Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,686
Wêne
  124,529
Pirtûk PDF
  22,125
Faylên peywendîdar
  126,726
Video
  2,194
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,184
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,842
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
5,075
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Hemû bi hev re 
275,377
Lêgerîna naverokê
R’EWİŞA ÊZDÎTÎYÊ YA ÎRO DI BIN R’ONAHÎYA DİROKA HEZARÊ SALAN DA
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
R’EWİŞA ÊZDÎTÎYÊ YA ÎRO DI BIN R’ONAHÎYA DİROKA HEZARÊ SALAN DA
R’EWİŞA ÊZDÎTÎYÊ YA ÎRO DI BIN R’ONAHÎYA DİROKA HEZARÊ SALAN DA
=KTML_Bold=R’EWİŞA ÊZDÎTÎYÊ YA ÎRO DI BIN R’ONAHÎYA DİROKA HEZARÊ SALAN DA=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

Ya ku îro di nava jîyana êzdiyan da, wek beşekî net’ewa k’urd,  pêk tê, dengveger’a dîroka gelê me ya kevnar e, p’arç’eyekî wan bûyerên trajêdik ên K’urdıstanê yên bı giştî ye û beşekî wan pêvajoyan e, yên ku îro di K’urdıstanê da pêk tên. Û, eger mirov baş bala xwe bide wan bûyeran û wana dı nav goveka êrîşên ser gelê k’urd da bınırxine, dê bıngeh û sedemên wan têbıgıhije – ji wan êrîşên hovane yên DAÎŞê gırtî, heya bê-derê wan lîstikan, ên ku iro di Welêt û derveyî Welêt li dijî êzdîtîyê pêk tên. Û li vira divê bê zanîn, ku hê ne dîyar e, k’a gelo, ew êrîşên hovane yên DAÎŞê ji bo êzdîyan bêhtir xeter in, an ev listıkana, yên ku îro di nava êzdiyan da li hember vê ola gelê me ya kevnar tên meşandın... 
Belê, dı nav gelê me da êdî gelek kes têdıgıhîjın, ku ev lîstistıkana ji êrîşên îslamîya r’adîkal xetertir in û ji hêla bingehên xwe va herdu jî ç’avkaniya wan li cîyekî ye. 
Binıhêriın, her çıiqas, wek ku tê zanîn, êzdîtî ola gelê k’urd a kevnar e û ji bilî gelê k’urd, ev ola, yan yeke weke wê di nava hîç gelekî cîhanê da nine, hinek r’abûne û hewl didin “bidin xuyan”, ku ev ola kevnar a hevbeş a k’urdan û ereban e, û ji bo ku evê jî, qaşo, “îzbat bıkın”, wan têrmîn û têgehên îslamî tînın, ên ku bı r’êformên Şîxadî r’a hatıne nava şzdîtîyê, heya li ser tûjıkê zyareta êzdiyan a T’bilîsîyê lî şûna sembıla R’ojê dest danine... û, k’a dest jî di ola îslamê da çi wat’eya xwe heye, ji xwe tê zanîn... 
Ev mîrovana, diroka êzdîtîyê ji sedsala XII va destpê dıkin, ev jî wê demê, dema zanîyarên cihanê wê digıhînin çend hezar salan!
Weha, dirokzan û ezdazanê navdar ê înglÎz ê vê serdema me – Êndryû K’ollînz çı dinivîse: 
“Di derbarê kevnarîya berekên êzdîyan da di zargotina  wan a kevnar û gotinên pêşîyên wan da jî gelek agahî hene, ji ber ku ji bo hejmartina t’emenê cîhana me ewana serdemên demdirêj bi k’ar tînin. Ewana bi bawer dibêjin, ku hevtê û du Ademên cuda hebûne, her yek ji wan deh hezar salan jîyaye. Û wê demê di cîhana me da mirov nejîyabûne. Êzdî bawer dikin, ku mirovên dema me peyhatîyên Ademê  dawîyê yê hevtê û dûyem in, û ew jî tê wê wat’eyê, ku t’emenê cîhanê mîllîonek çarsed û çil hezar sal e. R’astînîya weha bi serê xwe di derbarê tiştekî da jî nabêje, lêbelê, ev hejmarên mezin (...) wana ji ar’îkê hilnedane. Lap berovajî wê – ewana dengveger’ên  serdewranên stêrkzanîyê yên p’ir’ kevn in û govenîya zanînên hejimarên gerdûnî ne (ûnîvêrsal)...” (Эндрю Коллинз, «Падшие ангелы», Москва, 2008, стр. 207//Wergera r’ûsî ya p’irtûka Êndryû K’ollînz a bi înglîzî –  Andrew Collins, “From The Ashes of Angels”, Moskova, 2008, rû. 207.). 
R’ojhılatzanê navdar ê gurcî-sovêtî Mênt’êşaşvîlî A. M. jî dınıvîse: 
“... bi bawerîya Hammêrê awstrî, êzdî peyhatîyên mardên kevnar in...” (Ментешашвили А. М., Курды. Очерки общественно-экономических отношений, культуры и быта. Москва, 1984, стр. 196//Mênt’êşaşvîlî A. M., “Yên k’urd. Lêger’îna pêwendîyên civakî-darayî, çand û debê”, Moskova, s. 1984, r’û. 196). 
Divê li vira bê gotın, ku mard – êt’nosa bıngehîn a Medyayê û Ûrartûyê bûye. Navên med/mîd – di zamanê k’urdî û yê cîhanê yên dinê da û û ya mar – dı ermeni da, ji p’eyva mard çêbûne... 
Lê ezdazanê ermenî-xrîstîanî yê destpêka sedsala bîstî S. V. Têr-Manvêlyan dınıvise: 
“Wek ku tê xuyanê, peyhatîyên dawîyê yên Êkbatanê  –dewleta demekêye gewre (ango, Medya. – E. C.), kurmancên êzdî  di xewn û xiyalên ola pêşîyên xweye  xwezayp’erest da bi zorekê xwe ji t’evkujîyên  xwînr’êj ên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemk’arîyên bêwijdan ên xrîstîanan  p’arastine. Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên  ku îro  desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi ç’avkorî wek gelê bê ol hatine p’ejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji heman net’ewê va jî, yên ku k’etine hemêza muhemedîyê. 
Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan nuxsan dikin...” 
 (ՍիոնՎարդապետՏէր-Մանուէլեան, Եզիդիկուրմանժ, Ախացխա, 1910, էջ 5 – 6//Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmancên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910, bi zimanê ermenî, rû. 5 – 6). 
Lê li cîyekî dınê heman Têr-Manvêlyan dınıvîse:
“ Kurmancên êzdî, cînarên meye xêrxwaz ên îro, yên ku di destpêka vê berhema xwe ya sade da me di derbarê wan da bi bîr anî, şaxekî medên cînarên meye demekê yên here bi hêz, peyhatîyên Astîyagê ji binemala  Vîştasp in...” (Di heman cîyî da, rû. 41).
Divê bê gotın, dı ç’avkaniyên ermenîyan ên dirokî da agahi hene, ku heya sedsala XVI jî ermeniyan, dema gotıne med, k’urd têgıhîştine, û dema gotıne k’urd, med tê gıhîştine, û ev yeka hatye gihîştye heya sedsala XX jî. Û ermeni ji, ev zêdetırî du hezar û pênsid sal e, cînarên k’urdan ên nêzîk in. Lê ya here balk’êş ew e, ku, her çiqas, piştî derbeya qesrê, ya ku ji hêla nevîyê p’adişahê dawîyê yê Medyayê, lawê vasalê fars Qurûş va pêk hatibû, desthılat k’etbûye destê farsan û bi berekê va ew dewlet bûye ya wan, lê, yek e, ermeniyan t’ucar ji farsan r’a negotıne med, lê ji bo wan k’urd  her û her med bûne, med jî her û her k’urd bûne. 
Û ev zanîyarîyana t’enê beşekî biç’ûk ê wana berhemên zaniyarên cihanê ye, yên ku dı derbarê êzdiyan û êzditiyê da, wek beşeki net’ewa k’urd, bi zanıstî nêr’inên xwe anine zimên...
Û em evê jî li hêlekê bıhêlin, îro jı bilî hinekên bişaftî (asîmîlebûyî) û çend kesên dı xızmeta dijminên gelê me da, jixwe êzdîyên resen li holê ne. Û evan êzdîyana hîç demekê jî ji xwe r’a êzîdî negotine, ewna ji xwe r’a hert’im êzdî gotıne û îro jî dibêjın...  
Lê, ji talebextan r’a, “...îro di weşanên cuda û çapemanîyê da bi şaşî navê ola gelê k’urd a kevnar – ola êzdî – wek yêzîdîzm, an ola êzîd dinivîsin, û bawermendên vê olê jî yên êzîdî nav dikin. 
Bi vê boneyê divê bê gotin, ku navê vê olê ne ku ola êzîdî ye, lê – ola êzdî ye. Ev civaka net’ewî-olî bi xwe jî wek êzdîtî, an êzdîxane tê zanîn...
Divê bê gotin, ku tu grêfterîyek di navbera navê ola k’urdan a kevnar Êzdî û navê Sultan Êzîd da nîne. Navê ola Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Di qewlek a ola Êzdî da tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!”. Her navekî Xwedê dı k’urdî da tê r’avekirin: Peyva Êzdî ji p’eyver’êza “Yê ez dayî”  tê. Paşê, hê dereng, p’eyver’êza “yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe va bûye êzdî... Hê jî di gelek herêmên K’urdıstanê da û dı nav gelek êzdîyan bı xwe da ji êzdîyan r’a dibêjin ezdayî...     
Lê Yêzîd bên-Maewî bên- Ebî- Sifyan benî –Omeya ji eşîra ereban a Qurêşîya ya li Mekkê, pismamê Mihemed P’êxember ê dûr e, yek ji Xelîfê (Sultan) cîhana îslamê bûye. Ên êzdî wî wek Sultan Êzîd nav dikin. Ew kur’ê Maewî bên Ebî – Şifyan bûye. Beri Êzîd (Yezîd) xelîftî di dest malbata P’êxember da bûye. Ji vê malbatê Elî xelîfê 4-em ê dawîyê bûye. Tê gotin, ku kuştina wî bi destê maewîyan çê bûye. Hesenê kur’ê Elî, tê jehirdadaykirin, ê dinê – Huseyn û hemû malbata wan, bi giştî 22 kes, di K’erbelayê da ji hêla Êzîd va tên kuştin. Û, bi vî awahî, dawî bi desthilatdarîya malbata Pêxember tê û pismamên wan ên dûr – meawîyan desthilatdarîyê hiltînin destê xwe. Û Êzîd dibe Xelîf (Sultan).  
Lê ew pirs, k’a gelo bawerîya Yêzîd (Sultan Êzîd) çawa anîne nava ola êzdî, hê bersîveke bi zanistî ya pêbawer ji bo wê nîne. ... Dibe ku zaniest îro ne amade ye, ku bersîva vê û pirsên dinê bide, lê mirov dikare bi bawer bibêje, ku hîç pêwendîyek di navbera ola êzdî û navê sultan (xelîf) Êzîd da nine. Êzdîtî ola gelê k’urd a berî zerdeştîyê ye.  
Têrmîn û navên bi vê olê r’a pêwendîdar ên r’ast ev in: êzdîtî, ola êzdî, yên êzdî, ya êzdî, yê êzdî”.    
(Ji gotara Ezîz ê Cewo ya bi rûsî: «Эздианство», газета «Свободный Курдистан», февраль, 2013//“Êzdîtî”, r’ojnameya “K’urdistana azad”, sibat, 2023)  
Û, pey ewqasî r’a, Naha jî hıneke dinê derk’etine, yên ku lîstıkeke dınê derxistıne holê, naha ji dıxwazın gel bidin bawerkirin, ku Şîxadî, yê ku demekê gîhandibûn asta xwedêtiyê, datînın hêlekê û tiştekî dinê didin pêş. Vê carê jî dixwazın gel bidin bawerkirin, ku êzdîtî ne ol e, ku ew naet’ewnav e (navê milet) û ola wan ji şerfedin e... 
Û ev kes û k’omokana zirareke nebînyî digihînin bawerîya gelê k’urd a kevnar û xwetêgıhîştına net’ewî ya gelek kesan... Helbet di nav van kesan da hinek hene, yên ku ji ber nexwendîtîya olî tên lîstıka wan mirovan, ên ku erk û peywirên xwe ji cîyekî dınê dıgırın... Û dı r’ewşeke weha da helwest û bêdaengîya wan kesan nayê têgıhîştin, ên ku xwe r’ewşembîrên êzdîyan dihejmêrin. Divê her kes bizanıbe, bêdeng û bêterefmayîn tê wat’eya hevk’arîya bı wan r’a, yên ku di serê gel da van t’evlihevîyan çêdikin û dibin sebebên t’unekirina wan bermayên çanda me ya r’ewanî (r’uhî)!
Û bi van hemûyan r’a t’evayi, dı nav gel da pêvejoyeke xwenaskırın û xwetêgihîştınê didome, ya ku bi r’amana R’êberê  net’ewî yê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan, bi hewlên T’evgera R’izgarîxwaz a Net’ewi destpê bûye... Bir’êz Ocalan balê dıkşine ser ola gelê k’urd – êzditiyê û wê wek bıngeha k’urdîtîyê dınirxîne, û ev dibe wek erkekê ji bo T’evgerê û endamên wê, ku evê bingehê vejîyan bıkın, û ev îro bûye p’eywır û erka her endamekî vê Tevgerê, ên ku ji bo vê bıngehê kar dikin... Û bi vê r’a wisa jî êrişên ser êzdîtîyê zêde dıbin – bı wê armancê, ku vê ola net’ewî ji bıngeh û r’ehên wê yên net’ewî dûr bixin û wê bingeha r’ewanî ya net’ewî t’unebikin. Ango, ya ku ji dema Umer bên Xettab va heya îro pêr’a negîhandibûye pêk bê, îro pêk tînın. Û hemû merc û derfetên gelê me dikin xizmeta vî k’arî – çapemanî, têlêvîzîon, întêrnêt...
Û li ser vê bıngehê êrîşê dibin ser hişyarbûn û vejîyandina r’amana net’ewî, ya ku bi xwezayî gîhandye wê, ku k’urd (êzdî – ne êzdî!) bikaribin bıngeha r’amana net’ewî di olên kevnar da bibînin û bên ser wê bawerîyê, ku bıngehên zerdeütiyê û êzdîtîyê yek in. Û ev yeka van “xizmetk’arên” t’unekırına êzdîtîyê har dike, û ew jî her tiştî dikin, ku êzdîtîyê ji bıngeha wê ya net’ewî ya r’esen dûr bixin...  
Binihêr’in, wê demê, dema heya dijminê gelê k’urd ê sereke jî evê baş dızanin, ev dijminên bingeha net’ewî yên dı nava me da vê r’ed dıkin. Weha, di nîveka cotmeha sala 2012an da di Amedê da k’omcvîna di derbarê r’ewşa êzdîyan di cîhanê da pêk hat. Beşdarên k’omcivînê – k’urdên misulman, dilovanîya xwe li hember êzdîyan dîyar kiribûn û ji bo wê, ku pêşîyên wan demên buhurî li hember êzdîyan zulm û zordarî pêkanîne, ji wan lêborîn xwestibûn. Ewê konfêransê di nav r’aya gîştî da bi berfirehî dengvedabû û di derbarê k’arên wê da di çapemenîya gelek welatên cîhanê da hatibş r’agîhandin, û şiroveyên cihêreng çê bûn. Û evê yekê serekwezîrê T’irkîyayê yê wê demê Erdoxan har kiribû, û ewî bi çavsorî daxwîyandibû: “Ola êzdî û  zerdeştî bingeha wan yek e, û ger wisan e, t’u pêwendîya wê bi Xwedê r’a nîne!” ( http://www.ezdixane. ru/content/ view/2095/2/ ). 
Belê, ya ku dıjmınê gelê k’urd ê derva jê ditirse, dıjmınên hindur’în jî jê ditirsin – ew jî r’astiya nirx û hêjayîyên gelê me yên r’ewanî ne...
Bı zanistî hatye izbatkırın, ku zerdeştî lı cîyekî bê bıngeh dernek’etye, beri wê hê di Medya kevnar da baweriyên gelê me yên xwezayp’erest hebûne, û Zerdeşt p’êxember ew r’êformkirine, pêşxıstıne û li ser wê bigehê ola xwe sêwirandye. Û lewra jî bıngehên êzdîtîyê û zerdeştîyê digihîjın hev… Hemû prênsîpên bingehîn yên bîrûbawerîya Zerdeşt p’êxember: R’amana Qenc, Gotinên Qenc û K’arên Qenc, li ser bingeha wan ferz, asa û nirxên r’ewanî gihîştine, yên ku di jîyana r’ojane ya civaka k’urdî da hatine pêkanîn... Ewana îro jî di nava wan k’urdên êzdî da zêndî ne, yên ku 250 sal berê neç’ar mabûn, welatê xwe – K’urdistanê biterikînin, Û ew êzdîyana ji yên dinê bi wê cuda dibûn, ku bîrûbawerîyên xerîb, yên wek sofîtîya îslamê li ser wana bandoreke ewqas mezin nehîştibû.  
Wek ku di zerdeştîyê da, wisa jî di êzdîtîyê da R’oj û Agir, Av û t’evahîya Xwezayê pîroz in (dibe ku, hema ev jî bûye sedem, ku ezdazanê xrîstîanî yê destpêka sedsala XX Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan evê  olê wek bawerîya xwezayp’erest nav bike). Di zerdeştîyê da R’oj dîdara Xwedê ya li ber çavan e, “yê ku bildtrîn e ji hemû bilindtiran” (“Yasna”, 36.6). Lê di êzdîtîyê da R’oj ç’avkanîya jîyanê ya bêdawî ye û sembola li ber ç’avan a hebûna Xwedê bi xwe ye...  
Jîyana r’ojane ya êzdîyan û zerdeştîyan bi normên kevneşopî yên t’erbye-t’oreyî û exlaqî yên mîna hev tê rêvebirin, û ahengî ava dibe. Û ew jî anegorî têgeh û ferzên bingehîn ên zerdeştîyê ne: R’amana Qenc, Gotinên Qenc û K’arên Qenc... Û ewana di jîyana r’ojane ya civakê da bi gotinên cihêr’eng dîyar dibin: 
“Derew dijminê Xwedê ye!” 
“Yê ku derewa bike, ji xwe r’a gunehan qazenc dike!”
“Yê ku gotinê bêr’ê û nep’ak dibêje, guneh dik’evin stuyê wî!”
“Bi gotinên bêr’ê zarê xwe neher’imîne!”
“Şuxulk’arê xwe be – şîrinê xelkê be!”  
“Malê dizîyê heram e, neyne mala xwe, ewê malê li te ji hev belav bike!..”
“Bi hizira qenc û dilê paqij mirov digihîje her mirazekî!” û gelekên dinê.
Û, eger mirov bibêje, ku ev hemû ji zerdeştîyê tên, dê ne r’ast be, lewra ku, zerdeştî bi xwe di Medya  kevnar da, li ser bingeha wan bawerîyan, pêk hatye, yên ku êdî hebûne, û hema li wir jî ew pêşk’etye û bûye ola dewletê. Lê piştî wê, dema di encama derbeya ç’ekdarî ya Qurûşê vassalê fars ya bi piştgirîya   malmezinên medan, Împêratorîya Medyayê hate hilweşandin, û, lewra jî, dibe ku, bîrûbawerîya zerdeştîyê pêr’a negîhandye, wek sîstêmeke olî ya giştî, bi wat’eya olê ya îroyîn va, li ser bîr û r’ewanê hemû medan bibe serdest... Lêbelê, ji ber ku, bingeha van herdu olan (zerdeştîyê û êzdîtîyê) yek e, lewra jî, zerdeştî ji bo êzdîyan ne xerîb e. Yên êzdî, wek ku hemû k’urdên dinê jî, ewê ola xwe dihejmêrin...
Û lewra jî, eger em iro dı derbarê vejîyandin û p’arastına ola êzdi da diaxivin û dixwazin tıştekî di wî warî da bıkın, divê êzdîtîyê di nava goveka hemû ol û bawerîyên gelê me yên kevnar da bınırxinın – jı demê Medya kevnar heya van rojên me, û ne ku berê xwe bıdın tariqetên îslamê û wê di nava çarçoveya wan da bınırxînın...
Û ya dawîyê! 
Wek ku r’amana rêber Apo gelê k’urd bi giştî ji xewa mirinê hişyar kir, wisa jî ola êzdî û êzdîtî ji metirsîya mırınê diparêze... Û iro çi ku dı vî warî da pêk tê, hemû jî berhemên r’amanên wî Mirovê Mezin in dı jiyanê da... Lewra ji her pêşketıneke gelê me îro bı wî navê bilind va pêwendîdar e, ji bo wê jî iro ji hemû k’urd u k’urdıstanîyan bêhtiır dıvê ezdî li r’êberê net’ewî xwedî derk’evn û ji bo Azadîya wi t’evbıgerın!
Slav û r’êz!
_______________
*Ev gotere 15. 02. 2018an di Kongrêssa êzdîyên R’ûsîyayê da hatye xwendin (Moskova)
Ezîz ê Cewo
15-02-2018 
Moskova
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,806 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 12-10-2023
Gotarên Girêdayî: 77
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 07-03-2018 (8 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-10-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-10-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-10-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,806 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.282 çirke!