Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,409
Wêne
  124,213
Pirtûk PDF
  22,105
Faylên peywendîdar
  126,121
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
WATEYA ROJİYÊ Dİ OLA ÊZDÎ DE
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
WATEYA ROJİYÊ Dİ OLA ÊZDÎ DE
WATEYA ROJİYÊ Dİ OLA ÊZDÎ DE
=KTML_Bold=WATEYA ROJİYÊ Dİ OLA ÊZDÎ DE=KTML_End=
Ibrahîm Osman

Di destpêkê de ez pêwîst dibînim, bidim diyarkirin ku, di roja me de çi pirtûk û nivîsên Êzdiyan yên dírokî, di derbarê ola êzî de, bi taybetî bi destê kesên ji vê olê hatine nivisandin, ango bê layan hatine nivîsîn, li ber destê me nînin. Qala du pirtûkên Êzdiyan yên pîroz tên kirin, yek ji wan, Mishefa Reş e, ya din jî, Kitêbî Celwe ye. Lê ev her dû pirtûk jî ji xwe ne pirr kevnin. Ew di serdema Şêx Adî de hatine nivisîn û niha li holê nînin. Lewre di derbarê van pirtûkan de pir tiştê gelekî ji hev cuda tên gotin. Ji ber vê sedemê, rê û rismên rastiya ola êzdî bi niviskî nînin, tev bi riya dia û qewlan bi devikî tê gotin. Pirtûkên ku li ser êzdiyan di van dused salên dawiyê de hatine nivisandin, ji lêkolînên akademîk bêhtir, qewil û dia bingeh hatine girtin û ji hin kesan hatine gohdarî kirin û ji şêwaza çîrokî derbas nebûye. Nivîskaran jî lî gorî xwe, nêrîn û şîrove pêş xistine. Bi kurtayî, di derbarê ola êzdî û dîroka vê ola qedîm de pêdivî bi lêkolînên akademîk, yên zanistî û realíst heye, dakû ev mijar zelal bibe û pêşî li nêrînên şaş were girtin.
Weke ku tê zanîn gelê me yê ji ola êzd, salê sê (3) roj, rojî digirin. Ev rojî her sal li Duşemiya piştî dehê heyva Berfanbarê (Kanûnê) tên girtin. Roja çaran jî cejn e. Ji vê cejnê re Cejna rojiyên êzî tê gotin. Ev her sê rojên ku rojî tên girtin, rojiyê êzî ne.
Di dema rojiyê de, sibehê hîna di berbanga tarî de beriya ku tîrêjên rojê cîhanê sor bikin, kesên ji ola Êzdî yên bi toka êzî, radibin paşîvê. Piştî ku paşîv hat xwarin rojî dest pê dike heta ku roj biçe ava û tarî piçekî têkeve erdê, fitara xwe vedikin û wê rojê rojî bi dawî dibe. Di wan saetên ku kes bi rojî ye, xwarin, vexwarin û cigare kişandin jî gunehe. Li gorî Êzdiyan, bi av, xwarin û cixarê rojî dişkê û rojî li cem xwedê nayê qebûlkirin. Eger kesê ku bi rojî li derveyî îrada xwe, ango bi nezanî xwe ji bîr bike û rojiya xwe bişkênîne, di kare li dewsa wê, rojeke din rojî bigre û ew tê pejirandin. Kesên temenê wan biçûk di bin 15 salî re û kesên ku nexweş bin, dikarin rojî negirin û tu guneh ji wan nayê xwestin. Lê ji bilî nexweş û zarokan, her kesê êzdî ku temenê wî/ê di ser 15 salan re be û ne nesax be, neçare ku rojîyên êzî bigire.
Ji bilî rojiyên êzî, civaka Êzdî rojiya ji bo ocax, nebî, xwedan, welî û şêxan jî digirin. Lê ev rojî ne gereke ku her kes bigire û çu ferzeke olî ji bo van rojiya nîne. Her kes li ser daxwazî û raya xwe rojiyan digire. Yê ku nexwaze nagire û li axretê çi guneh jê nayê xwestin.
Ji bilî rojiyên ku gel digire, rojiyên ku şêx, koçek û kesên ilimdar digirin hene. Ew jî çil roj, rojî digirin û jê re tê gotin rojyê çilexane. Bi taybet Bavê şêx neçare ku van rojiyan bigire û ji hêla olî de li ser wî hatiye ferz kirin ku ew rojiyê çilexane bigire. Ev rojî jî nola rojiyên din, ji berbangî heta roj biçe ava tên girtin. Lê belê eger dost û nasekî bavê şêx were, jê re xwarinê bîne û jê hêvî bike da ku ew rojiya xwe bixwe, bavê Şêx dikare xwarinê bixwe û bifitire. Rojiya wî jî tê qebûl kirin. Bavê Şêx mezinê hemû şêxa ye, ew li navça Êsivnê (Şêxan) her tim li dîwana xwe rûdinê. Rojên cejna jî, li Lalişa Nûranî ciyê rûniştina wî cûdaye û her kesên ku tên cejnê, destpêkê diherin destê wî maç dikin. Ev mirov xwedan destûre ku di ola êzdiyan de hinek kesan xelat bike, yan jî aforoz bike. Ango destûr û selahiyeta wî ya gohartinê heye.
Niha em werin ser wateya rojiyan. Ji kengê ve û ji bo çi kesên ji ola Êzdî rojiyan digirin? Emê li gorî zanebûna ku gel pê rojî digire û bawerî tîne, bi kurtayî li ser van mijaran rawestin.
Beriya her tiştî, pêwîste ku were zanîn ola êzdî ola heri kevne di nav olên semawî de. Di nava olên cîhanê yên sereke de, tu ol nîne ku bingeha xwe ji mîtolojya, batin û teasûfê negire. Ango aliyakî hemû olan mîtolojyaye, îdalîzme û dogmane. Heman tişt ji bo ola êzdî jî derbaz dibe. Ola êzdî ola destpêkê ya xwedê nase, wateya herî rast ji bo xwedê ya bi zimanê kurdî ye. Wateya Xweda; Ango, Wî Xwe da.” Lê di tu zimanên cîhanî yen din de ev wate peyda nabe. Wek wateya peyva “Êzdî-Ezda”.Ev jî, “ango min xwe da”. Li gorî olên din, ev wateyên herî rastin ku nêzîkî rastiya ilmî û zanistîne. Hemû olên cîhanê, çi Cihû, Xiristiyan yan jî Mislimantî li gorî serdeman hinek gohartin di nav xwe de pêk anîne û bûne olên desthilatiyê. Ya herî zêde reforim pêk anî jî ola Xiristiyan e. Lê mixabin ola êzdî li gel ku ola herî kevne di nava hemû olan de, him bingeha wê di destpêkê de teng hatiye danîn û him jî di dîrokê de tu guhartinên berbiçav çênekiriye. Kevirê destpêkê çawa hatibe danîn, wisa weke destpêka xwe maye. Ango aliyê vê olê yê mîtolojîk li pêş e. Mînaka herî balkêş; di hemû olan de mirovayî ji Adem û Hewa peyda bûye. Lê di ola êzdî de tê gotin ku “Êzdî ne ji adem û Hewa ne.” Helbet egerê vê hene, lê ji ber ku ne mijara nivîsandina me ye, ez li vir li ser vê mijarê ranawestim.
Ango di hemû olan de, pêxenberê wê olê, bîrdozî (îdolojiya) wê û dîrok wê kêm zêde diyare. Lê di ola êzdiyatiyê de ev bebet jî ne diyare û ji ber ku tenê aliyê mîtolojîk li pêş e, ola êzdî, weke oleke bê pêxenber û îdolojiya tê nasîn. Helbet rastî ne ev e. Lê di nava dîrokê de di bin bandora olên din de gelek rastîyên ola êzdî wenda bûne. Mînak, dema ku tu ji alimên êzdiyan yên olî di derbarê dîroka ola êzdî de dipirsî, ji te re dibêjin; “Ne erde hebû ne ezman hebû, xwedê di şiklê teyrê “Anka” de li ser darê bû, hingê êzdî hebûn. Ev nirxandin ji rastiya zanistî dûre û tenê çîrokeke. Eger erd û ezman nebû, ma mirovan li ku û çawa dijiyan? Li gorî bîr û baweriya min, ya rast ew e ku mirov, Êzdiyatiyê ji olekê bêhtir, weke çandekê bigre dest wê rastir be û ev wisa watedar e. Ji ber ku, di derbarê ola êzdî de tu pirtûk û nîvîsên dîrokî nînin, lewma jî perçebûn û şîroveyên cûr be cûr di nava ola êzdî de pêş ketine. Di derbarê ol, cejin, rojî, netewiyet û gelek tiştên din de nêrînên êzdiyan ji hev cûda ne û hev nagirin. Ji setdema Şêx Adî û heta roja me, nakokiya di navbeyina Adanî û Şemsaniyan de, ku her dû ref jî êzdîne, ji ergera nêrînên cûda yên li ser Zerdeşt pêxenberin.
Niha ji bo çi ez bahsa van mijaran dikim; ji ber ku perçebûn û cûdayetiya di nav ola êzdî de peyda bûye, bûye sedema ku wateyên cûda didin rojî û cejnan jî. Êzdiyên çiyayê Şengalê û yên li derdora Geliyê Lalişa Nûranî, bi hev re rojiyan nagirin û di heman rojan de cejnan çê nakin. Di vê hêle de perçebûneke mezin di nava civaka êzdî de heye. Egerê vê jî ji bandora mislimantiyê û hikûmeta Baas pêve ne tu tiştekî dine. Ji ber van sedeman nêrîna di derbarê rojiyên êzî de bi dû şêwaza ye. Ezê her dûyan jî bi kurtayî bînim zimên.
Di derbarê rojiyên Êzî de, nêrînek jê weha dibêje; Di dema hovîtî, cahilyetê de, ango mirov hîna nezan bûn û sir û nepeniya xwezayê nedizanin. Her bûyerên ku ji hêla xwezayê de diqewimîn, mirovên wê demê ne dikarîn wate bidinê û şîrovake rast pêşbixin. Mirov li hember şert û mercên xwezayê dîl bûn. Di wê serdemê de jîrk, pîr, şêwirmend, remildar û rûsipiyên civakê hebûn. Li gor wê demê nêrîneke van kesan ya astronomî hebû. Di dema xwe de wan li gorî zanebûn û defetên wê heyamê mijara şev û rojan di pîvan. Tê zanîn ku 12 meha 12 an, roja herî kurte di nava rojên salê de. Wan wê demê ne dikarîn wate bidin gohartinên xwezayê û kurtbûna şev û rojan. Şêwirmendek li rewşa kurtbûna rojê dinêre û dibêje; “eger weha berdewam bike, wê roja me nemîne û demekê were wê dinya tev bibe şev û tarîstan. Pêwîste ku em tiştekî bikin, çareyekê bibînin dakû roja me wenda nebe û cardin li me veger e.” Şêwirmendek ji wan bi vî awayî gel li derdora xwe kom dike û ji wan re qala xeteriya wendabûna rojê dike. Biryar didin ku xwarin nexwin û dia bikin heta ku roja wan careke din li wan vediger e. Ji ber wê sedemê roja 12 Meha 12 an ku roj pir kurt bûye, dest bi rojiyê dikin û dia dikin. Roja dudiyan û sisyan jî rojî digrin. Lê roja sisya ew kesê bi astronomiyê re pêwendare û şewirmend e, dibîne ku li gorî rojek berê roj hinekî dirêj dibe. Kêfa wî bi vê rewşê tê û dibêje dêmek rojiya me li cem rojê hatiye pejirandin lewma vaye careke din roja me li me vegeriya. Ji ber vê sedemê jî piştî sê roj rojî roja çarê dikin îd û cejin.
Li gorî baweriya min, ev nêrîn ya her zêde nêzîkî rastiyê ye û ya ku mirov bingeh bigre jî ev e. Ango her çendî ku nêrîneke mîtolojîk be, lê rastiyê temsîl dike.
Nêrîna dudiyan jî ev e; Dibên dema Mihemed Pêxember li Şamê bû, Miawiya Bin Misafir bavê Yêzîd, berberê Mihemed pêxember bû. Rojekê Miawya pora Mihemed Pêxember diqusîne û bêhemdî wî guzan li serê Mihemed pêxember dikeve. Dilopek xwîn ji serê mihemed tê. Ji bo ku xwîn nekeve ser cilên Mihemed û ew bi xwe nehise, Miawiya zimanê xwe li wê dilopa xwînê dixe û dialêse. Lê Mihemed pêxember rewşê ferq dike û ji Miawiya dipirse; “dibê çibû.” Ew jî rastiyê dibêje. Pişt re rojekê li dîwana xwe, Mihemed Pêxenber wê bûyerê ji şêwirmendên xwe re dibêje û jîrik û şêwirmendên wî bûyerê weha şîrove dikin; “ Dibên eger Miawiya bizewice û zarokên wî çêbibin, ji ziryeta wî wê nifşek peyda bibe û ev niviş wê Mihemed ne pejirînin û wê li hember wî serî rakin, tac û textê wî li erdê din.” Mihemed Pêxember dipirse; “dibê çare çiye?” Şêwirmendên wî dibên gereke heta ku Miawiya saxe li cîhanê, ew nezewice. Bi vî awayî Mihemed zewacê ji Miawiya re guneh û qedexe dike. Ew jî bi gotina Pêxenberê xwe dike û ji gotina wî dernakeve. Bi vî awayî Miawiya nazewice heta ku temenê wî dibe 65 sal. Di şêst û pênc saliya wî de dûpişkeke deştê pê vedide û bi nexweşiyê dikeve. Bijîjkên wê heyamê dibêjin; “tenê dermanekî wî heye ew jî zewace. Eger Miawiya ne zewice wê bimre.” Di encamê de Miawiya biryarê dide ku bizewice. Lê wê bi yeke wisa re bizewice ku ew jin pîr be û zarokan neyne. Ji ber vê sedemê Miawiye Bi xwîşka Omer Bîn Xetab ya bi navê Merwa ya 75 salî re dizewice. Piştî demekê, Miawiya dibîne ku Merwa bi halekî ye (Bi zaroke) dibê ya baş ez wê ji xwe bi dû bikim. Rojekê bi dizî deveyeke dûndil tîne, jina xwe Merwa lê siwar dike û bi çolê ve bi rê dike. Dûndil ji Şamê berê xwe dide rojihlat û tê geliyê Laliş ê. Li gorî vê nêrînê, Merwa zarokekî bi navê Yêzîd tînê dinê. Yêzîd hîn di yek rokiya xwe de ji dayika xwe dipirse û dibêje; “Ka bavê min”. Zarok di roja sisyan de jî dest pê dike dipeyive.
Ew êzdiyên ku xwe ji sulala Yêzîd Bin Miawiya Bin Misafir dibînin, ( Ku bingeha wan li Başûrê Kurdsitanê ye) wan her sê rojê destpêkê ku Yêzîd diaxife rojî digirin û roja çarê jî dikin cejin.
Li gorî bîr û baweriya min, ev nêrîna dudiyan şaşe û çi pêwendiyên wê bi ola êzdî re nînin. Ev nêrîneke hin kesên xêrnexwaz e. Lê mixabin û sed mixabin, ku hinek kesên êzdî jî dikevin nava vê şaşitiyê de û êzdiyan dibin dighînin binemala Yêzîd Bin Miawiya Bîn Misafir. Di rastiya xwe de dîroka êzdiyan xwe digihîne serdema neolîtîkê û 5 hezar sal beriya zayinê. Gelek lekolîn û delîlên dîrokî li ber dewest hene ku, rehên ola êzdî digiyê 5 hezar sal beriya zayinê. Yên ku Êzdiyan dibin digînin Yêzîd Bin Miawiye, ew kes di heman demê de, xwe kurd jî nabaînin û dibên em Erebin.
Ji bilî van jî nêrîneke bi şêwazê çîrokî ku di nav gel de tê gotin; “ Sultan Êzî û Remezan çûne hizûra xwedê û guhê Remezan ker bûye, 3 û 30 ji hev dernaniye, uhw. Ev nêrîn jî ji rastiyê dûre. Lewre çi pêwendiyên Êzdiyatiyê û Mislimantiyê li gel hev nînin. Di navbeyna çêbûna her du ola de, hezarê salan hene. Kesên ku her du olan nêzî hev dikin û heta êzdiyatiyê digihînin Ereban, yan tiştekî ji dîrokê fam nakin yan jî ew sîxurê Mislmanane û ji bo têk birina ola êzdî kar dikin. Wekî din çi wateya van nêrînên şaş û ji zanistê dûr nîne ku lê xwedî derdikevin.
Ez careke din dibêjim; Êzdîyatî bingeha kurdîtiyê ye. Êzdiyatî çand e, ziman e, dîrok e û şaristanî ye. Eger Êzdî ne kurd bin, tê wê wateyê ku kurd nînin. Heçî nêrîna ku Êzdiyan ji kurdîtiyê vediqetîne, ew nêrîna dijmine û çi pêwendiyên wê bi ilim re jî tune ye. Weke demekê profesorên tirkan jî digotin; “Kurd nînin û ew refek ji Tirka ne. Dema li ser berfê meşiyane berfê di bin lingê wan de kiriye kart kurt, wisa jî ji wan re hatiye gotin kurd”. Ev nêrîn çawa îro bi têkoşîna gelê kurd vala derket, nêrîna ku dibê Êzdî tenê êzdîne, zimanê wan Êzîdkiyê, yan jî dibên em ji binemala Yêzîd Bin Miawiye ne û Erebin, ev nêrînên şaşin û wê tu caran ji zirarê pêve tu tiştekî nedin civaka kurdên ji ola Êzdî. Bi nêrîna min, neheqiya herî mezin ya li dijî ola Êzdî û dîrokê ev e. Ev yek tê wateya înkara dîrokê û êzdiaytiyê.
Ji ber van sedeman pêwîste ku gelê me yê ji Ola êzdî li dijî van dek û dolabên ku li ser wan tên gerandin, rastiyan berevajî dikin, hişyar bin û neyên leystikên dijminan.
(Min ev nivîs, di sala 2003 an de, li Şengalê nivisî)
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,042 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 22-09-2023
Gotarên Girêdayî: 109
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 07-12-2016 (10 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ol û Ateyzim
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 22-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 23-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,042 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.313 çirke!