Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Îsmaîl Heqî Şaweys
11-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Kerim Avşar
10-04-2024
Sara Kamela
Cihên arkeolojîk
Temteman
09-04-2024
Aras Hiso
Cihên arkeolojîk
Dalamper
09-04-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
06-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Li kurdistanê weke rejima şer û jenosîdê rejima kayyuman
02-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik Abdusamet Yîgît
24-03-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 515,887
Wêne 104,970
Pirtûk PDF 19,041
Faylên peywendîdar 95,421
Video 1,255
Kurtelêkolîn
Wexteke lijor: çîroka zemên
Kurtelêkolîn
Serencama 90 Salên RIYA TEZE
Kurtelêkolîn
Dengbêjiya Serhedê ji ser z...
Kurtelêkolîn
Tembûra wî ya ewil kodik û ...
Kurtelêkolîn
Wesiyeta Cemîlê Horo û daxw...
Bi ”Evîna Mêrxasekî” Destana Dewrêşê Evdî
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Evîna Mêrxasekî

Evîna Mêrxasekî
=KTML_Bold=Bi ”#Evîna Mêrxasekî# ” Destana Dewrêşê Evdî =KTML_End=
#Mahabad Felat ARDA#  

Weke tê zanîn, destana #Dewrêşê Evdî# jî, mîna gelek destanên kurdî yên mîna Mem û Zîn û Siyamend û Xecê xwedî ciyekî grîng û taybet e. Taybetiyeke Destana Dewrêşê Evdî jî ew e ku nakokî û nexweşiyên bi rêya dagerkerên Kurdistanê ve û belavbûn û di nav demê de jî guherandin û ji xwe dûrketina civaka kurd re, ketiye nava kurdan û bûye sedema gelek êş, azar û qewmînên mezin, vedibêje. Destana Dewrêşê Evdî, trajediyek e. Destan vegotineke grîng û edebî yê êş û azara belavbûn û jixwedûrketina civaka kurd e; vegotin, ango neynika serdemeke grîng e ku bi vî rengî mirov dikare bêje xwedî roleke dîrokî ye jî ku ji vir nêzî 300 sal berê hatiye jiyîn û çewa ku li ser axa Mezopotamyayê bûye navê evîneke mezin, her wiha bûye navê têkçûn û malkambaxiyeke mezin jî.
Li ser Destana Derwêşê Evdî gelek tişt hatine gotin, destan bi deng û hunera gelek dengbêj û çîrokbêjan gihîştiye me. Van salên dawîn bi taybet, li ser vê destanê di serî der Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, nirxandinên gelek akademîsyen û wêjevanan jî li ser vê destanê bûne, gelek gotar li ser hatine nivîsîn. Destan bi xwe, bi versiyonên cuda hatiye nivîsîn, lê mîna pirtûk çap bûye nizanim, eger bûbe jî haya min jê nebûye. Her wiha îsal destan ji aliyê Navenda Çanda Dîcle-Firatê ya Amedê ve jî mîna şano li Amedê û Enqereyê hatiye lîstin.
Çendek berê romana birêz Îbrahîm Osman a bi navê ”Evîna Mêrxasekî” ya li ser destana Derwêşê Evdî ket destê min û min xwend. Roman ji nav Weşanên Lîs derketiye, 381 rûpel e. Kawa Nemir edîtoriya romanê kiriye, derhêneriya dîtbarî ya romanê ji aliyê Şener Ozmen ve hatiye kirin, mîzanpaj ji aliyê Mîran Janbar, redaksiyon ji aliyê Lîsê ve hatiye kirin û çapa yekem a romanê di gulana 2008an de bûye. Roman ji aliyê Çapxaneya Bariş Matbaa ve hatiye çapkirin.
Beriya her tiştî ez dixwazim spasiya birêz Îbrahîm Osman bikim ku vê destana mezin mîna romanekê danî ber destê me. Mîna ku nivîskar bi xwe jî di pêşgotinê de diyar kiriye, li gelek versiyonên destanê gohdar kiriye û serê xwe gelek li ser êşandiye û xizmeteke pîroz kiriye ji bo me hemuyan. Lê nivîskar diyar e dîsa bi taybet nirxandinên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên li ser destana Derwêşê Evdî û nirxandinên din jî baş şopandiye û li gor xwe encamên baş derxistiye ku ev romanê gelek dewlemendtir kirine. Dîsa bi kurdî fikiriye, bi kurdî xiyal kiriye û bi giyana kurdî çûye wan rojan û hevokên xwe bi kurdî, bi zimanekî dewlemend û dîsa bi biwêj, gotinên pêşiyan û teswîrên dewlemend û xweşik honaye, mala wî hezar carî ava.
Bê guman ku kêmasiyên romanê jî, ji aliyê teknîk û rêziman ve hene ku ez dixwazim li ser van kêmasiyan rawestim:
Di romanê de li gel zimanekî dewlemend, serdestiya devoka herêmî jî balê dikşîne. Bê guman ku dema nivîskar lehengên romanê dide axaftin, li gel ku divê dîsa jî bala xwe bide rêziman, pir normal e ku bi devoka herêma ku leheng lê dijî leheng bide axaftin. Lê nivîskar di vegotinên xwe de jî û di axaftinên lehengên romanê de jî devoka herêma Mêrdînê û Binxetê bikar aniye ku devoka aliyê Wêranşarê û deşta Rehayê her çendî nêzî ya van herêman be jî, hin şaşiyên rêzimanî yên devoka herêma Mêrdînê û Binxetê hene ku tenê bi wan ve bisînorkirî ne û mixabin ku bi pêşketina amûrên ragihandinê, îroj ev şaşî di nav herêmên din de jî belav dibin.
Çend mînak ji van şaşiyan: ”Ew jî dizane ku tu jê hez dike”(r.62), Li vir cînavka kesane tu cînavka kesê duyem ê yekjimar e û cînavka pêvebestî jî ku tê dawiya lêkerê, divê î be, ne e, lewra ’e’ ji bo cînavka kesê sêyem ê yekjimar tê bikaranîn.
Mînak:
Ez jê hez dikim
Tu jê hez dikî
Ew jê hez dike (ku di vir de jî heman şaşî tê kirin û e dibe ê, ango dibe; dikê ku pirê caran ji ber vê tewandina ne li rê wateya lêkerê jî ji sedî sed diguhere, dibe tiştek din)
”Eger tu li ber zilmê serê xwe bitewîne (î) tu yê şeref û rûmeta xwe jî winda bike (î).”(r.72)
”Tu bi çi curetê wisa bi hêsanî dikare terka ola xwe bidî”(r.75) Ev hevok balkêştir e, ji ber di ciyekî de (e) di ciyekî de jî (î) hatiye bikaranîn ku ya rast (î) ye. Heman tişt ji bo vê hevokê jî derbas dibe: ”Ne rê derdixînî, ne jî dikarî here. Tu yê li çolê biqefilî”(r.108)
”Tu jî birayek î li koma me zêde bû”(r142)
Ez zêde bûm
Tu zêde bûyî
Ew zêde bû
”Tu xort e, di bihara emrê xwe de ye, tu dikare baştir şer bike”(r.142)
Ez di bihara emrê xwe de me
Tu di bihara emrê xwe de yî
Ew di bihara emrê xwe de ye
Ev çend mînak bûn ku min dan lê mînakên weha pir in di pirtûkê de. Niha dixwazim hin mînak ji hin peyvên ku şaş hatine bikaranîn bidim:
”Erê vana elametên harbûn û çavsorkî bûne”(r.16) .- (Erê vana elametên harbûn û çavsorbûnê ne) 
”Lew re” Li gelek ciyan weha hatiye bikaranîn ku divê bihev ve be; (lewre). 
 ”Dawiya tengasiyan tim firîqetî ye”(r.19) – (Dawiya tengasiyan tim firehî ye) 
 ”Paşa vexwendeyî qonaxa xwe kir”(r.34) – Gotina vexwende kir, li çend ciyên din jî hatiye bikaranîn ku şaş e, divê vexwend be. (Paşa vexwend qonaxa xwe) 
 ”Li her aliyekî zapitek şipiya sekinîbû”(r.35) - (Li her aliyekî zapitek ji piyan sekinîbû) 
 ”Rê dibe buhust lê dijmin nabe dost”(r.40) – (Rî ango rih dibe buhust lê dijmin nabe dost) 
 ”Dewrana Mîrza Beg pir nejot”(r.44) – (Dewrana Mîrza Beg pir neajot, ango nehajot) 
 ”Ji wî pê û ve”(r.52) – (Ji wî pê ve) 
 ”Jê re bihere bes e”(r.65) – (Bibe here)
 “Pir xemxur dibû” – Xemxurî tiştek din e. Mirov dikare bêje felankes pir xemxur e, an dijberî wê xemsar e, lê di vir de diviya li şûna xemxuriyê, peyva xemgîniyê bihata bikaranîn: (Pir xemgîn dibû)
 ”Ma xwedê nek tu nesax î?”(r.54) Li vir dixwaze hîn bibe ka ew kes nexweş e an na, lê li şûna peyva nexweş, nesax bikar tine. 
 Mînakeke din jî: “Lawê min ma tu nesax î? Na dayê ez ne nesax im”(r.105) 
 Û yeka din: “Temir Paşa nesax bû”.
Ya ez dizanim, ji bo jinên bi zaro ev gotin bi kar tê anîn. 
 “Jina filan kes nesax e” yanê bi zaro ye. Lê ji bo nexweşîna jinan an jî mêran, ev gotin nayê bikaranîn, gotina nexweş tê bikaranîn.
 “bi bêdengî wî bihere here”(r.300) – (Bi bêdengî wî bibe here).
 “Kî dijminê Dewrêş bin, ew dijminê min in jî”(r.295) – (Kî dijminê Dewrêş be, ew dijminê min e jî.) 
 “Xebera nerênî”(r.236) – (Xebera neyinî) 
 ”Çawa mirov mêvanê xwe dikuje an pêre pevdiçîne?”(r.324) (Pevdiçe) 
 Sahdûn birayê Dewrêş ê piçûk e, lê di gelek ciyan de dibêje ”Ez kekê Derwêş im” wisa halan li xwe dide, lê kek ji bo birayê mezin tê bikaranîn, birayê piçûk nikare bibe kek, çewa ku xuşka piçûk jî nabe xûç. 
 ”Di vî riyê de”(r.336). rê mê ye ku wê demê divê weha be: ”Di vê rêyê de” be. Na eger li hin herêman mîna nêr tê bikaranîn jî, wê demê dîsa bi awayê ku hatiye nivîsîn şaş e, lewra divê wê demê jî ”Di vî riyî de” be. 
 ”Eyşê, mizgîniya min li te, zariyên te şêr in, ji pişta şêran in, ji şêr nereviya ne”(r367) Di vir de du şaşî hene: Yek jê ku peyva şer hatiye tewandin û ew jî bûye şêr ku wê demê mîna ku ne ji şer lê ji şêr yanî ji ajalê bi hêz nereviyane, ya din jî dibêje ”ji pişta şêranin” ku ev jî şaşiyeke grîng e, lewra her du bira ne û kurê wî ne, ji bavekî ne. Loma jî diviya bihata gotin ”ji pişta şêr in”. 
 ”Ez ez bim birîna Sehdûn ji pêş ve ye, ew ji şêr nereviya ye”(r.367). Heman şaşî di vê hevokê de jî heye ku dixwaze bêje ji şer nereviya ye. 
 Nivîskar dîsa ji bo hema hemî peyvên ku bi ’r’ bidawî dibin, du ’rr’ bikar aniye. Mînak:Kurrepist (ku rastiya vê ji xwe ne kurrepist lê kurtepist e); çolbirrî; surr (surra ba); bikirrin!; nabirrim; berrî; firrek; birr; pirr; herrî; pêşîbirr. Di nav van de bê guman yên rast jî hene, mîna birr, pêşîbirr, pirr, çolbirrî. Lewra dema ne du ’rr’’bin dikarin wateyên din bigirin ku mijara me niha ne ev e. Lê ev nayê wê wateyê ku hema çi bêjeya ku bi ’r’ bi dawî bibe divê du ’rr’ bê bikaranîn, ev nêrîneke şaş e. 
 Li gel van şaşiyên rêzimanî, di romanê de hin bûyerên grîng diqewimin ku bi baweriya min divê bêtir li ser bê rawestan, lê bi paragrafeke piçûk hatine derbas kirin û hin bûyer jî, pir zêde hatine dirêjkirin ku ji ber vê dirêjkirinên ne li rê jî, gotin û vegotin hatine dubarekirin. Ji ber vê jî mirov aciz dibe.
Mînak: Waliyê Musulê ku eşîrên ereb û tirkmenan li dijî êzîdiyan birêxistin dike û ew qasî bi hêz e û tirs û saw berdaye der û dora xwe, li gel birayê xwe ji aliyê şervanên êzîdiyan ve tên kuştin. Ev kuştin di dema komkujiyeke li dijî êzîdiyan de dibe ku qiyamet e û walî bi amadekariyeke mezin ev êrîş daye destpêkirin, lê ji birêketina şervanan heya kuştina walî û birayê wî hemû di paragrafeke piçûk de hatine vegotin. Ew qasî basît û erzan ku diyare nivîskar ji ser ve qebaz daye. (r.26-27 bnr.)
- Temir paşa wisa dikeve tengasiyê ku xuşka xwe Rehmê derdixe bazariyê ji bo text û tacê axatiyê car din bi dest bixe û Evdî êrîş dibe ser Îskanbaşî Brahîm, terş û talan vedigerîne û Temir car din digihêje êl û eşîra xwe. Çîroka me çû diyara, rehme li dê û bavê hazir û guhdaran. 
 Bi rastî mîna encama kurteçîrokekê hatiye vegotin, ev qiyamet tev di paragrafeke pir piçûk de derbas dibe. (r.77 bnr.)
Lê ji rûpela 308an heya rûpela 316an dialoga Dewrêş û Sahdûn e ku Sahdûn hewl dide Dewrêş qanî bike, ji şerê ereb û tirkmenan vegerîne. Ev dialog pir zêde dirêj bûye û gelek caran xwe dubare kiriye.
Dîsa hin şaşiyên mantiqî hene ku carnan mijarê jî ji hev qut dikin û ez bawer im ev ji ber vê yekê tê: Nivîskar li gelek versiyonan gohdar kiriye, beş bi beş li çîrokên destanê gohdar kiriye û xwestiye bîne ba hev û bi hev ve girê bide, lê diyar e diviya bêtir li ser rawestiyana ku ev qutbûyîn nebûna û kêmasiyên ji aliyê mantiqê ve derketine holê nebûna. 
 Dema destanek bi devkî û bi gelek versiyonên cuda tê vegotin, dikare û pir normal e ku hin kêmasiyên bi vî rengî tê de hebin, lê dema ev destan û îcar bi rengê romanê mirov bixwaze ji nû ve bihone, divê mirov bêtir baldar be û girêdan û honandinan xweşik bike, an na bel dibe. 
 Mînak:
-Ji Stenbolê heya deşta Rehayê li ser pişta hespan û bêyî ku yek carek bi tenê jî rawestin, Temir paşa bi wî temenê xwe yê ciwan û li gel heyeta xwe, rêwîtî dikin. Ji ba Siltanê Osmaniyan vedigerin ku ji bo berdana bavê xwe ji zîndanê, rêyek bibîne. Ji Stenbolê heya deşta Rehayê îroj bi otobosan jî dema mirov biçe, otobos kêmasî li 3-4 ciyan radiweste ji bo bêhnvedanê û ji bo rêwî pêdiviyên xwe bibînin. Li gel vê jî mirov pir diweste. Lê çewa dibe wê demê li ser pişta hespan û bê rawestan û ka Xweda zane bê çend roj an heftî didome? (r.47 bnr.)
- Evdî û herdu kurên xwe dikin biçin Ruhayê danstendinê. 
 Dewrêş li ser pişta hespê xwe yê navdar Hedban e. Nivîskar dibêje ku ”Cara yekê bû Dewrêş û Sahdûn derdiketin rêwîtiyeke ew qasî dûr”(r.118) Lê beriya wê Dewrêş diçe nêçîrê û di nav mij û moranê de rêya xwe wenda dike. 
 Ji serê sibê heya êvarê digere rê nabîne û dike biqefile, heya xwe davêje konê Eferê gêsî û sê roj û sê şevan ji neçariya mij, moran û sermayê dibe mêvanê wan jî. Hespê xwe yê navdar Hedban jî hîn bi canîtî ji wê eşîra ereban mîna diyarî ji bavê Efer digire û tîne mezin dike.(r.106-110 bnr.)
- ”Mêvan bi tenê şandin ne ji adeta wan bû. Lê belê armanca Dewrêş a sereke, dîtina Edûlê bû. Derfet ketibû destê wî nedixwest ji destê xwe berde.”(r.144), ”Dilê Edûlê jî ketibû Dewrêş. Çawa ku ew jî çav bi Dewrêş ket, xwîna wê rabû, hestên wê hişyar bûn, hinavê wê germ bû.”(r.146) Dewrêş û Edûlê li ku derê û çewa hevûdu nas kirin, Dewrêş çewa dil berdayê, ne diyar e û ji xwe cara yekem bi van hevokan bahsa Dewrêş û Edûlê bi hev re tê kirin. 
 Ev ji bo destaneke weha ku bingeha xwe ji vê evînê digire, kêmasiyeke mezin e.
- Kurê Silêman axayê serokê eşîra Îzolan Çîlo, li gel xuşkên xwe ji pismamên xwe direve, paşê bi wan re dikeve şer û di wî şerî de bi gihîştina hewara Dewrêş re bi birîndarî rizgar dibe. 
 Piştre xwe davêjin bextê Temir paşa lewra xalê Çîlo Ûsiv jî ji wê eşîrê ye. Hîn di nav vê bûyerê re şevek derbas bûye, Çîlo mêvanê Temir paşa ye û ji paşa re bûyerê qal dike, lê ya balkêş ku êdî Çîlo ne birîndar e, lewra birîn çewa bû, çewa derman bû, ne diyar e. 
 Mîna ku bi saxî ji wî şerî rizgar bûbe, wisa hatiye vegotin. (r.148 bnr.)
- Tiştek din jî ku Ûsiv xalê Çîlo ye lê xal û xwarza hema bêje di temenekê de ne, Ûsiv bi tenê bi çend mehan ji Çîlo mezintir e. Şevek berê dema Çîlo ji destê pismaman ji nav eşîra xwe direve, nivîskar ji bo Çîlo dibêje; ”hîn zarok e”. Paşê ev ’zarok’ dikeve nav şerekî giran bi tena serê xwe li dijî pismaman. 
 Şevek bi şûn ve jî xwe davêje bextê Temir Paşa ku xalê wî Ûsiv hemsalê wî jî ji heman eşîrê ye. Wê demê divê Ûsiv jî hîn zarok be, lewra hemsalê xwarsziyê xwe Çîlo ye. Lê dema nivîskar Ûsiv dide nasîn, dibêje; ”Ûsiv xalê Çîlo bû. Bi tenê çend mehan ji Çîlo mezintir bû. Jêhatî û zîrek bû. Ûsiv simbêla xwe badabû, gihandibû peleguhê.”(r.149) Baş e ku Ûsiv bi tenê bi çend mehan ji Çîlo mezintir be û Çîlo jî hîn zarok be, çewa dibe ku simbêlên Ûsiv dikarin bigihêjin peleguhan?
- Heman tişt ji bo Dewrêş jî derbas dibe ku nivîskar dibêje; ”Simbêla stûr mîna devê şûr badabû, serê wê heya peleguhê dirêj kiribû”(r.156) 
 Lê li gor herikîna romanê tiştê ku mirov têdigihêje, Dewrêş, Ûsiv, Çîlo û hîn çend hevalên din jî hene ku hemû hema bêje di temenên hev de ne. Û dîsa li gor vê her çendî nivîskar qet qal nekiribe jî, diyar e ku hemû li biniya 20 salê xwe ne û di vî temenî de simbêl hebin jî nagihêjin peleguhan. 
 - Hîn haya kesekî ji evîna Dewrêş û Edûlê nîne, qaşo vedişêrin ku bikaribin birevin, lewra dizanin ku ji ber dînên xwe, dê destûra zewacê ji malbat, êl û eşîrên xwe negirin. Pir grîngî didinê ku kesek pê nehise ku ji bo vê jî carekê Dewrêş şivanê Temir Paşa ku şevek bi wan dihese, bi kuştinê tehdît dike. Lê Dewrêş bi xwe, di pêşbaziyeke bi hevalên xwe re bi dengê bilind ku here guhê Ûsivê pismamê Edûlê û hevalên wî jî, weha halan li xwe hil dide: ”Ferhan ma qey tu min nas nakî?! Lawo, ez kekê Sahdûn -di vir de jî ew dibêje ez kekê Sahdûn im ku ev rast e, ne ya gotina Sahdûn- (mfa), kilê çavê Edûlê me…”(r.199) 
 - Dewrêş mêvanê destbirakê xwe Efer e dîsa û destûr dixwaze ku êdî biçe. Efer jê re dibêje; ”Tu çend rojên din li ba me bimayayî.” Lê Dewrêş ji xwe hîn rojek jî nemaye ku dibêje ‘çend rojên din’! Wê demê diviya nivîskar bi Efer wiha bida gotin: “Tu çend rojan li ba me bimayayî”. An jî “Tu îroj li ba me bimayayî”. (r.227 bnr) 
 - Edûlê, rojek ku bi destûra bavê xwe ji mêrên eşîrê re diaxive, ji bo bavê xwe weha dibêje: “Salên bavê min gihîştine heftêyî, êdî ew kokimek e…”(r.266) 
 Lê dema bavê wê ji sirgûnê vegeriyabû, hîn li ser xwe bû û ne kokimek 70 salî bû. Edûlê jî wê demê 14 salî bû. (r.112 bnr.) 
 Baş e di rewşeke weha de dikare çend sal derbas bûbe gelo, ji bo Temir paşa bibe kokimekî 70 salî? Kêmasî 20 sal ku wê demê dive Edûlê jî 34-35 salî be. Lê ji herikîna romanê û ji xwe li gor destanê bi xwe jî, temenê Edûlê wisa mezin nine. - “Fîncan li ber çavên wan wekî bombeyeke bizmarê wê hatibe kişandin li ber teqanê be.”(r.281) 
 Di wê serdemê de hîn şûr, mertal, rim, tîr û kevan û zirx mina amûrên şer dihatine bikaranîn. Mînaka bombeya bi bizmar ku hîn nehatibû vedîtin jî, ne di cî de ye. Dikaribû mînakek li gor wê serdemê û amûrên wê serdemê bihatana dayîn, bêtir maqûl dibû. Ji bilî van jî hin hevok hene ku ew bandora kesên ku me li jor bahs kiribû, di wan de xweşik tê dîtin. Ev ne tiştek neyînî ye bê guman, tenê dixwazim balê bikşînim ser û çend mînakan bidim:
- “…Baz bi xurtbûna çavên xwe, leza xwe û bê qisûr êrîşkirina ser nêçîra xwe navdar e. Ku nêçîra xwe zeft bike, dikuje, radike hewayê: Li devera herî bilind datîne, nêçîra xwe wisa dixwe. Bindestî û koletiyê napejirîne, çi gava ku lê teng were, xwe dikuje, vîn û şanaziya xwe dipeytîne. Ango ew azadiya xwe bi tu tiştî nade.”(r.145) 
 - “…Lê ez bi erzanî nêzîkê evînê nabim. Dixwazim evîna xwe bi şûrê xwe bi dest bixim” 
- “…An ez ê evîneke bi şanazî bi dest bixim, an jî ez ê werim kuştin, bikevim gora reş û tarî. Ez rêçeke din li xwe heram dikim…” (r.285) 
 - ”…li ser axeke ku di binê simên hespên Turkmen û Ereban de were perçiqandin, em ê bahsa kîjan evînê bikin?..”(r.294) 
 - “…Kesên ku li dijî neheqiyê şer bikin, dibe ku winda jî bikin, lê yên ku şer nekin, wan jixwe hê di destpêkê de winda kiriye…”(r294) 
 - ”…Lê piştî ku gihîşt biryarê û bi tenê bi biryarê jî nema kete ser rê, divê heya dawiyê bimeşî. Ji nîvê rê veger rûreşî û têkçûn e…”(r.319) 
 Bêhna felsefe, nirxandina li ser destana Dewrêşê Evdî û heta hin hevokên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji van hevokên jor tê. Lê mîna min gotî, ez van rexne nakim, heya ciyekî di cî de jî dibînim. Min tenê xwest balê bikşînim ser. Tenê hevokek heye ku ya Shakespeare e, xwezî bi rengek din bihata gotin, an jî bikirana nav neynokê: ”…hebûn an nebûn. Destpêk û bingeha her tiştî di van herdu gotinan de veşartî ye.”(r.295) 
 Mîna rexneya dawî tiştek din jî ku pir grîng e li gor min: 
 Nivîskar xwestiye rengê evîna azadiyê, yekîtiyê, welat û ya Edûlê bike yek û bide romanê. Heta di ciyekî de jî dibêje ”ku em îroj şerê ereb û tirkmenan nekin, dê Temir paşa têk here û wê demê dê me jî rehet bernedin, dê berê xwe bidine me û wê demê em ê nikaribin tu evînî bijîn lewra em ê ne azad bin” mantiqek weha xwestiye bide romanê ku bi ya min jî ya rast ev e û bi hin gotinan hewl daye vî rengî bide romanê, lê pir lawaz maye û pirê caran ev reng di bin siya evîna du kesan de fetisiye: 
 ”Bira, her ku tu diaxivî, tu birîna min a qemûşgirtî xwîn dikî. Tu ji sibehê de li ber min digerî, lê ez çi bikim tiştek ji min nayê. Ev birîn birîna evînê ye. Naşibe birîna serî, dest û bedenê. Tu birîn ewqasî kûr, bi jan û xeder nîne. Heke tu pirr dixwazî, hevalên xwe bigire, here malê, min tenê bihêlin, ku ez bi riya xwe de biçim.” Vê di dema amadekariya şer a 12 egîdên kurd ên li dijî eşîrên ereb û tirkmenan de dibêje. Beriya wê ji Sahdûn re gotibû ku ev ne tenê mesela evîna Edûlê ye, tiştên grîng hene ez ê ji we re bêjim, lê tu carî ji hevalê xwe re nabêje ku ola me çi be jî nîjada me yek e, em divê piştgiriya Temir paşa bikin li dijî ereb û turkmenan, an na ku kurdên musulman têk biçin dê sibe dor li me jî teng bibe. Wê demê dê ji bo me bikin musulman zext û zorê li me bikin terş û talanên me bibin ji xwe re, an jî dê me qir bikin û qîz, jin û bûkên me bibin li xwe mar bikin. Ya rastî dixwaze vî rengî bide, lê li gel ku dibêje ez ê paşê bêjim jî, lê nabêje ka armanca wî ya esasî ya vî şerî çiye. Gotina wî ya dawî li ser vê mijarê, ew e ku ji Sahdûnê birayê xwe re dibêje û min jî li jor nivîsî.
Hin hevokên ji aliyê edebî ve xurt û xweşik jî hene di romanê de bê guman ku bi ya min diviya nivîskar bêtir giranî bidana ser hevokên bi vî rengî: 
 ”…Newaya bilûrê bi surra bê re tariya şevê qelaşt, mîna pizoteke agir di ser porê hinekirî re şemitî valahiyê. Awaza şewatbar mîna baskên teyrekî baz bedena wê hembêz kir, coşand, hêz dayê. Baskên teyr ew dîl girtûbû, wekî şevşevokan diricifand.”(r.56) 
 Di encam de dixwazim bêjim ku. Hêjayî didime Weşanxaneya Lîsê û xizmetên ku heya niha kirine û hîn jî dikin, lê diviya edîtorî û redaksiyona vê pirtûkê û Weşanxaneya Lîsê bêtir li ser van kêmasiyan rawestiyana. Ev dê him kalîteya weşanên ku ji nav weşanxaneya wan derdikevin û kalîteya weşanxaneya wan bi xwe jî pir bilindtir bike. Her wiha dê kalîteya vê romana hêja jî hîn berztir bibûna. Ev hemî jî di dawî de dibin xizmet ji çand, ziman û wêjeya kurdî re. 
 Li gel her tiştî jî, dikarim bêjim ku min romana birêz Îbrahîm Osman ”Evîna Mêrxasekî” bi kelecan û dilxweşî xwend û çêjeke xweş û kurdî jê girt. Mala Îbrahîm Osman ava ku vê xizmetê kir danî ber destên me.
[1]
Ev babet 120 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 16-09-2023
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 15-11-2008 (16 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Roman
Kategorîya Naverokê: Danasîna pirtûkan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 16-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 120 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Kurtelêkolîn
Mehabad Qeredaxî û sê demsalên jiyanê - Beşa Duyem
Cihên arkeolojîk
Zêwiye
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Kaniya Eyne Rom û dîrokeke windabûyî
Kurtelêkolîn
Tembûra wî ya ewil kodik û galon bû
Jiyaname
Bedri Adanır
Cihên arkeolojîk
Keleha Kerkûkê xwediyê dîrokek kevnar e
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik Abdusamet Yîgît
Pirtûkxane
Li kurdistanê weke rejima şer û jenosîdê rejima kayyuman
Kurtelêkolîn
Ferhenga devoka Mukriyan projeya herî mezin a kurdî ye – Beşa Yekem
Kurtelêkolîn
Wesiyeta Cemîlê Horo û daxwaziya Afirînê
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
Kerim Avşar
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Jiyaname
Necat Baysal
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
Müslüm Aslan
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Şamî Kirmaşanî; Helbestvanê hejarên lêqewimî
Jiyaname
RONÎ WAR
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
Xecê Şen
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê

Rast
Kurtelêkolîn
Wexteke lijor: çîroka zemên
12-04-2024
Burhan Sönmez
Wexteke lijor: çîroka zemên
Kurtelêkolîn
Serencama 90 Salên RIYA TEZE
13-04-2024
Burhan Sönmez
Serencama 90 Salên RIYA TEZE
Kurtelêkolîn
Dengbêjiya Serhedê ji ser zarê jinekê: Îran Xan (Mucered)
13-04-2024
Burhan Sönmez
Dengbêjiya Serhedê ji ser zarê jinekê: Îran Xan (Mucered)
Kurtelêkolîn
Tembûra wî ya ewil kodik û galon bû
14-04-2024
Burhan Sönmez
Tembûra wî ya ewil kodik û galon bû
Kurtelêkolîn
Wesiyeta Cemîlê Horo û daxwaziya Afirînê
14-04-2024
Burhan Sönmez
Wesiyeta Cemîlê Horo û daxwaziya Afirînê
Babetên nû
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Îsmaîl Heqî Şaweys
11-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Kerim Avşar
10-04-2024
Sara Kamela
Cihên arkeolojîk
Temteman
09-04-2024
Aras Hiso
Cihên arkeolojîk
Dalamper
09-04-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
06-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Li kurdistanê weke rejima şer û jenosîdê rejima kayyuman
02-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik Abdusamet Yîgît
24-03-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 515,887
Wêne 104,970
Pirtûk PDF 19,041
Faylên peywendîdar 95,421
Video 1,255
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Kurtelêkolîn
Mehabad Qeredaxî û sê demsalên jiyanê - Beşa Duyem
Cihên arkeolojîk
Zêwiye
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Kaniya Eyne Rom û dîrokeke windabûyî
Kurtelêkolîn
Tembûra wî ya ewil kodik û galon bû
Jiyaname
Bedri Adanır
Cihên arkeolojîk
Keleha Kerkûkê xwediyê dîrokek kevnar e
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik Abdusamet Yîgît
Pirtûkxane
Li kurdistanê weke rejima şer û jenosîdê rejima kayyuman
Kurtelêkolîn
Ferhenga devoka Mukriyan projeya herî mezin a kurdî ye – Beşa Yekem
Kurtelêkolîn
Wesiyeta Cemîlê Horo û daxwaziya Afirînê
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
Kerim Avşar
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Jiyaname
Necat Baysal
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
Müslüm Aslan
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Şamî Kirmaşanî; Helbestvanê hejarên lêqewimî
Jiyaname
RONÎ WAR
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
Xecê Şen
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.313 çirke!