Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,468
Wêne
  123,325
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,593
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Gengeşiya li ser rastiya Newrozê berfireh dibe
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Gengeşiya li ser rastiya Newrozê berfireh dibe
Gengeşiya li ser rastiya Newrozê berfireh dibe
=KTML_Bold=Gengeşiya li ser rastiya Newrozê berfireh dibe=KTML_End=
#Fêrgîn Melîk AYKOÇ#

Rêzdar Şoreş Reşî bi Tirkî gotareke berfireh li ser Newrozê nivîsîye. Nirxandinên gelek hêja ne.  Dîtîna wî li ser Diyako dicive. Lewra eşîr û mîrîtiyên Medya cara yekem di bin serweriya Diyako de yekitiyekê diafirînin û bingehê serweriya Med datînin. Lê ti dîrokzan behsa şerê Asûran û yê Medan ya wê demê nake, her wisa di ti daneyan de jî tine. Li aliyê din hem gelê çiyayi ye hem jî hê negihiştiye wê astê ku bikane serweriyeke wek Asûran hilweşîne. Birêz Luqman Guldivê jî di nivîsa xwe ya hefta çûyîn de hin aliyên mijarê vekiriye. Em mijarê hineke din vekin.
Li ba Herodot, Ksitas von Kindos û di çavkaniyên Asûran de navê Newroza ku têkiliya xwe bi Kurdan, yan jî bi navê kevn ên Medan re heye, derbaz nabe. Lê em dizanin di baweriya Mardûk de du pîrozbahiyên girîng hene. Têkiliya van pîrozbahîyan bi gera rojê re heye. Ev di nava gelên Arî yên ku wê demê xwedan baweriya Mithra (Mîtra) de jî wek cejna bawerîyê tê pîrozkirin. Yek şeva Yelda (dagera rojê), Cejna Êzî û yek jî destpêka meha nûvejînê ango Newroz û Çarşemiya Sor e.
Yê ku bi zanistî mijar şêlû kiriye, Firdewsi ye. Firdewsî bi navê xwe yê rast Abu-l Qasim Mensûr li gor daneyan di navbera 935-1020 an piştê Mîladê di qesra Sultan Mahmudê Xezneyî de jiyaye. Wî wê demê bi navê “Şahname” berhemekê nivisiye. Ev berhem ji lêkolînê bêhtir, di forma helbestê de ye. Yanê ne lêkolîneke zanistî ye. Bi giranî xewjînî û çîrçîrokên Faris ên wê demjiyanê ne. Fîrdewsî ne dîrokzan e, ew wê demê di nava Kurdan de hîç nayê nasîn. Mînak, Baba Tahîr Uryan jî di heman demê de jiyaye, lê di ti helbest û têkiliyan de behsa Firdewsî nake. Firdewsî 1600 salan piştî serweriya Med jiyaye, Wer xuya ye ku çavkaniyên wî tenê vegotinên Farisan in. Lema mirov dikane bibêje, wî hewl daye ku têgihîştin û ramanên Farisan serdest bike. Faris ji berê ve ketine nava du awa hewldanan, yek Medan wek verziyoneke Persan nîşan dane, a diduyan; Kurd wek parçeyekî Farisan dîtine. Firdewsî mijara Newrozê di vê çarçoveyê de nivîsiye ku rastiya dîroka Kurdan bi Kurdan bide jibîrkirin. Jiwê jî wî Aştiyago wek Azlî Dehaq /Azhî Zohaq bi nav kiriye. Li dijê vê tewnabarkirina Firdewsî, em êdî dizanin ku Aştiyago ne tenê di dibistanên Magiyan de xwendiye, ji Zerdeştê Roştî jî ders girtiye. Mirovekî herî zana, kamil û bi wîjdan e. Ji ber vî aliyê xwe yê baş jî, wenda kiriye. Ji kerema xwe re “Kyropedya” Xenophon (Ksênofon) bixwînin, hûne rastiyê bibînin.
Divê em ne tenê li gotinên A û B binêrin, bi hişmendiyeke zelal û rexnegirî nêzîkê mijaran bibin. Di ronahiya vê dîtinê de em werin Asûran. Asûr gelekî deştî ye, gelên deştî nikanin di çiyan de şer bikin û demeke dirêj di nava çiyan de bimînin. Herî zêde wekî çeteyan êriş dikin, talan dikin û bi şûn ve vedigerin. Mirov vê di nava şerê Enkudo û Gilgamêş de jî bi hêsanî dibîne. Rast e, êrişê Xaltan /Urartuyan kirine, hetanê ber Tuşpayê (Wan) jî hatine, lê nekanîne di nav xaka Urartuyan de bimînin, lema jî ji welatê Xaltan re Urartû (çiyayî) gotine û di divêtiya bi paş ve zivirandinê de mane.
Ji ber ku Hûrî û Mîtanî nêzîkê wan bûn, yanê ew jî gelê deştî bûn, di navbera wan de bi salan bê navber şerên dijwar kudandine. Her çendî gelek caran di navbera Medan û Asûran de şer qewimîbe jî, di ti belgeyê de nanivîse ku Asûrî ketine Paytextê Medan Ekbatanayê. Serweriya Asûran di dema serweriya Medan de gelek melûl e. Kuroş ê Faris serweriya Asûran bi tevahî ji holê radike. Xenophon di “Kyropedya” xwe de şerê Asûran û Kûroş nivîsiye.
Tê zanîn ku li gor salnameya Sumeran ya bi navê Zerwan serê salê roja 21´ê Adarê ye. Ev roj 3000 sal berê jî dihat pîrozkirin. Di baweriya Zerdeştî de jî sere salê, ango yekê meha Ferwerdîn (Newroz) di 21´ê Adarê de dihat pîrozkirin. Hima bigire li tevahiya Kada bakûr ev roja 21´ê Adarê wek destpêka biharê tê zanîn û li gelek cihan tê pîrozkirin.
Wek encam: Bi dîtina min û daneyên heyî, li gel yekîtiya eşîrên Med / Mada afirandina Diyako – ji ber ku yekîtî afirandiye – ya herî zêde nêzîkê hişmendiyê ye; Keyaxares (Keyaxser / Key Xusro / Kavî Vîştaspa) û serhildana wî ya li dij Skîtan, paşî li dagirkeriya Skîtan anîn û ji nû ve Serweriya Med serdestkirin ji bo bingehê Newroza Kurd rastir xuya dike. Peyva “Kavî / Kawî /Kawa”  cara yekem bi aliyê Zerdeştê Roştî ve tê bikaranîn. Key Kavî Viştaspayê ji Zerdeştê Roştî re bûye alîkar jî Keyaxares /Keyaxser bi xwe ye. (Ferrmo li xebata rêzdar Dr. Aziz Cewo Memoyan ya bi navê “Zerdeşt Peximber” binêrin.) Yanê têkiliya xwe bi têkbirina Asûran re tine. Li gel van rastiyan û daneyên berdest, keça Keyaxares Amytis bi Nabukutnazar re dizewice û di nava Asûran de bi navê Samîramîs dibe xwedan hêzeke bi bandor. Nabukutnazar di dema Keyaxser de dibe serwerê Asûran û zavayê Medan. Ango kesayetiya wek Kawa derketiye pêş Keyaxares û Newroza ku bi salan beriya wî dihat pîrozkirin, bi wî re rengê Kurdî / Medyayî wergirtiye.
Rastiya demjiyana me jî ev e; ew jî Newroz bi berzbûna tekoşîna Tevgera Azadî û bi çalakiya Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan û Semayan wateya xwe ya hemdemî wergirtiye. Êdî ew li tevahiya cihanê wek cejn û roja serhildana Kurd hatiye pejirandin. Careke din Newroz û Hefteya qehremaniyê li gele me pîroz be, şehîdê Nemir û rêber Egîd (Mahsûm Korkmaz) jî bi rêzdarî bi bîr tînim.
YENI ÖZGÜR POLITIKA
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,857 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 05-10-2023
Gotarên Girêdayî: 27
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 29-03-2019 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 05-10-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 05-10-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 05-10-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,857 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.313 çirke!