Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,293
Wêne
  123,307
Pirtûk PDF
  22,036
Faylên peywendîdar
  124,530
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
60 Bêjeyên Qedexekirî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bahoz Baran
Bahoz Baran
60 Bêjeyên Qedexekirî
#Bahoz Baran#
TRT 6’ê çima 60 bêjeyên Kurdî qedexe kirin? Taybetiyên wan bêjeyan çi ne? Fermo werin em bi hev re li sedemên qedexekirina wan bêjeyan bigerin.Aram: Divê aramiya Kurdan tune be, Kurd û aramî li hev nakin. Jixwe navê hunermendekî wan jî Aram bû û stranên şoreşgeriyê jî distran. Ji xeynî wê navê weşanxaneyeke wan a rêxistinê jî ‘Aram’ e; ji ber van sedeman nabe ku em wê bêjeyê bi kar bînin.Arîşe: Kurd jixwe bi arîşe ne, ev bêje çiqas were dubarekirin dê arîşe zêdetir bibin û tevlihevî çê bibe. Ev bêje jî bila ji holê bê rakirin.Artêş: Ev bêje weke navê xwe bi talûke ye. Ew ji artêşan hez dikin. Artêşa wan li serê me bela ye. Divê ev bêje jî bê qedexekirin.Asayî: Tu caran ji bo wan rewş nebûye asayî. Di rewşeke asayî de ew ê malikê li me xerab bikin. Weke aramiyê, asayî jî ji bo wan divê bê qedexekirin.Asteng: Li pêşiya pergala me astengiya herî mezin ew in. Ji ber ku ew astengî ne divê em ‘astengiyê’ ji holê rakin.Belavok: Ev bêje ji bo wan pir bi kêr tê. Pir dixwazin fikr û ramanên xwe bi belavokan ragihînin her kesî. Ev bêje jî divê here nava karwana bêjeên qedexekirî.Bûyer: Bûyerên wan jixwe naqedin, roja ku bûyer çê nebe tune ye. Ji ber vê yekê divê em vê bêjeyê jî ji nava zimanê wan derxin û ji dêvla vêya tiştekî din bi kar bînin.Çalakî: Yek jê bêjeya ku ew herî pir jê hez dikin û pêk tînin ev bêje ye; divê em rê li ber vê bêjeyê jî bigirin.Dadgeh: Bêjeya mehkemeyê ji bo wan girantir e, ev bêje wan natirsîne, sivik e. Nabe ku em bêjeya dadgehê bi kar bînin. Dibe ku bi vê bêjeyê ew li wan deran bi zimanê xwe jî biaixivin.Damezrandin: Ev bêje komarê û dewletbûnê dê bîne bîra wan, divê em vê bêjeyê jî qet bi kar neynin.Darayî: Talana bavê me ye, divê em qet neynin bîra wan ku em li ser erdên wan pezê xwe diçêrînin. Aboriya wan xurt bibe dibe ku bi ser hişê xwe ve werin.Derhêner: Divê derhênerên wan tune bin, an na dê ew jî weke cihuyan dest bi kişandina filîman bikin û dinyayê bînin seyra me.Dîmen: Heta ji we tê vê bêjeyê û dîmenên berê neynin ber çavên wan. Divê ew tiştan pir zû ji bîr bikin.Dîrok: Ev bêje gellekî bi talûke ye, ji ber ku têkiliya wan û dîroka wan kurt an jî qut e em îro bi wan dikarin. Divê ev bêje jî ji ferhengê derkeve.Dozger: Weke bêjeya dadgehê dibe ku ji vê bêjeyê jî qet netirsin, ji wan re sivik were ev bêje û dozgerên me li dora xwe bigerînin.Ewleyî: Ku ewleyî çê bibe ew ê dest bi fikirînê jî bikin, divê tu carî ew di rewşeke ewle de nîn bin; lewma jî divê ev bêje jî neyê bikaranîn.Ewlekarî: Ji xwe divê bi vêya qet nehesin, ew kar karê me ye, ku sibê rabin bibêjin ewlekarî karê me ye, ev ji bo me qet ne baş e.Erdnîgarî: Ev jî bêjeyeke bi talûke ye. Ev bêje dê Kurdistanê bîne bîra wan. Dê baş tê bigihîjin ku bûne çar parçe.Êrîş: Sermiyanê wan jixwe ev bêje ye, wan çi ji me stendibe bi xêra vê bêjeyê ye, divê em vê bêjeyê jî ji zimanê wan derxin.Fermî: Ev bêje jixwe divê qet neyê bikaranîn, bila zimanê xwe li derve, li malê biaxivin lê li ciyên fermî nabe. Ku vêya bi dest bixin, em ê têk biçin.Gerdûn: Ev bêje dibe ku hişê wan bêtir ber bi fikrê azadiyê ve bibe. Heta ji me bê divê têkiliya wan û gerdûnê qut bibe, lewma jî divê ev bêje jî li wan bê qedexekirin.Girîng: Divê ew fêm nekin ku tiştên wan girîng in. Ew çiqas vêya fêm bikin dê ewqas bi ser me de werin. Ev bêje jî nabe.Helwest: Divê ew nebin xwediyê  tu helwestê; lewma jî divê em vê bêjeyê ji nava zimanê wan derxin. Ji ber ku rika wan jî zêde ye ku bibin xwediyê helwestekê  em ê qet nikaribin bi wan.Hîndekarî: Na, qet nabe, bêhna perwerdehiyê ji vê bêjeyê jî tê. Vê bêjeyê jî divê em derxin ji nava zimanê wan.Komar: Ev hesret di dilê wan de maye. Komar jî weke bêjeyên dewletbûnê ye, divê ew jî cî negire di zimanê wan de.Kovar:  Ji bo ku wêje û zimanê wan bi pêş nekeve divê ev bêje jî bê rakirin.  Dibe ku kovarên wan ên berê jî tim bên bîra wan.Maf: Jixwe herî pir di vî warî de ew me ditengijînin. Ji bo ku em pêşî li wan bigirin, divê ev bêje jî were qedexekirin, maf jî heta ciyekî ye.Merc: Divê ev bêje jî neyê bikaranîn. Bila nizanibin ku di nava kîjan şert û mercan de ne û halê wan çi ye.Mijar: Bila mijarên wan tune bin. Divê tim belawela û jihevdeketî bin. Dibe ku ev bêje jî wan bi ser hev de bîne; lewma jî divê ev jî neyê bikaranîn.Nakokî: Nakokiyên wan pir in, bila haya wan ji nakokiyan jî tune be. Ku nakokiyan ferq bikin, dê bêtir tê bikoşin.Navneteweyî: Divê qada navneteweyî li wan bê tengkirin, her ku ber bi vê qadê ve diçin, hînê tiştên din jî dibin û bêtir hişyar dibin; lewma jî divê ev bêje jî neyê bikaranîn.Netewe: Heta ji me tê divê em wan di warê netewebûnê de hişyar nekin. Tiştê ku heta niha me kirine jî ji bo vê yekê ne, ev bêje teqez divê neyê bikaranîn.Nexşe: Dema ku ev bêje tê bikaranîn, Kurdistan tê bîra wan. Divê ev bêje jî neyê bikaranîn.Nijad: Ev bêje jî weke bêjeya neteweyê bi xeter e. Ku di vî warî de bi pêş bikevin dê şerên mezin biqewimin û ew ê  bixwazin heyfa berê ji me bistînin. Lewma jî teqez divê ev bêje jî neyê bikaranîn.Nîqaş: Ew çiqas hînê vê bêjeyê bibin, ew ê bêtir li mijaran vebin û sedemên hin tiştan bipirsin. Kurd nîqaşê nekin çêtir e.Nûjen: Nabe ku ew bibin nûjen. Jixwe tiştê ku me aniye serê wan bêtir di vî warî de rû dide. Ku xwe û zimanê xwe di warê nûjeniyê de bi kar bînin, êdî wê nema zimanê me jî bi kar bînin. Divê ev bêje jî here ber golikan.Parêzger: Vê dawiyê hejmara parêzerên wan zêde bûye û ev jî serê me diêşîne, ku em vê bêjeyê bi kar neynin dê ji bo me pir baş bibe.Pejirandin: Dixwazin gellek tiştan bi me bidin pejirandin, ku me hînê pejirandinê bikin çû ji me ve. Divê ji ev bêje neyê bikaranîn.Perwerde: Em hatin ser meseleya herî girîng. Pir zorê didin me ku em dest bi perwerdehiyê bikin. Lê di vî warî de ku pêşketinek hebe, dê derbeke dijwar li me bikeve. Radeya xeteriya vê bêjeyê jî pir zêde ye.Pîşesazî: Divê ew hînê bêjeyên wisa nebin, tim divê cotkariyê û karkeriyê bikin. Ku karê xwe bixwe  bi rê ve bibin, bixwe hinek tiştan ava bikin, dê nema guhdariya me jî bikin. Lewma jî divê ev bêje jî neyê bikaranîn.Pêşkêş: Heta niha ew sekinîne, me pêşkêşê wan kiriye. Ku pêşkêşiyê bikin, dê rûyê wan li me vebe û dê hay ji gellek tiştan çê bibin.Pêvajo: Heta ji me tê divê em haya wan ji pêvajoyê çê nekin. Ku pêvajoyê ferq û fam bikin, dê rewşa me ber bi xerabiyê ve here.Pêwîst: Na. Nabe ku hay ji pêwîstiyên xwe jî hebin. Nexwe dê di destpêkê de bibêjin pêwîstiya me bi perwerdehiyê heye. Ev bêje jî divê neyê bikaranîn.Pirtûk: Her ku dixwînin bêtir hişyar dibin. Pirtûk pirtûkan weke ku ‘pirr’ dikin. Na, nabe ku ev bêje jî bê bikaranîn.Pispor: Jixwe bibin pispor me safî kir. Pisporî ji wan ma ye, divê di vî warî de em pisporê her tiştî bin. Em ê vê bêjeyê jî bi kar neynin.Bijîşk: Bi vê bêjeyê, ‘jiyan’ tê bîra wan. Dibe ku fêm bikin jiyana wan di çi rewşê de ye, dibe ku dixtor jî têkevin bin bandora vê bêjeyê û bi zimanê xwe biaxivin. Ev bêje jî divê here ber golikan.Raman: Ne bi zimanê me û ne jî bi zimanê xwe baş dizanin. Rewşa wan rewşa bêzimaniyê ye. Lewma jî raman li cem wan kêm peyda dibe. Dibe ku bifkirin bi vê bêjeyê. Ev bêje jî qedexe ye.Raya gel: Bila gel niha hebe; lê raya wî hinekî bi xeter e; her ku ev bêje bê bikaranîn, ew ê di gellek mijaran de xwe mafdar bibînin.Rexne: Divê hînê vê bêjeyê jî nebin. Ji lewre rexne dê hinek tiştên girîng û veşartî jî bi wan bide hesandin. Nabe ku em vê bêjeyê bi kar bînin.Rêxistin: Dema ku ev pêk were hêdî hêdî dê hinek tiştên din jî pêk werin. Tiştê ku zora me dibe jî ev e. Ji ber ku di van demên dawîn de hinek bi rêxistin bûn ev tişt hatin serê me. Divê ev bêje jî di nava bêjeyên bi xeter de be.Rizgarî: Divê ew rizgar nebin, ev bêje hîn jî di ferhenga wan de pir zindî ye. Divê em vê bêjeyê jî ji holê rakin.Şano: Dema ku ew dest bi şanoyê bikin, bawer bikin dê rastiyê raxin ber çavan. Ev jî ji bo me ne baş e. ji ber ku ew heta bi çavê serê xwe nebînin ji tiştan pir bawer nakin.Şaredarî: Di van demên dawîn de ev sazî ketin destên wan. Divê em vê bêjeyê jî bi kar neynin. Ji ber ku xweserbûn dibe ku ji van deran dest pê bike.Tawanbarî: Di vî warî de gellek bûyerên nediyar hene. Heta ji me tê divê em  bêjeya tawanbariyê bi kar neynin, ku ev rewş derkeve holê bi hezaran tawanbarî hene.Taybetî: Taybetiyên wan çê nebûne. Bila wisa belawela û bê taybetî bijîn. Ji kerema xwe re vê bêjeyê jî derxin û bi kar neynin.Têkoşîn: Ev bêje serîrakirin, şer û berxwedanê  tîne bîra wan, lewma jî divê neyê bikaranîn.Tenduristî: Ew nexweş in, ku ew bên ser xwe em çi jî bikin em  nikarin bi ser bikevin. Divê ew tu carî baş nebin. Ev bêje jî divê neyê bikaranîn.Wêje: Ji ber ku di warê çand û hunerê de xwediyê mîrateke dewlemed in, divê wêjeya wan bi pêş nekeve, ku bi pêş bikeve ew ê me nexwÎnin, ew ê bi dewlemendiya zimanê xwe bihesin.Qedexe: Bi rastî nakokî ye ku em vê bêjeyê qedexe dikin. Lê divê em bikin. Divê ew bi qedexeyan nehesin. Qedexe, qedexe ye êdî.Zanîngeh: Fikr û ramanên azad li wan deran şîn tên. Ku zanîngeh bibin warê wan, divê em koç bikin. Ev bêje jî ji bêjeyên qedexe ye.Zanyarî: Zimanê wan zimanê gundan e. Nabe ku bêjeya zanyariyê di zimanê wan de hebe û ew jî bibin zanyar.Kaynak: 60 Bêjeyên Qedexekirî - Amîda Kurd
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,036 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 04-11-2023
Gotarên Girêdayî: 51
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 07-02-2014 (11 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 04-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 05-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 04-11-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,036 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.594 çirke!