin.  Gotina min a dawî jî ev e: mirov çi qas bi hev bişêwire, li fikira hevalên xwe bipirse, ew qas çêtir û baştir e. Li hêla din, bi qasî ku ez jê agahdar im, ji bilî kesên ku bi zaravayên kurdî dizanin, kesên ku bi zimanên din jî dizanin li wir hene û mirov dikare ji hev bipirse, da ku hem zimanekî rast hem jî zimanekî standard pêk bîne.Kaynak: Çend rexne li zimanê Roj TV yê - Amîda Kurd
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,293 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/- 17-11-2023
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 22-04-2018 (8 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Medya, Ragîhandin
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-11-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,293 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.562 çirke!