Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,467
Wêne
  123,323
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,592
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Qewmiyeta Êzdiya
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Qewmiyeta Êzdiya
Qewmiyeta Êzdiya
=KTML_Bold=Qewmiyeta Êzdiya=KTML_End=
Îbrahim Osman

Qewmiyeta Êzdiya Xwendevanên hêja û qedirgiran, ez bawerim hûnê jî teqdîr bikin, ku di serdema me a îro de mirovayî bi pirsgirêk û mijarên cihêreng ên cûda re alaqedare. Vizyon û rojeva wan pirr cûdaye ji a cimata me. Neqeba navbera me û wan ji hesaban jî dere.
Mixabin em wekî cimata Êzdî, hîn li ser mijareke bi şûndemayî, a ku bi sedêsalan berî nuha, ji hêla civakên pêşketî ve li ser rikna wê hatiye rûniştandin, a qewmiyêtê minaqşe dikin.
Lê ji aliyê din ve, çi gava em qala dîroka xwe a qedîm dikin, em ji qal û belayê digrin dest, pê ve tên û bahsa dîroka Êzdiyan a pênc hezar salî ku li pey xwe hîştiye dikin. Em dibêjin; çawa teyrê Anka li ser dara Herhebê venîşt û bi vir de, em li ser dika jiyanê ne.
De ji xwe re li vê bextireşiyê hanê binêrin, ku hîna hinek ji Êzdiyan îro li rastiya qewmiyeta xwe digerin, an jî vê mijarê dixin ber nîqaşê, bê ka qewmiyeta Êzdiyan çiye. Qewmiyeta Êzdiyan Kurd e an Êzdî ye? Helbet ev rewş, bi serê xwe qisûreke cidîye û ciyê şermê ye ji bo me. Lê em çi bikin, rastiya rewşa me ev e.
Belê, ji sedema ferman û zilma kurdên musilman ku di dirêjahiya dîrokê de li cemata Êzdî kiriye û hê jî dikin, Êzdî di derbarê Musilmanan de dilgiranin û ji biratiya wan bêbawer in. Heqê tu kesî nîne ku vê gazinê ji Êzdiyan bikin, bê çima bêbawer in. Ji ber ku kesî bi qasî wan êşa cîrantî û biratiyê nekişandiye û bi tevkujiyan re rû bi rû nemaye. Wekî dibên, Ê birîndar, bi tenê dizane bê birîna wî ji ku diêşe.
Wekî din jî, Êzdî bi bawerîya ola xwe a xweser, rastiya çanda ola xwe a qedîm, rabûn û rûniştina xwe, şêl û timtêla xwe, heta bi xwarin, vexwarin û libasên xwe, rî, simbêl û mûyên laşên xwe, xwedî taybetiyên xweser in. Bi kurtayî, eger meriv ji ber van sedemên taybet ên xweser, ji bo ewlekariya wan, ji wan re xweseriyê, otonomiyê, xwe bi xwe bi rêve birinê, an jî parastinê bixwaze tişteke û meriv rabe Êzdiyan ji kurdbûna wan veqetîne, an jî Qewmiyeta wan bixe mijara nîqaşê, ev jî tiştekî dine. Yek çiqasî pêwîst be, a din Ew qasî beredayî û virtûvaleye.
Bi qenata min, kî bixwaze Êzdiyan ji koka wan a kurdîtiyê dûr bixîne, ew xêrnexwaz e, xizmetê bo dujminan dike.
Ez ê kin bibirim, nekevim nava mijarên wek, netew çiye? qewmiyet çiye? Ol çiye? Ji ber ku, ev mijar di sedsalên buhir de, bi dorfirehî hatine zelalkirin û li ser asasên xwe hatine bi cî kirin.
Bê guman, eger îro hîn mersela qewmiyetê dibe mijara giftûgo û nîqaşên me, ev asta çanda miletiya me dide diyarkirinê.
Ji bo pêşî li hinek nêrînên çewt nêyê vekirin, dixwazim rastiyeke dîrokî li vê derê bidime xuyakirin. Ew jî ev e: Belê, raste qet şik û guman nîne ku di dîrokê de, Kurdên Musilman pirr neheqî li Êzdiyan kirine. Yanî wan ne kêmî dijminan zulm li Êzdiyan kirine, Êzdî kuştine. Paşayê Kore û Bedirxanî ji van mînakan tenê dudune.
Helbet vê rewşa neyinî bandoreke negatîf li Êzdiyan kiriye. Dilê êzdiyan şikandiye û ew hestyar kirine. Baweriya Êzdiyan şikandine. Zulma birayê kurd ku li êzdiyan kiriye, hîştiye kurdên Musilman li ber çavên Êzdiyan reş bibin. Ev rastiya han ne tê înkarkirin, ne jî tê jibîrkirin.
Lewre rewş hatiye astêke wisa, ku qismekî ji Êzdîyan bi mafdarî bibêjin em ne kurd in. Belê, heta bi radeyekê mirov dikare vê heqîqetê bibîne, heq bidê û jê re rêz bigire. Lê a ku hinek kes û komikên merem kirêt dikin, cûdaye ji vê rastiya civakî a xwezayî.
Di van salên dawî de û bi taybetî di van rojan de, hin kes û komikên ku kes nizane bezê guhê wan ê polîtîkî ji kure, hewil didin bi agahiyên çewt û kelevajî serê cimata me têkilhev bikin û parçebûneke din li parçebûna gelê kurd zêde bikin. Ev helwest zirarê dide Êzdiyan, wan dajo ser bêtifaqî û qelsiyê.
Ew kes û komikên kordunda ku dijberiya qewmê xwe dikin, mîna ku laqirdî û tolaziyan bi zanîn û zanistê bikin, bi şêwazekî ji edeb û heyayê dûr, dibêjin; Xwedê giravî; Êzdî ne Kurd in. Qewmiyeta me Êzdî ye, zimanê me Êzîdkî ye. Û lê zêde dikin. Dibêjin, Kurd dibêjin pêşiyên me Êzdî bûn. Eger pêşiyê we Êzdî bûn îjar çawa Êzdî dibin kurd? Uhw.
Kî ne ev kes û komikên ku Kurdîtiya xwe înkar dikin?
Li Başûrê Kurdistan, (Bi taybetî li herêma Şengalê) tevgêra bi navê Îslah we Teqedûm (ku navê wê jî bi erebî ye) pêşengiya vê fikra çewt dike. Ev tevgêr di 2003 de damezirî. Ez damezrênerên vê tevgêrê yek bi yek nas dikim. Beriya ku vê tevgêrê ava bikin, bi dêh caran bi wan re rûniştime. Tevayiya wan, ji wan kesên ji partî û rêxistinan xeyidîne pêk tê. Hêza vana a bingehîn, hinek Feqîrên Girzerik, ên Sîbayê û ên derdorê geliyê Kersê ne. Ev Feqîrên mijara gotinê, haya sala 2003 an sonda wan bi ax a Qandaharê bû. (Dibe ku ji wir hatibin. Ji xwe cil û bergên wan, rabûn û rûniştina wan, şêl û şemala wan jî naşibe a xelkê niştecihên herêmê.) Di dema desthilatiya Saddam de, evana bi giştî cerdevanên Saddam bûn. Meaşê cerdevaniyê werdigirtin. Bireke mezin ji vana, di sala 2004 an de bûbûn Hizbûlahî û mehê 100 Dolar meaş distandin.
Ji xeyni vana, li Ermenîstanê ji hin kesên ku di wan salan de digotin em ne Kurd in hebûn. Niha jî bi riya Laliş Tv heman tiştî dikin. Wekî din, li ewrûpa hin komikên biçûk hene ku dibêjin em ne kurd in. Perestgeha van komikan gişkan pere ne. Hêz û pere li ku bin, ew berê xwe didin wî alî û dua dikin. Pirrê vana nola Bukelemûnane. Do digotin pêşmerga em firotin, îro bi xwe pêşmergene.
A rastî mirov heyirî dimîne, nizane bê ji ku rahêle mijarê. Ji ber ku, em ne di dîroka kevn de û ne di a nû de li qewmekî bi navê Êzdî û zimanekî Êzdîkî rast nayên. Bi Sûnî, Elawî, Kakeî, Şebekî, Êzdî û hemû baweriyên xwe ve ev milet kurd e, zimanê wan Kurdî ye, welatê wan Kurdistan e. Kurdistan jî wêran û talan e.
Belê ola Êzdî heye. Di nava giştiya olên semawî de ola herî qedîme. Ne tenê qedîme, her wisa jî pak e. Weke libasên bawermendên vê olê li xwe dikin, wisa spî ye. Ji ber ku tu carî armanceke vê olê a desthilatdariyê nebûye û nîne.
Ên mijarên qewmiyetê, ol û baweriyê têkilî hev dikin û dixwazin wekî karê zarokan ji xwe re zimanekî, miletekî û qewmiyetekê çêbikin, an zir dîn û bodelene, an jî sîxurên hinek hêzên ji derve ne.
Kî çi dibêje bila bibêje. Her kes di diyarkina nêrînên xwe de azad e. Lê rastî wê her wekî xwe rastî bimîne. Êzdî kurd in. Qewmiyeta wan kurd e, nijada wan arî ye. zimanê wan bi Kurdîye û ji malbata Hîndo ewrûpîye, navê welatê wan KURDISTAN E
ibrahimosman@gmx.ch
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,711 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 21-09-2023
Gotarên Girêdayî: 15
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 11-09-2017 (8 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ol û Ateyzim
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 21-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,711 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.36 çirke!